Nexşeya Rojhilata Navîn a kevnar êdî bê wate ye!

MARK LYNCH

Di destpêka Kanûna 2021`an de, hikûmeta Etiyopyayê di şerê navxweyî yê ku salekê li dijî serhildêrên li herêma Tigray dewam kir, pêşketineke mezin bi dest xist. Hêzên Etiyopyayê ku piştgirî ji Îran, Îmarat û Tirkiyeyê digirt, bi balafirên bê mirov karibû êrişa Eniya Gelêrî ya Rizgarkirina Tigray ya bi piştgiriya şervanên Somalê ya ku Qeterê piştgirî dida wan, têk bibe.

Gelek çavdêrên amerîkî ji zêdebûna destwerdana rasterast a lîstikvanên navdewletî, di aloziya Afrîkayê de, nexasim destwerdana dewletên Rojhilata Navîn matmayî man. Lê ev destwerdan, ne mijareke seyr e. Ji ber ku di çend salên derbasbûyî de, Tirkiyeyê zêdetirî 40 konsulxane li dewletên Afrîkayê vekirin, her wiha baregeheke xwe ya leşkerî ya sereke li Somalê jî vekir. Di heman demê de, Îsraîlê jî di demekê de ku ji ber dagirkirina Dufa Xerbî ya Filistinê rastî zextên zêde yên navdewletî tê, pêngava “vegera li Afrîkayê” ragihand. Her wiha, Erebistana Siûdî li Etiyopya û Sudanê ji bo peydakirina xwarinê, erdîngariyeke mezin a çandiniyê kirî. Îmaratê jî, gelek bargehên deryayî li seranserê Kevana Afrîkayê ava kirin. Di heman demê de, Misirê ji ber plana Etiyopyayê ya avakirina bendavekî li ser Çemê Nîl(Bendava Nehda), bi Etiyopayê re kete nava aloziyekê.

Ev alozî û tevlîhevî ne tenê ji bo Afrîkayê derbasdar e, Sultanatiya Omanê ku xwe wekî dewleteke girêdayî Okyanûsa Hindê dibîne, ew bi Hindistan, Îran û Pakistanê re têkiliyên xwe yên aborî yên xurt diparêze. Erebistana Siûdî û dewletên din ên Kendavê gelek caran bi kûrahî destwerdana karûbarên Efganistan û Pakistanê kirine. Tirkiyeyê jî, bi zanebûn çalakiyên xwe li Asyaya Navîn zêde kir û ev yek bi destwerdana leşkerî ya li Azerbaycanê li dijî Ermenistanê pir zelal eşkere bû. Di van demên dawî de jî, hemû dewletên Kendavê hewl didin ku hevkariyê bi Çîn û dewletên din ên Asyayê re xurt bikin.

Di nava van destwerdanên herêmî yên domdar de û zêdebûna van destwerdanan, heta niha nêrîna Amerîkayê ya li ser Rojhilata Navîn teng û sînordar e. Ji destpêka heyama”Şerê Sar” ve Amerîka, Rojhilata Navîn wekî nûnera cîhana erebî, ango dewletên di bin sîwana Komkara Ereban de didît, ji bilî dewetên dûr wekî Cizir Qemer, Morîtanya û Somalê. Di heman demê de, Amerîkayê bi Îran, Îsraîl û Tirkiyeyê re wekî dewletên Rojhilata Navîn dida û standin. Li ser esasê girêdana erdîngariya herêmê, nirxên hevbeş û dîroka Sedsala 21`an, êdî Rojhilata Navîn ku ji aliyê Amerîka ve hatibû diyarkirin, ji hemû aliyên navdewletî ve hate naskirin. Di vê çarçoveyê de, zanîngehên amerîkî , navendên lêkolînê û Wezareta Derve ya Amerîkayê, Rojhilata Navîn destnîşan kirin.

Lê îro nexşeya Rojhilata Navîn a ku ji aliyê Amerîkayê ve hatiye diyarkirin kevn bûye û pêwîstiya wê bi nûkirinê heye. Hêzên herêmî yên bihêz û dewlemend, çawa ku di hundirê Rojhilata Navîn de kar dikirin, bi heman rêbazî êdî li derveyî Rojhilata Navîn kar dikin, di demekê de ku hevrikî li dervayî çarçoveya herêmê de, dikin. Lê Pentagon dizane ku çi çêdibe. Tevî ku di sala 2007`an de dendika fermandariya leşkerî ya amerîkî li Afrîkayê (AFRICOM) hate damezrandin, ku ew fermandariya şerker a ku bi Rojhilata Navîn re mijûl dibû, ne tenê Misir, Îran, Iraq û dewletên Kendavê digirt nava xwe, lê belê bi Efganistan, Cîbûtî, Erître, Etiyopya û Kenya û Pakistan, Somal û Sudanê re mijûl dibû. Ev dewletên navborî jî (Efganistan, Cîbûtî, Erître, Etiyopya û Kenya û Pakistan, Somal û Sudanê), Wezareta Derve ya DYA`yê ne di nava Rojhilata Navîn de, didît.

