Gelo Kiliçdaroglu cesaret dike ku mîrasa Înonu tesfîye bike?

HISÊN CIMO

Ji 6ê sibatê ve ango dîroka erdheja wêranker, gelek planên siyasî û ewlekarî yên mezin li herêmê, nexasim ên girêdayî Tirkîyayê û Sûrîyayê, hatin guhartin. Lê encamên erdhejê, hîna ne di wê asta ku bandoreka neyînî li ser paşeroja serokkomarê Tirîyayê, Erdogan ku piştgirîyeka herêmî ya mezin digire, bike.

Lê tevî vê yekê jî, şertgirtina li ser serkeftina alîyekî di vê demê da, qumareka ne profesyonal e. AKPyê, ji sala 2002an ve bêyî tu rikberîyan,  hêza xwe di desthildarîya demdirêj da, hema bibêje ji dest daye. Lê ev nayê wê wateyê ku bi berdewamî belgeyên xwe, ji dest dane. AKP partîya herî zêde ku xwe nû dike û piranîya caran bernameyên dijberên dikirin yên xwe, her çi li ser asta hundirîn an jî sîyaseta derve.  Di vê çarçoveyê da, eger ku CHP dixwaze li ser dewletên erebî vebe û destekê ji birêxistinên îslamî yên ku pala xwe dane hikûmeta AKPyê, rake, êdî ev yek bêwate ye, bi hevrûkirina guhartinên mezin ku Erdogan di vê derbarê da pêk anîne, nexasim derbarê rejîma Sûrîyayê da. Eger em di navbera sîyaseta derve ya sala 2015 û 2023an bi hev re hevrû bikin, wê dîyar bibe wekî ku îroj CHP rewşê birêve dibe! Lewra, AKPyê dest danî  ser bernameya dijberê xwe û dît ku êdî dema guhartinê hatiye. Lê gelo çi ji CHPyê ra maye da ku di şerê hilbijartinan ên mezin ku tê çavrêkirin di 14ê gulanê da li dar bikeve, li dij Erdogan bi ser bikeve? Gelo rêyek heye ku partî jê dest pê bike, da ku serdemeka nû dest pê bike wekî tecrûbeya partîya demokratîk a sala 1950yî û AKPyê sala 2002an?

Bawerî şikest

Di çend rojên berê da, opozîsyona Tirkîyayê ya ku maseya şeşalî nûnertîya wê dike, dema ku seroka partîya Xeyr Meral Akşener ragihand ku ew namzetîya Kemal Kiliçdaroglu ya ji bo hilbijartinên serokatîyê red dike, rastî hejandina jinişkan ve hat. Piştî sê rojan, ji helwesta xwe bi paş da vegerîya, lê ev yek bû cihê pirsînê! Lê zirareka mezin gihand wêneyê hevgirtina opozîsyonê li hemberî dijberekî bi hêz ê lîstokên siyasî û bandora li ser gireseyê wekî Erdogan. Ji alîyê xwe ve serokê HDPyê, Medhat Sinjar bûyera ku çêbûye rexne kir û rêbazê “siyaseta li pişt derîyên girtî” red kir û tiştê ku rû daye (vekişandin û vegera Akşener) bawerîya civakê bi opozîsyonê şkand.

Li gorî nirxandinên hilbijartinan, heta niha HDP alîyê ku dikare bernamzetê hilbijartinê dîyar bike, lê heta niha di piştgirîya vekirî ya ji Kiliçdaroglu an jî ragihandina şer li dij Erdogan, gelekî hişyar e, tevî ku zilm li ser destilatdarîya niha lê hatiye kirin û lîder û kadroyên wê yên şaredarîyê û sîyasetmedarên wê xistine zindanê.

Kiliçdaroglu birêveberîya partîyê bi hişmendîyeka cuda û bi rêbazekî nêzî Bulent Ecevît bi dest xist, dema ku di sala 1971ê da, xwe ji derbekaran dûr xist û di hilbijartinên 1973yan da, bi rêjeya 42% bi ser ket. Tevî vê yekê jî, Kiliçdaroglu tu pêşnîyazên bi wêrek derbarê alozîyên giran ên li Tirkîyayê, pêşkêş nekir.

