“HUDA PAR” li Bakurê Kurdistanê.. Performansa hilbijartinê û deriyên “kurmancan” yên girtî
By Hisên Cimo
Lêkolîn bi zimanê erebî jî heye العربية
Piştî ragihandina encamên hilbijartinên şaredariyê yên 31ê adara 2024an, serokê “Huda Par”ê (Hizbulaha berê) Zekeriya Yapcioglu daxuyaniyek da û tê de li xwe mukir hat ku tiştên ku partiya wî bi dest xistine ji texmînan kêmtir bûne. Lê tevî vê yekê tu xaleke erênî nedît li ser biaxive, ji bilî hevrûkirina bi hilibijartinên berê, ku hejmara dengên wan standine zêde bûn.
Di vê çarçoveyê de, “Huda Par” li hemû wîlayetan 253 hezar deng bi dest xist û Yapcioglu jî da zanîn ku partiya wî di tu şaredariyên mezin de bi ser neketiye, lê hejmara dengê xwe zêde kirine. Lê tevî vê yekê jî, zehmet e ku rêzeanketên “Huda Par”ê yên hilbijartinên berê yên xwecihî û parlamentoyê, werin peydakirin. Bi hevrûkirina bi hilbjiartinên giştî yên parlementoyê yên sala 2018an, “Huda Par” bi giştî 155 hezar û 539 deng bi dest xistin.
Lê hêjayî bibîrxistinê ye ku hevrûkirina di navbera hejmarên hilbijartinên şaredariyan û parlamentoyê, nîşaneyeke ne kêrhatî ye ji bo şopandina meylên performansên partiyên siyasî, ji ber ku awayê hilbijartinan cuda ye û metoda rast hevrûkirina hilbijartinên şaredariyê yên niha bi nêziktirîn hilbijartinên şaredariyê yên berê ye.
Ji ber sedemekê, Zekeriya Yapcioglu di xîtaba xwe ya hilbijartinan de, behsa serkeftineke sêwî û piçûk ku partiya wî pêk anî kir, ew jî bidestxistina şaredariya gundê Kayapinarê (Ainkav ku navê wê yê xwecihî û dîrokî ye) ya girêdayî navçeya Kargosê ya ku li başûrrojavayê wîlayeta Batmanê dikeve, nekir. Hejmara xelkê gund jî 2300 kes in. “Huda Par” jî 777 deng bi dest xistin, ango ji sedî 57 bi dest xistin. Namzedê AKPyê jî 544 deng bi dest xistin û namzedê Partiya El-Refah a Nû jî 10 deng bi dest xistin.
Lewra, analîzkirina dengên gundê “Ainkav”ê, ji bo nîşana ku çawa bandora neteweyî û eşîrî li ser meyla dengdayînê dike, girîng e.
Di gund de, tenê eşîrek heye ew jî “Habezbenî” ye, lê di wê eşîrê de du meyl hene; yek ji wan dibêje ku eslê eşîrê kurdî ye û meylê din jî dibêje ku eşîr ji qebîleya Benî Ebis a ereban e. Lê nêrîna ku dibêje eslê eşîrê erebî ye di mîrateya eşîran de ecêb e, ji ber ku “Ebis” qebîleyeke nenavdar e tenê di çîrokên Enter Bin Şedad de behsa wê tê kirin, her wiha ne nêzî Qureyîş ne jî nêzî Al Beyt e. Bi awayekî giştî, siyasetmedarê berê yê HDPyê Altan Tan melya wî ew bû ku eslê eşîrê dikir erebî ew ji di jêgirtineke i pirtûka wî “ji Tûrabdîn heta bejahiyê” ku di malperên eşîrê yên li ser Facebookê de berbelav e, her wiha ne tekez e ku Altan Tan bi xwe jî ji vê eşîrê ye.
Bi her halî, nasnameya “Hebezben-Benî Ebis” ne eşkere ye. Her wiha, normal e ku civakên di dîrokê de, di bin fişareke ewlekarî ya mezin de bin, ji nasnameya xwe dûr bikevin, eger ku nasnameya wan bibe çavkaniya tunekirina ewlekariyê. Di vê çarçoveyê de, di dirêjahiya sed salên ji temenê komara Tirkiyayê ango ji sala 1923yan de, êdî nasnameya kurdî ji bo niştecihên kurdan bûye barekî giran ê jiyanê, ji ber ku desthilzatdariyê di destpêkê de “rêya rizgarkirinê” pêşkêşî malbatên şêx û melayan kir, ku eslê xwe bi ereban an jî Al Beyt ve girê didin.