Ev neliheviya dramatîk di navbera çêkerên siyaseta amerîkî û saziyên wê yên leşkerî de,  metirsiya domandina nimûneya kevn ji bo herêmê nîşan dide. Her wiha, têgihiştinên nakok ên saziyên amerîkî yên li ser Rojhilata Navîn ne tenê di derheqê siyasetên heyî û kiryarên leşkerî de ne, lê belê rê li ber hewldanên çareserkirina gelek astengiyên rojane wekî aloziyên penaberan a domdar, tevgerên îslamî û otorîterîzma li herêmê, digire. Lewra, dewamkirina Ii ser lêkolîn û polîtîkayên ku Rojhilata Navîn di cewhera wê ya heyî de pênase dikin, gefan li ser stratejiyên Amerîkayê yên li hember dînamîkên rastîn ên ku herêmê saz dike, çêdike. Ya herî xirab jî, vê rewşê hişt ku Washington li ser xeletiyên ku dawiyên wê xerab e, berdewam bike.

Nexşeyên heyama “Şerê Sar”

Dijwar e ku têgihîştina Amerîkayê ya der barê Rojhilata Navîn were guhartin, nexasim di dema niha de, ku bi awayekî giştî pişta xwe nade dîroka beriya modernîtê. Di dirêjahiya sedsalan de, dewletên Ereb ên li bakurê Afrîkayê û welatên Şam beşek ji Împeratoriya Osmanî ya berfireh bûn. Lê herêmên peravê yên li Kendavê bi rêya Deryaya Sor ve bi Kevana Afrîkayê ve girêdayî bûn. Her wiha, toreyên Îslamî jî, Misir û dewletên mayî yên bakurê Afrîkayê bi herêmên kûr ên Afrîkaya li başûrê çolistanê girê dan. Lê, Amerîkayê li şûna ku têgihîştina xwe ya li ser koka dîrokî ya Rojhilata Navîn çêbike, kopya xwe ya taybet li herêmê pejirand ew jî wiha ye: Mêtingerî û siyaseta hêzên mezin ên di dawiya Sedsala 19`an û destpêka Sedsala 20`an li Ewropayê.

Di Sedsala 19`an de, projeyên împratoriya brîtanî û fransî, ramana herêmek nû li bakurê Afrîkayê û welatên Şamê, derxist holê. Di vê çarçoveyê de, di sala 1830`î de Fransa Cezayîr dagir kir û di 1881`an de dest danî ser Tûnis û di sala 1912`an de jî Fas dagir kir. Mîrateya mêtingerî ya  fransî jî cudahiya di navbera gelan û dewletan de li ser esasê nijadî çêkir, ne wekî ku li çolistsana mezin ye, ku li wir cudahî di navbera Afrîkaya fransî ya bi çermê reş û Fas ê fransî de ku Ereban û Berbarsî digire nava xwe yên çermê vekirî, çêkir. Di heman demê de jî, ev nijadperestî derbasî gelên ku ji aliyê çandî ve nêzikî hev in li bendera Spî û gelên çerm spî yên başûrê Ewropayê, bûn û ew ji gelên din ên li herêma rojhilata jêrîn ku bakurê Afrîkayê û Nîvgirava Ereban digire nava, cuda kir.

Ji aliyê xwe ve jî, Îngilîsan navê herêmê kir “Rojhilata Jêrîn” ji ber rola wê ya sereke wekî xala girêdana bi berjewendiyên xwe yên sereke yên mêtinger li Hindistanê û “Rojhilata Dûr” an jî Asya. Piştî vekirina Kanala Siwêsê di sala 1869`an de jî, herêm taybetmendiyeke nû bi dest xist û berjwendiyên împratorî yên ên Brîtanyayê, Nîvgirava Ereban bi Misir û welatên Şamê ve girê da û ew ji herêmên bakur, rojhilat û başûr cuda kir. Di vê navberê de, komeke parêzgerên li Erebistanê heta sala 1971`an di bin serweriya Birêtaniyayê de ma, her wiha piştî ku hêzên din dest bi avakirina herêmê kirin, sînorê kevn yê mêtingerî xurt bû. Komek texmînên îdeolojîk ên li ser cewherên cuda yên Ereb, Faris û Tirkan ku nêrîna lêkolînerê Amerîkî-Filistinî Edward Saîd jê re dibêje”Istişraq” , piştgirî dane ramana ku ev herêma berfireh, şaristaniyeke hevbar wan digihîne hev.

Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, dema ku Amerîkayê di “Şerê Sar” de dest bi pêşbazî bi Yekîtiya Sovyetê kir, Amerîka têgihîştina”Brîtanî-Fransî”, an ku wekî Anglo-Fransî tê zanîn ji bo herêmê, ji bo pêkanîna armancên xwe yên taybet, bikar anî. Rojhilata Navîn ku ji aliyê Amerîkayê ve hate sazkirin, xwe dispêre armancên ku siyasetmedaran destnîşan kirin û ew jî wiha ne: Garantiya petrolê li Nîvgirava Ereban, parastina Îsraîlê û hiştina mîrateya împaratoriyên berê yên Brîtanya û Fransî li bakurê Afrîkayê dûrî bandora Sovyetê.

Di salên 50-60`î yê Sedsala 20`an, ew pêşberînên sereke yên DYA`ê yên aborî û siyasî, hişt ku li ser vê nexşeyê di navendên akademîk û siyasî de sazîbûn çêbibe. Qanûna Perwerdehiya Parastina Neteweyî ya 1958`an, çavkaniyên federal ber bi lêkolînên pispor ên li herêmê ve birin da ku piştgiriyê bide pêşberînên Amerîkayê yên di “Şerê Sar” de, di demekê de ku rêxistinên neqezenc ên naskirî yên wekî saziya Ford beşdarî vê hewldanê bû. Nêzîkatiya nû, cîhan dabeşî herêman kir ku her yek xwedî taybetmendiya xwe ye û di nav de jî Rojhilata Navîn. Lewra, lêkolînerên Rojhilata Navîn di aliyê çand, ziman, dîrok û siyaseta dewletên herêmê de, karibûn pisporiyeke mezin bi dest bixin. Lê li hemberî vê yekê jî, li gel van lêkolîneran paşxane û zanyariyên kûr der barê dewletên Afrîkaya li başûrê çolistanê, an jî Efganîstan an jî Pakistanê tune bûn, herçendî ku ev dewlet ji bo  mijarên ku li ser lêkolînê dikin, giring be.

Rojhilata Navîn a ku Amerîka destnîşan kir, pişta xwe dide garantiya petrolê û dîroka mêtingeriyê

Di destpêka Şerê Sar de, yekîtiya Ereban a Serokê Misirê Cemal Ebdulnasir, ramana Rojhilata Navîn wekî yekîneyeke çandî û siyasî, ne wekî avahiyek çêkirî, xurt kir. Her wiha, doza Filistinê û têkoşîna ji bo bidawîkirina mêtingeriyê jî, morala cîhana erebî bilind kir û ew kirin yek. Ev yek jî di helwestên serokên dewletên Ereban der barê Îsraîl û yekitiya ereban de diyar bû. Lê li Misir û dewletên bakurê Afrîkayê, helwestên nijadperest ên li hember gelên Afrîkaya yên dewletên başûrê çolistanê, ramana ku Rojhilata Navîn ji hêla etnîkî û çandî ve ji hawîrdora xwe ya ergdîngarî cûda ye, xurt kiriye. Di heman demê de, beşdarbûna beşekî mezin ji Asyaya Navîn nava Yekîtiya Sovyetê, ji bilî dewletên wekî Azerbaycan, Kazakistan û Tirkmenîstanê ji ber pêşbaziya di Şerê Sar de, rewa kir.

Ev têgihîştina Rojhilata Navîn, bingehek ji rêze meylên ku ji aliyê siyaseta derve ya Amerîka û hevpeymanên wê yên ewlekarî ve hatine pejirandin, çêkir. Her wiha, ev têkilî bi dehsalan ji bo parastina herikîna petrolê û danîna bingehên ewlehî û aramiyê dewam kir. Di heman demê de, tevî aloziyên ku Li herêmê rû da wek şoreşa Îranê, lê belê ev pêvajo bû sedem ku lêçûn çêbibe û bibe barek li ser Amerîkayê. Akademîsyen û siyasetmedar li gorî vê nexşeyê hatin perwerdekirin û piraniya caran nêrînên oryantalîzmê yên mîrateya serdema mêtingeriyê, baş nas dikirin. Her wiha, bêyî ku hêzên civakî û siyasî yên ku derûdora xwe derbas dikirin, di ber çavan re derbas bikin, akademisyen û siyasetmedar xwe dispartin de encamên der barê herêmê. Bû nimûne, êrişên 11`ê Îlonê bi awayekî lez bû sedema pejirandina nêrîneke yekgirtî ku xwe disparta nexweşiyên taybet yên ku li Rojhilata Navîn belav bûne. Her wiha, piraniya caran jî gelek analîzên ku têgeha cihadê di çarçoveya çanda erebî de lêkolîn dikirin, mezinbûna tevgerên islamî û awayên din ên tundrewiya olî li cihên din ên wekî Afrîka, başûrê Asyayê û gelek herêmên din ên cihanê, paşguh dikirin.

