Gelo pêwîst e ku Amerîka xwe ji bin bandora NATO`yê xelas bike?

HISÊN CIMO

AFP`ê meha borî raporeke meydanî li ser Feyleqa Navdewletî ya Parastina Ukranyayê ku ji şervanên biyanî pêk tê, ew in ku bi awayekî dildarî tevlî hêzên Ukranyayê li dijî dagirkeriya Rûsyayê bûne, weşand. Nûçegihanê ajansa AFP`ê, hevdîtin bi şervanekî leşkerî yê berê yê amerîkî re ku li eniya Kharkiv dima, çêkir. Wî şervanî, bangeke lezgîn kir ku wan ji rewşa xerab a têde ne, xelas bikin. Lê heman şervanî, ne bang li serokê Ukranyayê  Zelensky û ne jî bang li NATO`yê kir, lê bang li kesayetekî kir ne li saziyekê!. Wî şervanî amerîkî got:” Elon Musk, eger tu min dibihîsî, pêwîstiya me bi alîkariyê heye”. Elon Musk jî berpirsê giştî yê koma” Tesla Motors” ya amerîkî ye. Gelo ew şervanê dildar ê amerîkî ji xwe bîr kir ku NATO`yê heye û li şûna wê, Elon Musk bibîr anî? Em nikarin tiştên ku ew şervan pê difikire piştrast bikin an jî red bikin, lê diyar e ku gelek kesên derdora wî jî heman tiştî difikirin. Wêneyê giştî yê ji dezgehên çapemeniyê re veşartî zêde nabêje ku NATO wekî hebûnekê cihê xwe di wijdana wan mirovan de heye, nexasim ji ber ku NATO bi awayekî hevgirtî heta roja me ya îro dewam kir, ne ji ber pêwîstiya stratejîk, lê belê di demekê de ku ne dema xwe de xwe feriz dike.

 

Rêyên nû yên di siyaseta rojavayî de û nexasim Amerîkayê, rastî dubendiyekê tên ku çavkaniya wê dubendiyê jî saziyên ewlekarî û leşkerî ne yên ku ji serdema Şerê Sar ve hatine avakirin. Heta niha jî ew sazî, erka ku di rojên Şerê Sar de pê radibûn, pêk tînin û yek ji wan saziyan jî NATO`yê ye.

Di hemû dewletên endamên NATO`yê de di nav de jî DYA`yê, tîmên diplomatîk, ewlekarî û leşkerî hene,  ku rê li kêmkirina rola NATO`yê di siyasetên navdewletî de digirin, tevî ku pêwîstî bi hebûna NATO`yê di aliyê stratejîk de tune bû.Nebûna pêwîstiyê wê di sala 2010`an de, di belgenameya stratejîk a NATO`yê de ku Rûsya wekî hevkarekî stratejîk binav kir. Her wiha, di ragihandina şerê li dijî rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst de ku Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê di 19`ê Îlona 2014`an de hate avakirin û 85 dewlet ji wan jî dewletên NATO beşdarî nava koalîsyonê bûn. Lê belê, rol bi xwe ne NATO bû, ji ber ku NATO berê jî û heta niha jî, bi rola Tirkiyeyê ya astengdar sînordar bûye. Her wiha, diviyabû ku Koalîsyona Navdewletî bi mîsyonekê rabûye ku Tirkiyeyê li dijî ewlekariya xwe ya neteweyî binav dikir, ji ber hevkariya Koalîsyona Navdewletî hevkarî bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re.

Di Gulana borî de, beriya lûtkeya NATO`yê ya li Medrîdê, Sekrterê Giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg, got stratejiya NATO ya nû, Rûsya wekî hevkarekî stratejî nabîne û wiha berdewam kir:”Ji sala 2010`an ve, cîhan bi awayekî bingehîn hatiye guhartin û divê ev yek di nêrîna stratejîk a nû de, diyar bibe”.

