Henry Kissinger: Siyaset ji dervayî “Westfalen” tune ye (2-3)

By Hisên Cimo

Di pêvajoya xebatên xwe yên diplomasiyê de, wezîrê berê yê amerîkayî ku jiyana xwe ji dest daye, Henry Kissinger, karîbû sîstema cîhanê vegerîne pêvajoya seqemgîriya Westfalen  ya sala 1646an, piştî ku arîşeyên vê sîstemê bixwe hiştibû ku du şerên cîhanê biqewimin.

Di dîrokê de, sîstema Westfalya piştî şerê 30î salî yê wêrankirî hate damezrandin, di wê demê de bipêşketineke dîrokî bû di sîstema siyasî ya cîhanî deو ku di navbera mafê împeratorî yê berfirehbûnê û xêzkirina sînorekî neguhêrbar ê dewletê, bû navbeynkar.

Di dirêjahiya 300 salî de, ev sîstem êdî nema modêrn bû û êdî bû beşek ji cîhana kevnar a bi xwîn, ji ber vê yekê Neteweyên Yekbûyî hate damezrandin û piştre jî pêvajoya -hewldana- “cîhana mafî” bi ragihandina cîhanî ya mafên mirovan hate avakirin. Êdî li vir, bermahiyên sîstema Westfalya di “dewlet netewe” û “serweriyê” de derketin holê. Her wiha ev têgeh, di ragihandina Neteweyên Yekbûyî de jî cih digirin, tevî ku piraniya caran dijberî ragihandina cîhanî ya mafên mirovan e. Bi vî awayî, sîstema cîhanî ya nû xwe spart du rêbazên li dij hev ku bandora wan a wêranker di dewletên desthilatdar li cîhana sêyem de derketin holê, taybet ku pirrengiya civakî û neteweyî ji bo berjewendiyên dewleta teknetewe, hatin înkarkirin.

Kissinger di dirêjahiya jiyana xwe ya çalak di siyasetê de, ji alîgirên sîstema kevn bû û rêzgirtin ji çîna desthilatdar digirt. Girse û gel di nêrînên wî de tu wate tune bûn, ku dişibiya sîstemên feodal ên ewropayî yên kevn ku hê wê çaxê têgiha gel derneketibû.  Ji ber ku ev çend rêz wekî pêşgotinek ji bo şirovekirina helwesta Kissinger ji kurdan di rêwîtiya wî de, nexasim rola wî di kuştina bi dehhezarên kurd ji xelkê başûrê Kurdistanê, bi rêya destekdayîn û sponseriya peymana Cezayîrê di navbera rejîma Iraqê û Îranê ya sala 1975an, ku meriv dikare jiyanê hêsan bike bêyî ku guh bide “gel” ji kelepûra siyasî ya kurdî bi xwe ye. Di dirêjahiya bi sedên salan de, cotkar nebûn beşek ji civaka kurdî ya rewa, heta sed sal berê. Di vê çarçoveyê de, serokên qebîle û rûspî û xanedanên eristokrat serwerî li “kurdbûnê” kirin, netenê bi awayekî desthilatê, lê belê bi awayekî giştî ku xelkên rewa (kurmanc) ne beşek ji kurdan didîtin. Kissinger jî di kirinên siyaseta xwe de, girêdayî vê çîna borî bû, ango ku gel di çi hevkêşeyên siyasî de, ne girîng bû. Ev yek jî cehwerê “rastiya siyasî” bû.

