Li ser naverok û nameya medyaya Rojava!
Dr.Tariq Hemo
Di dema me ya heyî de medya rolek sereke û beriz dilîze. Bi rêya medyayê û alavên ragihandinê her dewletek an jî rêxistinek nameya xwe ji bo raya giştî radigihîne û doz û berjewendiyên xwe dewrî qalibekî exlaqî û mirovahî dike. Di heman demê de jî, ev alî êrîş û kampaniyên reşkirinê yên ku medya dijber dimeşîne, bersiva wan dide û derewên wan aşkere dike. Ji bo medyayê peywerek yekane û aşkere heye, ew jî moralîzekirina siyaseta vê dewletê/rêxistinê ye, ya ku qaşo li gorî rêbazên navnetewî û rêgezên mirovahiyê tevdigere û ronîkirina derew û bêbexitiyên ku medya dijber belav dike (hetikandinê wê!).
Mirov dikare bi giştî van gotinan derbarê her alavek medyayê de bêje. Her wiha, ev gotin û nirxandin ji bo hemû saziyên medya û ragihandinê yên her dewlet an jî rêxistinekê derbasdarin. Dema ku her dewletek an jî aliyek budçeyeke mezin li medya xwe û alavên ragihandinê yên ku nûnertiya wan dikin û bi qalibekî xweşik dide pêş, xuya dibe bê ev medya çiqasî girîng e û xwedî rolek sereke û beriz e. Li hin aliyên cîhanê mirov dikare behsa bi milyar û bi milyonên dolaran bike, yên ku ev hêz li medyayê xerç dikin. Medya bûye indostriyek bi serê xwe û bi awayekî zanistî û profesyonal bi pêş ve diçe. Ji bo ku medya bi hêz be û karibe name û naveroka xwe bigihîne her kesî, divê aliyên dirûnî û civakî yên kesên ku dibin armanca vê medyayê, werin lêkolînkirin. Divê bi demê re ev beş û qatên civakê bikevin bin bandora medyayê û ji dil ji naverok û nameya wê bawer bikin. Ev zanist û pisporiyek bi serê xwe û gelek reng û aliyên wê hene.
Ji bo kurdan jî medya girîng e. Gelê Kurd wek gelekî ku ji bo bidestxistina mafên xwe yên mirovahî û netewî têdikoşe, hewcedariya wî bi medyayek bi hêz, profesyonal û rastgo heye. Ne tenê medya û alavên ragihandinê yên ji hemû cûryan, ên ku bi zimanê kurdî weşanê dikin û kurdan muxteb digrin, girîng in, lê medya ku bi zimanên din weşanê dike û ji bo nasîn û şîrovekirina doza kurdan, valaderxistina name û naveroka medya dijber ku hatiye erkdarkirin, ew jî girîng e û xwedî wateyek mezin e. Îro derfetên kurdan gelek in û ew dikarin medyayek pispor ya ku bi dehan ziman weşanê bike, ava bikin û hemû aliyên têkoşîna netewa kurd şîrove bikin. Bi rêya vê medyayê kurd dikarin rastiya doza xwe bêjin, bersiva medya dijber bidin. Her wiha ew dikarin dostan ji xwe re çêkin û aliyên mirovahî û pêşverû yên civak û çanda kurd jî beriz û ronî bikin.
Jixwe gelê kurd van deh salên dawî li ser asta cîhanê derketîye pêş û hatiye naskirin. Cîhan niha kurdan wek gelê berxwedêr yê ku li dijî terorê şer kiriye û xweparastî ye nas dike. Li her devera cîhanê keç û ciwanên kurdan yên ku têkoşîn li dijî terorê û DAIŞê kirine, naskirî û hezkirî ne. Îro roj cîhan dizane ku kurdan jin, kêm-ol û kêmnetew parastine û rê li ber belavbûnê terorê girtine. Kurdan rêxistinên wek DAIŞ têk birine, paytexta wê rûxandine û tevahiya cîhanê ji terora wê xelas kiriye. Divê medyaya kurd ya ku cîhanê muxateb digire li ser van rastiyan bixebite. Divê hemû aliyên vê têkoşînê werin ronîkirin. Ev SOFT POWE(hêza nerm) a kurda ye. Jixwe li cîhanê bi milyonan kes hene ku vê rastiyê dizanin û kurdan ji bo xwe wek nimûne û mînak dibînin. Divê di navbera van kesan û kurdan de pirek çêbibe. Divê medyaya kurd bibe ev pir.
