Parêzerê kurd çawa li Efrînê hat kuştin?

Dema ku “Polîsên Sivîl” li Efrînê di 19ê kanûna pêşîn a 2022yan de, girtin ser  mala parêzerê kurd Luqman Hemîd Henan (45 salî) ê li taxa Mehmûdîyê ya bajarê Efrînê dijîya û ew birin navenda xwe, dibe ku Luqman texmîn kiribe ku ev girtin jî wekî carên berê ye. Lê piştî sê rojan ji girtinê, cenazeyê Luqman li malbatê vegerîya.

Berî niha jî Henan, bi hinceta karkirina bi Birêveberiya Xweser û tevlîbûna QSDyê, gelek caran di vê salê de ji alîyê heman desthildarîyê ve hate girtin. Her wiha, cara dawîyê jî Henen bi heman hincetê hat girtin. Li gor Fermandarê Polîsên Sivîl li Efrînê Muhened Hisên “sûcê Henan ew e ku endamê Partîya Karkerên terorîst e.”

Lê rêxistinên hiqûqî dibêjin ku parêzerê kurd ji ber bêbextîya yek ji endamên komên çekdar li Efrînê hat girtin. Wî endamî, ji ber ku parêzer Henan red kir ku avahîyekê bide endamekî koma Firqeya Sultan Murad, ew tewanbar kir.

Gelek sazîyên hiqûqî wêneyên cenazeyê parêzerê kurd belav kirin û li ser cenazeyê nîşaneyên êşkence û birînan hebûn. Lê Polîsên Sivîl got ku wan parêzer ji navenda fermandarîya xwe ya li Efrînê, birin nexweşxaneyê û red kir ku êşkence çêbûye. Her wiha, raporek ku ji alîyê pizîşkîya şerî ve hatiye derxistin û ji aliyê pizîşkê şerî li Efrînê Mihemed Seido û dadger Mihemed Îbo hatiye îmzekirin, derxistin. Seido û Îbo tê da dibêjin ku mirina parêzerê kurd ji “ber rawestîna rayên dil çêbûye û pêwîst nake ku cenaze were lêkolînkirin.”

Şik û nakokî

Ji alîyê xwe ve parêzer û çalakvan Hisên Neiso bi rastîya raporê şikîya. Neiso amaje bi wê yekê kir ku tevlihevî di navbera kişfa pizîşkî û civîna dadgehî ya veguhastinê da çêbûye, ku dadgeh karê dadwer e û kifşa pizîşkî karê pizîşk e û di raporê de dadwer maf daye xwe ku şopên li ser cenazeyê şîrove bike.

Her wiha Neiso piştrast kir ku rapor ji hêla dadwer Mihemed Îbo tenê ve hatiye nivîsîn û rola pizîşk di wê raporê de tenê îmzekirin bû. Her wiha, Neiso destnîşan kir ku di raporê de şaşîtîyeka mezin ya pîşeyî hebû û anî ziman ku di warê tenduristîyê de çênabe were piştrastkirin ku sedema mirinê ji ber  girtina rayên dil e, bêyî ku cenaze were lêkolînkirin û hişikbûna masûlkeya dil were dîtin.”

Têkildarî tewanên ku li dij girtîyên li Efrînê têne kirin ku “Sûcê tevlîbûna PKKyê”, çalakvanê hiqûqî destnîşan kir ku ev hincet ji bo her kesê ku ne li gorî desthildarîya Tirkîyayê be tê gotin. Desthildarîya Tirkîyayê ya ku dibîne çi kesê ku bibêje ez kurd im, terorîst e û di nava PKKyê de ye.

Neiso lê zêde dike û dibêje: “Tawanên ku li Efrînê têne kirin, ne ji ber bêewlekarî an jî kiryarên tekakesî ne, lê belê ew tawaninên birêxistinkirî ne û bi zanebûn têne kirin û yekser bi serpereştîya desthildarîya ku serwerîya xwe li ser tevahîya herêmê feriz kiriye têne kirin, da ku kurdên mayî yên ku bi axa xwe ve girêdayî ne, koçber bike.”

Her wiha piştrast kir ku tawanên li Efrînê têne kirin ên wekî kuştin, êşkencekirin, revandin, windakirina û hwd, li gor qanûna navdewletî tawanên şer û li dij mirovahîyê ne, wekî ku di Hevpeymana Romayê de hatine nivîsandin.

Ji alîyekî din ve jî, hêzên leşkerî û ewlekarî yên Tirkîyaya dagîrker ku ji sala 2018an ve  ji dema operasyona”Çiqlê Zeytûnê” gelek navendên xwe li bajarê Efrînê hene, li bara vê bûyerê tu helwest nîşan neda.

Kurdan  bûyer şermezar kir

Ji ber wefata parêzerê kurd Luqman Henan di zindanên desthildarîya girêdayî opozîsyona sûrîyayî ya ku Tirkîya piştgirîya wê dike, gelek alîyên siyasî, rêxistinên hiqûqî û sivîl û çalakvan ev bûyer şermezar kirin. Encûmena Sûrîyaya Demokratîk bi daxuyanîyekê, daxwaza vekirina lêpirsîneka navdewletî ya bêalî di hemû tawanên ku li herêmên Sûrîyayê yên di bin serwerîya Tirkîyayê de têne kirin, kir.

Her wiha, bi dehan birêxistinên hiqûqî û sivîl û çalakvanên kurd û sûrîyayî, bûyera kuştina parêzer Luqman Hemîd Henan, wekî berdewamîya binpêkirin û tawanên ku li Efrînê ji sala 2018an ve têne kirin, binav kirin. Di heman demê de, anîn ziman ku Tirkîya û komên wê yên çekdar, berpirsên vê “tawana kirêt” in û daxwaza zelalkirina bûyerê kirin û berpirsên vê yekê radestî dadgehê bikin.

Li gorî belgeyên alîyên hiqûqî, bûyera mirina parêzerê kurd di dema borî de ne ya yekê ye. Di vê çarçoveyê de, li gorî rapora hejmara (226) a Partîya Yekîtî ya Demokratîk a Kurdî li Sûrîyayê, ji dawîya mijdara borî ve û heta dîroka derxistina vê raporê di vê mehê de, du bûyerên girtina kesên bêsûc û du bûyerên revandina du kesan û berdana wan li beramberî pereyan, belge kirin. Di heman demê de, li gor raporê du bûyerên şerê navxweyî yê di navbera çekdaran de ku çêbûne û di encamê de herî kêm endamek hate kuştin, her wiha komikên çekdar dar li bajarê Efrînê û çîyayê gundê Tirindê  yê başûrê bajar qut kirin.

Raporê bi bîr xist ku bûyerên desteserkirina malûmilkên sivîlan ên wekî êzing, zeytûn û dayîna pereyan çêbûne. Di heman demê de, çekdaran dest danîn ser erdên nêzî gola Meydankîyê. Her wiha di raporê de hate piştrastkirin ku biryarnameyên qedexekirina birîna daran tawanên qirkirina jîngehê li Efrînê ranawestîne.

Çavkanî: Independentarabia

 

Wergera ji zimanê erebî: Kendal Cûdî