Nêrînên cuda li ser dîroka Sûriyayê ya siyasî

Nivîskar: Mihemed Seyid Risas

Made bi zimanê erebî jî heye العربية

Navnîşana pirtûka Zên Nûredîn Zên “Şerê navdewletî li Rojhilata Navîn û jidayîkbûna Sûriya û Lubnanê” naveroka wê nîşan dide. Ji ber ku faktora navdewletî biryar da ku herêmê bi rêya jihevxistina Dewleta Osmanî ku serwerî li ser piraniya herêma Rojhilata Navîn dikir, saz bike. Ev faktor jî Birîtaniyayê bû, ku di nîveka duyem a sedsala 21ê de biryar da ku dev ji siyasetên xwe yên kevneşopî berde ku dirêjahiya sedsala 9an berdewam kir, a parastina Dewleta Osmanî ji têkçûnê, ji ber metirsiya belavbûna Rûsyayê bi aliyê başûr ve ber bi Rojhilata Navîn, cihê tengavan û Kanala Siwês ku bû rêya birîtanî ya sereke ber bi Hindistanê ve. Di vê pêvajoyê de ku tê de dayîk mir, Sûriya û Lubnan jidayîk bûn. Li gorî Nûredîn Zên “Mijara rojhilat di rastiyê de dozeke rojavayî an jî mijareke rojavayî bû li herêma Rojhilata Jêrîn.. Rewşa lawaz a ku Tirkiya di nav de bû, hişt ku doza parçebûna wê di Wezareta Derve ya Birîtaniyayê de û li wezaretên derve yên dewletên têkildarî mijarê, bû rojev” (1).

Nêrîneke din a nêzî wê heye di aliyê ku derve hişt a navxweyî çêbibe, ku em ê di pirtûka James Barr a bi navê “Xeta di xîzê de: Birîtanya û Fransa û kêferata ku li Rojhilata Navîn xêz bû” de bibînin. Di vê pirtûkê de, nêrînek li ser roja derketina fransiyan ji Sûriyayê di 17ê nîsana 1946an de heye,ku hêza ku wê amade kiribû ne xwecihî-sûriyayî bû, lê belê birîtanî bû, ku piştî birîtaniya hikûmeta Vichy ya fransî ya alîgira almanan derxist, ew jî bi êrîşeke leşkerî ku ji Filistîn û Iraqê hat, sala 1941ê. Ji ber vê yekê jî London di aliyê leşkerî de wê serwerî li ser Sûriya û Lubnanê dikir, bi hevkariya hêzeke sembolîk a hikûmeta Fransaya azad bi rêveberiya general De Gaulle.

Di pirtûka ku sala 2011an de ji aliyê weşanxaneya “Simon û Schuster” ve li New Yorkê hate belavkirin (2), di belgeyan de eşkere dibe ku meyla Birîtaniyayê ber bi avakirina Sûriyayeke mezin heye; Sûriya, Lubnan, rojhilatê Urdunê û Filistînê, bi dabeşkirina Filistînê du beşan, beşek girêdayî Sûriyaya Mezin û beşek jî ya cihûyan (r.362). Ev yek jî ji aliyê Encûmena Wezîran a Birîtaniyayê di çileya 1944an de hate erêkirin (r.363). Ev yek jî li ser esasê biryara ku Encûmena Şer a Birîtaniyayê li Rojhilata Navîn di civîna xwe ya li Qahîreyê de di gulana 1943an de da pêk hat û hate gotin “Hebûna fransiyan li herêmê, êdî ne ji bo berjewendiyên Birîtaniyayê ye” (r.362). Li gorî wê nêrînê “destekdayîna birîtanî ji Sûriyeya Mezin re, dibe ku aloziya ku bê guman dema koçberbûna cihûyan ber bi Filistînê ve bihate nûkirin çêbûbû, kêm bikira” (r.360), piştî ku pirtûka birîtanî ya spî di sala 1939an de, rawestand. Ango ku “Filistîn bi tena xwe nikare çareseriyê pêşkêş bike.. vebijarka tekane ya sivikirina fişara herikîna cihûyan, pêkanîna yekîtiya ereban e ku Wezîrê Derve yê Birîtaniyayê di gulana 1941an de, îşaret pê kiribû” (361-360).

