Nêrînek li ser Îranê
MIHEMED SEYID RISAS
Îranê di dîroka siyasî ya nûjen ya herêma Rojhilata Navîn da qonax vekirin û piştra yên din hatin wekî qonaxên jêrîn: Şoreşa destûrî ya farisî di sala 1906an da û piştî wê jî dewleta Osmanî di sala 1908an da. Piştra derbeya leşkerî (derbeya Riza Behlewî di 1921ê da û piştî wê jî derbeya Bekir Sidqî li Iraqê di sala 1936an da û derbeya Hisnî Zeîm li Sûrîyayê di sala 1949an da). Piştra Partîya Komînîst ya îranî “Tudeh” li Îranê belavbûna komînîstê li herêmê ji sala 1941ê ve vekir û piştî wê jî Partîya Komînîst ya iraqî di navbera salên 1955 û 1963an da û piştî wê jî komînîstên Sûrîyayê di sala 1957-1958an da. Her wiha, şoreşên neteweyî li dij dewletên heyî bi rêya Komara Mehabadê ya kurdan li Îranê di sala 1946an da û piştî wê jî kurdên Iraqê di sala 1961an da. Di heman demê da, kompanîyên biyan tev kompanîyên inglîzî-farisî yên ji bo petrolê di sala 1951ê da bûn milkê dewletê. Her wiha piştra ev yek li Misirê di sala 1956n da bi kompanîya Kenala Siwêsê ra çêbû. Her wiha tecrubeya dewletên neteweyî ya dijberîya rojava bi têkçûna tecrubeya serokwezîrê îranî Mihemed Misdiq di sala 1953yan da têk çû û Piştra jî serokê Misirê Cemal Ebdulnasir di şerê 1967an da têk çû û piştî wê jî tercubeya nasirîyan di salên 70yî da, bi bin ket.
Her wiha destpêka belavbûna îslamê li herêmê bi hatina Xumeynî li ser desthilatdarîyê di sala 1979an da çêbû. Di heman demê da, destpêkirina tevgerên civakî yên berfereh li dij rêjîman bi şoreşa kesk li Îranê di sala 2009an da dest pê bû û piştî wê jî bihara ereban di sala 2011an da pêk hat, ku li 5 welatên ereban (Tûnis, Misir, Yemen, Lîbya û Sûrîyayê) têk çû, wekî ku çawa di tecrubeya pêşekî li Tehranê da çêbû.
Hêjayî balkişandinê ye ku di vê çarçoveyê da, ev pêşengtîya Îranê Ii herêmê bi wê ra hilweşandina herêma Kevana Zêrîn pêk hat, li gel wê hilweşandin û têkçûna Dewleta Osmanî ku serwerî li ser wê dikir û piştra bi parçebûna wê piştî sala 1918an da di navbera Birîtanya û Fransayê da. Lewra, mirov dibîne ku hêza Îranê ya herêmî di vê demê da û belavbûna wê li herêmê piştî dagîrkirina Iraqê ji alîyê Amerîkayê ve sala 2003yan pêk hat û piştra Tehranê dest danî ser desthilatdarîyê li Bexdadê bi rêya hêzên xwecihî yên girêdayî Îranê (ev nav sala 1935an hat qebûlkirin û berîya wê navê wê Welatê Farisan bû)
Hêza farisî di dirêjahîya dîrokê da, bi rêya kontrolkirina hêdî hêdî li ser herêma Kevana Zêrîn û carinan jî Misirê wekî di serdema Qorşê Mezin û Qumbîzê Duyem di sedsala 16an da berîya zayînê çêbû û heta hatina Iskenderê Meqdûnî ya li herêmê (323-333 berîya zayînê) ku dest danîbû ser Kevana Zêrîn û Misirê ku berîya wê firis têk çûbûn. Ev yek jî bi misilmanan ra piştî şerê Qadisîyê (636) dubare bû ku ev têkçûna farisan li ser axa Iraqê bû û piştî wê jî têkçûna wê di hundirê axa farisan bi xwe da bû û bidawîbûna dewleta Sasanî (ji 224 Z) di sala 651an da piştî têkçûna wê di şerê Medain da. Her wiha, sasanîyan şerê xwe bi dewleta Bîzanê ra berdewam kir heta ku bi awayekî demkî dest danîn ser hin beşên Welatê Şamê ku heta bajarê Qudisê berdewam kir. Li vir hêjayî bibîrxistinê ye ku kontrolkirina Dewleta Osmanî li ser herêma Kevana Zêrîn, hevdemî têkçûna Ismaîl Sefewî li pêşîya sultanê osmanî Selîmê Yekem di şerê Çaldîranê da sala 1514an, ku ev yek wekî dergehê serwerîya osmanîyan li ser Welatê Şamê û Hîcazê sala 1516an bû û Piştra Misirê di sala piştî wê ra û piştî wê jî Mezopotamîyayê sala 1534an.