Lê dema ku em behsa Stoltenberg bikin, divê asta burokrasiya mezin a ku îro di xêzkirina siyasetên stratejî de li ser saziyên Şerê Sar de bi bandor e, kêm neyê dîtin. Bi gotineke din, ev burokrasî hewl da ku rêyên nû ya siyasetên navdewletî ku ne li gorî rêgezên Şerê Sar in wekî NATO`yê, bê bandor bike. Serokkomarê Fransayê Macron jî di Mijdara 2019`an de dema ku dewleta Tirkiyeyê operasyona dagirkeriyê ya bi navê(Kaniya Aşitiyê) li dijî Serêkaniyê û Girê Spî pêk anî û herdu bajar dagir kirin, nêzî vê baweriyê bû. Macron hişyarî da ku êdî NATO bi ti roleke stratejîk ranabe û tenê bûye alava di destê dewleta Tirkiyeyê di Rojhilata Navîn de. Di vê çarçoveyê de, serokomarê Fransayê bi daxuyaniya xwe ya navdar NATO bi”Mirî” bi nav kir.

Di heman demê de, piştî bûyera êrişa hêzên deryayî ya Tirkiyeyê li dijî keştiya Fransayê ku beşdarî erkên NATO`yê di Deryaya Navîn de bûbû, serokkomarê Fransayê careke din di Hezîrana 2020`an de rexne li NATO`yê kirin. Wê demê, dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyeyê hemleyek li dijî serokkomarê Fransayê Macron bi awayekî raporan destpê kir û daxuyaniyên Macron bi destwerdana Tirkiyeyê li Lîbyayê û rojhilatê Deryaya Navîn girê dan. Di vê çarçoveyê de, ajansa nûçeyan a Anadolê jî nêrînên hin pisporan weşand û pisporan behsa heman rêbazekî ku ji dewleta Tirkiyeyê hatiye xêzkirin kirin; Ew jî ew e ku rexneyên dûbarekirî yên ji aliyê Fransayê li dijî NATO`yê, hewldana Parîsê ku karûxebata NATO`yê bê bandor bike, ji ber ku NATO`yê rê neda Fransayê ku siyaseta”Ez berpirsê yekemîn ê Ewropayê me”bimeşîne.

NATO wekî sîwaneke sûcên li dijî mirovahiyê:

Di hevsengiya berjewendiyan de, Tirkiyeyê ya herî zêde ku sûdê ji xizmetên ku NATO`yê pêşkêşî wê dike dibîne, çi di şerê wê li dijî PKK`ê de, çi jî peydakirina parêzbendiyê ji Tirkiyeyê re ku provokasyonan li dijî endamên din ên NATO`yê bike, an jî danîna mûşekên Patriot di baregeha Încîrlîkê ya li başûrê Tirkiyeyê de. Lewra, hebûna NATO ya jihevketî, xizmete berjewendiyên Tirkiyeyê di bikaranîna NATO`yê li dijî dewletên ji dervayî NATO`yê û hêzên ku Tirkiyeyê wekî dijmin dibîne, dike. Di rastiyê de, saziya NATO û daîreyên siyasî yên girêdayî dibistana NATO ya ewlekariyê, derfetan ji tevgerên Tirkiyeyê yên li derv re, peyda dikin û vê perdeyê dispêrin ferhenga NATO a taybet bi dema Şerê Sar de; Li cihê ku Rûsya heye ango li Lîbya, Sûriyê, Ermenistan û Afrîka. Li wan herêman, bazarên bi hişmendiya kartelên Şerê Sar têne kirin. Di heman demê de, li wan dewletan hêzên Tirkiyeyê bi lihevkirina bi Rûsyayê re di çarçoveya dabeşkirina koteyên li qadên derve de, hatine belavkirin. NATO`yê jî destekê dide vê belavbûna Tirkiyeyê ya derve li gorî rêgezên Şerê Sar, ango Tirkiyeyê wekî faktorê hevsengiyan li qadên ku Rûsyayê jî heye. Li ser vî esasî, heta niha NATO li milîsên Sûriyeyê yên kujer ên girêdayî Tirkiyeyê wekî ku mîsyoneke giring a NATO`yê pêk tîne, dibîne. Lê eger ku daxuyaniyeke fermî tune ye vê nêzikatiya NATO`yê piştrast bike, ji ber ku di hişmendiya Şerê Sar de, her tişt bê daxuyanî û bê helwestên eşkere, çêdibin.