Hinek nîşane hene ku Cemîl Murdem Beg piştgirî dida plana Birîtaniyayê ya derbarê Sûriyaya Mezin de (365) û ev jî bazareke ku mijara Filistînê û mijara Sûriyaya Mezin bi rengekî ji rengan bi derketina fransiyan ji Sûriya û Lubnanê ve, girê didan. Di pirtûkê de, piştgiriyek li ser avakirina têkiliyên veşartî ku Gaullists ji sibata 1944an ve çêkir heye, bi rêya rêveberiya wan a taybet li Sûriya û Lubnanê, bi rêxistinên “Irgun” bi rêveberiya Menachem Begin û “Stern” bi rêveberiya Ishaq Şamîr (r.345). Ev herdu rêxistin jî li dij birêtaniyan li Filistînê, şerekî kom bi kom didan meşandin. Di mijdara 1944an de, “Stern”, Wezîrê Dewleta Birîtaniyayê Lord Moyne yê li Qahîreyê dima û xwediyê projeya Sûriyaya mezin, kuşt. Bi vî awayî bi kuştina Moyne re, proje jî mir, tevî ku Qral Ebdulah Bin El-Hisên heta sala 1950 jî banga wê dikir, lê bi tevlêbûna Dufa Xerbî bi Urdunê re, têr bû. Lê serokwezîrê Birîtaniyayê ji xwe bîr nekir ku Fransa li pey kuştina hevalê wî li Qahîreyê heye, lewra De Gaulle neçar kir ku ew jî qedeha tehê vexwe, piştî ku hêzên Fransayê  bajarê Şamê di 29 gulana 1945an de topbaran kir. Serokwezîrê birîtanî nameyeke hişyariyê rêkir û got “Hêzên birîtanî wê destwerdanê bike.. da ku şer di navbera hêzên birîtanî û fransî de çênebe, em ji we dixwazin ku yekser leşkerên fransî şer rawestînin û vegerin baregehên xwe” (r.398). Piştî du rojan, tangên Birîtaniyayê derbasî Şamê bûn û hiştin ku fransî bikevin baregehên xwe ku jê derneketin, heta roja derketina wan ji Sûriyayê. De Gaulle bi van gotinan bûyerên Şamê bi bîr tîne: “Bûyer hemû ji aliyê birîtaniyan ve hatibû organîzekirin, da ku siyasetên xwe pêk bînin a derxistina fransiyan ji dervayî rojhilat, da ku cihê wan bigirin” (r.400).

Di destpêka sedsala 20î de wî li Welatê Şamê mozayîkek ji ol û mezheba dît, ku nêrînên wan cuda bûn û ji bo birîtanî û fransî ne wekî hev hebûn. Di vê çarçoveyê de, xistisiyanên maronî li ser projeya serweriya fransî li ser Lubnanê erê dikirin û ev yek jî Wecih Kewseranî di pirtûka xwe ya belgeyî de, qeyd kir (3). Her wiha, di nameya ku bi navê maroniyan ji bo serokê fransî di 1913an de hatibû şandin, tê de hate gotin ku “Fransa parêzvanê bi rûmet ji bo Lubnanê ye” (r.288). Di heman demê de, di nameya sala 1912an de ku rêveberê konsulxaneya giştî yê fransî li Beyrûtê nivîsandibû bi sernavê “Derbarê meylên siyasî li Sûriyayê” tê de gotibû: “Xiristiyanên vî welatî xwe di rewşeke kole de dibînin, hêvî dikin ku dagîrkeriya biyan wan rizgar bike” (r.254). Lê “mislimanên ereb ku ji radestbûna ji tirkan re aciz bûne, heta niha jî red dikin ku neteweya xirisiyanî bi awayekî yekser rêveberiyê bike. Lewra, pêwîst dike ku berê xwe bidin Misirê axa îslamê, ya ku qralekî ji wan û ji ola wan rêveberiyê dike, lê bi rêveberiya dewleteke ewropayî ya mezin.. Hizira tevlêbûna welatê Nîlê, li Sûriyayê rastî eleqeyeke mezin û alîgiran tê” (r.256). Her wiha, konsulê fransî lê zêde dike: “Şaş e ku mirov mijara Sûriyayê bi awayekî hestiyarî nîşan bide ku ev yek tê de tune ye. Heger xwesteka xiristiyanan ji hêlekê ve û xwesteka mislimanên ereb ên ji çîna têr ji hêleke din ve, nakeve berjewendiyên dewleta mezin de, ji ber wê xwesteka wan a hevbeş a serîhildana li hember nîrê ku li ser qirika wan e, di ser her tiştî re ye. Herdu alî dê pêşwaziya dewleta ku destwerdanê bike, bikin, a ku destpêkê destwerdanê bike ew e ya ku herî dê bê pêşwazîkirin. Her tişt ji me re dide xuyakirin ku tevgera cudaxwaz ya ku bingehên wê bi zelalî xuya dibin, dê berdeam zêde bibe û dê hizira welatê osmanî ji binî ve bê rahiştin” (r.257)