Akademîsyen Wolfgang Ischinger, di kovara “Foreign Affairs” de ya hejmara adar-nîsana 2015an, nirxandek li ser pirtûka Kissinger ya bi navê “Sîstema Cîhanî” kir. Ischinger da zanîn ku ev pirtûk nirxekî wî yê mezin heye, di demekê de ku cîhan bê sîstem e, dema ku DAIŞ di lûtkeya hêza xwe de bû. A herî metirsîdar jî, parêzvanên kevneşopî ya sîstema cîhanî, di parastina wê sîstemê de êdî dudil in. Di vê çarçoveyê de, Ischinger dibêje:

“Cîhana Kissinger her wiha girêdayî bi hêza ramanan e, tevî ku ev hizira ji bo wî yên herî girîng, hizirên hêzê ne. Ew dibîne ku têgehên kevnşop ên wekî serwerî û nedestwerda heta niha ew serwer in,  piştî ku derdora 4 sedsalan piştgirî da sîstema navdewletî. Lê ev sîstem îro di rewşa guhartinê ya domdar de ye, ku aliyên çalak ên bi hêz dixebitin da ku propogandaya rêyên berdêl bikin, da ku wê ji tiyokratiyê ber bi kapîtalîzma zordest a paş modêrniyê birêxistin bike. Lê Kissinger dibîne ku tiştên tên qebûlkirin ew du armancên sereke yên sîstema cîhanî pêk tînin: Rewabûn û hevsengiya hêzê.. tevî ku hin dîroknas û zanyarên siyasî yên hevdem dibe ku li dijî wê bin ku nimûneyîtî li sazîyên Westfalî bê zêdekirin, lê yek ji behreyên Kissinger ew e ku girîngiya heykelên siyasî yên siyasetên niha kifş bike.”

Di hin bûyerên girîng ên dema rêwîtiya wî de, şans bi Kissinger re bû, an jî li benda kêliya herî xerab di dîrokê de bû, da ku bi rêbazekî girîngiya dewletên desthilatdar ên neteweyî bê guhartin û mayînde bihêle. Ji ber vê yekê, sîstema herêmî di çarçoveya nêrînên Kissinger de ya li ser “hevsengiya hêzan” ji toreya dîktatorên Rojhilata Navîn pêk tê, ku ji berfirehbûna sîstema Westfalî ber bi dervayî Ewropayê vejiya. Her wiha, di vê kêliya herî xerab a dîroka herêmê de ya sala 2014-2015an, Kissinger hilbijartina derketina tevgerên islamî yên tundraw wekî “DAIŞ”, “metirsiya jihevketina dewletê çêdike, ku dê bibe yekîneyên olî û êlî. Ev yek jî metirsiyê çêdike ku deverê ber der bi şerên olî ve here wekî çawa ku berî Westfeliyayê li Ewropayê rû da.”

Piştî rojekê ji mirina Kissinger, akademîsyenê zanîngeha Columbia Timothy Naftali gotarek di kovara “Foreign Affairs” bisernavê “Nakokiyên Kissinger” nivîsand:

 “Tevî hemû jîrbûna wî ya diplomatîk, xeleka exlaqî ya kor û mezin li gel Kissinger hebû. Kisssinger tenê bi dûrbûna 30 hezar gavî cîhan didît, an jî bi rêya çavên xwedî hêz. Xala Kissinger a kor ji başûrrojhilatê Asyayê wêdetir, belav bû. Di sala 1972yan de, Kissinger karekî veşartî yê amerîkayî ji bo kordîneya destekdayîna Îran û Îsraîlê ji hêzên kurdan re ên ku şerê rejîma Sedam Hisên ya iraqî ya hevala Yekitiya Soveyetê dikirin, organîze kir. Di encamê de, beşek mezin ji artêşa Iraqê hate sînordarkirin, ku Sedam dikarîbû ji bo şerê li dij Îsraîlê, rêke. Lê dema ku Şahê Îranê ji bo sedemên xwe yên taybet, nakokiya sînorî bi Iraqê re çareser kir û destekdayîna xwe sala 1975an vekişand, Kissinger tiştek nekir, di demekê de ku hêzên Iraqê kurd diçewisandin.

