Rûs û tirk

 

MIHEMED SEYÎD RISAS 

Di navbera sedsala 16 û 20an da, di navbera Rûsya û Dewleta Osmanîyan da, 12 şer rû dane. Dewleta Rûsyayê piştî ku ji aliyê Îvan El-Rehîb ve sala 1547an hate damezirandin, bi awayekî otmatîk şerê Osmanîyan kir, ji ber ku El-Rehîb Moskova paytext wekî “Romaya sêyem”didît, piştî “Romaya duyem” ango Konstantînopolê. Di heman demê da jî, Îvan El-Rehîb Moskov wekî paytexta cîhana  ortodoks didît, ku Sultan Mihemed El-Fatih payetxa wî ya berê, rûxand.

Her wiha, berfirehbûna erdîngarîya Rûsyayê, li peravên bakur ên Deryaya Reş û li Kafkasyayê, bû sedem ku her du dewlet di sedsala 18an da, şerê hev bikin. Piştre, di sala 19an da Balkan wekî herêmeka şer a di navbera her du dewletan da hate zêdekirin ku Rûsyayê alaya Slavî rakiribûn. Lê dema ku her sê dewlet Birîtanîya, Fransa û Rûsyayê sala 1915an li ser plana parçekirina bermahîyên Dewleta Osmanîyan li hev kom bûn, wê demê Îstenbol, Bosfor û Dardanel bûn para rûsan, lê piştî sala 1917an zû jê vekişîyan. Valdimir Lenin, hewl da ku birêveçûna 4 sedsalan biguhere, dema ku di navbera 1921-1922an da nêzîkî Mustefa Kemal Ataturk bû ku wê demê li dijî hêzên dagîrkerên Anadolya, Îstenbol û peravên Tirkîyayê yên niha li ser Deryaya Egeyê, şer destpê kir.  Lê peymana Lozanê ku Mustefa Kemal Ataturk bi wan hêzên dagîrker re sala 1923an îmze kir û di encamê da dewleta Tirkîyayê hate avakirin, hişt ku Enqere dûrî Moskovê bikeve, tevî ku Cozêv Sitalîn piştre hewl da ku nêzî Ataturk bibe. Her çendî ku Tirkîyayê ji ber hevalbendîya wê bi Almanyayê re di Şerê Cîhanê yê Yekm da, helwesteka bêalî di dema şerê Cîhanê yê Duyem da nîşan da û metirsîya wê ku hevkarîyê bi dewletên rojavayî re bike, wê Stalîn piştî peymana xwe bi Berlînê sala 1939an Tirkîyayê bixapîne, lê dijîtîya wê bi Yekîtîya Soveyetê re di dema Şerê Sar da û beşdarbûna wê di NATOyê da sala 1952an, berdewamîya nakokîya her du alîyan e ku ev nakokî vedigere berî 4 sedsalan.

 

Di dawîya Şerê Sar da, Rûsya û Tirkîya nêzî hev nebûn, lê belê Enqere bi Moskovê ve re kete pêşbirka li ser bermahîyên Sovyetê yên komarên îslamî (Azerebîcan, Tirkumenistan, Uzbakistan, Kazaxistan, Qirxîzistan), ku pênc ji wan ji malbata zimanê tirkî ne û tirk jî wan beşek ji cîhana neteweyî ya tirkî ku peravên Tirkîyayê yên li ser Deryaya Egeyê heta Tirkistana Çînê, dibînin. Piştî hilweşandina Yekitîya Sovyetê sala 1991ê, Enqereyê 25 salan hewl da ku serwerîyeka aborî ku bi wan komaran ve girê bide bi rêya xetên petrol û gazê ku bi rêya Tirkîyayê digihêje parzemîna Ewropayayê, ava bike. Her wiha, Enqereyê hewl da ku komkareka tirkî wekî komkara dewletên ereban ava bike, da ku wan komaran bi navenda Tirkîyayê ve girê bide, wekî ku çawa Misirê di salên 40î da komkara ereban ava kir. Di heman demê da, dema ku Erdogan û partîya wî di sala 2002yan da desthilatdarî bi dest xist, li xweşîya projeyên Amerîkayê hat da ku şagirtê xwe Hesen El-Bena  ne tenê li dijî birêveberê rêxistina El-Qaîdeyê yê wê demê Usama Bin Ladin bikar bîne, lê belê li dij rûs û îranîyan jî bikar bîne. Ev yek bû sedem ku li Moskovê metirsî çêbibe, ji ber ku bi dehan milyon misliman li Rûsyayê hene. Di navbera salên 2011 û 2013an da, dema ku projeyên amerîkayî li Tûnis û Qahîreyê hatin pêkanîn, wê demê Erdogan roleka giring bi birêveberîya serokê Amerîkayê yê wê demê Barack Obama re hebû.

