Nameya Şengalê.. Ji pêvajoyê xelasbûnê ber bi xweparastinê ve

FREDERICA GEERDINK

Piştî ku Şengal rastî hemleya qirkirinê ya herî dawî ya li ser destê rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst hat, rojnamevana Holandî Frederica Geerdink, bi şervanên PKK`ê re yên ku bi erka rêxistinkirina civakê li Şengalê piştî rizgarkirina beşekî mezin ji Êzidiyan ji qirkirinê radibûn, hevdîtin pêk anî. Di nava koma şervanên PKK`ê de, Frederica Geerdink hevdîtineke dirêj bi hevalê Ekîn re kir ku ew kurdekî ji Bakurê Kurdistanê ye. rojnamevan Holandî Geerdink naveroka hevdîtina xwe bi hevalê Ekîn re bibîr tîne û nameyek ji wî re rêkir ku ji aliyê Navenda Kurdî ya Lêkolînan ve hate weşandin:

Delalê min hevalê Ekîn…

Rewşa te çi ye? Ji dema ku artêşa Iraqê careke din êrişî Şengalê kir, ez bi te û hevreyên te yên li herêma Şengalê difikirim. Gelo danûstandina me tê bîra te ku ne tenê li ser şerê dijî DAIŞ`ê bû, lê belê der barê giringiya rewşenbîriya siyasî ya civaka Êzidî bû jî. Ez serbilind bûm, ji ku ez ji te fêr bûm. Tu di nava koma yekemîn de bû ku bi hawar Êzidiyan ve da ku wan rizgar bikin, dema ku DAIŞ`ê dest bi qirkirina komî di Tebaxa 2014`an de kir. Di wê zehmetiyê de, fedekariyênşervanên PKK`ê  bandoreke kûr di hûndirê de min çêkir, lewra ez vê nameyê ji te re dinivîsinim.

Ez ne bawerim ka ez tême bîra te lê na, dibe ku tême bîra te, ji ber çawa em rûniştin û axivîn pişt hevdîtina bi çend rojan, te got ku te piraniya daxwazên rojnamevanan ên hevdîtina bi te re qebûl nekirine. Piraniya daxwazên hevdîtinê yên hevalên min ên rojnamevan bûn, jiwan kesên ku zû derbas bûn û xwestin çîroka xwe çêbikin, te jî nexwest bibe parçeyek ji rojnamegeriya ku jêre tê gotin “Rojnamegeriya sîwan”. Ango bibe parçeyek ji wan raporên ku yê nûçegihan heme dice dihekî û bi lez çîroka xwe dibe û derbas dibe, bêyî ku dînamikên xwecihê nas bike. Lê piştî ku te dît ez mam û ne bilez bûm, te qebûl kir ku bi min re biaxive, tê bîra te?

Niha û dema ku ez vê nameyê dinivîsim, ez texmîn dikim ku rêbazê min ê rojnamevanî hêdî ye, dibe ku wekî rêbazê te di têkoşînê de ye, an jî di rastiyê de rêbazê PKK`ê di têkoşînê de ye. PKK û li kêleka wê YPG`ê, pêwîstî dîtin ku bi awayekî lezgînî parastina Êzidiyan di şerê li dijî DAIŞ`ê di havîna 2014`an de bikin. Lê tevî bidawîbûna pêvajoya herî metirsîdar a şer, ew neçû. Hûn hemû mane, we dixwast tiştên ku we çandî, berhemê wê bibînin.

Tu ji koma destpêkê ya şervanên PKK`ê ku ji çiya daket û bi awayekî lezgînî alîkariya Êzidiyan di wan rojên Tebaxa 2018`an de, kir. Ji ber vê yekê jî û li gorî texmîna min, gelek kovaran pir dixwestin ku bi te re biaxivin. Bê gûman ev yek meraq bi min re jî çêkir.

Wekî te ji min re gotiye, tu li Istenbolê mezin bûye û di ciwaniya xwe de, te tiştek li ser civaka Êzidî nizanibû. Te tenê dizanibû ku hene û ew li gorî rêgezên ji Musliman cûda, dijiyan. Her wiha te got”Heta astekê civaka wan nepenî bû” û te got:”Dema ku ez hatim vir, yekser min zanibû ku civakeke di bin zilmê de dijî”. Te zanibû ku ev tiştê hevbeş ê kûr di navbera civaka Êzidî li Başûrê Kurdistanê û civaka Kurdan li Bakurê Kurdistanê û cihên din:Çewisandin, bêewle, bê rêbazên parastinê li hemberî hewldanên ku zirarê bigihînin wan û heta tunekirina wan.

