Rastgirîya tirk careka din bişkivî

ŞOREŞ DERWÎŞ

Neteweperestîya tirk a tund di dema pêşbirka hilbijartinê da wek ku di bîst salên borî da tune bû, careka din xwe dan pêş. Gotinên nefretê yên li dij neteweya kurd û penaberên sûrîyayî bi coş bi pêş ketin, ev qêrîna nefretê bi piranîya dengdêrên rastgir ên neteweperest ra deng veda, di herdu qonaxên hilbijartinê da dema ku çêkerên faşîst bûn “çêkerên padîşah”  tirsnak xuya bû, li gorî tiştên ku hatin vegotin, her partiyek dikare bibe mêzîna hilbijartinên serokkomarîyê.

Ji ber ku neteweperestîya tirk her tim enerjya xwe ji rabirdûyê girtiye, wekî rewşa olê, li şûna pêşniyarkirina bernameyên ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî û civakî û kêmkirina nakokîyên civakê, çêkirina hestyarîya netewperestî derxistin holê. Beşek ji wê pêvajoyê ku seredana gornan û avahîyan bû. Di şeva hilbijartinê da Erdogan di berdêla zîyareta Kiliçdaroglu ya li ser gora avakerê komarê Kemal Ataturk da li “mizgefta” Ayasofyayê nimêj kir, her wiha berîya gera duyem a hilbijartinên serokomarîyê Erdogan  careka din serdana gora Adnan Menderes kir, ji ber vê yekê jî ev serdan cureyekî lavakirina bav û kalan li gorî ol dibêjin û daxwaza alîkarîyê ji mirîyan bû ji bo serwerîya zindîyan bikin, mirîyên nemir ên li Tirkîyayê jî jîyana siyasî dernakevin û di hilbijartinan da şefaeta wan tê çaverêkirin.

Nivîskarê pirtûka Civatên Xeyalî, Benedict Anderson, li ser girîngîya çandî ya zîyaretên bi vî rengî gotibû em çawa gora Markis an jî şehîdê lîbralîxwaz nenas in û nabînin û heger ev yek di cîhana markisîst û lîberalan da bibûya, me nikarîbû “ji bêaqilîyê birevin”. Me bala xwe bidayê û sedem jî ew e ku ne markisîzm û ne jî lîberalîzm pir bi mirin û nemirîyê ra  ne eleqedar in. “xeyala netewî” bi wê ra eleqedar e, ji ber vê yekê, di navbera xeyalên neteweyî û xeyalên olî da xizmîyek xurt heye, ne xerîb e ku netewperestîya tirk wek ola gel bi nav bike û bavên neteweperwerîyê jî pêxemberên nûjen in.

Berevajî hesabên beraqil ên ku dîtin pirsgirêkên aborî dê wesayîta pêvajoya guherînê bimeşîne, tam berovajî vê yekê li welatekî ku şahidê enflasyona %60, rêjeya betalîyê ji %10 dibore û deynên biyanî yên ku ji 235 milyar dolaran derbas dike, ev faktor bûne xalên dûyem ên rêklamên hilbijartinê, ji ber gotinên bêwate û balkişandina dengdêran ji bo rabirdûyê hatin kişandin. Dibe ku îronîya di krîza aborî da, dihat hêvîkirin ku ew zincîreya  opozîsyonê ber bi kursîya desthilatdarîyê ve bilind bike, ava bibe, lê berevajî wê bû hîm ku Erdogan pê bi ser bikeve, li gel nêrînên rastgirên neteweperest ku bertekek çêkir, ji ber ku qelsîya Tirkiyê bû sedem ku bi mîlyonan dengdêr li herêmên herî xizan, herî bêkar û ne aram bi nîqaşên nasnameyê ve girêdayî bin. Metirsîyên windakirina  dewletê û turama Qendîlê yek ji wan meyizandin û dînamîkên ku her tim hestên dengdêrên tirk kontrol dike, temsîl dikir, ji ber vê yekê, hilweşîna aborîyê di cihekî da tê wateya qelsîya Tirkîyayê û helbet qelsî jî teşwîqa hilbijartina tundrewî û hêzê ye û pêşî li bernameyan digire.

