Piştî bidawîkirina alozîyê li hin herêmên Dêra Zorê çi pêwîst e?

ŞOREŞ DERWÎŞ

 

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (HSD) dikarîbû alozîya dawî ya li Dêra Zorê bi dawî bikira û careka din serwerî li ser herêmên ku ji destê wê derketin di demeka kurt da vegerîne. Ev yek jî pirsan bi xwe ra tîne derbarê siyasetên bê yên HSD û Rêveberiya Xweser da ku alozî dubare nebe. Her wiha, alîyên alozîya Sûrîyayê jî yên herêmî û xwecihî, nakokîyên herêmî û eşîrî jî careka din gur bikin, nexasim alîyên vê alozîyê tevî berjewendî û projeyên wê cuda ne jî, lê “Hespê Troya”yê yê nû dîyar kir ku bi rêya wê dikare serwerî li herêma ku “HSD” kontrol kiriye, bike. Mirov dikare bigihêje encam û têgihaştinan ku bibe alîkar da ku aramîya berdewam li gundewarên Dêra Zorê yên rojhilat çêbibe, ji bo ku rê li pêşîya şerên destpêkî yên ku dikevin berjewendîyên dewletên herêmî û hîna rewşa Sûrîyayê zêdetir kurtir dike û pirsgirêkên niştecihên herêmê jî zêde dike, were girtin.

Operasyona “Xurtkirina Ewlekarîyê” di alîyê siyasî da jî bi ser ket

Kêmasîya “HSD”yê ew bû ku di hesabpirsîna kesên ji nava Encûmena Leşkerî ya Dêra Zorê da, yên ku îsal rêzebinpêkirin pêk anîn, dereng ma. Biryara îzolekirin û piştra girtina Ehmed El-Xibêl (Ebû Xewla) di 30ê tebaxa borî da, HSDyê bi daxuyanîyeka fermî ragihand ku “Ebû Xewla  gelek sûc û binpêkirin yên girêdayî peywendî û kordîneya wî bi alîyên derve ra pêk aanîne”, ji alîyekî din ve jî  xelk û eşîran bang kirin ku sînorekî ji binpêkirinên Ebû Xewla ra deynin, berîya derketina biryara îzolekirina wî bi çend mehan. Mirov dikare şertûmercên siyasî û civakî yên li gundewarên Dêra Zorê fêm bike, ku HSDyê hewl da eger Ebû Xewla hesab jê bixwaze bandora vê yekê kêm bike, lê tiştê dîyar e tu rê ji bilî hesabpirsîn û rûbirûna alozîyê nema.

Di pêvajoya operasyona “Xurtkirina ewlekarîyê” da, ku HSDyê ji bo vegerandina serwerîyê dest pê kir, gotegot li ser eşîran “serîhildana wan” bi awayekî berovajî li ser erdê, hatin kirin. Hin kesên derveyî qanûnê ku rejîma Sûrîyayê û opozîsyon wekî kesên ku sûcên şer pêk anîne bi nav dikirin, wekî rewşa Ebû Xewla û birayên wî, wekî mêrxas ji hêla wan ve hatin dîtin. Ragihandina fermî û ya nêzî rejîma Sûrîyayê û wekî wê ragihandina tirkîyayî û sûrîyayî ya girêdayî Tirkîyayê, bûyerên li Dêra Zorê wekî beşek ji destpêka têkçûna desthilatdarîya Rêveberiya Xweser bi nav dikirin, lê tevî ku rewşa li ser erdê berovajî tiştên ku propogandeya wê dikirin,  ji ber ku ji 120 gund û bajarokên di destê HSDyê da, tenê li 5 gundan ji ber girtina Ebû Xewla alozî lê derketin.

Di encamê da, HSDyê careka din piştî demeka kurt ji tevlîhevîyê serwerî li ser tevahîya herêmê kir, ku bajarokê Zîbanê yê herî dawî bû. Lê hewldana kişandina eşîran nava rêveçûyîna hevrikîya di navbera hêzên herêmî û navdewletî da li rojhilatê Sûrîyayê, dîyar dibe ku wekî dînamîkeka nû ya hêzên hevrik e ku dê piştra bi kar bîne û ev yek di dema niha da divê bêrawestandin û sînorek jê ra bê nanîn da ku mezintir nebe.