Di vê çarçoveyê da, cihê girîng ji bo belavbûna hêza farisan ji serdema desthilatdarîya Quriş (529-550 berîya zayînê) alîyê rojavayî bû. Ev meyla giştî jî li gel şûngirên quriş, sasanî, bûyîhî, sefewî, Şah Mihemed Riza Behlewî (1941-1979), Xumyenî (1979-1989) û şûngirê wî Elî Xumeynî, hate dîtin. Her wiha dewleta Sefewî jî (1501-1722) û piştî wê dema Qacarî ku Riza Şah di sala 1925an da ew bi dawî kir, ew di dîroka farisan da du rewşên awarte bûn, dema ku di alîyê bakur da ber bi Kafkasyayê ve û hin caran jî alîyê rojhilat ber bi Efganistanê ve çûn, lê rêya giştî ya belavbûna hêza farisan ber bi rojava ve bû.
Ji alîyekî din ve jî, tê dîtin ku hilweşandina Kevana Zêrîn hêdî hêdî an jî li gel du hêzên ku li alîyê rojhilat û bakurê Kevana Zêrîn derdiketin, çêbû ango li Welatê Faris û Anadolyayê. Her wiha, ev yek jî di sala 1514an da di dema şerê Çaldîranê da hat dîtin, ev yek jî niha di navbera Xumyenî û Erdogan da dubare dibe. Texmîn ew e ku Cemal Ebdulnasir di navbera salên 1963 û 1970yî da difikirî ku hevalbendîya wî bi desthilatdarîya Arifî “Ebdulselam û Ebdulrehman Arif” li Iraqê wê li pêşîya belavbûna şahê Îranê li alîyê rojava bibe bendek, tevî dijberîya wî bi Partîya Beisê ra ku di sala 1968an da dest danî ser desthilatdarîyê, ku wî metirsîya Îranê li ser Mezopotamyayê li ser ewlekarîya Misirê didît. Her wiha, ew pir baldar bû dema nîşaneyên avakirina hevalbendîyeka îslamî di navbera mîr Feysel Bin Ebdulezîz Al Siûd û Şahê Îranê û serokê Pakistanê Eyûb Xan di nîva salên 60î da xuya bûn. Di heman demê da, Ebdulnasir ji dema ku di fakulteya Erkanên Şer da mamosta bû berîya ku sala 1952yan were desthilatdarîyê, dizanîbû ku gefa li ser ewlekarîya Misirê ji Faris an jî Anadolyayê tê. Di vê çarçoveyê da tecrubeya Qumbizê farisî di sala 525 berîya zayînê û Selîmê Yekem ê osmanî di sala 1517an da vê yekê piştrast dikin, her du jî bi rêya kontrolkirina Kevana Zêrîn, dest danîn ser Misirê.
Lê tevî gotina fermandarê berê yê Pasdarên Îranê general Rehîm Sefewî ku dibêje Îran hêzeka herêmî ya gewre ye, ji dema ev gotin di sala 2013an da got heta roja me ya îro rast e û ev yek ji bo bûyerên ji sala 2003yan ve jî derbasdar e, lê di hêza wê da xaleka lawaz a mezin heye ku ew jî firis ku wekî neteweyekê dest danîne ser desthilatdarîyê û navendên biryarên li Tehranê, ew di komara Îranê da kêmnetewe ye, ew ne ya zêde ye, lê belê ew kêmneteweya mezin di dewletekê da ku kêmneteweya zêde tuneye. Bi gotineka din, di nava neteweyên mezin li herêma Rojhilata Navîn da, ango ereb, tirk, kurd û firis, firis yên herî kêm li herêmê ne.
Ji alîyekî din ve jî, komara îslamî ya Îranê di belavbûna xwe ya herêmî da, xwe dispêre partî û tevgerên şîî li gelek weletan, ji bilî hevalbendîya wê bi tevgerên Hemas û Cîhadê li Filistînê. Her wiha, şîî jî di nava misilmanên cîhanê û misilmanên herêma Rojhilata Navîn da, hejmara wan kêm e. Di heman demê da, bi belavbûna Îranê li herêmê di pêvajoya piştî sala 2003yan da, li kêleka wê jî hestyarîyeka sunî-şîî li tevahîya herêmê derket, ku gihaşt asta rûbirûnê sala 2006an li Iraqê û li Lubnanê sala 2008. Lê Îran nikarîbû dûrî şîîbûnê rûyê îslamê bide nîşandan, tevî ku têkilîya wê bi birêxistina cîhanî ya komara Ixwan El-Musilmîn ra baş e. Her wiha, Îrana niha wekî Yekitîya Sovyetê di serdema Brejnev 1964-1982yan bû, ku di siyaseta derve da bi ser dikeve, lê di rewşa xwe ya navxweyî da di alîyê aborî, civakî û hevgirtina neteweyan da, lawaz e. Ji vê yekê di dema Gorbaçov û Albêrîstroyka 1985-1991 hat fêmkirin ku dema paşveçûn di siyaseta derve de hevdemî qlsbûna hundirîn çêdibe û tevlihevî çêdibe, êdî dewlet ber bi jihevketinê ve diçe.