Û heger rast be hejmara kursîyên parlamentoyê di destê rastgirên tundrew da ye, Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) û Partîya Baş (iyi), di hilbijartinên 2018 û hilbijartinên 2023an da wekî hev derdikevin holê, lêbelê, ya ne normal ew e ku rastgiran bibe dîyarkerê axaftinên namzedên serokomarîyê û tevgera dengên hilbijêran. Hebûna rastgiran di danasîna Erdogan a dijberê xwe Kiliçdaroglu da dîyar bû ku ji terorîstan ra dilsoz e, li ser piştgirîya opozîsyona kurd ji wî ra, bipêşketina xwe ya di tûra yekem da bi îradeya gel a li hemberî Qendîlê ve girêdide, ku dixwaze siyaseta Tirkîyayê li gorî xwe çêker bike, ji bo vê yekê Kiliçdaroglu bi soza tunekirina Çîyayê Qendîlê li ber bloka herî girîng (hilbijêrên rastgirên netewperest) ji vê sûcdarîyê xwe xelas dikir, paşê destê xwe dirêjî Umît Ozdag kir, xwedîyê Partîya Serkeftinê ya herî tundrew, populîst û nefretê li hember penaberan dike, bi rastî, ne Ozdag û ne partîya wî ya pûç ji bo dest bixe, bi qasî ku ev pêngava Kiliçdaroglu dihat wateya îtîfaqa deqeya dawîn ji bo ku dengdêrên rastgir ber bi ve xwe bikşîne ku Tirkîya wê tu carî bi kurdan ra nekene.

Kombûna netewperestîya tirk bi awayekî din sîwanek avêt ser pirsgirêka kurd, Partîya Çep a Kesk ( Demokratîya Gelan) nexwest ber bi nîqaşeka neteweperestî ya kevneşopî ve biçe, ji ber ku formula guhartinê ya ku partîyê dixwaze yekta ye, ew jî pir rengên etnîkî dike şert û mercên bipêşketin û demokratîkbûna Tirkîyayê. Di vê navberê d, gelek deng derketin ku partî jî mîna partîyên tirk, dev ji ferhenga modernîteya siyasî berde û li ser netewe û wijdana kurdan bandor bike.

Di bingehê xwe da netewperestîya kurd bertekek bû li hember rabûna neteweperestîya tirk, û rastgirên wê karîbû sed salan hikumdarîya Tirkîyayê bike ji bilî  qonaxên lîberal ên demkurt da, wek desthilatdarîya Turgut Ozal. Di dîrokê da polîtîkayên neteweperestîya kurd çalakîya liberxwedana înkar, hilweşandin û hilandinê bû. Bi awayekî rastîn, parastina nasnameya kurd bûye mijara zextê li ser welatparêzên kurd ên ku dixwazin bi tirkan ra li ser formûleka neteweyî ya nû ku li ser mijara civakeka piralî, dadmendîya zimanî, naskirina destûrî, berfirehkirina qada giştî li ber çavan bigire û ev yek demokratîkbûna Tirkîyayê ava dike, lê belê, ev formula modernîst û hewldanên siyasî, bi kêmanî niha û belkî di pênc salên li pêş da hatine pûç kirin, ev tê wê wateyê ku Çepa Kesk (Gelên Demokrat) bi aktîvkirina gotara xwe ya neteweperestî li ser hesabê tiştên ku di warê nûkirin û nûjenkirinê da li ser dixebitî û her tim di bin giranîya bipêşveçûna rastgirên tirk da, dê gavê bi paş da bavêje.

Hilbijartinên dawîn rastgirên neteweperset careka din ciwan kirin, êdî ne tenê partî, kursîyên perlementoyê û meyla tundrewî ya li hember çend alîyan e, di vê navberê da reng û zimanê dewletê ye û sedema şerên wê yên siberojê ye ku wê bi navê neteweperestîyê bimeşîne. Ev yek di berjewendîya partîya desthilatdar da ye, ku wê polarîzasyona hundirîn ji polarîzasyona tirk-tirk a ku li ser enflasyona aborî, gendelî, çetetî û xerabbûna mafên mirovan û azadîyan pêk tê, veguherîne polarîzasyona tirk-kurd.

Wergera ji zimanê erebî: Heysem Mislim