Ji encamên operasyona “Xurtkirina Ewlekarîyê” , HSD serkeftineka siyasî li kêleka jinûveserwerîya leşkerî  bi dest xist û li ser gelek astan:

Yekem; HSD neçar nema ku alîkarîyê ji hêzên Amerîkayê yên li ser erdê bixwaze, ev yek jî tê wateya ku mijara pêkanîna ewlekarîyê û rêgirtina li pêşîya alozîyê ew erkê HSDyê ye. Di encamê da, tu alozîyên xwecihî ser êşîyê ji Washingtonê ra çênakin  û hebûna leşkerên wê li rojhilatê Firatê ji alozîyên herêmî eger ku derkevin tên parastin û bi vê yekê ra jî kêmkirina bihaneyên alîyên ku banga vekişandina ji Sûrîyayê li Washingtonê dikin.

Duyem; HSD li pey şerê bi milîsên Îranê ra neket, lê belê tenê xebata wê bi rawestandina wan milîsan û bipêşketina wan ku hewl dan bi rêya çemê Firatê derbasî qiraxa rojhilat bibin, sînordar ma. Dibe ku têkçûna hevkarê Îranê Newaf El-Beşîr di bipêşketineka bûyerên li rojhilatê Firatê, lawazîya vê hêzê û nebûna têkilîyên gel û eşîran bi wê ra dervayî herêmên serwerîya rejîmê û Îranê, nîşan da. Lewra HSD neket şerekî ku naxwaze. Bi gotineka din; HSD dikarîbû parastina siyaseta dûrxistina ji alozîya amerîkayî-îranî, bikira.

Sêyem; rêbazên şerên eşîrî yên bipaşketî, ku Tirkîyayê hewl da tê da kar bike, lawazîya Enqerayê di kûrahîya eşîrên ereban li Dêra Zorê, Reqa û Hesekê da, nîşan da. Bi vê yekê ra jî, HSDyê dikarîbû xwe bigihîne alîyên herêmî û rê li pêşîya Tirkîyayê girt, ku dihate gotin hebûna wê bi rêya kesayetên ji eşîrên Sûrîyayê yên opozîsyonê li Tirkîyayê. Serokê kwalîsyona opozîsyonê Salim El-Miselit hewl da ku kirasê eşîran di rojên alozîyê da li xwe bike, lê di banga xwe ya li eşîran ku şerekî berfireh li dij HSDyê li dar bixin, têk çû. Ev yek jî rola wî ya lawaz ya herêmî li pêşîya rayedarên tirk nîşan da, di encamê da wekî Newaf El-Beşîr bi awayekî eşkere li rojhilatê Firatê, îzole dîyar bû.

Ji alozîyên xwecihî wêdetir e

Tevî ku gelek alî hewl didin desthilatdarîya HSDyê têk bibin û hevkarîya wê bi eşîr û civaka herêmê ra ji hev bixin û şer berdewam û gur bikin, lê ew alî ji her demê zêdetir teşwîq bûn ku serwerîya xwe derbasî rojhilatê Firatê li ser esasê rewşa alozîyê û jinûveavakirina şeran vê carê li ser bingehê eşîran, bikin. Lewra, herêmên Rêveberiya Xweser ên ji dervayî Dêra Zorê rastî êrîşên ji komên “Artêşa Niştimanî” bi nav “Artêşa Qebîleyan” li Tiltemirê û Eyn Îsayê hatin. Di heman demê da, cîhadîstên “Heyet Tehrîr El-Şam”ê (Cebhet El-Nusra) li derdora Minbicê bi navê “hawarçûnê” êrîş pêk anîn. Ev yek jî qebîleperestî li şûna nijadperestîyê da xuyakirin.

Lê tevî yekê jî, dîyar bû û bi awayekî beloq ku opozîsyon û rejîm û li piştîa wan Tirkîya û Îran, dixwestin ku alozî zêdetir bibe û eşîr tev li wan bibin. Armancên van alîyan bi nakok bûn, tevî ku armanceka wan a hevbeş hebû ew jî têkbirina serwerîya HSDyê û hevgirtina wê ya navxweyî têk bibin. Dûrî hewldanên derbaskirina lîstikvanên xwecihî di alozîya ku rû daye, lê divê li tiştên li Dêra Zorê çêdibin, wekî alozîya hevrikî di navbera Tehran û Washingtonê da were temaşekirin û ya din nakokîyên di navbera Enqera û Washingtonê da dîyar dike.