Yek ji rêveberên eşîra “Habezbenî” li Kayapinarê yê bi navê Izedîn Axa, peywendiya wî bi serokê qebîleya “Hverkan” Elîkê Betê re hebû (ku di sala 1919an de hate kuştin) û tê gotin ku li ser avakirina dewleteke kurdî li hev kirine. Lê axayê “Habezbenî” paş de vegeriya! Bê gûman eşîr dîroka xwe mezin dibin, ji ber ku Elîkê Betê ne siyasetmedar bû û girîngiyeke tevgera wî ya siyasî tune bû, ku herdem ji cihekî diriviya cihekî din.
Tevî vê yekê jî, ev nêrînên ku derketin holê di naskirina aliyê kurdî yê eşîrê de kêrhatî ne, beramberî beşê ku xwe dibîne ji Benî Ebis in, dibe ku hinek ji wan wiha texmîn dikin ku ev qebîleya erebî xwediyên şanaziyên efsaneyî ne!. Lê “Habezbenî” ya civaka kurdan e, tevî hewldanên desthilatdariyên li peyî hev ku eslekî erebî ji şêniyên bajarok re biafirînin, ji ber ku di dîrokê de, ereb xwe ji desthilata navendî ya Tirkiyayê re diçimînin û xweber xwe didin tirkîkirin, pêwîstiya vê nêrînê bi lêkolînê heye da ku sênorê serîhildan û serçimandinê di civkên xwecihî yên Tirkiyayê de bê naskirin, bi taybet civakên ku eslê xwe vedigerînin ereban ku li ser dirêjahiya temenê komara tirk dîwarekî nefretê bi aliyên neteweyî yên kurdî re ava kirine, tevî ku bavkalên wan ji serekên şoreşên kurdî bûn di dawiya serdema osmanî de.
Lê bi her halî, ev bajar di eslê xwe de siryanî ye û navê wê “Ainkav” e û niştecihên wê jî xiristiyan bûn heta komkujiyên sala 1915an de û piştre jî “Habezbenî” ketin bajarok.
Naskirina bingeha civakî ya bajarokê “Kayapinar”ê yê Batmanê -ji navçeya Kayapinarê ya li Amedê cuda ye- di diyarkirina xetên siyasî yên partiya “Huda Par”ê bikêrhatî ye û bersiva pirseke sereke di zanista siyasî de dide: Gelo sînorê daxwazên siyasî yên partiyê li kur e?. Piraniya “kurdên Habezbenî” dengê xwe dane Huda Parê û beşek ji “erebên Habezbenî” dengê xwe dane AKPyê. Her wiha, dengdayîna kurdan jî li bajarok li ser esasê mirovatiya bi namzedê kurd ê îslamî Semîr Ozhan e ku endamê berê yê AKPyê bû, lewra dengdayîna di van hilbijartinan de tu meylên îdeolojî yên alîgirên “Huda Par”ê nîşan nade.
Li navçeya Kargosê ku bajarokê Kayapinarê girêdayî wê ye, AKP bi destxistina 1360 dengî şaredariya navendî bi dest xist, bi ferqa 54 dengan ji DEM Partî, her wiha Partiya Seadetê 706 deng bi dest xistin û Huda Par jî 208 deng bi dest xistin û Partiya El-Refah a Nû 74 deng bi dest xsitin.
Balkêş e ku heta asteke mezin, nexşeya dengên partîtî li ser esasê koka neteweyî û îdeolojiya olî bû, ji ber ku piraniya kurdan li Kargosê dengê xwe dane DEM Partî û hejmareke piçûk jî dengê xwe dane “Huda Par”ê, dengên ku xwe wekî ereb û tirk bi nav dikin, dabeşî AKP û Seadet bûn. Her wiha, li kêleka xetên wîlayetên neteweyî yên zelal, her dem hinek kurd dengê xwe didin partiyên tirkan û hinek jî red dikin ku beşdarî hilbijartinan bibin, lê rêjeya kurdên dilsozê partiyên Tirkiyayê wekî hejmar û rêje paşguhkirî ne. Ev jî ji rastiyên hilbijartinan ên balkêş e, ji ber ku herêmên Bakurê Kurdistanê ne wekî -ku gelek kurd ji derve texmîn dikin- bi temamî kurd in û ne jî wekî Başûrê Kurdistanê ye ku rêjeya kesên ne kurd ne zêdetir 5 ji sedî ye. Lewra, li Bakurê Kurdistanê navçeyên mezin û sereke hene ku rêjeya kurdan tê de kêmtirî ji sedî 40 e, her wiha hin bajarên sereke jî wekî Sêrt hejmara ereban tê de ne kêmî ji sedî 35 e. Ji ber vê yekê jî, dengên hilbijartinan di wan navçeyan de di navbera partiyên kurdan û yên Tirkiyayê de nêzî hev in, her wiha ne tê wateya ku wekî bi şaştî hatiye belavkirin ji sedî 27 kurdên Sêrtê dengê xwe dane partiyên tirkî, ew rêjeya ku AKPyê bi dest xistiye. Lê Huda Par, kêmtirî ji sedî 3 bi dest xistiye, tevî ku partiyekî îslamî ye nikarîbû dengên ereban qezenc bike û ne jî dengên “kurmancan” bi dest bixe.