Dostên Kissinger yên rastîn şêwirdarên şahên hêzê yên Ewropayê bûn (Charles Maurice de Talleyrand, Mîr Klemens Von Metternich û Otto Von Bismark) ku ew bû mîratgirê tiştê ku di çavên wî de baş in ji van kesên xurt, ku wekî xwendekarekî xwendina bilind a dîroka dîplomasî, li ser wan xwendiye. Ev yek jî bingeha xemsariya wî ya ji kuştina bi milyonên kesan re ku di encama bûyerên ku wî bi xwe çêkirin an jî beşdarî çêkirina wan bûn. Ev yek ne ji ber ku xelk û kesên xizan di çevên wî de piçûk in, lê belê ji ber ku bi hêz hewl  da-li gorî dîtina wî- siyaseta welatê xwe bi rêya rizgarkirina wê ji fetisandina ji tektîkan, rast bike. Di çarçoveya rexneyên Kissinger ji bo serok John F. Kennedy re û di nameya ku ji hevalê xwe re Arthur Schlesinger sala 1961an nivîsî, Kissinger bi awayekî mixabinî got: “Ez ngeran im li bara ku stratejiyeka giştî ya ku me bike esîrên bûyeran, tuneye.” Di bergê sêyan yê bîranînên wî de yê bi navê “salên nûkirinê” şîrove kir ku çawa destekdayîna amerîkayî ji şoreşa kurdî re li Iraqê ne tiştekî stratejî bû, lê belê ew tiştekî tektîkî bû ku piştî şahê Îranê bi Iraqê re sala 1975an li hev kir, êdî bêkêr bû.

***

Şîrove:

Şerê 30î salî di sala 1618an de rû dide, tevî îmzekirina peymana Westfalyayê di sala 1648an de jî, ev şer bi temamî bidawî nebû. Ev şer wekî bersivên li dij ên encamên tevgera çaksazkirina olî û derketina brotistantiyê bû, ku brotistantî wekî hêzeka siyasî-leşkerî li ser axa Împeratoriya Romanî ya Pîroz, derket holê, wê demê Şah Ferdinandê Sêyem yê ji xanedana Habisborgê ya xwedê rêbaza katolokî, ew hukim dikir. Bêhtir ji 100 mirnişînan beşdarî şer bûn, her wiha şahnişênên ewropayî yên mîna Fransa, Spanya, Swêd û Danîmarkê. Guhartinên bingehîn di rêveçûyîna şer de çêbûn, giha asta ku Cardinal Richelieu (serokwezîrê Fransayê 1624-1642)  guhartineka dramatîkî di nasnameya şer de çêkir, çaxa ku artêşên mîrên alman ên brtistant li dij xanedana Habisborgê a katolîk, fînase kir, paşê artêşên fransayî (ên katolîk) rê kir bo ku li tenişta brotistantan şer bikin, ew jî bi pîrozbahiya Louisê Sêzdehem sala 1635an. Armanca Richelieu ew bû ku çi hêzeka katolîkî ji Fransa xurttir be, têk bibe.

Piraniya Almanyaya Habisborgî hat rûxandin û li Ewropayê koçberbûneke li ser esasê nasnameya etnîkî rû da û mezintirîn tevgera guhartina şahnişênan li Ewropayê rû da. Peymana Westfalyayê têk, peymana ku giftûgoyên wê çar salan dewam kir.

Ev danasîna bilez û puxtekirî ya şerê 30 salan, girîng bû bo ku em nas bikin ka gelo bi çi rengî “serdestiya dewleta biştimanî” derket holê. Ji vê peymanê girêdana endamî di navbera dewlet û herêma cografî ya ku li ser ava bûye, çêbû. Her wiha mafê dewletê yê karûbarên hundirîn ku ew çawa li gor xwe guncaw bibîne, bi rê ve bibe. Ev bîrûbaweriya hişk, bîrûbaweriyên din bi xwe re anî da ku mafê kêmaniyên olî di hundirê dewleta herêmî de, bên barastin. Li vir heta asteka mezin, rola dêrê jî bi dawî bû.

Têpinî: Made bi zimanê erebî jî heye