Îran bi rêya xwespartina milîsên xwecihî û “Hêzên Difa El-Wetenî” hewl dide tevgera çûnûhatina milîsên xwe ji bo Sûrîyayê biparêze û hewldanên Washigtonê yên kontrolkirina sînorê Sûrîya-Iraqê têk bibe, da ku li herêmên di bin kontrola HSDyê da ku hêzên Hevpeymana Navdewletî lê dimînin tevlihevîyê çêke û destdirêjîyê li bargeha Tenefê û derdora wê (herêma 55 kîlomter) bike. Bi vê wateyê, rojhilatê Firatê kûrahîya stratejîk ji bo Îranê ye, lewra wê piştra bixebite da ku aramîya wê têk bibe, lê dibe ku ev meyla Îranê bi hebûna HSDyê ya zêde rast were. Ev yek jî dibe ku pirsgirêkekê ji HSDyê ra çêke û bihêle ku bi awayekî beşî dest ji siyaseta xwe ya dûrxistinê berde, ji bo berjewendîya ku HSD dibêje, bikaranîna mafên parastina rewa ye.

Lê li beramberî vê yekê jî, planeka paralel a Tirkîyayê jî heye, ew xwe nasipêre alîgirên xwe yên li rojhilatê Firatê û yên li enîyên şer bi HSDyê ra li Dêra Zorê, lê plana bi mijûlkirina enîyên bakur li Tiltemir, Eyn Îsa û Minbicê da ku  hêza HSDyê belav bike û şerê HSDyê yê li 5 gundên Dêra Zorê veguherîne komên şerên piçûk û jihevketî. Mirov dikare fêm bike ku pirsgirêkên Tirkîyayê tunene eger ku Îran û rejîma Sûrîyayê li herêmên HSDyê bi pêş ketin, lê belê bang li awayekî hevkarîyê ji bo şerê li dij HSDyê kir û ev yek jî bi awayekî eşkere di daxuyanîya dawî ya dewletên beşdarî gera 20an a Astanyayê bûne, dîyar bû. Ji ber vê yekê, Tirkîyayê mijara hevkarîyê di navbera xwe û rejîma Sûrîyayê da, wekî şertekî sereke ji bo lihevhartina bi Şamê ra, dîyar dike. Kordîne an jî em bibêjin lihevkirina ne eşkere ya di navbera Şam, Enqera û Tehranê da derbarê piştgirîya tevgera alozîyê li Dêra Zorê û derbasbûna wan xeta rûbirûnê, ew di rastîyê da beşek ji dîtina hevbeş ku berê di Astanaya 20em da, derketibû holê.

Dûmahî:

Xuya dike ku dê Tehran û Enqera eşîran bi kar bînin tevî ku bandora wan qels e jî; ji ber ku rê li ber berfirehkirina tevlihevîyê vedike û rikberîya Washingtonê bi awayekî neyekser bi rêya şerê wekaletê. Em nikarin paşguh bikin ku hin serekên xwecihî û rûspîyê êlan bûn êzing da agirê siyaseta stratejî ya her du hêzan li Sûrîyayê gur bikin û wekî endamê tevlihevîyê hatin bikaranîn.

Ji ber wê, divê “HSD” û Rêveberiya Xweser hin karên xwe yên li Dêra Zorê bi pêş bixin:

– Dibe ku berfirahkirina desthilata sivîl li ser hesabê rola berê ya Encumana Leşkerî, roleka wê hebe di avakirina bawerîya niştecihan bi birêveberîya heyî.

– Divê di peywirên giştî û leşkerî da kes li ser bingehê başbûn û zanabûn bê erkdarkirin, ji ber ku li gor em dibînin erkdarkirina rûspîyên xwecihî û destwedana wan di desthilat û saman da hişt ku kesên mîna Ehmed El-Xibêl derkevin holê, heger ev şêwaz dom bike dê kesên wiha dubare bibin.

– Alozîya aborî û qelsîya dahatinên Rêveberiya Xweser, mezintirîn alozî ye ku Rêveberiya Xweser li Dêra Zorê rûbirûyê wê ye, bi taybet ji ber ku dever geşepêdana domdar lê peyda nabe û birêxistinên navdewletî jî geşepêdanê li deverê nakin. Divê birêveberî zixmetguzarîyên bingehîn peyda bike û nas bike ku xizmetguzarî digihêjin kesên hêjayî wê ne ku ew xizmetguzarî di toreyên navbeynkarî û êlî ra derbas bibin.

– Divê bi awayekî lezgîn konfarnseka giştî li Dêra Zorê li dar bike ku tê da hemû pirsgirêk bên giftûgokirin û biryarên konfransê bibin planên kar ku alîkarîyê bike ji bo ku xelkê deverê bi HSD û Rêveberîya Xweser ve girêbide, bi yekê destwedanê bike ku xelkê deverê bigihêjin asteka bilind ji birêveberîyeka xwecihî dûrî tevlihevîyn êlî û destwerdanên deveyî.