Eger ku em li herêmên cihêreng ên hilbijartinan binêrin, cihê “Huda Par” di nava civakên ereb, tirk, çerkes û azerî li Bakurê Kurdistanê tuneye, lewra ev yek jî tê wateya ku partiyên tirkî hebûna xwe li herêmên kurdan li ser esasê dengên ne “kurmanc” ava dikin. Lê cudahiya kurmanc di vê çarçoveyê de, ji meylên “Zazayên sinî” ya kurdan cuda ye, ji ber ku heta niha jî piraniya “Zazayên sinî” dengê xwe didin partiyên îslamî. Lê tevî vê yekê jî, tu hebûna “Huda Par”ê di nav dengên vê sektora hilbijartinê de tuneye, ji ber ku girseya hilbijêr bi xwe êdî nas kiriye ku “Huda Par” wekî partiyekî îslamî kurmancî sinî ye. Diyar e ku Huda Par wê nikarîbe vê xeleka hilbijartinê ya girtî bişkîne. Texmîna mezin ew e ku piştgiriya desthilatdairyê ji “Huda Par” re li ser esasê kêmkirina dengên DEM Partî ye, ku di vê yekê de jî qet bi ser neket. Berovajî vê yekê jî, “Huda Par” tenê dengê xwe di nava “kurmancên” îslamî de zêde kirin, yên ku berê piştgirî didan AKPyê. Mînaka zelal a vê yekê jî, dengên Amedê ku 53 hezar deng bi dest xistin bi rêjeya ji sedî 7 û ev yek jî ji para AKPyê hate qutkirin, bi hevkariya bi Pariya El-Refah a Nû re, bê ku bandorê li ser serweriya “DEM Partî” li wîlayeta mezin a li Bakurê Kurdistanê bike.
Her wiha, yek ji mînakên hilbijartinan ên ku destekê didin nîşaneyên nasnameya partiya “îslamî kurmancî ya sinî”, hilbijartinên navçeya Farto ya li Mûşê ye. Ev navçe piraniya niştecihên wê zazayên elewî ne dengê xwe dan “DEM Partî” (60%) û kêmneteweya ereb a sinî dengê xwe dane AKPyê (22%). Di heman demê de, li navçeya Hasko ya Mûşê jî, namzedên “Huda Par”ê nehatin pêşkêşkirin, tevî ku atmosfêra xelkê ya hilbijartinan îslamî ye. Sedem jî ku navçe piraniya niştecihên xwe ereb û turkmen in û dengên wê di nava partiyên Tirkiyayê de hatin dabeşkirin.
Li bajarê Mûşê bi xwe jî, rêjeya ereb û tirkan derdora ji sedî 40 e, ew jî nêzî rêjeya ku partiyên tirkî li hilbijartinên dawî yên li bajar bi dest xistine, tevî vê yekê jî bloka kurmanc xwe li derdora “Dem Partî” kom kirin û bi rêjeya ji sedî 42 şaredarî bi dest xist, lê Huda Par tenê ji sedî 5 bi dest xist.
Her wiha, nexşeya hilbijartinan li Bedilîsê aloziyeke mîna wê kifş dike li bara nasnameya “Huda Par”ê û ku tenê bo “kurmancên sinî” ye.