Ne pêkan e ku HDP, serkeftineka belaş pêşkêşî hevalbendîya opozîsyonê bike, wekî ku çawa di hilbijartinên şaredarîya sala 2019an, pêk hat. Sinjar berîya niha bi çend rojan, behsa hevpeymana li ser rêgezan kir, ne li ser lihevkirina giştî. Her wiha, partîyên opozîsyonê difikirin ku HDP di hilbijartinan da neçar e ku di dawîyê da li dij Erdogan dengê xwe bide, lê ev nirxandin heta asteka mezin kêm e, dema ku mirov li stratejîya  berfireh a HDPyê vegerê. Gelo partî çi dixwaze? Bo nimûne gelo têrê dike Kiliçdaroglu di xîtaba xwe ya serkeftina di namzetîyê da  wiha bibêje “Em aşitîyê dixwazin û hewl didin ku hemû rengên Tirîyayê bi hev ra kom bikin”? Dibe ku têgeha “rengên Tirkîyayê” nîşaneyeka pozîtîf be û destpêka vekirina “sendoqa reş” a komarê ji sala 1923an: Doza kurdî. Lê tevî vê yekê jî, dîroka Tirkîyayê bi sîyasetmedarên ku li pêşîya wan derfetên guhartinê hebûn û ji ber dudilî û ne wêrekî winda kirin, tij ye. Encam piranîya caran wekî ku sîyasetmedar û parlamenterê berê yê HDPyê Srî Soraya Onder dibêje “Zêdeparîya şer ji ya hewcedarîya aşitîyê zêdetir e.”

Têkçûna dûbarekirî

Rûyê din ê serkeftina dûbarekirî ya AKPyê, ji ber têkçûna dûbarekirî ya CHPyê di birêveberîya guhartinê da ye. Tenê ji nava partîyên heyî yên li Tirkîyayê, AKP û HDP, li ser bikaranîna veguhistina nifûsê ya cografî sîyasetên xwe ava kirin. Demeka dirêj ji salên 70yî heta destpêka sedsala niha da, partîyên Tirkîyayê li ser rêgezên civakî yên kevnar dijîyan û wateya çûyîna nifûseka mezin ji Kurdistanê û Anadolê ber bi rojavayê Tirkîyayê ve, nizanîbûn. Li vir em careka din parêznameya Srî Soraya Onder ya li dij tewanên li dij wî û partîya wî ku Navenda Kurdî ya Lêkolînan di gulana 2022an da werger kiriye, bibîr bînin:

“Di salên 60 û 70î ji sedsala derbasbûyî da, vegotina “kesên sîyasetê dikin” bi kesên wekî Demîrel, Ecevît, Erbakan û Turkîş ve hatibû girêdan. Gelo rastî ev bû? Bê gûman na! Bi milyonan koçberên ji hûndirê Anadolyayê li ser beravên bajarên mezin ên rojavayê Anadolyayê bi cih bûn. Ev yek wekî dilopên ku bi hev ra lehî çêkirin, ne tenê jîyana wan hate guhartin, lê belê dilê aborî û sazûmanîya civakî ya bajar û welat ji serî heta binî ve guhart. Nêzîkatîyên van kesan, welat guhartin, wan siyaseta rastî afirand.”

Ji sala 2002an ve, her du partîyan bi awayekî cidî û bê westandin, di nava koçberên nû yên li bajarên mezin, bingeha xwe ya sîyasî berfireh dikirin. Ev tenê mînakeka nerm ku partîyên din winda kirine. Hinek partî hene ku rêjeya dengê wan ji yê HDPyê zêdetir e an jî nêzî wê ye, lê bê civak e. HDP nûnertîya civakekê dike û AKP jî heman tişt e, lê blokên sîyasî yên din wekî partîya Mîral Akşner “Xeyr” û Partîya Saadet û Partîya Gelecek (Ehmed Dawûd Oglu) ev partîyên bê civak in. Lê CHP di heman demê da, di cihekî cûda û krîtîk da ye; ew jî nûnertîya her du civakan dike: Berava Deryaya Egeyê û Anadolyaya Jorîn a Elewî. Lê CHP, ne nerm e û nikare bi pêşveçûyîna civakê ra tevbigere û hêza wê têrê nake ku alîgirên xwe bixe tevgerê û wan bi guhartinên mezin ku dikare pêk bîne wekî ku çawa niha AKP dike, qani bike. Lê HDP, civaka xwe ya siyasî ber bi gelek alîyên nû yên pêbawer ve dibe û tu bingeha xwe ya civakî winda nekir, brovajî wê berfirehtir bû û di heman demê da AKPyê jî heman tişt kir.