Dema ku Tirkiyeyê, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir û zêdetirî 300 hezar niştecihên wan herêman tarûmar kirin, piraniya dewletên NATO`yê operasyona Tirkiyeyê şermezar kirin. Lê saziya NATO`yê nêrîneke xwe cûda hebû ku li dijî hemû helwestên dewletên NATO`yê bû. Ev helwest jî balkêş e û bê têbîniyên giring derbas bû; Gelo çawa hemû dewletên NATO`yê operasyona Tirkiyeyê di nav de jî DYA`yê red kirin, tevî ku Tirkiyeyê bi erêkirina serokê berê yê Amerîkayê Trump operasyon lidar xist û bi rêya saziyên Amerîkayê jî li dijî operasyonê derket, lê NATO bi xwe jî pêşwaziya operasyonê kir û piştgirî da dagirkeriyê? Piştî du rojan a ragihandina operasyonê(9`ê Cotmeha 2019) ji aliyê Erdogan ve, Sekrtêrê Giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg bi civîneke çapemeniyê ya bi Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê re Mevlut Çavuşoglu, ev tişt gotin:

-Tirkiyeyê roleke wê ya mezin di têkbirina rêxistina DAIŞ`ê de hebû û NATO baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ`ê bikar dianî, lewra em piştgiriyê didin Tirkiyeyê di şerê wê yê li dijî terorê de.

-Tirkiyeyê parastina aramiya li herêmê dike û operasyona leşkerî lidar dixe û li dijî terorê têkoşînê dike.

-Tirkiyeyê, ji hemû dewletên NATO`yê zêdetir rastî metirsiya terorê hatiye û Tirkiyeyê dewleta herî zêde ku pêşwaziya penaberan kiriye.

Dema ku helwestên NATO`yê bi helwestên dewletên sereke re werin hevrûkirin, diyar dibe ku valahiyek heye ku nayê zanîn kî wê valahiya ne eşkere, dadigire. Ev valahî jî pirsekê derdixe hole, ne tenê di çarçoveya Tirkiyeyê de, lê belê di çarçoveya vê saziya klasîk a pîr de , ku serdema wê vedgire avêtina yekemîn gemiyên fezayê, pirs jî ew e: Kî polîtîkeyên NATO`yê xêz dike?

Cîhan êdî hatiye guhartin…Şêwe jî kevn e:

Saziya NATO`yê, piştî bi salan ku xwe bi cîhana kevnar a serdema Yekitiya Soveyetê de û bloka sosyalîst girê da, da ku xwe jinûve wekî parastina cîhana”Ewro-Atlantîk” binav bike. Lê dagirkirina Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê her tişt ji NATO`yê re pêkêş kir da ku ji rewşa”Mirinê” derbasî meydana şer bibe.

Di lûtkeya dawî de ku di 29`ê Hezîrana 2022`an de li Medrîdê bi dawî bû, lîderên NATO`yê li ser “Ramana stratejîk” ya NATO`yê îmze kirin. Ramana stratejîk ew  bernameya karûxebatê ku armanc û erkên NATO`yê ji bo deh salên pêş de diyar dike, ku herî dawî di sala 2010`an de hate guhartin. Li gorî belgeya stratejîk, rêveberên NATO`yê li ser îdeolojiya ewlekarî ya nû li hev kirin, ku li dijî îdeolojiya berê ye.Îdeolojiya nû ew e ku “Rûsya mezintirîn û ya herî zêde rasterast gef e” li ser NATO`yê, her wiha NATO êdî Rûsyayê wekî hevkarê stratejîk nabîne. Lê derbarê Çînê de, NATO polîtîkeyên Çînê ya ku meyla wê bikaranîna hêz û gefan e, wekîdijberê berjewendiyên NATO û ewlekarî û nirxên wê ye.

Li ser vî esasî jî, li gorî teoriya NATO`yê, Rûsya gefeke rasterast e û Çîn jî tenê wekî dijberekî ye.