Li navçeya Motkê jî piraniya niştecihên wê bi rêjeya ji sêyan du kurdên zazayî yên sinî ne û sêyeka mayî jî ereb û azer in. DEM Partî û Huda Par tu namzed pêşkêş nekirin. Lê gava “Dem Partî” tê fêmkirin, ji ber ku dengên li Moktê di dîrokê de ji partiyên îslamî re diçin, lê gelo sedem çi ye ku “Huda Par” nekeve di vê qada hilbijartinan a îslamî ya ne kurmanc? Heman tişt ji bo navçeya Xêzan li Bedilîsê derbasdar e, ku niştecihên wê piraniya xwe zazayên sinî ne û piştre kurmanc in ku rêjeya wan ne kêmî sêyekê ye. Lê AKP di şaredariyê de bi ser ket û partiyên tirkî (AKP, Seadet, El-Refah a Nû, Siberoj, IYI) bi rêjeya ji sedî 60 li navçeya Xêzan bi ser ketin, lê dengên kurmanc bi awayekî heman heman tevahî ji DEM Partî re çû (bi rêjeya ji sedî 25) û CHP jî rêjeyek ji dengên zazayên elewî (ji sedî 12) li vê qadê bi dest xist û hebûna partiya “Huda Par”ê tune bû.
Mînakeke din a felcbûna partiya “Huda Par”ê, ew jî hilbijartinên navçeya Xelatê ye, ku navçeyeke di aliyê etnîkî de cihêwaz e, her wiha ev navçe ji dema qirkirina ermenan a sala 1915an ve, rastî tirkkirineke tund hat. Her wiha, di serdemên navîn de jî, mezintirîn navendên xelkê ermen bû. Li gorî çavdêriyên Navenda Kurdî ya Lêkolînan, piraniya azeran alîgirên partiyên îslamî û toranî ne. Di heman demê de, malbata Fethulah Gulen ji vê navçeyê ye beriya biçin Hesenkaleyê li Erziromê. Di Xelatê de, 4 gundên navîn ên çerkesan hene û derdora 100 malbatên ukranî yên eslê xwe tirkî di bin serpereştiya hikûmetê de di sala 2016an de tê de bi cih bûn. Hejmara kurdan di Xelatê de ne zêdetirî ji sedî 40 e û hemû jî kurmanc in. Dem Partî jî ji dengên navçeyê, rêjeya ji sedî 34 qezenc kir, ku ew di rastiyê de dengên kurmancan bû. Wekî encam, li navçeyên tevlîhev yên di aliyê neteweyî de parçekirî ne, partiya Huda Par nikarîbû bibe aliyek, ji ber ku tekane nûnerê kurdên kurmanc bê hevrikî Dem Partî bû. Wekî mînak bajarê Bedilîsê rêjeya kurdan derdora ji sedî 45 e li navenda bajar û derdora ji sedî 15 jî kurdên zaza yên sinî ne û yên mayî jî (ji sedî 40) tirk, azer, ereb û çerkes in, rêjeyeke mezin ji van kurmanc û zazayan eslê xwe vedigerînin “Haşimiyên ereb” û melya wan li ser partiyên îslamî yên tirkî ne. DEM Partî parastina hebûna kurdan li Bedilîsê kir û asta yekem bi rêjeya ji sedî 37 bi dest xist, lê binpêkirinên bi zanebûn yên mezin ku rû dan, hişt ku AKP bi cudahiyeke ji 200 dengî kêmtir, bi ser bikeve. Her wiha, li Bedilîsê jî, rêjeya dengên Huda Parê negihaşt ji sedî 5, lewra wekî partiyeke paşguhkirî cihê xwe girt ku nikare civaka siyasî ya kurdî li tu herêmeke neteweyî bi rê ve bibe.
Wekî encam, partiya Huda Par li tu qadên hilbijartinan dernekete holê, ji bilî qada dengên kurmanc! û tekaneya qada ku rikberî kir Batman bû, ku ji sedî 15 bi dest xist û beramberî wê jî DEM Partî ji sedî 66 bi dest xist. Tevî ku Huda Par Batman wekî navendeke xwe ya dîrokî dibîne û ji wir jî çalakiyên terorî di salên 90î de li dij tevgera neteweyî ya kurd bi piştgirî û çavdêriya saziyên dewletê, pêk anî.
Li ser esasê nimûneya Kayapinar û nexşeya dengên hilbijartinan, “Huda Par” partiyeke îslamî li qadeke gelêrî ya sînordarkirî ye, ew jî qada civaka kurmanc e, ew jî qadeke ji bo îdeolojiya “Huda Par” derfet tê de sînodarkirî ne. Her wiha tu derfet li pêş Huda Par tuneye ku dengan ji DEM Partî bistîne, ku DEM partiyeke navendî li Bakurê Kurdistanê ye û bloka kurmênc a hilbijartinan e, lewra eger ku Huda Par tu qadên nû ji bo xwe venekirin, wê her dem bimîne partiyeke piçûk û dibe ku encamên wê yên hilbijartinên şaredariyan, ya herî zêde ku qezenc kiriye.