Ramana bingehîn a ku dibêje, welatên islamî têgihîştina demokrasiyê bi taybetî red dikin,  sedemên rasteqîn ên xurtkirina otorîterîzmê li Rojhilata Navîn paşguh dike; ew jî ew ku dewletên rojavayî piştgirî didin dewletên petrolê û dewletên rojavayî kiryarên hin rêberên Ereban ên despotîk li dijî gelê xwe, paşguh dikin. Her wiha, rojavayî guh nadin beşdarbûna muslimanan a çalak di gelek çalakiyên demokrasiyên li derveyî Rojhilata Navîn, wek Hindistan, Endonezya û heta Amerîka bi xwe jî. Di heman demê de, pejirandina gelên islam hikûmetên islamî yên radîkal, di encama têkçûna Amerîkayê ya pêşkêşkirin û destekdayîna siyasî ya rasteqîn li wan herêman e.

Êdî têgihîştina Amerîkayê ya der barê Rojhilata Navîn bi dehan salan, nikare tiştekî bike. Tevî eşkerekirina têkiliyên cihanî bi “Elqaîde”, piştî bûyerên 11`ê Îlonê, ku koka wê li Efganistan, Misir, Erebistana Siûdî û Sudanê ye, lê siyaseta Amerîkayê hîn jî li ser forma berê yê Rojhilata Navîn didome. Dagirkirina Iraqê, weke destpêka veguhertinek di ji nû ve dîzyankirina Rojhilata Navîn bû û “rojeva azadiyê” ya ku rêveberiya George W. Bush ê kur danî, ber bi şerekî ramanan di cihana erebî de bir, qaşo rastî stemkarî û tundiya mezheban tê. Di van demên dawîn de, pêşbîniyên bi vî rengî bûne sedem ku Amerîkayê texmîna pêkanîna şoreşên gelêrî ku di salên 2010-2011`an de li cihana erebî çêbûne nedikir an jî nikaribû bersiveke çalak bide wan şoreşan.

siyaseta herêmî

Gotina pêşiyan “Her tiştê ku dibiriqe ne zêr e”, ji bo nêrîna biryardaran û siyasetmedarên amerîkî li ser şoreşên Ereban (Buhara Ereban) derbasdar e. Di destpêka bûyeran de, belavbûna bilez a xwepêşandanên ji Tûnis û Misirê li piraniya herêmê, asta hevgirtinê li Rojhilata Navîn nîşan dide. A ku vê yekê piştrast dike jî ku hevrikiya ku piştî xwepêşandanan di çarçoveya jeopolîtîk de derket, yek e: Qeter, Erebistana Siûdî û Îmarat destwerdana şerên li Lîbyayê, Sûriyê û Yemenê kirin, her wiha destwerdana guhartinên li Misir û Tûnisê jî kirin.

Tevî tiştên ku rû didin jî, dewletên herêmê ku bandora wan zêdetir dibe wek Îran, Îsraîl û Tirkiyeyê, di rastiyê de ne beşek ji cihana erebî bûn. Di heman demê de, despotên Ereb ev girêdana di navbera gelên xwe de, wek metirsiyek li ser kursiyên xwe didîtin, gelek ji wan jî hewl dan ku tevgerên siyasî yên erebî wekî Ixwan Musilmîn û torên çalakvanên liberal, biçewisînin. Her wiha, êdî tu hêviyek ji bo guhertinek siyasî ku tevahiya herêmê bigire nava xwe tune ye, ev yek jî vedgerê parçebûna nû ku di demekê de Sûriyê û Lîbya ber bi kaosê ve hîna zêdetir diçin. Di heman demê de, gelek lîderên Ereban li çavkaniyên nû digerin da ku desthildariya xwe rewa bikin, tevî ku ew desthildarî nakeve xizmeta beşekî mezin a gelên Ereb.

