Li Bakur-Rojhilatê Sûriyayê amadekariyên hilbijartinên şaredariyan ên 11ê hezîranê dewam dikin. Bi giştî wê li 7 kantonan hilbijartin werin lidarxistin. Bi dehan hêz û partiyên siyasî yên pêkhateyan ragihandin ku ew ê beşdarî hilbijartinan bibin. Jixwe Rêveberiya Xweser jî bi hemû derfetên xwe hewl dide ku ev hilbijartin di atmosfêreke demokratyane û ewle de pêk werin. Ji bo vê yekê saziyên pêwendîdar ên xweseriyê amadekarî kirine û banga tevlîbûneke xurt û beriz li welatiyan dikin.
Li dij hilbijartinan dewleta tirk bi tundî helwest nîşan da. Di serî de serokê MHPyê Devlet Bahçelî gefên şer xwar û ji Şamê xwest, ku ew li gel astêşa Tirkiyayê êrîşê bibin ser herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê. Piştî Bahçelî, Wezareta Parastinê ya Tirkiyayê jî daxuyaniya gefxwarinê li dij Bakur-Rojhilatê Sûriyayê da. Li ser zimanê Zekî Akturk, Şêwirmendê Wezareta Parastinê ya Tirkiyayê daxuyanî hat dayîn û hilbijartin wek “parçekirina axa Sûriyayê” hatin binavkirin. Dawiya dawî jî Recep Tayyip Erdogan, serokkomarê Tirkiyayê axivî û gefên êrîşeke berfireh a li dij Bakur-Rojhilatê Sûriyayê xwar. Erdogan wek her car, hemû bihaneyên berê dubare kir û dijminatiya rejîma xwe ya li dij Bakur-Rojhilatê Sûriyayê û gelê kurd nîşan da.
Dewleta tirk a ku 7 herêmên Sûriyayê di salên 2016, 2018 û 2019 an de dagîr kiriye û ew di warên rêveberî, hindekarî û aborî de bi Tirkiyayê ve girê daye, siyaseteke tirkkirinê dimeşîne, Xweseriya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi “parçekirina xaka Sûriyeyê” tewanbar dike! Dewleta tirk a ku axa Sûriyayê dagîr kiriye û hewl dide bi ser Tirkiyayê ve girê bide, Xweseriya ku pêkhateyên herêmê civandiye ser hev, teror têk biriye, yekîtiyek ava kiriye û her roj doza diyalogê bi hikûmeta navendî/Şamê re dike, bi “cudaxwaziyê”, gunehbar dike!
Yekser û piştî van daxuyaniyên dijminane û gefên şer û dagîrkeriyê, desthilatdariya AKP/MHPyê ji çeteyên xwe yên opozîsyona Sûriyayê xwest, ku ew li dij Xweseriyê dest bi kompaniyeke reşkirinê bikin. Di serî de “Itîlaf”, “Artêşa Niştimanî” û “ENKS” ketin nava liv û tevgerê û her yek bi şêweyê xwe, nûçeyên derew belav kir. Rêxsitina Ixwan El-Mislimîn a ku wek alav di destê dewleta tirk de ye, daxuyanî li dij hilbijartinan derxist û xweserî bi “cûdaxwaziyê” tewanbar kir! Ev rêxsitina çetewerî ya ku dixwaze heremên Sûriyayê tevî axa Tirkiyayê bike û bi hezaran ciwanên sûriyayî ji bo dewleta tirk li Lîbya, Azerbîcan û Nîgerê dewrî çeteyên kirêkirî kiriye, behsa “welatparêziyê” dike! Her wiha “ENKS” ku qaşo doza “Kurdistana Sûriyayê” dike, bûye alavek di destê opozîsyona girêdayî Enqerayê û peywera wê bûye rewakirina komkujî, revandin û derbiderkirina kurdan ji Efrîn û Serê Kaniyê, li jêr navê “Şoreşa Sûriyayê”. Ev e eniya ku dewleta tirk ava kiriye. Eniyeke xwefiroş, ji ajan û xayinên xak û welatiyên Sûriyeyê ne.
Rejîma Şamê jî xwedî helwesteke neyînî ye. Ew diyalogê bi Xweseriyê re red dike û çareseriyê li ser bingeheke nenavendî qebûl nake. Rejîma Şamê hîna di hêviya welatekî navendî wek mîna beriya sala 2011an de ye. Tevî ku ew di nava kirîzên aborî û siyasî de fetisiye, lê dîsa jî ji ya xwe nayê xwarê û rêya çarseriya siyasî ya aştiyane venake. Ew dikare bi Xweseriyê re li hev bike û formeke demokratyane li tevahiya Sûriyaye bi cih bike. Eger lihevkirin pêk were, dê Sûriyayê xurt bike û aştiyeke navxuyî pêk were. Dê Şam û Qamişlo bi hev re hêzek niştimanî ya Sûriyeyê ava bikin û hemû heremên dagîrkirî, çi ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê û çi ji aliyê Cebhet El-Nusrayê, rizgar bikin. Şam bi naskirina Xweseriyê xurt dibe û dikare ji nava kirîzê derkeve.
Wiha xuya ye ku desthilatdariya AKP/MHPyê amadekariya êrîşeke berfireh a li ser herema Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dike. Ev desthilatdarî xetimî ye û li Tirkiyayê di nava gel de li iflasê ketiye, lewra dixwaze rojevê biguherîne û bi rêya êrîşekê li ser Xweseriyê jiyana xwe dirêj bike. Ew ji pêşveçûnên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bêzar bûye. Ew ji lihevkirina kurd û ereban tengezar e û dizane ku hewldanên şerê pêkhateyan, bi ser neketin. Ji ber hindê ew hewl dide êrîşê bike û hin herêmên din yên Xweseriyê dagîr bike. Ew bawer dike, ku şert û mercên li herêm û cîhanê ji bo vê êrîşê guncav in.
Saziyên Xweseriya Bakur-Rojhilatê Sûriyayê li dij gefxwarina dewleta tirk derketin. Li dij van gefên êrîşan û kampaniya reşkirin û belavkirina derewan, gelek daxuyanî û helwest derketin holê. Hat gotin, ku hilbijartin mijareke navxuyî ya Sûriyayê ye û dewleta tirk têkildar nake. Li hemberî dewleta tirk li ser asteke gelêrî helwesteke hevgirtî heye. Gelên Xweseriyê rewşa herêmên li jêr dagîrkeriya Tirkiyayê dibînin. Ew naxwazin bibin bindestên çeteyan û li ser destê wan tar û mar bibin. Ji ber vê yekê, vîna berxwedan û tekoşîna li hember her cureyekî êrîş û dagîrkeriyê, diyar û berz e.