MIHEMED SEYID RISAS
Di tebaxa 2022yan da, danûstandinên Amerîka û Îranê ku berîya 16 mehan ji bo vejandina rêkeftina nuklerî bi Îranê ya sala 2015an li Vîyenayê dest pê kiribû, têk çû. Rêkeftina nuklerî jî serokê berê Amerîkayê sala 2018an îmzeya Amerîkayê li ser wê rêkeftinê bi paş da vekişandin û di encamê da rêkeftin hate rawestandin. Piştî têkçûna danûstandinan bi mehekê, êdî balafirên dron ên Îranê ji cureya (Şahid) di şerê Rûsyayê da yê li dij Ukranyayê derketin.
Ji buhara 2023yan ve, êdî di gotar û lêkolînên di rojname û hin navendên lêkolînê yên Amerîkayê da, agahî derbarê plana Amerîkayê ya girtina sînorê Iraq-Sûrîyayê bi rêya serwerîya leşkerî bi rêya hêzên Amerîkayê, an jî hevalbend an jî hêzên girêdayî Washingtonê li ser xeta Tenef-Bûkemal, hatin belavkirin. Amerîka bi vê yekê jî dixwaze ku damarên Hizbulah li Libnanê û tevgera Hemasê li Filistînê qut bike û hebûna leşkerî ya Îranê an jî hêzên girêdayî wê ku piranîya wan iraqî ne li Sûrîyayê, bike armanc. Ev plan di dema dawî da, eşkere bû piştî daxuyanîyên dijber û hişyarîya li ser plana Amerîkayê ku ji alîyê serokwezîrê Iraqê yê berê Nûrî El-Malikî û Wezîrê Karê Derve yê Îranê Emîr Ebdulahîyan ve, hatin belavkirin.
Li vir, mirov nikare di navbera tiştên ku li Vîyenayê çêbûn û di navbera agahîyên ku hatin belavkirin da, ji hev qut bike. Dîyar e ku amerîkayî dixwazin bi rêya vê plane fişarê li Îranê li nuqteyeka ku wisa difikirin li gel Tehranê sist e bikin, lê texmîn dikin ku ya herî zêde bi bandor û zor e. Îhtîmala mezin ku li vir amerîkayî dixwazin berovajî tiştên ku di meha tebax û îlona 2013an da dubare bikin, dema ku Tehranê gef xwar ku wê ji danûstandinên nuklerî vekişin, ku bendekî sereke li pêşîya serokê Amerîkayê Obama bû ku derbeya leşkerî li dijî Sûrîyayê pêk neyîne. Her wiha, dîyar e ku hin hesabên Amerîkayê hene ku pêkanîna vê plana Amerîkayê li Sûrîyayê, dibe ku Îranê neçar bike dûrî Rûsyayê (bi wê ra jî Çînê) bikeve û vegere tiştên ku serok Biden ji danûstandinên nuklerî yên nû dixwaze ku Îran tê da di alîyê herêmî da lawaz be.
Li vir, divê mirov zivirîna Tirkîyayê ber bi Washingtonê ve ku di lûtkeya NATOyê ya dawî da di tîrmehê da li Litvanya yêçêbûye, ku ev yek zivirîna Erdogan ber bi Moskoyê di lûtkeya wî bi Pûtin di 9 tebaxa 2016an dest pê kir şikand, bi tiştên ku di dezgehên çapemenîyê da hatine belavkirin girêbide, ku tê gotin Tirkîyayê bi balafirên Amerîkayê endamên komên leşkerî yên Sûrîyayê yên opozîsyon ku girêdayî Tirkîyayê ne bibe baregeha Tenefê ji bo perwerdekirin û komkirina wan, ji bo pêkanîna wê plana Amerîkayê. Her wiha tirkan li beramberî vê yekê jî, ji Washingtonê xwest rewşa heyî li rojhilatê Firatê biguherîne û hebûna Hêzên Sûrîyaya Demokratîk sînordar bike.