Di dema niha de, pêşketinên siyasî yên ku li gelek dewletên Rojhilata Navîn çêdibin, hîştin ku sînorên berê yên herêmê bi awayekî mezin û zêde, bê wate bibin. Di vê çarçoveyê de, şoreşa Sudanê ya ku di sala 2018`an de çêbû û derbeya leşkerî ya vê dawiyê çêbû û Misirê ku hêzeke mezin li Rojhilat Navîn e, piştgirî da vê derbeyê û Yekitiya Afrîkayê ku wekî rêxistineke navdewletî ku nûnertiya 55 dewletên Afrîkayê dike li dijî vê derbeyê derket, diyar dike ku Sudan çiqas bi Rojhilata Navîn û dewletên Yekîtiya Afrîkayê bandor dibe. Her wiha, li herêmên din Afrîkayê, koçberî û mezinbûna tevgerên islamî li seranserê herêmên peravê,  berjewendiyên siyasî, ewlehî û aborî yên dewletên Fasê ya erebî ber bi başûr ve bir. Di heman demê de, şerê navxweyî yê li Lîbyayê penabertî, çek, madeyên hişbirê û tundrewiyê li Afrîkaya navîn zêde kir. Di vê çarçoveyê de, gelek penaberên bi rêya Rojhilata Navîn ji dewletên başûrê çolistana Afrîkayê, gihîştin Ewropayê. Ji ber girîngiya stratejîk a herêma peravê, Elmenşer desthilatdariya xwe ya olî li rojavayê Afrîkayê zêde kir û Cezayîr jî beşdarî operasyonên ewlehiyê li Malî bû.

Her wiha, dînamîkên din ên siyasî jî nirxa sînordar a pênasekirina Rojhilata Navîn weke herêmek cografî ya yekbûyî, derxist holê. Bû nimûne, hevrikiya di navbera Îran û Erebistana Siûdî li bakurê Afrîkayê, zêde ne giring e. Her wiha, şerê siyasî yê ku di navbera Qeter, Erebistana Siûdî û Îmaratê de piştî dorpêçkirina Qeterê di sala 2017`an de ji aliyê çend dewletên herêmê ve rû da, rolek di pêşbirka bidestxistina piştevaniyê de lîst, ne tenê li dewletên Ereban ên cîran, lê belê li asta parzemîna Afrîkayê bi giştî û heta li Washington jî. Rêxistina DAIŞ`ê ji Elqaîde zêdetir, bala tundrawan li ser asta cihanî zêdetirî li ser asta herêmê, dikişand. Ev yek jî bi rêya çûna şervanên biyanî ber bi Sûriyê û belavbûna rêxistinê li Afrîka û Asyayê diyar bû. Ji ber derketina tevgerên cihadî li Malî, Nîjerya û Somalê, zehmet e ku têkoşîna li dijî terorê di cihekî tenê li cihana erebî were sînordarkirin.

Ji aliyekî din ve jî, hin şerên herî mezin ên vê dawiyê, nexşeya erdîngarî ya herêmê guhart.  Di vê çarçoveyê de, şerê navxweyî yê li Lîbyayê, bû sedema bê istiqrariya Malî û dewletên Afrîkayê yên cîran. Her wiha, dema ku Erebistana Siûdî di sala 2015`an de koalîsyonek ji bo piştgiriyê bidin wê di destwerdana li Yemenê li dijî serhildêrên Hûsiyan, ne tenê ji dewetên Ereb ên ku têkiliyên wê baş bi wan re hene destekdayîn xwest, lê belê lê destek ji Eritrea, Pakistan û Sudanê jî xwest û van hersê dewletan jî bi baregeh û hêza xwe piştgirî dane Erebistan Siudî. Di heman demê de, dopêça ku Îmaratê di aliyê deryayî de li ser Hûsiyan birî, bû sedem ku Îmarat hebûna xwe ya leşkerî li Kevana Afrîkayê bihêztir bike û parastina girava Sokotra ya stratejîk ku ji Nîvgirava Erebî zêdetir nêzî Afrîkayê ye, xurtir kir. Tevî ku şerê li Yemenê bi gelemperî wekî şerek Rojhilata Navîn tê dîtin, di heman demê de pirsa sînorên gumanbar ên herêmê jî derdixe holê.

Tevgera bazirganiyê berê xwe dide rojhilat

Çawa ku dînamîkên siyasî dawî, nexşeya kevn a Rojhilata Navîn bê wate kirin, ev yek ji bo guhertinên civakî yên mezin li herêmê jî derbasdar e. Ji salên 1950-1980`an, koçberiya girseyî ya karkeran ji dewletên Ereban ên hejar, ber bi dewletên Kendavê ve hevgirtineke xurt di nava herêmê de çêkir. Her wiha, şandinên pereyan roleke mezin di aboriyên nefermî yên li Misirê û piraniya dewletên Rojhilata Navîn lîst. Di heman demê de, mayîna demdirêj a karkeran li dewletên Kendavê, hîşt ku ramanên islamî yên tundraw belav bibin, ku di demên berê de ji derveyî Erebistana Siûdî tu propogande jêre nehate kirin. Piştî êrişa Iraqê ya li dij Kiwêtê di sala 1990`î de, dev ji karkerên Ereban hat berdan û li şûna wan karkerên dewletên başûrê Asyaya hatin bicihkirin, ji ber ku ji aliyê siyasî ve tu gefeke siyasî li herêmê çênekirin. Di wê demê de, karkerên ku ji Filistîn û Yemenê dihatin, wekî ne alîgirên dewletên Kendavê dihatin dîtin. Di encama vê yekê de, peywendiyên aborî û civakî yên di navbera herêma Kendavê û dewletên din ên Rojhilata Navîn de gelek lawaz bûn, lê li hemberî vê yekê jî têkiliyên di navbera dewletên Kendavê û Okyanûsa Hindê bihêztir bû.