El-Kewseranî belgeyên ku pêşkêş kirine şîrove nake, lê belê dihêle ku xwîner wî bixwîne, ku tevliheviyek çêkir dema ku pirtûka El-Kewseranî di 1980yî de hat weşandin. Lê ew di pêşgotina pirtûkê de pirseke cewherî dike: “Çawa peyrewiya kapîtalîzma cîhanî pêk hat?” (r.5). Ew dide xuyakirin ku peyrewtî ne tenê bi hêza derve û desthilata wê ya leşkerî pêk hat, lê belê belgeyên wî dibêjin ku bingeha neyekbûna hundirîn qelsbûna Dewleta Osmanî keysbaz kir da ku xwe bavêje derve, lê paşê me gelek pencere dîtin li gel El-Şerîf Hisên bi birîtaniyan re 1915-1916, paşê bi bitriyarkê maronî di kongreya Vessasê sala 1919an.

Em dikarin di pirtûka Stephen Longrigg de ya bi navê “Dîroka Sûriya û Libnanê di bin raspêriya Fransayê de” ya ku di sala 1958an de derket û El-Erebiyeyê ew çap kir sala 1978an, bibînin ku şîroveya wê nêzî ya El-Kewseranî ye ji hêla hebûna bingeha hundirîn. Lê ew dibêje ku “navê ku li ser Sûriyayê derketibû, ango wesifkirina wê bi mozayîka kêmneteweyan dibe ku ne rast be, ew jî ne ji ber paşguhkirina piraniya mislimanên sinî, lê belê kêmkirina qedrê bingeha hevpar a ku tev de li ser kom dibin” (r.20 ji çapa erebî).

Ew di şîrovekirinê de nêzî James Parr e ji hêla hevrikiya birîtanî-fransî, tev li karîgerên herêmî ji wan bandor têkiliyên fransî-tirkî li hundirê Sûriyayê di levkirinên Enqera 1921, Lozan 1923 û doza Lîwayê Skenderonê 1937-1939. Lê pirtûka Longrigg dimîne pirtûkeke agahiyên dîrokî bi şêwazê vegotinê yê zengîn, ne pirtûkek e ku nêrîneke analîzî dide dîrokê.

Li vir, pirtûka Patrick Seale a bi navê “Kêferata li ser Sûriyayê: Lêkolîneke li bara siyaseta erebî piştî şerê 1945-1958” cihêwaz e. Pirtûka ku sala 1964an derketiye û bo zimanê erebî di 1958an de hetiye wergerandin, tê de şîroveya cografî-siyasî a dîroka Sûriyayê tê raxistin. Ew destnîşan dike ku guhdana navdewletî û herêmî bi Sûriyayê ji encama “ê ku Rojhilata Navîn bi rê ve bibe pêwîst e desthilata wî li ser Sûriyayê hebe” (r.14 ji çapa erebî), û serkeftina herêmî di kêferata Nîl û Dicleyê de bo rêvebirina deverê bi serdestkirina Sûriyayê ve girêdayî ye (r.14).

Bi rêya vê hevkêşeyê, Patrick şîrove dike ku xwesteka Qahîrayê ya avakirina Komeleya Erebî sala 1945an, ew bû bo ku li dij haşimiyên Bexdadê û projeya wan a “Hîlala Bibereket” û projeya haşimiyên Umanê “Sûriyaya mezin” bi kar bînin, di hepariyekê de di navbera herdu şahan de şahê Misirê Farûq û şahê Erebistana Siûdî Ebdûlezîz Al Siûd (r.42).

Paşê Qahîra û Riyadê piştgiriya derbeya Edîb Şîşeklî ya 1ê kanûna pêşîn a sala 1949an kir, ku pê rê li ber projeya yekbûnê ya di navbera Sûriya û Iraqî hat girtin piştî ku partiya Gel bi ser ket di hilbijartinê meha berî wê de (r.122), bi ser de jî fransiyan piştgiriya Şîşeklî kir ji ber ku Parîsê didît ku derbe li dij brîtaniyan ne, ne li dij Bexdadê ye (r.122).

