Helwestên navnetewî û herêmî li bara Sûrîyayê piştî erdhejê

MIHEMED SEYÎD RISAS

Rêzenexşeya navdewletî û herêmî ku ji bo Sûrîyayê danî bûn piştî erdheja ku di 6ê sibatê da pêk hat, pir guhartin tê da çênebûn. Ev rêzbûn, bi salan e gelek nakokî li Sûrîyayê afirandin. Ev nakokî jî derbasî nav alîgirên Amerîka, Ewropa û Kendava Ereban bûn, Tirkîya jî di salên 2011-2013an da tev li wan bû.  Piştra Rûsya di 2016an da nêz bû, her wiha di navbera Rûsya û Îranê da jî dest pê bû. Hinek dewletên ereban xwe dûr ragirtin, wekî Misir û Erebistana Siûdîyê, di sala 2017an de girîngî nedan alozîya Sûrîyayê ji ber bi Yemenê mijûl bû. Tevî ku Rîyad hîn jî berfirehbûna Îranê li ser dingilê Bexdad, Şam, Beyrût û Xezayê wekî metirsî li ser ewlekarîya neteweyî ya Erebistana Siûdîyê dibîne.

Xemxwerîya ereban piştî 6ê sibatê li Sûrîyayê bi alîkarîya Erebistana Siûdîyê, Mirîtîyên Erebî yên Yekbûyî, Misir û Cezayîrê hişyar bû. Lê ji bo helwesta siyasî pêk nehat ji bilîMîrîtîyên Erebî yên Yekbûyî, ku vebûna wê ya siyasî û heta radeyekê aborî ji desthilata Sûrîyayê ra berîya erdhejê hebû, di heman demê de ku têkilîyeka siyasî ya bênavber di navbera Cezayîr û Şamê da jî hebû. Cezayîr di sala 2011an da li dijî rawestandina endamtîya Sûrîyayê di Komgeha Erebî da bû, her wiha di navbera Şam û Qahîrayê da jî têkilîyeka siyasî ya şermokî heye, di heman demê da Rîyad hîn jî nerazî ye ku xwe wekî Mîrîtîyên Erebî yên Yekbûyî nêzî Şamê bike, tevî hinek hewldanên Erebistana Siûdîyê hene ku ew jî ne fermî ne, tiştê ku Rîyad li Bexdayê dike di warê destekkirina ji desthilatdarîya Iraqê ra, rêyeka kêrhatîtir e ji bo hevrikîya Tehranê li wir,  di heman mijarê da ev dibe rêyeka Siûdîyê li paytexta Emewîyan (Şam) ji bo şerkirin an sînordarkirina bandora Îranê li herêmê.

Lê belê di /12/ salên alozîya Sûrîyayê da dengê ereban nedihat dibhîstin. Bervajî wê dengê hêzên navnetewî him bi bandor bû û him jî bilind bû mîna Amerîka û Rûsyayê û hêzên herêmî jî yên wekî Tirkîya û Îranê. Jixwe Ewropa jî bi Amerîkayê ra bûn, tevî ku Fransa hewl da ku rola “neguhêzbar” bilîze, paralelî Tirkîya û Qeterê û “çepî” Washingtonê, di sala 2011 û 2012an da û paşê vegerîya disîplînê li alîyê Washingtonê, ku ji sala 2013an ve dest ji siyaseta rûxandina rejîma Sûrîyayê berde û siyaseta hevkarîyê bi Rûsyayê ra ji bo çareserkirina kirîza Sûrîyayê meşand. Ji sala 2017an û vir ve, tu pêşketin di kirîza Sûrîyayê da çênebûn, ji ber Amerîka û Rûsya li hev nekirin, ne tenê li ser Sûrîyayê, lê her wiha li ser gelek mijarên di cîhanê da diqewimin,  wekî meyla Moskoyê ya ji bo hevalbendîya bi Pekînê ra û  herî dawîyê jî şerê Ukraynayê di sala 2022yan da li vê rûbirûbûna Amerîka-Rûsyayê  zêdekir.

