Hevalbendîya Erdogan û Bahçeli… Erdhej wekî derfeteka şer

TARIQ HEMO

Hevalbendîy AKP û MHPyê (ya bi temamî faşît û divê her car em li ser vê yekê piştrast bikin), hewl dide ku ji “guhartina” ku li Tirkîyayê çêbûye, ango karaseta erdhejê sûd werbigire, da ku destkeftîyan bi dest bixe û xwe ji têkçûnê rizgar bike. Her wiha, “alozîyê” veguhirîne derfeteka nû ya serkeftinê û rizgarkirina ji têkçûna di hilbijartinên bê da, da ku opozîsyonê dûrî desthilatdarîya Tirkîyayê bixe.

Erdogan û hevkarê wî serokê Tevgera Netewperest Devlet Bahçelî, hewl dide bi rêya aktîvkirin û jinûvesererastkirina kom û milîsên olîgarîşk (ragihandinê û aborî) yên derdora wan, da ku nehêlin hêrsa gel a ji ber berpirsyartîya hikûmet û dewletê  ku zirarên mezin ji ber erdheja wêrankirî dîtine, rabe. Hikûmet û dewlet, bi awayekî xemsarî û paşguhkirinê nêzî mijara avakirina avahîyan bûn, ku şertûmercên pêwîst ên avakirinê qet pêk neanîn. Wekî her carê jî çeka di destpêkê hevalbendanîya AKP-MHPyê da, bikaranîna olê ye û erdhejê wekî “ezmûneka” ji xwedê nîşan bidin û “pêkanîna qedera xwedê ya ku rev jê tuneye.” Di encamê da, destwerdana hikûmet û dewletê di pêvajoya piştî erdhejê da, wekî “hewldaneka dinyayî ya rizgarkirina mirovahî” nîşan didin û qebûlkirina tam a “qederê” ya ku herêmên berfireh wêran kirin û bi dehhezarên kesên bêguneh di bin kavilan da hatin veşartin. Balkêş e ku walîyê Şirnexê bi bêhemdî got: Hejmara qurbanîyên erdhejê ji hejmara ku hatiye ragihandin, bi /5/ qatan zêdetir e! Di heman demê da, di destê  desthilatdarîya Tirkîyayê da çekeka din heye û ew jî; tîyorîya komployê ye û her kesê ku balê bikişîne ser xemsarî û kêmasîyên hikûmetê, wî wekî dijber, sîxûr û tabûrê pêncemîn nîşan didin û ev jî hemû dijberên Erdogan û rexnegirên wî yên li derve û hûndirê Tirkîyayê da, digire nava xwe.

Tevî ku Erdogan û kom û milîsên wî yên olîgarîşk ên girîdayî wî, sazîyên ragihandinê kontrol kirine û malperên tevna civakî qedexe kirine û rojnamevanan dixin zindanê û li dijî wan dozan vedikin, lê asta wêranîya ku derketî holê, têrê dike ku cewher û rastîya cûntaya hilweşîner û ya diz û gendelî ku Tirkîyayê bi rê ve dibe, şirove bike. Ev desthilatdarî tevî ku welat ji sala 2002yan ve bi rê ve dibe, di avakirina welat û bipêşxistina binesazîyê bi awayekî saxlem da, bi ser neket. Ev yek di dîmenên asta wêrankirina li Sûrîya û Tirkîyayê da, dîyar dibe!

Bajar û gundên Tirkîyayê yên ku ji ber erdhejê zirar dîtine, di rewşeka bobelatê da ne. Her wiha, derket holê ku avahî û xizmetguzarî ji cîrana xwe Sûrîya ku rastî heman erdheja wêrankirî hat, ne baştir e. Cîhanê avahî û xanîyên li Tirkîyayê, wêrankirî, hilweşandî û qelşî dîtin, wekî avahî û xanîyên li Sûrîyayê ye. Sûrîyaya ku ji zêdetirî deh sal in, şerekî giran ê wêranker tê da rû dide û ne dewlet û ne jî xizmetguzarî û ne plan tê da heye.

Erdhej bobelat e, lê di heman demê da rûreşî ye ku asta gendelî û xemsarîya çîna desthilatdar li Tirkîyayê ye ya ku welat bi siloganên mezin bi rê ve dibe, eşkere kir. Her wiha, erdhej rastîya welatekî di alîyê avahîsazîyê da bipaşdamayî ya ji cîhana sêyemîn e eşkere kir, ku tê da gendelî, tevlihevî û bêserûber heye û di nav da jî xebatên avakirinê û avahîsazîyê bi rêya torên gendelîyê û nepotîzmê û bazirganîyê, dûrî çavdêrî û lêpirsirîna dewletê, tê kirin. Di heman demê da, erdhejê li herêmên kurdan jî, mêjîyê mêtingerî, tolhildêr ku guh nade jîyana mirovan, eşkere kir. A girîng ji bo hevalbendîya AKP-MHPyê ya li ser esasê şer rabûye, bi awayekî leşkerî herêmên kurdan bixe bin kontrola xwe û dor li HDPyê teng bike û rê nede tu xebatên avakirin û bipêşketê. Lewra, ne balkêş bû ku yekemîn gava hikûmetê, ragihandina rewşa awarte li herêmên kurdan ên ku zirar ji erdhejê dîtine.

