Ras El-Hikme.. bi veberhênanên îmaratî, bajarekî geştyarî li ser Deryaya Spî

By Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Gotar bi zimanê erebî jî heye

Di 23yê sibatê de, Îmarat û Misirê peymaneke dîrokî îmze kir, ku wê Misirê ji bandorên darayî yên xeternak rizgar bike, her wiha ya herî girîng jî zêdekirina navendeke nû ya nexşeya geştyariya navdewletî li Deryaya Spî ye. Naveroka peymanê ku Îmarat herêma Ras El-Hikime ya li peravên bakurê Misirê ya li ser Deryaya Spî, ku 35 milyar dolar di nava vê herdu mehên pêş de, pêşkêş bike.

Li gorî peymanê –ku wekî mezintirîn veberhênana biyan a rasterast di dîroka Misirê de ye-  wê kompaniya veberhênanê ya Îmaratê “ADQ” milyar dolar di Ras El-Hikme de veberhênan bike. Ras El-Hikme jî herêmeke peravê ye 350 kîlometreyî li bakurrojavayê Qahîrê ye. 35 milyar dolar jî wiha hatin dabeşkirin: A yekem, bidestxistina mafê pêşxistina devera Ras El-Hikmeyê beramber 24 milyar dolarî û Îmarat dê 11 milyar dolarî ji pereyên ku di banka Misirê de wekî teşeyê mafê veberhênanê di projeyên sereke li Misirê de razandin, bi dest bixe.

Bi vê formulê re, wê Misir ji barê pereyên Îmaratê yê ku  ji sala 2018an ve ji mafê wê ye, xelas bibe û 24 milyar dolar beramberî mafê veberhênanê li Ras El-Hikme bi dest dixe. Ev pereyên ku Misir bi dest bixe jî, ji deynê ku hewl dide ji banka navdewletî herî zêde 10 milyar dolar bi dest bixe, zêdetir e.

8 milyon geştyar

Tê pêşbînkirin ku bajarê nû di salê de derdora 8 milyon geştyar pêşwaz bike û armaca sereke jî geştyariya havînê ye. Ev yek jî tê wateyê ku bi pêkanîna projeyê li gor daneyên ne fermî wê 5 salan berdewam bike, dê hevrikiya bajarên geştyariyê yên sereke ên li ser Deryaya Spî bike û di serî de jî bajarên Tirkiyayê yên geştyarî yên wekî Antalya û Marmarîs. Her wiha ji ber ku proje ji aliyê hikumetê ve tê destekkirin, wê bihayên wê yên hevrikiyê jî bilez parekê ji bazarê bi dest bixe.

Li gor ajansa nûçeyan a Îmaratê ku nûçeya ragihandina peymanê weşand, armanc ew e ku herêm were pêşxistin, da ku bibe qubleta sereke li ser Deryaya Spî ji bo derbaskirina betlaneyan û navendeke darayî û herêmeke azad rûbera wê zêdetirî 170 milyon meter çargoşe ye û bi binesaziyeke cîhanî amade be ji bo xurtkirina derfetên pêşxistina aborî û geştyariyê li Misirê.  Hikumeta Misirê jî wê ji projeya pêşxistina Ras El-Hikime para xwe ji sedî 35 bigire. Her wiha kompaniya “ADQ”yê bi bîr xist ku destpêkirina avakirina “bajarê nişfê bê” li ser rûbereke 170 kîlometer çargoşe, ango 5 caran bi qasî rûbera Ebû Dabî, wê di destpêka 2025an de were destpêkirin. Di bajarê nû de, herêmên veberhênan û pîşesaziyên sivik û teknolojî, gulîstan, bender û balafirxane, her wiha projeyê geştyarî û niştecihbûnê.

Ji aliyê Misirê ve, ragihandina projeyê wekî “fetiha aborî” ye, taybet ku girîngiyê dide qezencên awarte û bi zimanekî dûrî gotegotên ku li bara projeyê derketin, a her berçav ji wan trend ragihandinî ya li ser medyaya civakî ku serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî xaka Misirê difiroşe, ango tê wateya ku proje tenê firotin e ne veberhênan e. Alîgirên komika Ixwan El-Mislimîn vê propogandayê bi kar tînin da ku gel li dij El-Sîsî gur bikin.

Di vê çarçoveyê de, serokwezîrê Misirê Mustefa Medbolî di civîneke çapemeniyê de pêvajoya ragihandina projeyê de, da zanîn ku lihevkirina bi kompaniya “ADQ”yê re ya ku piçûka hersê sandîkên veberhênanê yên Abû Debiyê ne, armanc jê pêşxistina nîvgirava Ras El-Hikime ye û dibe ku di dawiya veberhênan de derdora 150 milyar dolar derxe.

Pêşxistina aboriya Misirê

Bi zimanê aborînasan jî, ev veberhênan gaveke mezin e bo aboriya Misirê ya aloz, di demekê de ku welat rastî fişarên nû tên ji ber şerê li Xezayê, her wiha ku Misir hewl dide bernameya destekdayîna heyî ya bi Sindoqa Diravî ya Navdewletî re zêde bike.

Her wiha, Misir ev demeke dirêj e, ji dervayî petrol û gazê, di anîna veberhênanên biyan ên mezin de astengiyan dibîne. Di vê çarçoveyê de, sala darayî ya ku di hezîrana 2023yan de bi dawî bû, veberhênana biyan a yekser tenê 10 milyar dolar bû.

Ev peymana Misir û Îmaratê dengvedaneke cîhanî çêkir. Di vê çarçoveyê de, saziya “Goldman Sachs” di bîrnameyekê de ku şêwirdar Farûk Sûse ew weşandibû got “heger fînansekirin li gor planê be(li tenişta planeke berfireh a Sidoqa Diravî ya Navdewletî), bi nêrîna me dê têrê bike ku aloziya fînanseyê ya misirî bo çar salên bê, çare bike.

Her wiha, rêveberê veberhênanê yê “Aberdeen”ê li Londonê di daxuyaniyekê de ku ajansa Reutersê belav kir, da zanîn ku ragihandina peyamana Ras El-Hikime da nîşan dan ku Misir “ji têkçûnê mezintir e” û got: “Ev pêşketin baş e û tekez di di geşbûnê de wê bibe alîkar, lê Misir di pêvajoya navîn de wê sûdên mezintir qezenc bike.”

Misir jî rastî aloziyeke aborî hatiye ku tê de dirava biyan kêm bûye û di encamê de, fişarên domdar li ser lîreya misirî û lêçûnên hikûmetê û kompaniyên xwecihî, çêbûn.

Her wiha di havîna borî de jî, enflasyon derket astên bilind. Her wiha, barê deynan jî her ku çû zêdetir bû. Ji aliyekî din ve jî, kêmbûna diravên biyan ji ber kêmbûna dahateyên Kanala Siwêsê piştî êrîşên Hûsiyan li dij barhilgiran di Deryaya Sor de, zêdetir bûye.

Destekdayîna darayî ya qasî 3 milyar dolar ku Misirê bi Sindoqa Diravî ya Navdewletî re di kanûna 2022yan de îmze kir rastî astengiyan hat, piştî ku Misirê soza xwe pêk neanî ku nebû rêjîmeka nerm bo nirxê diravî, her wiha ji encama derengmayîna firotina malûdiravê hikûmetê.