Lê partîya CHPyê û tevî ku partîyeka civakî ye, lê cesaret nekir ku civakê bi awayekî çalak bi rê ve bibe û ji dema ku Kemal Kiliçdaroglu sala 2010an partî bi rê ve bir, di bersivdayîna xwestekên civakê da, baldar bû. Ev wekî encam ku em ê di gotarên bê da, bi awayekî hûrgilî behsê bikin li ser esasê dîroka CHPyê  û rêwîtîya wê ji dema ku hatiye damezirandin ve. Her wiha, bêyî ku rola giring ku Kiliçdaroglû lîst di hewldana xelaskirina partîya xwe ji kontrola“Ergenekonê” û bermahîyên dewletên kûr, were kêmkirin, an jî serkeftina wî di tesfîyekirina mîrasa Denîz Bayîkal ku partî ji sala 1992yan heta 2010an bi rê ve dibir. Di vê çaroveyê da, Bayîkal li ser metoda kopîkirî ya ji “Kemalîst” Ismet Înonu meşîya û di nava opozêsyonê da bi erka parastina rejîmê rabû. Di encama vê yekê da, CHP nêzî çalakîyên dewleta kûr bû heta dema ku Kiliçdaroglu birêveberîya partîyê bi hişmendîyeka cûda û nêzî rêbazê Bulent Ecevît bi dest xist dema ku xwe dûrî derbekaran kir sala 1971ê û di hilbijartinên 1973yan da, bi rêjeya %42 bi ser ket. Tevî vê yekê jî, Kiliçdaroglu pêşnîyazên bi wêrek derbarê alozîyên Tirkîyayê yên giran pêşkêş nekir, heta gihaşt astekê ku Erodgan kengî bixwaze û bê rikberî heta roja îro, behsa vegera aşitîyê û çareserkirina doza kurdî bike.

Dibe ku maseya şeşalî hêzên nû yên piçûk û mezin di nav xwe da bihewîne, lê serkeftin bi kesayeta Kiliçdaroglu ve girêdayî ye. Rojnamevanê Tirk, Can Dundar dema ku xweragirtina maseya şeşalî bi “derhozeya ku bi saya sebra Kiliçdaroglu pêk hat” bi nav kir, zêde mezin nekir, ji ber ku Kiliçdaroglu dikarîbû hêzên dijberî hev ên çepgir û rastgir komî hev bike. Lê dibe ku ev cûdabûn -derhoze- di pêvajoya bê da, bibe xaleka lawazîyê jî. Her wiha dibe ku Kiliçdaroglu rêyeka lezgîn biafirîne û guhartineka siyasî bi rê ve bibe, ne veguhistineka hilbijartinê ya desthilatdarîyê, lê ev yek bi hêza wî ya li ser ku kesên din li dû wî bimeşin û tiştê ji bo siberoja Tirkîyayê difikire, girêdayî ye.

Di vê çarçoveyê da, dibe ku sûdek  ji lêvegera li ser nêrîn û şîreta ku rêberê PKKyê Ebdullah Ocelan di mijdara 2010an da li ser Kiliçdaroglu kir, hebe, ango piştî nêzî 5 mehan dema ku Kiliçdaroglu dikarîbû birêveberîya partîyê ji Bayîkal bistîne. Di vê çarçoveyê da, Ocelan bi rêya parêzerên xwe got:

“CHP neçar e xwe biguhirîne û eger xwe neguhire wê ew jî zirarê bibînin, di heman demê da wê bi dawî bibin û biçin, lewra guhartin di berjewendîyên wan da ye. Ji sala 2000î ve dibêjim, divê partî Kemalîstê nûjen bike, ev tekane rêya wan e. Em di destpêka rêyê da ne û divê ew vê yekê baş zanibin, ev tekane çareserîya wan e. Ji vir ez dixwazim Kiliçdaroglu hîşyar bikin; sûda wan jî di nûjenkirin û demokratîkirina kemalîstê da heye. Nûjenkirina kemalîstê mijareka girîng e, divê partîya wî vê yekê pêk bîne. Eger ev yek kir, wê rizgar bibe û eger nekir jî, wê bi dawî bibe û biçe, ev derfeta wî ya dawî ye.”

Wergera ji zimanê erebî: Kendal Cûdî