Eger em xalên hêza NATO`yê li ser nexşeya jeopolîtîka li seranserê parzemînan bibîr bixin, em ê bibînin ku Okyanûsa Pasîfîk tekane herêma sist a saziya NATO`yê ya leşkerî ye. Her wiha, di her hal de ne ji berjewendiya vê saziyê ye ku qada gefa stratejîk veguhisîne derveyî qada hebûna xwe. Lewra, Rûsya wekî dijminekî baş e ku garantiya parastina erkên NATO`yê misoger dike, berovajî Çînê ye ku pêwîst dike wê wekî gefekê were binavkirin, da ku NATO`yê bala xwe bikişîne ser qada rikberiya mezin a li Okyanûsa Pasîfîkê. Lê ev yek jî ji derveyê erkên wê ye. Di heman demê de, ev zivirîn ji hêza NATO`yê di dema niha de, mezintir e, ji ber ku zemîna belavbûna li wê herêmê tune ye. Lê ji ber ku haya Amerîka ji vê yekê heye, li Okyanûsa Pasîfîk û Rojhilatê Asyayê, dixebite ku hevalbendên nû yên ji NATO`yê serbixwe ne, ava bike.

Tevî vê yekê jî, burokrasiya hizirî ya NATO`yê formuleke baş dît tevî ku di naveroka xwe de xapînok e; Navê Çînê ne wekî gefek li ser serweriya NATO`yê binav kir, lê wekî alîgirê Rûsyayê li gorî vê formulê bi nav kir:”Hevkariya stratejîk a kûr di navbera Çîn û Rûsyayê de û hewldanên wan ên kêmkirina sîstema cîhanî ya heyî, li  dijî nirx û berjewendiyên me ne”.

Ev formul hate nivîsandin, tevî ku Çîn di rêza pêşîn a stratejiya Amerîkayê de ye ku vê hêza cîhanî mezin dib, pêşî lê bigire. Di vê çarçoveyê de, di Adara 2021`an de, rêveberiya Biden belgeya stratejî ya demkî ya ewlekariya neteweyî ya Amerîkayê eşkere kir. Di wê belgeyê de,mijarên girêdayî qada ewlekariya cîhanî û pêşdengên ewlekariya neteweyî ya Amerîkayê, hatine vegotin.

Li gorî belgeyê, “Çîn bûye yekane hevrikê ku dikare hêza xwe ya aborî, dîplomatîk, leşkerî û teknolojîk bigihîne hev, da ku li pêşiya sîstema navdewletî ya aram û vekirî, astengiyeke domdar ava bike”. Her wiha, di belgeyê de 15 caran navê Çînê hate gotin û navê Rûsyayê jî tenê 5 caran hate gotin. Her wiha, dema ku hevkarên Amerîkayê behsa astengiyên mezin kirin, NATO`yê likêlek  hevpeymanên din ku di pêvajoya avakirinê de ne sekinî.Di heman demê de, behsa avakirina van hevkaran nehate kirin, ji ber ku ne bi awayekî fermî hatin avakirin, bû nimûne hevalbendiya “Kuad” ku ji Amerîka, Hindistan, Avusturalya û Japonya pêk tên.Lê belgeyê Awustralya, Japonya û Koreya Başûr wekî “Bingehastratejîk ên Amerîkayê” de binav kir.

Di cîhana kevn de, fetisîne:

Saziya NATO`yê baş dizane ku ew ne “hejmar yek” e dema ku astengiya sereke ya li hember sazûmaniya lîberal a bi pêşengiya Amerîkayê, Çîn be. NATO`ê dê li Okyanûsa Pasîfîk û Deryaya Çînê ya başûrnebe “Leheng”, lê dikare şampiyoniyê bi dest bixe, ger di afirandina dijminê kevneşopî yê ku jê fêm dike ew jî Rûsya ye, bi serkeve. Lewra, dema ku belgeyastratejîk û belgeya ewlekariya neteweyî ya amerîkî, bi belgeya NATO`yê ya ku di hefteya borî de derketiye were hevrûkirin, derdikeve holê ku NATO`yê stratejiya Amerîkayê nîşan nade, dibe ku sûdê wekî burokrasiyek leşkerî ya domdar bigire. Ji ber vê yekê jî, Çîn bi hevrûkirina bi şerê bi Rûsyayê re, ket nav stratejiya NATO’yê, ne weke hêza ku nêrîna wê ya cîhanî ya serbixwe ji Moskovê heye û li dijî wê bi serketiye. Ji ber vê yekê jî, divê dagirkeriya Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê ji roja 24`ê Sibata 2022`an ve neyê xwendin, lê belê lêgerîna di nava dîroka ku êdî ji qada navneteweyî hewcedariya vê hevalbendiyê nema û divê nêrîna Rûsyayê neyê paşguhkirin, ji ber ku Rûsya neçar bû ku dest bi vî şerî bike.