Huda Par di destpêkê de xwe wekî partiyeke îslamî ku toreyên civakî yên kevneşopî ji wan jî toreyên nêzikbûnê li ser esasê eşîrê û niştecihbûnê derbas kirin, pênase kir. Di encamê de, Huda Par li cihê xwe ma û nikarîbû ku toreyên alîgiriyê yên nû ava bike. Her wiha, meyla “serkeftina bi dilan” li ser esasê îdeolojiya îslama siyasî ji bo “Huda Par”ê ne bikêrhatî bû, tevî ku desthildariya AKPyê destek da Huda Par û hevalbendiya wê ku Huda Par di hilbijartinên parlamento û serokatiyê ya 2023yan de tevlê bûbû. Her wiha bi saya dengên AKPyê, Huda Par di parlamentoyê de 4 kursî bi dest xistin.
Lewra, Huda Par berê xwe da tektîkeke nû ku ne li gorî îdeolojiya wî ya naskirî ye, ew jî hewldanên avakirina têkiliyên eşîrî ye, wekî mînak eşîra Ramanlî (ya kurmanc). Di vê çarçoveyê de, rûspiyên vê eşîrê li Batman û navçeyên wê ragihandin ku ew hevalbendiya xwe bi AKPyê re qut dikin û tevlî Huda Par dibin. Her wiha, Huda Par, yek ji kesayetên vê eşîrê wekî namzedê şaredariya Batmanê destnîşan kir, lê tenê ji sedî 15 bi dest xistin.
Lê gelek pirs hene gelo “Huda Par” qada xwe ya hilbijartinan sînordar kir û tenê li qada “kurmanc” hişt, tektîkek bi lihevkirina dewletê-desthilatdariyê ji bo rikberiya HDPya berê (ji dema 2014an ve) û di vê demê de jî DEM Partî li qada kurdan bû? Ev pirs jî hinek pirsên din li pey xwe dihêle derbarê sedema neguhartina “Huda Par”ê ji xîtaba xwe ya siyasî ku bibe partiyeke giştî dengên îslamî li hemû qadên Tirkiyayê qezenc bike çi kurd çi jî tirk an jî ji gelên din û sedema israrkirina wê ya mayîna li qada “kurmanc”. Ev yek gumanê çêdike ku delwet piştgiriya partiyê dike bi mercê ku li dervayî qadên îslamî yên giştî tevbigere, ango xîtaba “Huda Par”ê tenê bo kurdan e ku lihevkirina wê ew e ku nebe partiyeke îslamî ya demokrat, lê belê tenê partiyeke îslamî ya kurdî-kurmancî.
Di aliyê piratîk de hate teqezkirin ku “Huda Par” nikare li qada dengên kurmanc bibe hevrik û guhartina tekane ya ku li ser nexşeya dengan çêbûye, ew jî kêmkirina dengên kurdên ku dengên xwe didin AKPyê, nexasim li Amedê, ku tê de 53 hezar deng bi dest xist.
Eger ku em van hilbijartinan bi hilbijartinên borî re bidin ber hev, diyar dibe ku ev dengên ji “kurmanc” hatine yên ku berê dengê xwe didan AKPyê, lê piştî dagîrkeriya Tirkiyayê ji Efrînê re sala 2018an, piraniya wan, meyla xwe ya siyasî guhart.
Lê bi her halî, wê partiyên tirk di nexşeya hilbijartinan li herêmên kurdan bi rêya gelê ne kurd (ereb, turkmen, azer, çerkes û tat) para wan hebê. Rêjeya wan gelan jî bibandor e ku li hin herêman rêjeya wan ji zêdetirî ji sedî 35 in wekî “Bedilîsê, Agirî, Qers, Mûş, Mêrdîn û Ruha”, her wiha hinek navçeyên ji wan herêman kurd tê de tunene. Di heman demê de, êdî li pêşiya “Huda Par” tu rê nemane ji bilî bibe partiyeke sêyem li Bakurê Kurdistanê û ew jî ya herî zêde ku tê de bi ser bikeve, ango piştî DEM Partî û AKP an jî çi partiya ku bikeve cihê AKPyê û dengên gelên ne kurd li herêmên kurdan, qezenc bike.