Patrick Seale dibîne ku dijbertiya Cemal Ebdulnasir ji hevalbendiya Bexdadê ya di navbera Iraq û Tirkiyayê sala 1955an (paşê Birîtanya tev li wê bû), berdewamiya siyaseta misirî ya kevneşop e ku rê li ber Iraqê digire da ku desthilatê li Sûriyayê neke. Ev yek “tesî hemû rêzikên siyaseta misirî bû, wekî çawa ku di salên çilî de zelal bû, her wiha wekî çawa ku efsrên azad li Mirsirê ji nûv re ew nîgar dikirin” (r.254).

Lê ew di pirtûkê de zelal dike ku rikberiya bi Bexdad-Enqera-Londonê re, hişt ku Ebdulnasir hevalbendiyê bi Sovyetê re bike piştî heft mehan. Vê yekê hişt ku serokê Misirê bo Washingtonê ya ku bi Moskoyê re ketiye şerekî sar, bibe rikber. Paşê dibîne ku qulipandina hevkêşeyên sûriyayî bo dijberên hevalbendiya Bexdadê piştî ketin hikûmeta Faris El-Xûrî sala 1955an hişt ku hevalbendiya Bexdadê bê aso bimîne.

Ew ne tenê çûna Sûriyayê a ber bi avabûna girseyeke siyasî bû, ku ji serokê beisî Ekrem El-Horanî, Xalid El-Ezim, û yê komunist Xalid Bekdaş bi baskekî bi serokatiya Sebrî Eselî di Partiya Niştimanî de, ku dest danîn ser siyaseta Sûriyayê bi sê salan berî ku ji hev bikeve, lê belê hilweşîna hikûmeta El-Xûrî li Şamê “Yek ji xalên guhartinê yê siyaseta erebî bû” (r.286), bo berjewendiya serokatiya Ebdulnasir a erebî, bi hevalbendiyekê ku du salan dirêj kir bi Erebistana Siûdî û Urdinê re, li dij Nûrî El-Seîd li Bexdadê û paşê tirk û birîtanî, vê yekê hişt ku yekbûna Sûriya û Misirê bigihêje lûtkeya xwe sala 1958an.

Li vir em dikarin nêrîneke nû li dîroka Sûriyayê zêde bikin, ku Nikolaos van Dam di pirtûka xwe de pêşkêş kir a bi navê “Kêferata ser desthilata Sûriyayê 1961-1995”, ku destnîşan dike ku armanca pirtûka wî ew e ku “ka gelo heta çi astê bandora dilsozî û pabendiyan ên mîna etnîkî û herêmî û eşîrî li kêferata ser desthilatê li Sûriyayê heye, û ka gelo bi çi şêwazî dimeşe” (r.10).

Paşê di destpêka sedsala bîstem de pirtûkeke din derket ew jî pirtûka “Cotyarên Sûriyayê” ya Hina Betato, ku wergera wê ya erebî li Dewhayê sala 2014an derket. Em dikarin bibêjin ku şîroveyeke çînatî ya dîroka Sûryayê dihewîne. Ew dibîne ku piraniya endamên komîteya leşkerî ya Partiya Beisê, yên ku seba gihandina partiyê ya li ser desthilatê sala 1963yan bûn, “ji çîna rûspiyên gundî yan jî gundiyên ji çîna navîn bûn” (r.595), û teşeyê cotyarî di beisa salên 60î de hişt ku partî “girîngiyeke mezin bide cotyaran” (r.595).

Wekî puxte: Ev rêzenêrînên cuda li ser dîroka Sûriyayê, girîngiya Sûriyayê di tabloya siyasî ya giştî, navdewletî û herêmî de dide xuyakirin, her wiha qaseya bandora hundirê Sûriyayê li dervayî wê dide xiyakirin, ku em wek van nêrînên cuda di pirtûkên li bara dîroka siyasî ya Misir û Iraqê de nabînin.

Têbînî: Ev lêkolîn bi zimanê erebî hatiye nivîsîn û di beşê erebî yê NKLyê de hatiye weşandin û wergerî kurmanciyê hatiye kirin. Lewre me xwest ku çavkaniyên vê lêkolînê wekî xwe bimînin, da ku xwendevan karibe li reseniya wan çavkaniyan vegere.

زين نورالدين زين: الصراع الدولي في الشرق الأوسط وولادة دولتي سوريا ولبنان، دار النهار، بيروت،1977، ص180.

الاقتباسات من كتاب جيمس بار من الطبعة العربية الصادرة في لندن عام 2015 عن دار الحكمة، بترجمة سلافة الماغوط.

وجيه كوثراني: بلاد الشام: السكان، الاقتصاد والسياسة الفرنسية في مطلع القرن العشرين – قراءة في الوثائق، معهد الإنماء العربي، بيروت، 1980، ص288.