Her wiha, derket holê ku hikûmetê yekser odeya birêveberîya alozîyê ava kir ku erka wê ya sereke ew e ku li dijî kurdan sîyaseta bidûrxistina nijadperestîyê bi kar bîne. Vê yekê jî bi rêya ku alîkarîyê nede wan û xebatên belavkirinê di bin sîwana sazîyên ewlekarîyê da, bi rêya erkdarkirina kesayetên ji AKPyê (partîya dewletê) da ku serpereştîya xebatên rizgarkirin, belavkirina alîkarîyê û pêjîyanî, bike. Li ser vî esasî, alîkarîyê nadin hemwelatîyên kurd ên ku piştgirîyê didin HDPyê, lê tenê alîkarî didin kesên ku pesnê partîya desthilatdar û kesayeta Erdogan didin û spasîya dewletê li ser “destwerdana lezgîn” û “hewldanên mezin” ên rizgarkirinê û alîkarîyê dikin, her wiha sozên hikûmetê yên avakirina avahîyên nû û dayîna deynan û mûçeyên dayîm dane, wekî ku bi rastî ev yek pêk hatiye, didin nîşandan.

Di vê alozîyê da, rûyekî din ê dewleta Tirkîyayê derket holê; ew jî bi xebata ku sazîyên peywendîdar şerekî taybet dimeşînin, bi rêya lezkirina di pêkanîna plana tirkkirina kantona Efrînê û vê yekê jî bi rêya “qanûnkirina” koçberkirina kurdan ji wê deverê pêk tînin. Her wiha, ew sazîyên peywendîdar avahî û axa ku ji ber erdhejê zirar dîtine, bi navê akincîyên ku dewleta Tirkîyayê piştî dagîrkirina Efrînê û koçberkirina kurdan anîne, qeyd dikin. Bi vê yekê armanc dikin ku guhartina demografîk li herêmê pêk bînin û erdhej û hebûna navdewletî ku ji bo rizgarkirin û alîkarîyê hatine, di rewakirina sîyaseta tirkkirin û qirkirina etnîkî da bi kar bînin û vê yekê bi cîhanê bidin qebûlkirin û di heman demê da cîhan bi xwe jî şahidê vê yekê be. Ev yek ji bilî agahîyên ku behsa windakirina bi sedan zarokên kurdan li herêmê yên ku malbatên xwe di erdhejê da winda kirine û êdî bêxwedî ne, tê kirin. Her wiha, tê gotin ku sazîyên peywendîdar ên dewleta Tirkîyayê berpirsê revandina van zarokan e û armanc jê van zarokan di demên pêş da bixin bernameyên taybet da ku mêjîyê wan were şûştin û werin tirkkirin û di mêjîyê wan de ramanên faşîst ên nîjadperestane werin çandin, da ku bibin “Gurên Boz” û alavên şer li dijî tevgera niştimanî ya kurdî. Ev yek jî sîyaseteka kevnar û mîrasa mêtingerîyê ya Tirkîyayê û berîya wê jî ya osmanîyan ku tê naskirin.

Birêveberên payebilind ên PKKyê di demên dawî da, di çarçoveya nirxandinên xwe yên derbarê bobelata erdhejê û sîyaseta hevalbendîya desthildar li Tirkîyayê, behsa gelek alîyên sîyaseta hikûmeta Tirkîyayê derbarê kurdan û doza wan da ku piştî erdhejê derket û wê derkeve, kirin. Li gorî van nirxandin û analîzan, amaje bi paşguhkirineka bizanebûn a ji alîyê dewleta Tirkîyayê ve derbarê alîyên fenî di avakirin û avahîsazîya li herêmên Kurdistanê, hate kirin ku çawa tu pereyên ji sendoqa erdhejê ya ku dewletê ji sala 1999an da ava kir, ji bo herêmên Kurdistanê xerc nekirine, ku ji wê sendoqê 35 milyar dolar qezenc kir ku divîyabû wan pereyan ji bo xurtkirina binesazîya li herêmên ku wê rastî erdhejê werin, bihatana bikaranîn. Lê ev pere nehatin xerckirin ji bo erdhejê û eger hatibin xerckirin jî, li herêmên Kurdistanê tu pere ji bo avakirin an  jî bipêşxistinê nehatine xerckirin.