Lê di havîna 2013an da, dema ku Washingtonê dest ji îsmala îxwanî berda û vegerîya li ser rêbazê xwe yê berê ew jî xwespartina sîstemên leşkerî yên erebî, rewş berovajî bû. Yekemîn nîşaneyên vê yekê ew bû ku Washingtionê destek da derbeya Ebdulfetah El-Sîsî ya li dij îslamîyên li Qahîreyê. Di encama vê yekê da, Washingotin û Enqereyê dûrî hev ketin û hatin hemberî hev. Her wiha, hin nîşane hene ku Amerîkayê beşdarî hewldanên derbeya leşkerî ya Tirkîyayê ya têkçûyî li dij Erdogan sala 2016an bûye, ev yek jî rayedarên tirk bi awayekî eşkere gotin. Piştî çend hefteyan, Erdogan bi hempîşeyê xwe yê rûs re Pûtin li Moskovê civîya û ji wê demê heta niha nêzî hev in. Nêzîkbûna yekem, projeya gaza rûsyayî bi rêya Deryaya Reş heta perava Tirkîyayê, bakurê Îstenbolê û ji wir jî ber bi Ewropayê ve. Her wiha Moskov û Enqereyê di dosyaya Sûrîyayê da gihaştin hev; di vê çarçoveyê da, tirkan ji Cerbalûs heta Bab û Izazê sala 2016an dagîr kir û herêma Efrînê û bajarê wê sala 2018an dagîr kir û ji Girê Spî heta Serê Kanîyê piştî wê bi salekê dagîr kir. Li beramberî vê yekê jî Tirkîyayê derketina çekdarên îslamî yên opozîsyonê ji rojhilatê Helebê û herêmên  Xûta, Horan û bakurê Humsê, hêsan kir. Di heman demê da, Tirkîya beşdarî rêzecivînên Astana û Sochîyê bi Rûsya û Îranê yên girêdayî rewşa Sûrîyayê  bû û dûrî Amerîkayê ket.

Mirov dikare bibêje ku dîroka 2016an, birêveçûyîneka nû ya têkilîyên Rûsya û Tirkîyayê ye û berovajî birêveçûyîna 5 sedsalan e ku ji sala 1547an da, dest pê kir. Ev têkilî ku gelek xurt bûye, nakokîyên Rûsya û Tirkîyayê di alozîya Lîbyayê da, vê têkilîyê hilnaweşîne yan jî xerab nake. Tevî ku Moskov piştgirîyê dide lîwa Xelîfe Hefter li rojhilatê Lîbyayê û Enqereyê piştgirîyê dide komên îslamî yên li rojavayê Lîbyayê û di alozîya Azrebîcan û Ereministanê da jî, tevî ku Enqere piştgirîyê dide Bakoyê û Moskov piştgirîyê dide Yêrîvanê. Ji alîyekî din ve jî, alozîya di navbera Moskov û Washingtion ku ji ber şerê Ukraynayê çêbûye, gihîşt asta alozîya di navbera wan da di serdema Şerê Sar da sala 1947-1989an û di encamê da, Moskov û Enqere zêdetirî nêzî hev bûn û Enqere û Washingtion zêdetir dûrî hev ketin. Lewra, mirov dikare di encama şerê deh meh û nîvan da, dûrahîya nû di navbera Erdogan û Kremlin û Koşka Spî da, pîvan bike. Li vir divê em têkilîya di navbera Pûtin û Erdogan da, lêkolîn bikin. Berîya niha bi sê mehan, Pûtin ragihand ku Tirkîya veguherî navenda yekem a belavkirina gaza rûsyayî bo Ewropayê û dest ji xetên gazê yên ku bi rêya Ukranyayê an jî bi rêya Deryaya Baltîkê berda. Ev yek asta bawerîya Rûsyayê ya xurt bi Enqereyê re, nîşan dide. Ev gotina Pûtin pir li xweşîya tirkan çû û hişt ku nêzî Rûsyayê bibin.

Her wiha, Kremlin jî dizane ku ev xeta gazê wê Tirkîyayê dûrî NATOyê bixe, an jî wê hebûna Tirkîyayê ji bo welatên rojavayî, bêaramîyê çêbike û bibe cihê gumanê. Di heman demê da, ev xeta gazê wê nehêle ku Tirkîya di paşerojê da bifikire (wekî ku Qeter sala 2009an hizir ku xeteka gazê ya Qeter bi rêya Sûrîyayê û ji wir jî bi rêya Tirkîyayê derbasî Ewropayê bike) ku bibe cihê xetên gaza Qeterê an jî Îran û bibe altirnatîfa gaza rûsyayî ji bo Ewropayê. Her wiha, xetên gazê yên ji Azrebîcan an jî ya ku tê plankirin ji Tirkumenistanê were kişandin û bi rêya Tirkîyayê derbasî parezmîna Ewropyayê bibe, nabe altirnatîfeka têrker a gaza rûsyayî wekî gaza Qeter an jî Îranê. Ne xerîb e û rewş wisa dîyar e Pûtin bifikire ku Enqereyê bixe nava bloka ku êdî dest bi avakirina wê tê kirin, nexasim ji ber alozîya ku hişt NATO bi Yekitîya Ewropayê re peymanan çêbike û peymanên di navbera Washington û Tokoyoyê da ku giringî didin astengîya ku Çînê çêdike ji wan re. Di navbera Moskov û Pekînê da,  dîyar e ku Îran bûye endamê sêyem ê vê blokê û bi dûrketina wê ji vejandina hevpeymana nuklerî. Li gorî nîşaneyan Pûtin dihizre ku Erdogan bike endamê çaremîn ê vê blokê. Di encama vê yekê da, wê dîwarekî mezin di avahîya NATOyê da, were hilweşandin. Li ser vî esasî, divê mirov nêzîkatîyên Moskov û Enqereyê yên dawî derbarê rewşa Sûrîyayê bigire dest, ku Sûrîya bûye parçeyekî biçûk ê têkilîyên di navbera rûs û tirkan da.

 

Wergera ji zimanê erebî: Kendal Cûdî