NKLyê êrîşa Tirkiyayê ya li dij Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bi bernameyekê nirxand

Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Hevdîtin bi zimanê erebî jî heye

Navenda Kurdî ya Lêkolînan bernameyek bi zimanê kurdî pêşkêş kir ku behsa êrîşên Tirkiyayê yên li ser binesaziya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê dike, her wiha pêşveçûn û rewşa dawî ya hundirê Tirkiyayê, siyaseta hevgirtinê ya di navbera AKP û MHPyê de ku bingeha xwe ji dijminatiya kurdan digire û di şer û tepeserkirina li dij kurdan de berdewam e. Mêvanên bernemya ku hevalê me Tariq Hemo pêşkêş kir, Hesen Koçer cîgirê hevserokatiya Meclisa Cîbicîker ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û rojnamevanê kurd, Mihemed Drewş bûn.

Hesen Koçer siyaseta dewleta tirk a li dij kurdan, nexasim li dij herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê da nasîn û diyar kir ku erîşên Tirkiyayê yên li ser binesaziyê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê di rastiyê de encama wê zihniyetê ye ku li ser bingeha înkar û qirkirinê ava bûye ku dewleta tirk li hemberî hebûn û mafên gelê kurd sed sal in bi rê ve dibe. Zihniyeteke nijadperest e, hebûna kurdan bi tu awayî û li tu deverê qebûl nake.  Dewleta tirk niha jî hemû derfet û şert û mercan bi kar tîne ji bo ku vê siyaseta dijminane li ser kurdan bidomîne.

Piştgiriya ku niha hikûmeta Tirkiyayê dide rêxistinên Ixwan El-Muslimîn û cîhadîstan jî her ji bo wê yekê ye ku van rêxistinan aktîf bike û bi rêya wê yekê şerê gelê kurd û deskeftiyên wî bike.

Her wiha Koçer diyar kir ku Tirkiya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ji bo siyaset, zihniyet û planên xwe metirsî dibîne ku dixwaze kurdan bê maf û bê hebûneke siyasî bihêle li herêmê. Di heman demê de Tirkiya ji dijminatiya hêzên desthilat ên li Îran û Sûriyayê jî sûdê werdigire, herwiha ji bêdengiya Rûsya û hinek hêzên herêmî jî sûdê werdigire ku li bermaber çemberkirin û jinavbirina destkeftiyên kurdan zelal e. Tirkiyayê bi her awayî hewl daye û hewl dide ku Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê wêran bike. Vê hemûyê dike ji bo ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibe û herêmê wêran bike û berê niştecihên wê bide koçberiyê. Bandora dagîrkeriya Tirkiyayê li ser Efrîn,  Serê Kaniyê û Girê Spî, koçberkirina kurdan û guhartinên demografî yên ku pêk hatine, rastiya siyaseta Tirkiyayê ya li bermaber kurdan û planên wê yên qirkirin û koçberkirina kurdan, şirove dikin.

Koçer wiha domand, eger derfetên guncaw ji bo êrîşa bejahî ya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bi dest dewleta Tirkiyayê bikevin, ew dê bi her awayî wan derfetan bi kar bîne û êrîş bike. Heke bejahî êrîş neke jî, nayê wê wateyê ku Tirkiya naxwaze êrîş bike,  lê belê ji ber ku şert û mercên navneteweyî destûr nedane. Diyar e ku Amerîka û Rûsyayê erê kiriye ku dewleta Tirkiyayê bi awayekî hewayî êrişî  binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bike, bêyî ku erêkirinê ji bo êrîşa bejahî bide. Dewleta Tirkiyayê niha ji êrîşa Îsraîlê ya li ser Xezayê sûdê werdigire da ku êrîşa xwe ya li dij Bakur û Rojhilatê Sûriyayê binuximîne. Diyar e ku dixwaze fişara zêde li herêmên me bike, mîna ya ku Îsraîl li Xezayê dike. Niha ew dixwaze hemû cîhan erê bike û li hember êrîşên wê yên li ser herêmên me bêdeng bimîne, vê yekê wiha dibîne wekî buhayê bêdengiya der barê kiryarên ku Îsraîl li Xezayê pêk tîne. Ango ew siyaseteke bazirganî û yek bi yekê, bi rê ve dibe.

Her wiha Koçer diyar kir ku bêdengiya cîhanê ya li bermaber êrîşên Tirkiyayê yên li ser binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, di rastiyê de erêkirina vê rewşê ne ku dihêle Tirkiya zêdetir êrîş bike û kuştin û wêrankariyê pêk bîne. Her wiha got ku ew dema behsa ewlehiya hundirîn ya Tirkiyayê dikin, di rastiyê de erêkirina êrîşan in.  Diyar e ku cîhan bi tevahî dizane bihaneyên Dewleta Tirkiyayê yên ji bo êrîşan ne rast in. Her wiha Tirkiya piştgiriya DAIŞê dike û wê xurttir dike da ku li dij Rêveberiya Xweser bi kar bîne. Roja me ya îro jî êrîşên Tirkiyayê yên ku li ser zindanên girtiyên DAIŞê pêk tên, bi wê aramncê ne ku wan girtiyan azad bike û derfetê bide şaneyên DAIŞê yên veşartî da ku xwe ji nû ve birêxistin bikin û êrîşî dezgehên Rêveberiya Xweser bikin, dezgehan xirab bikin û sivîlan bikujin.