Nehevkirinên li bara alozîya Sûrîyayê berîya 6ê sibata 2023an ketibû goşeyeka teng, ne tenê li bara qada Sûrîyayê, lê belê di mijarên derve da jî nelihevkirin hebûn, mîna rûbirûbûna cîhanî ya ji ber rewşa ku di navbera Washington û Moskoyê da piştî şerê Ukraynayê derketiye holê, her wiha  rûs piştî şerê Ukraynayê nêzî Çînê bûn, mirov dikare bibêje ku ev nêzîkatî gihaştiye asta hevkarîyê bi hev ra.

Li Tirkîyayê jî çarçoveyeka nû rû da, piştî erdheja vê dawîyê ancax bi derdê xwe da ketine û  îhtîmal e ku bibe sedema binaxkirina projeya Rûsyayê ya ji bo lihevkirina Erdogan û desthilatdarîya Sûrîyayê û binaxkirina projeyên Tirkîyayê ji bo êrîşeka leşkerî li ser bakurê Sûrîyayê ji bo avakirina “xeteka ewlekarî ya nû” ya ku Erdogan di payîza borî da qal dikir, belkî jî ev erdhej bibe sedema rijandina stêrka Erdogan û Partîya AKPyê di hilbijartinên bê da.

Ew binketina danûstandinên ji bo vejandina peymana navokî ya di navbera Washington û Tehranê da nîşan dide, piştî bibinketina peymanê di payîza borî da êdî Îran nerasterast di şerê Ukraynayê da beşdar dibe ku mûşek û dironan dide Rûsyayê. Her wiha nêzîkatîya Tirkîyayê ji rûsan ra piştî şerê Ukraynayê zêde bû û li Sûrîyayê berîya 6ê Sibata 2023yan hema hema bi rêya Rûsyayê di navbera Enqera û Şamê da lihevhatinek çêkir û Washingtonê helwesta xwe ya giştî li dijî wê ragihand.

Rewşa piştî erdhejê li Sûrîyayê dikare bibe alîkar ku meyla navdewletî-herêmî rû bide. Di vê derbarê da helwesta Rûsya û Îranê ji desthilata Sûrîyayê nehejîyaye, li alîyê din helwesta siyasî ya Amerîka û Yeketîya Ewropayê tevî rewşa mirovî ji desthilatîya Sûrîyayê nehat guhartin, heta ew alîkarên mirovî yên ji bo erdhejê hatin şandin, teqez dikrin ku nayê wateya “vekirina siyaysî” bi Sûrîyayê ra.

Erdhejê gelek tiştên veşartî eşkere kirin, wekî gendelî, xizimperestî û xemsarîya di dezgehên avahîsazîya Tirkîyayê da bi tevahî rû dan. Her wiha çawa  erdheja 1999an ew anî xwarê û bû sedema derketina çîna siyasî ya ku darbeya leşkerî ya Ataturkê sekular di sala 1960î li dijî serokwezîrê îslamî Ednan Menderes pêk anî, li vir jî îhtîmala ku sînaryo xwe dûbare bike heye û opozîsyon rabe ser desthilatê heye, ev yek jî dê gelek veguhartinan di rewşa Sûrîyayê da biafrîne, heger em ji bîr nekin ku çi qasî bandora Erdogan li Sûrîyeyê ji sala 2011an û vir ve heye. Di nav ereban da, veguhartineka Siûdîyê ber bi Şamê ve heye, ku heta niha asta wê nehatiye zelalkirin. Di heman demê da belkî helwesta Ebû Debî, Qahîra û Umanê vebûnên mezin ber bi Şamê ve çêke.

Di encamê de: Li gor van tiştên ku li jor hatine gotin, nabe ku mirov bibêje kirîza Sûrîyayê dê bi erdheja 6ê sibatê veguhere çareserîyê. Gengaz e ku rewşa wê ya niha di nav sarincoka navdewletî da bimîne, li benda çarenivîsa şerê Ukraynayê, ji ber ku Washington û Mosko ji sala 2011an û vir ve bandora wan di krîza Sûrîyayê da ya herî mezin e. Belkî binketina Erdogan bibe îhtîmala lewazbûna Moskoyê li Sûrîyayê, hemberî wê jî rewşa Amerîkayê bihêztir bike. Ev yek jî dê alozîya di navbera Amerîka û Îranê da kûrtir bike û Rûsya û Îranê jî ji hev nêz bike, ev yek jî dê alozîya Sûrîyayê gurtir bike di navbera Washington û Tehranê da.

Wergera ji zimanê erebî: Heysem Mislim