Bêguman pirsgirêkên kurdan jî hene. Kurd ne yek helwest û yekrêzin. Medya wan jî ya partî û aliyan e. Medyayeke yekgirtî nîne. Lê tevî vê yekê jî ew medya ku kurdên têkoşêr, yên ku teror têk birin, jinê diparêzin û didin pêş, biratiya gelan bingeh digirin û hawirdorê geş dikin, ew dikarin medyayek xurt û xwedî name û naverokek zengîn ava bikin. Divê li ser şêwe û simbolên têkoşîna kurdan were axaftin. Jinên ku pişta terorê dane erdê û ciwanên ku nirxên mirovayetiyê parastine, divê werin nasandin û pêşkêşkirin.
Tu carî divê kurd derfetên di destê xwe de berbelav nekin. Bi mijarên dûr û ne girîng mijûl nebin. Divê ew tenê rojeva xwe esas bigirin û doza xwe şîrove bikin. Divê naveroka medya kurdî wê armancê bigire, ew jî çawa û bi çi rêyê têkoşîn û mafên kurdan vebêje û aliyên mirovahî û exlaqî yê berxwedana kurdan ronî bike. Divê ev berxwedana heyî û berdewam, li her deverê û li ser her platformê bê gotin û ronîkirin. Divê ev berxwedana ku her roj xurtir û gurtir dibe, di rojeva herêma Rojhilata Navîn û tevahîya cîhanê da berz bimîne. Divê tu carî rojev neyê guhartin û ev berxwedan, şerê xweparastin û berevanîya nirxên mirovatîyê, neyê paşguhkirin.
Komkujîya ku dewleta tirk li Kurdistanê dimeşîne û dixwaze ser binxumîne, divê bê vegotin û ronîkirin. Hemû alavên ragihandinê yên kurdan, hemû rêxisitin û kesayetî li Kurdistanê û derveyî wê, divê vî şerê qirêj yê dewleta tirk ji tevahîya cîhanê ra eşkere bikin û rûyê reş yê desthilatdarîya AKP/MHPyê eşkere bikin. Divê hemû cîhan zanibe ku ev rêjîm komkujîyan dike û kurd jî xwe diparêzin û berxwedaneka rûmetê dimeşînin.
Em li Rojava hewcedarî vê yekê ne. Divê derfetên Rojava vala û pûç neçin. Divê medya bi zimanên din weşanê dike bi giranî li ser hemû aliyên tecrube û têkoşîna Rojava bisekine. Mijarên heremên din ne ewqasî girîng in. Jixwe tu nikarî bi zimanê erebî tiştekî nû derbarê Sûdan, Libya û Filistînê bide. Eger hat û tu bi erebî weşan kir û civakek muxatebe girt, divê te xwe bi wan bide naskirin. Tu aliyên demokrat û azadîxwaz yên di nav wan de destek bike û derfeta derbirînê bide wan. Tu wan hembêz bike, da ku karibin xwe îfade bikin û di hundurê civaka xwe de berevaniya doza te bikin.
Medyaya Rojava ya ku bi zimanê erebî weşanê dike, divê ji nû ve were nirxandin. Bi taybet TV yên ku erebî bernameyan didin. Divê li ser naverok, girîngî û wateya van bernameyan were axaftin. Divê lêkolîn çêbibin. Nayê fêhmkirin û qebûlkirin te mesrûfê bike, li jêr navê “bêlaîtiyê” xîtabek bê ser û ber pêşkêş bike. Tu Tv ya xwe bike platform ji kesên nedemokrat û nijadperest yên ku doza te qebûl nakin. Divê te xwedî armanc û naverokek destnîşankirî be. Te ne bê serî weşanê bike û bi navê “azadiya nerînê” her kesî derxe pêş û derfetê bide xîtaba wî ya paşverû.
Divê derbarê medya Rojava û bi taybetî ya ku qaşo ji bo muxatebegirtina gelê ereb û civaka ereb hatiye wezîfedarkirin de, lêkolîn were kirin. Divê were nasîn, ka gelo ev şêweyê “serberdayî” yê weşanê çi xizmetê ji doza Rojava re dike. Çawa Rojava daye nasîn û aliyên têkoşînê beriz kiriye?. Divê şêweyê niha yê pêşkêşkirina mijar û rewşa heremê were axaftin. Pirseke mezin were kirin: Gelo ev weşana ku mijarên xelkê digire dest û filan û bêvan dike mêvan, cihekî beriz dide nêrîn û şîroveyên wan, çi xizmetê dide Rojava û doza wê?.