Marco Rubio… Gelo helwestên wî yên dema borî, îro wateyê didin?

Nivîskar: Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Made bi zimanê erebî jî heye العربية 

Serokê hilbijartî  yê Amerîkayê di dema serokatiya xwe ya destpêkê de (2016-2020) Donald Trump, di sala 2019an de, rastî du protestoyên navxweyî hat, ku ji aliyê rêveberên payebilind ên Partiya Komarî dihatin birêvebirin. Herdu prostesto jî, ji ber nermbûna wî bi Serokkomarê Tirkiyayê Recep Tayyip Erdogan re bûn, dema ku Trump rê da serokkomarê Tirkiyayê operasyoneke leşkerî li dij hêzên HSDyê di cotmeha 2019an de li dar bixe. Di encamê de, Amerîka hêrs bû û diyardeyeke awarte çêbû ku Trump neçar bû ku bi rêya telefonê bi Fermandarê HSDyê re Mezlûm Ebdî biaxive û ceza li ser Tirkiyayê feriz kir.

Ji nav  dengên berz ên ku wê demê derketin û hêrs bûn, Marco Rubio bû (ku Trump piştî hilbijartina xwe wekî Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê erkdar kir) ku wê demê senatorê  Partiya Komarî yê wîlayeta Floridayê bû. Piştî belavkirina nûçeya erkdarkirina wî, li Enqerayê ne rihetiyek çêbû, ji ber ku ditirse Rubio bi helwesta xwe ya destekdayîna “Rojava” dewam bike.

Helwestên guhartî

Rubio ku bi eslê xwe kubayî ye û rexnegirê berê yê Trump û hevrikê namzediyê serokatî ya Partiya Komarî ya sala 2016an, di salên piştre nêzî Trump bû û di hefteyên dawî de ji hemleya hilbijartinê ya li dij Kamala Harris, beşdarî hemleya Trump bû.

Rubio wekî bazê siyaseta derve tê naskirin, her wiha parastina hevalbendiyên Amerîkayê li derve dipejirîne, di nav de jî NATO. Di heman demê de, derbarê dansûtandina bi Çîn, Îran û Kubayê re, ew senatorekî tund e. Lê di mehên dawî de, dest bi guhartina nêrînên xwe derbarê Ukranyayê û hînek dosyayan kir û banga bidawîkirina şer di demeke herî nêz de kir. Di hefteya borî de jî, li gorî rapora ku rojnameya “Wall Street Journal” belav kiriye, ragihand ku Amerîka “fînaseya şerekî bidawî dike” û 100 sal lazim dike, da ku Ukranya ji nû ve were avakirin.

Di nîsana 2024an de, senatorê 53 salî li dij alîkariyên Amerîkayê yên bi qasî 95 milyar dolar ji Ukranyayê re dengê xwe da û ji Ukrayayê ya ku dikeve Ewropaya rojhilat, xwest ku danûstandinê bike, da ku şerê xwe bi Rûsyayê re bi dawî bike.

Beriya bi çend salan, Rubio bangên Trump ên dersînorkirina komî ya penaberan rexne kir, lê niha heman xîtaba Trump vedibêje. Her wiha di gulanê de jî got: “Ev dagîrkirina welat e, divê çareyek jê re bê dîtin”.

Stephen Miller, endezyarê alîgirê siyasetên Trump ên sînorî û rexnekarê Rubio yê berê, Senaorê amerîkayî wiha wesf kir: “Ew yek ji  ramyarên her kûr, xwedîdîtin û behremend e di dozên me yên siyasî de.” Serokê Amerkayê Miller kir cîgirê serokerkan di wîlayeta xwe ya duyem de.

Li gorî rapora li ser platforma CNNyê hatiye weşandin, Kaitlan Collins û Christine Holmes dibêjin ku Rubio pisporiyeke xwe ya kûr di siyaseta derve de heye û ji ber ku endamê îstixbaratê di senatoya de ye û endamê komîteya têkiliyên derve ye, diyar e ku Wezareta Derve ji bo Rubio guncav e. Her wiha senator Rubio ji Floride ye û têkiliyeke xwe ya xurt bi mezintirîn karmenda Koşka Spî Susie Wiles yê bê re heye.

Hevalbendiya cihûyan

Hevalbendiya Komarî ya Cihûyan (RJC) ku yek ji piştgirên sereke îsal ji Trump re bûn, pesna biryara erkdarkirina Rubio wekî wezîrê karê derve, dan. Di vê çarçoveyê de, serokê RJCyê senator Norm Coleman û serokê rêveber ê RJCyê Matt Brooks di daxuyaniyekê de gotin: “Em dizanin ku bi rêveberiya senator Rubio ji Wezareta Derve re, Amerîka wê bi hevalbendên xwe re li dij dijiminê me bisekine.”

Texmîn ew e ku Rubio li ser planên Trump pêşbînîkirî yên fişara li ser Ukranyayê da ku rêyeke çareseriyê bi Rûsyayê re bibîne û li dervayî NATOyê bimîne, erê bike. Lê hîna ne diyar e ku, eger rêveberên Rûsya an jî Ukranyayê amade ne bikevin danûstandinan li gorî plana Trump.

Rubio ji endamên senator yên herî zêde eşkere bû derbarê pêwîstiya Amerîka ku derbarê Çînê de. Her wiha hi helwestên wî paşê bûn berbelav di nav herdu partiyan de. Wekî mînak, dema ku Rubio di kongressê de bû di dema rêveberiya Trump a yekem de, dest bi siyasteke sazkarî kir ku armanca wê ew e alîkariya Amerîkayê bike di rikberiyê de bi aboriya Çînê re ya ku di destê dewletê de ye.

Her wiha, Rubio xebatên hevserokatiya komîteya rêveber a kongressê ya partîtî derbarê Çînê de kiriye, ku armanc dike siyasteke tundraw derbarê Pekinê de ava bike, nexasim hewldana çareserkirina binpêkirinên mafên mirovan li wir. Di sala 2020î de jî, Rubio serperiştiya projeya qanûnekê kir ku hewl da dahatûyên kelûpelên çînî yên ku bi rêya karmendiya neçar ji hêla kêmneteweya îgorî li Çînê hatine çêkirin, qedexe bike. Di sala bi dû de serok Biden li ser qanûnê îmze kir.

Di sala 2019an de jî, Rubio bû alîkar da ku Trump qani bike, ku siyaseta cezayên tund li dij Venezuela pêk bîne, da ku serokê wê yê çepgir Nicolas Maduro bavêje. Lê tevî zehmetiyên venezueliyan ji ber cezayên ku Amerîkayê feriz kirine, lê heta niha Maduro li ser desthilatdariyê ye.

Di demên dawî de, Rubio piştgiriya Amerîkayê ji dil û can ji Şerê Îsraîlê li Xezayê kir. Dema ku çalakvanekî aşitiyê di dawiya sala borî de, li ser nêrîna wî ya hejmareke mezin a qurbaniyên sivîlên filistînî, pirs kir, Rubio got: “Ez texmîn dikim ku Hemas ew ji sedî sed berpirsyar e.”

Piştî ku Rubio bû wezîrê derve, pirsa sereke ku derdikeve holê ew e, gelo wê dev ji metoda destwerdanên Amerîkayê di gelek beşên cîhanê de berde? Dibe ku ev rêbaz wekî hizirên Trump be: “Destpêkê Amerîka”, lê ew tersî hin helwestên Rubio yên berê ne, li gor “New Yourk Times”ê.

Lê em nikarin tiştekî tekez bikin jî berî ku em nas bikin ka heta çi astê Trump hatiye guhartin!