Di heman çarçoveyê de, ragihandina erebî jî bi destgirtina dozên herêmê de, objektîfbûna xwe winda kir. Heta sala 2011`an, kenalên erebî hewil didan ku nêrînên gelêrî li herêmê nêzik hev bike, nexasim di dema Buhara Ereban de. Lê di 10 salên piştre, ev nêzikatiyên kenalên erebî hatin guhartin û rewşa dezgehên çapemenî yên erebî bû wekî ragihandina dewletên Balkanê, ku polarbûna siyasî li herêmê nîşan dide. kenala Cezîre di salên 1990`î de,  bû sîwanek ji bo siyaseta giştî ya Ereban, lê piştî sala 2011`an ev nêzikatiyên xwe guhartin û bû wekî dezgeheke  çapemenî ya partîtî, wek komên kenalên Rotana ku navenda xwe li Erebistana Siûdî ye û kenala Erebiyê li Erebistana Siudî û kenala Elalem a îranî ku bi zimanê erebî weşanê dike. kenalên televizyên yên bi vî rengî, polarîzasyona siyasî xurtir dikin, ji ber ku ew metoda siyasî ya dewleta ku tê de ne, digirin dest û êrişî her kesê ku li dijî wê derdikeve dike. Ji aliyekî din ve jî, tora tevna civakî ku rojek ji rojan wekî hêza yekkirina raya giştî ya Ereban bû, lê ew ji aliyê rêjîmên wekî li Misir û Siudî hate bikaranîn û wan ev yek wek çekekê li dijî gelan bi rêya artêşên elektronîk û çavdêrî hate bikaranîn û torên civakî hatin di nav hev de wekî hêzeke pêşbaziyê hatin parçekirin.

Dubeyî ji Bexdayê zêdetir nêzikî Sîngapurê ye

Di 20 salên dawî de, bazarên darayî yên cihanî, meylên hin dewletên herî dewlemend ên Rojhilata Navîn nexasim wekî Kiwêt, Qeter, Erebistana Siûdî û Îmaratê, ji nû ve saz kir. Ev yek jî vedgerê, veberhênanên wan ên mezin di mijara avahiyan, klûbên sporê yên rojavayî, geşbûn û girêdanên wan ên aborî bi Asyayê re, her wiha zêdebûna hejmareke mezin a karkerên biyanî û penaberên rojavayî li dewletên Kendavê. Lewra, mentiq e ku mirov li van herêman wekî navendên kapîtalîzma gerdûnî, ne tenê dewletên Rojhilata Navîn bibîne. Gelek tiştên hevbar ku Dubeyî î bi Singapûr û Hong Kongê re, ji Beyrût û Bexdayê bêtir girê dide, hene. Her wiha, bikaranîna alavên çavdêrî û sîxuriyê yên dijîtal ên Îsraîlê ji aliyê Erebistana Siûdî û Îmarat ve, ev rêbaz jî berê Çînê bikar dianî. Têkiliyên bi vî rengî yên cihanî di aliyê aborî û teknolojiyê de, dibe ku di demek nêzik de rolek di siyasetên derve yên van dewletan de bilîzin, bi heman rola ku her pêşberînên herêmî yên kevn mîna nêzîkkirina wan ji Asyayê re, an jî dayîna tewîzên nû ji bo lîstina bi hilbijartinên di demokrasiyên rojavayî de, radibû.