Ev yek ji bilî plana tirkkirina Efrînê ku pir eşkere bûye û planên nû/kevn ên koçberkirina kurdên elewî ji wîlayetên Mereş, Dîlok û Semsûrê û bi awayekî taybet ji herêmên Bazarcan û Albîstanê ku kurdên Elewî hejmareka zêde tê da hene û ew bi neteweya xwe têne naskirin û ewladên xwe yên derve û hûndirê Tirkîyayê piştgirî didin tevgera niştimanî ya kurdî. Her wiha, li gorî lîsteya ku sazîyên hikûmeta Tirkîyayê amade kirine, tê da hatiye dîyarkirin ku divê kesên ku zirar ji erdhejê dîtine û xanîyên wan bi awayekî temamî ji bin ve hatine hilweşandin û êdî tu malên wan tunene, berê xwe bidin herêm û bajarên hûndirê Tirkîyayê.

Li gorî lîsteya ku rojnamevan Zinar Ronî di gotara xwe ya rojnameya “Xwebûn”ê ya kurdî da ya hejmara roja 27ê sibata 2023yan weşandiye û li Amedê tê çapkirin, perspektîfên ji bo xelkê herêm û bajarên kurdan (bi nav hatine dîyarkirin) yên ku zirar ji erdhejê dîtine, derketine divê ew berê xwe bidin herêm an jî bajarekî (bi nav hatiye dîyarkirin) di hûndirê Tirkîyayê da. Balkêş e ku di nava wan bajaran da, tu bajarekî kurdî an jî herêmeka kurdî ku divê kurdên ku zirar dîtine berê xwe bidinê, tuneye. Ev yek asta xwesteka dewleta kûr û sazîyên şer a koçberkirina kurdan ber bi hûndirê Tirkîyayê ve û radestkirina wan ji plan û bernameyên taybet ku dewlet amade dike, dîyar dike. Ev yek hemû bi armanca tirkkirina kurdan û qutkirina wan ji ax û mîrasa Kurdistanê, tê kirin. Her wiha nivîskar, vê sîyaseta kûr bi awayekî kornolojîk piştî her erdhejekê li dijî herêmeka Kurdistanê ji demên berê heta roja me ya îro, dîyar dike; Yekemîn erdheja ji alîyê dîroknasan ve hatiye qeydkirin û şopandin sala 1045an bû.

Bê gûman, wê hevalbendîya desthildar li Tirkîyayê di bikaranîna bobelata erdhejê da, ji bo meşandina plana xwe ya mayîna di desthilatdarîyê da, berdewam bike û rê nede ku hêzên opozîsyonê ji encamên vê bûyerê û têkçûna hikûmetê û danûstandina wê bi bobelatê ra û berpirsyartîya wê, sûdê werbigirin. Di heman demê da, hevalbendîya desthilatdar hewl dide ku şokê derbas bike û dengên opozîsyonê belav bike û hêrsa li dijî xwe ji holê rake. Vê yekê hemû bandorên olî û netewperestî û teorîyên komployê û sînaroyayên xeyalî yên “êrîşên nûklerî ya nepenî ku di bin erdê da rû daye û ji alîyê dewletên rojavayî ve pêk hatine, da ku Tirkîyayê wêran û parçe bikin” bikar tîne.

Her wiha, bê gûman planên şerê li dij kurdan û tevgera wan a niştimanî, wêrankirina herêmên Kurdistanê, koçberkirina bi hezaran û dibe ku bi milyonan kurd ber bi hundirê Tirkîyayê ve, têkbirina HDPyê, tirkkirina Efrînê, birêxistinkirina komikên çekdar ên girêdayî opozîsyona Sûrîyayê û mayîndekirina hebûna wan li tevahîya bakurê Sûrîyayê, tesfîyetkirina kesayetên niştimanî yên kurdî di hundir û dervayî Tirkîyayê da, wê hemû berdewam bike û bi awayekî zêdetir. Da ku, bandora erdhejê veşêre û dengên opozîsyoê bêdeng bike û wan tevlihev bike, da ku armanca mezin pêk bîne ew jî; dirêjkirina temenê desthilatdarîyê û şaxên wê, ji bo desthilatdarîya xwe berdewam bike û welat talan bike, bi rêya terora dewletê, afirandina tevlihevîyê û şerê navxweyî û herêmî, mezinkirina birêxistinên tundraw, dayîna pereyan bo  komikên sûcdar û milîsên dervayî qanûnê û belavkirina wêranîyê li her derê.

Wergera ji zimanê erebî: Kendal Cûdî