Lê di dema niha de û bi aloziya cîhanî ya li Ukranyayê, NATO`yê biryar da hebûna xwe ya leşkerî li ber deriyên Rûsyayê zêde bike û mekanîzmeya berfirehbûnê da ku Siwêd û Finlendayê tevlî xwe bike. Rûsya jî ev gav wekî “Dijminahî”û”bê aramiyê”binav kir. Her wiha, di vê çarçoveyê de, Sekertêrê Giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg got:”Ji serdema Şerê Sar ve, ev yek jinûve rêxistinkirina herî mezin a parastina me ya hevbeş e”.

Stratejiya Amerîkayê ya pêşbaziya bi Çînê re, rastî astengiyekê tê ku ji aliyê saziya NATO`yê ve tê birêvebirin ku NATO dixwaze ber bi cîhana kevn a ku nas dike bibe û rêgezên berê yên lîstokê. Zehmet e û bi rêbazên argumanên dadwerî, were îsbatkirin ku NATO tiştekî cuda ye ji Amerîka û ew herdu jî ne heman tişt in, lê hate piştrastkirin ku ew yek in ku ji aliyê stratejiyên ve nakok in, ango her yek stratejiya xwe heye. Her kes dizane ku Çîn û Okyanûsa Pasîfîkê ji serdema serokê berê Donald Trump ve, bûye qada hizira Amerîkayê. Di heman demê de, her kes dizane ku NATO`yê bi 30 dewletên xwe ve, wekî hevalbendiyeke ku nasnameya wî bi her du aliyên Atlantîkê ve girêdayî ye. Ji ber ku NATO`yê heta niha cewherê aloziya li Okyanûsa Pasîfîk fêm nekiriye û tu hebûneke xwe ya fîzîkî li wê herêmê tune ye ku bi erkeke mezin rabe, da ku nehêle Amerîka li hevalbendên herêmî bigire û bi demê re bibe altirnatîfa”NATO pîr” ku li Ewropayê dimîne û nikare ji bilî Rûsyayê tiştekî din ji xwe re armanc bigire. Her wiha, dema ku NATO`yê behsa fikarên der barê çalakiyên Çînê li Pola Bakur û Afrîkayê dike (Em dibînin ku NATO li qadên ku destê wê dirêj in, Çînê rexne dike).

Di heman demê de, Stoltenberg ku rêveberê burokrasiya NATO`yê ye, bû nimûne dibîne ku ronesansa Çînê derfetekê nexasim ji bo aboriyê û bazirganiya dewletên di NATO`yê de çêdike. Her wiha, Stoltenberg  dewamiya danûstandina bi Çînê re giring dibîne û dibêje”Çîn ne dijminê NATO`yê ye”.

Amerîka, nexasim rêveberiyên demokratîk, madem ku li pişt stratejiyên NATO`yê ne û di çêkirina van stratejiyan de beşdar bûne û xwe ji baweriya ku ev “Hevalbendî- dehfeke ” xelas nekiriye, ji ber ku NATO alaveke rizgarkirina Ewropayê û lawazkirina Rûsyayê ye, wê Amerîka derfteke din a hevsengiya di navbera okyanûsan de wekî Atlantîk (okyanûs û hevalbendî) winda bike û êdî nabe çêkera dîrokê. Her çiqas ku Amerîka di cîhana kevn de fetisî, wê derfeta birêvebirina pêşbaziyek afirîner a bi Çînê re teng bibe û zemîna rûbirûbûna leşkerî zêdetir bibe.

Werger ji erebî: Kendal Cûdî