Lê ji aliyekî din ve, êdî nakokiya Îsraîl-Filistînê, ku rojek ji rojan ji bo dewletên Ereban hêzeke yekrêziyê bû, giringiya xwe kêm bûye. Her wiha, ji ber zêdebûna avakirina xaniyan ji aliyê Îsraîlê ve li Dufa Xerbî ya Filistînê, Îsraîl hat boykotkirin û veberanîn ji îsraîlê hatin kişandin û ceza li dij wê hatin birîn û ev yek jî ji Rojhilata Navîn bihitir, li zanîngehên Amerîkayê û Kongresê bû rojev. Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û Dadgeha Cezayê ya Navdewletî, ji hemû paytextên Ereban ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera Îsraîl û Filistînê de giringtir in. Di demekê de ku doza Filistînê îro li dewletên rojavayî ji piştgiriyê qut nebûye, lê li dewletên Ereban êdî bûye dozeke ne sereke û dilgiraniya wê nemaye. Ev yek jî di biryara Behreyn û Îmaratê de ya avakirin têkiliyan bi Îsraîlê re di çarçoveya peymana Îbrahîm sala 2020`an diyar bû. Tevî bandorên berbiçav ên sînordar a vê peymanê, diyar bû ku îsraîlî wê bi hestekî xweş pêşwazî dike, ev yek jî vedgerê  ku Rojhilata Navîn wekî qada bingehîn a ewlekarî an fikarên siyasî ji bo Ereb û îsraliyan heman e.

Nexşe ya wan e, ne ya me ye!

Di dirêjahiya 75 salan de, Rojhilata Navîn wekî ku em dizanin ji bo pêşberînên Amerîkayê bû. Di wê demê de, nexşeya Amerîkayê piraniya caran mentiqî bû, ji ber ku pêşberînên Washingtonê li herêmê karibûn bandoreke mezin li ser siyaseta herêmê bike. Her wiha, îdeolojiyên stratejî yên “Şerê Sar”, hevalbend ava kirin û destwerdanên Washingtonê ji aloziya Siwêsê ya sala 1956`an dest pê kirin, dema ku Amerîka Fransa û Birêtaniya wekî hêzên sereke yên rojavayî li herêmê derxistin, heta hilweşandina Dîwarê Berlînê di sala 1989`an de. Di heman demê, di 1990-1991`an de, şerê Kendavê sîstemekî herêmî ya amerîkî bicih kir ku tê de hemû rê ber bi Washingtonê ve diçin. Her wiha, Amerîka serkêşiya pêvajoya aşitiyê ya erebî-îsraîlî tenê ji bo xwe keysbaz kir, ji kongreya Madrîdê bigire heta Peymana Osloyê. Di heman demê de, Amerîka bi awayekî dualî Îran û Iraq girte nava xwe, ku bi vê yekê cewhera jeopolîtîk a Kendavê diyar kir.

Lê, helwesta Amerîkayê ya cihanî bi lez hate guhartin, her wiha ev ji bo herêmê jî derbasdar e ku hevgirtina wê bi giranî li derdora berjewendiyên amerîkî bûn. Di encamên biryara karaset a dagirkirina Iraqê di sala 2003`an de, sê serokên Amerîkayê li pey hev hewl dan ku pabendbûna Amerîkayê ya der barê Rojhilata Navîn kêm bikin û çavên xwe ber bi Asyayê birin. Di demekê de ku rola rola Amerîkayê li herêmê kêm bûye, hêzên herêmî hevbendiyên xwe di navbera sîstemeke ku navenda wê li derûdora Okyanûsa Hindistanê ye ji bo dewletên Kendavê, ava dikin û ber bi peravên dewletên bakurê Afrîkayê diçin. Ev nayê wateya ku herêmên alozî yên berê ji holê rabûne, bû nimûne Îranê serweriya xwe belav kiriye û bandora xwe li dewletên ku şer ew parçe kirin wekî Iraq, Lubnan, Sûriye û Yemenê xurt kiriye. Di heman demê de, Îran bi Îsraîl û Erebistana Siudî re, di nava hevrikiyeyê de ye û ev hevrikî bi pêşve diçe. Îran, li ser rêya hevrikên xwe yên herêmî, çalakiyên xwe li Afrîkayê zêde kiriye û bi dewletên asyayî û bi taybetî Çînê re, dest bi hevkariyê kiriye.

Ji bo Amerîkayê, derketina tevgerên cihadî li dewletên Afrîkaya yên başûrê çolistanê, ramana têkoşîna li dij terorê ku piştî bûyerên 11`ê Îlonê derket û zêde bala xwe dida Rojhilata Navîn, kevn  û pûç e. Tevî vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraq û Sûriyê, lê bi domdarî êrişên xwe li ser wê herêmê bi rêya balafirên bêmirov dewam dike, her wiha berdewamkirina operasyonên têkoşîna li dij terorê ji Somalê li herêma peravê. Tevî ragihandina derketina xwe ji Rojhilata Navîn, ew hîn jî heman hebûna xwe ya leşkerî diparêze, bêyî ku tu guhertinek were kirin, ev yek jî ji ber sedemên ewlehiyê fikarên wê li herêma peravê û rojhilatê Afrîkayê, çêdike.

Di demekê de ku bandora Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn kêm dibe, siyaseta xwe jinûve ber çavan re derbas dikin.