Êzidî ne tenê di sala 2014`an de rastî yekemîn qirkirina komî hatin, lê belê ew komkujî ya 73`an bû ku li dijî wan pêk hat. Te ji min re got:”Li gorî wan êdî ev bûye qedera wan û ew di wê baweriyê de ne ku wê ev ne operasyona dawî ya kuştina komî ku wê li dijî wan pêk were. Ew li gorî bingehên eşîrî xwe birêxistin kirine û ev bingeh dibe ku bi rêya destwerdanên derve, civakê parçe bike. Ev hemû alî girêdayî hev in wekî zincîrekê ne. Em wekî PKK`ê, hewl didin vê zincîrê bişkînin”.

Dema min pirsî ku, gelo îdeolojiya pêşverû ya PKK’ê ku armanca wê şikandina sîstema baviksalarî û dêsmanên baviksalarî ye, bi tevahî ji civaka Êzidî ya baviksalarî ya ku te ji min re xêz kiriye ne cuda ye, te got, “Dema ku PKK’ê li dijî dewletê û hiyerarşiya otorîter a civakê dest bi têkoşînê kir, heman tişt li ser civaka Kurdan a li Bakurê Kurdistanê hate gotin. Lê îro li herêmê binêrin. Bi kedê tu dikar van dêsman biguherînin.”

Belê, ne tu tenê wekî şervanekî PKK`ê yên ku min li Şengalê dîtine, xwe bi qirkirina DAIŞ’ê sûcdar dikirin. Te got ku lîderê we Ebdullah Ocalan beriya niha bi salan îşaret bi rewşa civakê kiriye û erka PKK’ê ye ku parastina Êzidiyan bike. Ev jî bû sedemeke din ji bo fedakariya te û hevrêyên te heta vê astê: Te hest kir ku we Êzidî winda kirine û tu dixwazî vê yekê careke din vegerînî. Ne tenê parastina wan bi çekê li hemberî DAIŞ’ê, lê belê zanekirina wan da ku bi çek û ramanê xwe biparêzin. Te jî wekî hevreyên xwe ji min re got:”Heta ku em erka xwe bidawî nekin, em dernakevin”. Bi rastî jî şervanên PKK’ê di sala 2018’an de ji ber guherîna dînamîkên li ser erdê derketin. Gelo ew erk hate bicihanîn?

Bê gûman, artêşa Iraqê ne DAIŞe, lê helbet ew dixwazin ku YBŞ`ê ya Êzidiyan ku PKK`ê di avakirina wan de, di aliyê perwerdekirina leşkerî û îdeolojî, alîkariya wan kiriye, bixin bin destê xwe. Gelo tu dibinî ev yek ji bo civakê xeteriyeke hebûnê ye? Eger bersiv erê be, gelo ma ne pir xemgîn e ku PKK ji sala 2018`an ve ji Şengalê derketiye? An jî ne pêwîst eku niha biçin wir, ji ber ku biçûyîna we wê tundî zêdetir bibe? Ji ber vê yekê niha neçûyîna li wir jî rêbazekî parastinê ye, lê gelo YBŞ`ê têra xwe xurt e ku erka parastina Êzidiyan bi cih bîne?

Ez nizanim niha tu li kurî hevalê Ekîn. Di şerê li dijî DAIŞ`ê de, tu birîndar bû û dema ku me hev dît jî, wê demê di pêvajoya dermankirinê de bû ku tu di serê xwe de birîndar, bûbû. Te got ku texmîn dikî di demeke nêz de, tuyê vegerî çiya. Gengaz e ku tu bi peywireke din hatiye erkdarkirin ku bibe alîkar ku tu bûyerên şoq ên dîtine, rihet bibî. Hêvî dikim ku baş bûbûyî û rêbazekî din bibinî da ku ezmûnên xwe di tekoşîna xwe de wekî ku we dixwest pêk bîne.

 

* Frederica Geerdink rojnamevaneke Holandî ku bi karûbarên Kurdan mijûl dibe.Geerdink, pirtûkek bi sernavê”Zarok mirin”derxist ku têde behsa dîroka doza Kurdan li Tirkiyeyê dike û pirtûka xwe bi pirsek li ser komkujiya Roboskî dest pê kir û gihîşt vê dawiyê:Bi rastî ji ber ku Kurd in hatin kuştin?Ev pirs, piştre wê bihêle ku nivîskar lêkolîneke meydanî ku salekê dewam kir ku Geerdink di nava şervanên PKK`ê de yên li gelek baregehên çiyan man, bike. Nivîskar Geerdink pirtûka xwe bi zimanê Holandî di sala 2018`an de derket û kopa wê ya Inglizê di destpêka sala 2011`an de bi sernavê”The Fire Never Dies”derket.

 

Werger ji erebî: Kendal Cûdî