QSDê wek hêzeke parastin, diyalog û çarseriyek mayînde ye!

Nivîskar: Dr.Tariq Hemo

Herêma Bakur- Rojhilatê Sûriyê beşek ji herêmek tevlihev e. Ev herêm di nava şerekî navxuyî û pevçûnan de ye. Ji sala 2011an ve û heta niha bûye qada şerekî herêmî û yê navnetewî. Gelek dewlet û hêz li Sûriyayê bi taybet û herêma Rojhilata Navîn bi giştî, rastî hev tên û bi rêya aktorên herêmî hesaban ji hev dixwazin. Şerê hev dikin û hev qelis dikin. Ev dewlet û hêz bi milyaran dolar “artêşan“ û komên çekdar ava dikin û wan ji bo bicihanîna berjewendiyên xwe, bêbandorkirina dijberên xwe, didin xebitandin. Ev rastiyek e û her kesê ku rewşa Sûriyayê û herêmê dişopîne, dizane ku di encama vê siyaseta destwerdanê de, heta niha bi sedhezaran mirov hatine kuştin û bi milyonan hatine derbiderkirin.

Van hêzan, di serî de dewleta tirk, li dij xweseriya Herêma Bakur- Rojhilatê Sûriyê bi dehan êrîş û operasyonên dagîrkeriyê pêk anîne. Xwesteka wan ew bû, ku xweserî têk biçe û gelê kurd bêbandor û maf bimîne. Jixwe tê zanîn, bi çi siyasetê dewleta tirk şer li dij kurdan û Rojava meşand. Bi rêya komên çete, cîhadîstên global û dawî bi êrîşên yekser yên artêşa NATO ya duyem, dewleta tirk herêm wêran kir û dagîrkeriyek wêranker feriz kir. Hîna jî ev dagîrkirî dewam dike. Bi rêya vê dagîrkeriyê (bi taybetî li Efrîn û Serê Kaniyê )dewleta tirk kurdan dikuje, derbider dike û xwezeya welatê wan ji holê radike.

Rêveberiya Herêma Bakur- Rojhilatê Sûriyê vê rastiyê dizane. Ew ji bo li dij deweta tirk û komên çete û cîhadîstên wê li ber xwe bide, hemû tedbîrên pêwîst digre. Di serî de MSD û QSD, hemû Rêveberiya Herêma Bakur- Rojhilatê Sûriyê gihîştine wê baweriyê, ku divê ew bi hemû hêza xwe li dij dewleta tirk a dagîrker berxwedanek û tekoşînek giştî, ya li ser hemû astên siyasî û leşkerî, bimeşîninin. Ev yek stratîjiyek man û nemanê ye.

Di vê çarçoveyê de, fermandariya giştî ya QSD bi amadebûna Fermandarê Giştî Mezlûm Ebdî civîna xwe ya asayî lidar xist. Di vê civînê de rewşa dawî hate nirxandin. QSDê gefên dewleta tirk nirxand û hemû tedbîrên leşkerî yên li dij êrîşek muhtemel nîqaş kir. Her wiha xurtkirina eniya hundirîn ya Herêma Bakur- Rojhilatê Sûriyê jî, mijarek girîng bû. Ji saziyên xweseriyê hat xwestin ku ew mijara efûya giştî baş bişopînin, da ku ev biryar bi cih were. Her wiha di warên xizmetguzariya welatiyan jî, rewş hat şopandin. Jixwe ji MSD jî hate xwestin ku ew têkiliyên xwe yên diplomasî û siyasî ji bo yekîtiya hêzên Sûriyê û diyalogek navxuyî, her weha destnîşankirina forumek çareseriyê bi civaka navnetewî re, xurt bike.

Divê were gotin, ku Herêma Bakur- Rojhilatê Sûriyê rastî êrîşên ne ji rêze tê. Derdor hemû neyar û dijmin in. Rêjîma Şamê ya hîna di xewna sîstemek navendî de ye. Rejîma Îranê ya ku bi dehan komên çekdar li dij xwesriyê dide xebitandin û bi taybet li Dêr Zorê tevliheviyên mezin durust dike. Her wiha operasyonên  nîjadperest û çeteyên ku dewleta tirk ew bi rêxistin kirine. Ev hêz, her yek ji aliyê xwe ve êrîş dike û hewl dide xweseriyê têk bibe. Jixwe dewleta tirk eşkere behsa lihevkirinekê bi rejîma Şamê re dike, da ku têkilî dîsa mîna beriya 2011 vegerin. Li gorî desthilatdariya AKP/MHP divê ev lihevkirin bi hevkariyek leşkerî  li dij xweseriyê bi encam bibe.

Xweseriya demokratîk ya Herêma Bakur- Rojhilatê Sûriyayê di rewşek nazik de ye. Ew dizane ku metrisiyên mezin hene. Ji ber vê yekê, ew hevgirtina eniya hundirîn, bi taybet têkiliyên ereb û kurdan, esas digre. Vê dawiyê efûyek giştî hat derxistin. Derfet ji bo her kesî tê dayin, ku ew li xwe vegerin û cihê xwe di nava sîstema xweseriyê de bigrin. Xweserî dixwaze ku hêzên sûriyeyî yên niştimanperwer û li dijî dagirkeriya Tirkiyayê ne, yekîtiyek xwe ava bikin. MSD jî di vî warî de rolek beriz dilîze. Jixwe QSD jî tedbîrên xwe yên leşkerî yên parastin û berevaniya herêmên xweseriyê xurt û bi gewde dike.

Di vê demê de karekî mezin ji her kesî tê xwestin. Divê xweseriya ku bi xwîna hezaran hatiye avakirin û parastin mayînde be û wek forumek bi hev re jiyanê ya gelan, ji bo tevahiya gelê Sûriyê bibe mînak. Ji ber vê yekê, divê deriyê diyalogê bi hemû kesên sûriyî, di nav de jî ew kesên ku niha ji saziyên dagîrkeriya Tirkiyayê vediqetin û poşmaniya xwe diyar dikin, were vekirin. Jixwe QSD carek din şensekî diyalogek kurdî – kurdî da. Niha ji ENKS (endama Itîlafê, ya ku dagîrkeriya Efrîn û Serê Kaniyê qebûl dike) tê xwestin, ku li xwe vegere, dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta tirk û çeteyan re bîne û tevî nava refê gelê xwe bibe. Ev şensekî mezin e. Ji ENKS lêborînek rasteqîn, vekişîna ji nava saziyên dagîrkeriyê Tirkiyê û vegera nava civaka kurd tê xwestin.

QSD xwedî stratîjiyek dûrbîne. Ew xurtkirina eniya navxuyî ya xweseriyê û tevahiya Sûriyê û bilindkirina asta berxwedana li dij dagirkeriya tirk û êrîşên çeteyan û DAIŞê, wek armancek bingehîn û sereke dibîne. Ew dibêje tenê bi vê yekê, dê Herêma Bakur- Rojhiltê Sûriyê li ser piyan bimîne, xurt û mezin bibe…