Di dema niha de, divê Amerîka li hember pêşberînên Çînê li Rojhilata Navîn bisekine, ku li dij pêşberînên Amerîka ne. Her wiha, nêrîna Çînê ya li ser herêmê, vedgerê berjewendiyên wê yên stratejî, ne ji bo berjewendiyên Washington ne. Bi rêya insiyatîfa Kember û Rê, Pekînê berjewendiyên xwe yên enerjiyê li Kendavê berfireh kir, her wiha hebûna xwe li Afrîkayê xurt kir û bi dewletên Kendavê re gelek peymanan îmze kir, da ku hevsengiyê bixe navbera Îran û dewletên Kendavê, bi rêya kêmkirina girîngiya siyasetê û giringdayîna binesazî û çavkaniyên enerjiyê. Berfirehbûna bandora Çînê li Rojhilata Navîn, hîşt ku istiqrar di berhema petrolê û şêweyên din ên hevkariyên herêmî çêbibe. Di heman demê de, bi hesabên şaş ên xeternak ve, Amerîka hewl dide hevsengiyê bixe navber berjewendiyên xwe yên herêmî û pêşbaziya zêde ya Çînê.

Heger zanyar, analîzvan û siyasetmedarên amerîkî dest bi fêmkirina herêma Rojhilata Navîn bikin, weke komek herikbar a dewlet û gelan ku tê de hêzên civakî yên berfireh û pêşbaziyên ji bo desthilatdariyê heye, ne wekî herêmek cografî ya cudaker, gelek ji van geşedanên dawî wê ne seyr bin.  Dev ji berdana ramana Rojhilata Navîn a kevn, dê ji Washingtonê re bibe xwedî sûdeke analîtîk û stratejîk, ne tenê ji ber ku ew vegerandina dîroka berê vedihewîne, lê di heman demê de ji ber ku ew ê bibe sedema têgihiştinek baştir a rastiya bilez a li ser erdê.

Ji aliyek din ve jî, ev meyla li derveyê herêma Rojhilata Navîn metirsiyên xwe hene û dema ku pênaseya giştî ya Pentagonê bo herêmê were pejirandin, dibe ku careke din bala xwe bide ser ewlehiyê. Ev jî sedema têkçûna siyasetên Amerîkayê li Afganîstanê û Rojhilata Navîn di van 20 salên borî de û bêguman wê karasatek çêbibe. Nêzîkatiya nû ya li Rojhilata Navîn divê rê bide akademîsyen û siyasetmedaran ku ji nû ve bifikirin ku wê çawa Amerîka pêşketinê xurtir bike û rêveberiyek baş li derveyî welat pêş bixe. Ev yek dikare alîkariya Washingtonê bike ku li hemberî aloziya penaberiyê li Afrîka û Ewropayê bisekine û bikaribe hêzên navdewletî bi awayekî baştir bike yek yek da ku şerên wêranker yên li Lîbya û Yemenê rawestînê. Her wiha, li qad û dozên ku wê hevkarî ya mentiqî û rast be, neyê pêşberî Çînê. Devjêberdana ji texmînên çandî û siyasî yên kevnar ên der barê Rojhilata Navîn de û nihêrîna herêmê di çarçoveyeke cihanî ya berfireh de, dikare di dawiyê de rê bide Amerîka û hevalbendên wê ku bi cidî parastina mafên mirovan bikin û guhertinên demokrasiya rastîn li wir xurtir bikin.

Eger Amerîkayê di nêrîna xwe ya li ser Rojhilata Navîn û pejirandina nexşeya kevn de israr bike, metirsiya têgihîştina ne temam a reftar û berjewendiyên lîstikvanên sereke yên Rojhilata Navîn û hesabên şaş ên hêzên navdewletî yên din ên li herêmê wekî Çînê, heye. Her wiha, mezinkirina tiştê ku dê ji ber vekişîna Amerîka ji herêmê encam bide. Dê dijwar be ku mirov ji Rojhilata Navîn wêdetir bifikire, di demekê de ku pisportiya berhevkirî û awayên ramanê yên avabûyî hene, her wiha bi hebûna saziyên burokratîk ku hemû li pêşiya guherînê dibin asteng. Lê belê dînamîkên guherîna hêza cihanî û pratîka herêmî bi lez, gelek dewletên bihêz û dewlemend ên Rojhilata Navîn ji nû ve meylên wan diguhirînin. Her wiha, êdî nexşeya ev dewlet dişopînin, ne heman nexşe ku Amerîka dişopîne. Êdî ew dewlet, metodekî xwe yê taybet dişopînin û divê Washington vê rastiya nû nas bike.

ÇAVKANÎ: KOVARA FOREIGN AFFAIRS

Werger ji erebî: Kendal Cûdî