Mirov dikare li ser vê rewşa dawî ya Amerîka û Tirkîyayê zêde bike ku çend nîşane hene ku Hêzên Sûrîyaya Demokratîk red kir û red dike ku beşdarî vê plana amerîkayîî bibe. Ev eger ku pêk hat, tekez wê şerek di navbera hêza mezin li cîhanê û hêza herêmî ya mezin da çêbibe, ku wê bandorê li tevahîya Rojhilata Navîn bike. Bê guman Amerîka di mehên dawî da bal kişand ser ereban li rojhilatê Firatê ku civaka wan dijberîyeka dijwar li dij Îranê nîşan dide ku ev yek jî dide zanîn ku gelek tayên wan bi tirkan re di salên krîza Sûrîyayê da ji sala 2011an ve hatiye heşîkirin. Her wiha, bê guman jî bêdengîya Amerîkayê li ser şerê vê dawîyê li rojhilatê Dêra Zorê li ser perava rojhilat a çem di navbera Hêzên Sûrîyaya Demokratîk û hêzên leşkerî ku piranîya xwe birêdayî fermandarên Encûmena Leşkerî ya Dêra Zorê bûn, civaka ku xwe dispêre qebîleya Igêdat a herêma rojhilatê parêzgeha Dêra Zorê da piştgirîya wê dikir, bê destekdayîna erebên Reqa û Hesekê. Piştra hewldana Amerîkayê ya lîstina bi rola vemirandinê piştî deh rojan. Her wiha kêfxweşîya Tirkîyayê li bara bûyerên ku li Dêra Zorê rû dan û coşa opozîsyona sûrîyayî ya alîgira Erdogan, ev yek jî hişt ku Tehran jî mîna wan kêfxweş bike û dît ku tiştê li Dêra Zorê rû dide dike berjewendîyên wê da.
Ev alozîya amerîkayî-îranî ku bi awayekî lezgîn bandora xwe li ser Sûrîyayê kir, lê ew alozî me di rûbirûbûna amerîkayî-rûsyayî li Ukranyayê da nedît. Tevî ku di mehên dawî da, li esmanê Sûrîyayê di navbera Amerîka û Rûsyayê da, alozîyeka dijwar derket. Ev yek jî nîşan dide ku alozîya rûsyayî-amerîkayî êdî li Sûrîyayê jî tê kirin û nîşan dide ku ev yek wê derbasî gelek herêmên li cîhanê bibe û tenê bi Ukranyayê sînordar namîne, ku li wir şerê NATOyê li dij Rûsyayê Ukranya wê dimeşîne û Sûrîya jî dibe ku bibe qada vî şerî û parzemîna Afrîkayê jî.
Ji alîyekî din ve jî, piştî lûtkeya NATOyê ya li Litvanyayê, hate ragihandin ku NATO nîyet dike li Urdinê navendeka girêdaneka herêmî ava bike. Her wiha, nîşane hene ku Urdin bibe navenda girêdaneka herêmî li tevahîya herêma Rojhilata Navîn. Mirov nikare vê gavê ji alozîya amerîkayî-îranî qut bike û metirsîyên Urdinê ji hebûna milîsên girêdayî Tehranê li başûrê Sûrîyayê, ku urdinî di navbera wê û bazirganên madeyên hişbir da ku sînorê Sûrîyayê-Urdunê derbas dike girêdidin. Ev herdu mijar jî, hişt ku Urdin serkêşîya însîyatîfa ereban a dawî derbarê alozîya Sûrîyayê bike, her wiha mijara penaberên sûrîyayî li Urdunê. Însîyatîfa ereban hate astengkirin û hindik maye ku têk biçe, li beramberî wê jî lihevkirina siudî-îranî piştî derbasbûna 6 mehan hate rawestandin, hevdemî wê jî ji Urdinê daxuyanîyên ne fermî ji wezîr û berpirsên berê derketin derbarê nîyeta Umanê ya avakirina herêmeka tampon li başûrê Sûrîyayê. Her wiha girêdana vê yekê bi tiştê li parêzgeha Siwêdayê diqewime nayê zanîn, ku ev du hefte an jî zêdetir li Siwêdayê tevgereka civakî ya dijber heye ku tê da aşitî û siloganên xwe tê da banga veguhastina siyasî li gorî biryara navdewletî ya bi hejmara 2254an dikin, ku ne tenê bi dozên daxwazên aborî-civakî sînordar e. Tevî ku ev tevger li herêmeka piçûk sînordar e û tu nîşane tunene ku derbasî herêmên din ên Sûrîyayê bibin, berovajî tişta ku bi Derayê ra sala 2011an çêbû. Dibe ku ev yek nîşan dide ku desthilatdarîya Sûrîyayê bi tiştên li Siwêdayê rû didin, bi awayekî aram nêz bibe.
Wekî puxte: Ji dema ku alozîya Sûrîyayê di payîza 2011an da bû alozîyeka herêmî û navdewletî û êdî nebû alozîyeka hundirîn wekî di 6 mehên destpêkê ku ji Derayê dest pê kiriye. Tiştê ku li Sûrîyayê rû dide di bingehê xwe da êdî bûye tiştê ku di navbera hêzên destwedêr di krîza Sûrîyayê da rû dide û bi rêzê li gorî hêza wan wiha ye: Amerîka, Rûsya, Tirkîya û Îran.