Girîng e ku Hevpeymana Navdewletî tê bigihêje ku eger bi awayekî ji awayan DAIŞ derkeve, Tirkiya berpirsyar e. Armanca êrîşên ku niha li ser herêma me çêdibin jî jinûvevejandina DAIŞê ye, bêdengiya li beramber êrîşên Tirkiyayê û destûrdana ji bo êrîşên hewayî jî erêkirina wan êrîşan in.  Ev siyaseta Tirkiyayê û şerê ku bi rê ve dibe, dê rê li pêşiya terorê veke û dê bibe sedem ku DAIŞ careke din derkeve, hem herêmê bike armanc hem jî cîhanê.

Hesen Koçer, cîgirê hevserokatiya Meclisa Cîbicîker ya Rêveberiya Xweser ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê wiha gotina xwe bi dawî kir: Ji Hevpeymana Navdewletî û Rûsyayê tê xwestin ku rêya hewayî li pêşiya êrîşên balafirên Tirkiyayê bigirin û qedexe bikin ku êrîşî binesaziya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bike. Di heman demê de got pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê tevî êrîşên Tirkiyayê yên dijwar jî bi erdê xwe ve girêdayî ne, bi hev ra alîkar in, hemû hemfikir in ku li dij êrîşên Tirkiyayê li ber xwe bidin û herêmên xwe vala nekin. Her wiha pêkhateya ereb li Dêra Zorê, Reqa û Minbicê bi Rêveberiya Xweser ve girêdayî ye û li cihê wê tu sîstemên din napejirîne. Gelê wan herêman qebûl nakin ku li bin sîwana rejîmê û komikên îranî bijîn, an jî li bin sîwana komikên çete yên bi ser Tirkiyayê ve. Ew Rêveberiya Xweser dixwazin ku li ser bingehê biratiya gelan û peymana civakî ava bûye, radîkaliya neteweyî û olî napejirîne, xwe naspêre derve û projeyên hêzên herêmî yên li dij berjewendiya Sûriyayê û gelê sûrîyayî.

Mihemed Drewş jî diyar kir ku Dewleta Tirkiyayê ya ku ermen û siryan qir kirin, paşê jî yûnanî di salên 50yî de koçber kirin, niha dixwaze kurdan qir bike, koçber bike û bipişêve. Ew dibîne ku di vê plana xwe de bi ser neket wekî ku bi ermen, siryan û yûnanan re bi ser ketibû.  Diyar e êrîşên ku niha li ser binesaziya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê pêk tîne pilankirî ne, beşek e ji siyaseta şerê Tirkiyayê ya li dij hebûna gelê kurd û mafên wî. Ne rast e ku em van êrîşan wekî êrîşine bêplan binirxînin. Tirkiya her bûyera siyasî ya nû hem li herêmê hem jî li cîhanê bi kar tîne, da ku  şerê xwe yê li dij kurdan rewa bike.

Ew li her cihî û di tevahî dosyayên navdewletî de helwesta xwe li dij kurdan diyar dike, me ev yek di helwesta wê ya li bermaber tevlîbûna Siwêd û Finlandayê ji NATOyê ra dît, Tirkiyayê erê kir ku ew her du tevlê bibin bi şertê ku rê nedin xebatên Rêveberiya Xweser û dorê li kurdên ku li wan welatan dijîn teng bikin. Di heman demê de divê Siwêd Balafirên F16yê yên nû bidin Tirkiyayê û çavên xwe ji êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bigirin.

Derwş da zanîn ku dewleta Tirkiyayê qirkirina siyasî li dij kurdan li Bakurê Kurdistanê meşand, bi rêya girtina bi hezaran siyasetmedarên kurd  û dest danîn ser şaredariyan û wiha texmîn kir ku HDP û niha jî DEM Partî lawaz kir, lê ev yek pêk nehat.

Mihemed Drewş di dawiya nirxandina xwe de anî ziman ku sedema ku dewleta Tirkiyayê itîraf bi hejmara kuştiyên leşkerên xwe bike ji ber çalakiya HPG, ev yek vedigere ku Navenda Ragihandinê ya HPGyê dîmenên operasyonê weşand  û ev yek jî windahiyên dewleta Tirkiyayê nîşan dide û wiha dewam kir: “Êrîşên giştî li dij Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bi vê asta xerab û wêrankirina binesazî, tekez dike ku hikûmeta Tirkiyayê hewl dide vî şerî ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne û ji bo ku dengan bêhtir bi dest bixe. Tirkîya li ser asta herêmî û navdewletî dozyayê aloz keysbaz dike da ku bi wan kurdan bêhtir dorpêç bike, li gor wê rûxandina destkeftiyên kurdan mezintirîn karê baş e bo wê û li gel wê ev yek ji pêkanîna geşedan, bipêşketin û demokrasiyê girîngtir e.