Êrîşên Tirkiyayê: Şer wekî siyaseteke hundurîn

By Şoreş Derwîş

Gotar bi zimanê erebî jî heye

Di destpêka şerê li dij Xezayê de, Serokkomarê Tirkiyayê Erdogan hewl da ku bala raya giştî bikişîne ser hevkêşeyeke ne zelal a di navbera artêşa dewleta wî û artêşa Îsraîlê de, ku amajeyê bi exlaqê bilind ê artêşa xwe dike û bi artêşa Îsraîlê re hevrû dike. Ev hevkêşeya kirêt û mîlidramaya  Erdoganî li ser koma xwe ya siyasî û îdyolojî meşiya. Lê rastiyên êrîşên li dij bakurrojhilatê Sûriyayê ku ji 5ê cotmehê ve zêdetir bûye, nerastiya vê hevkêşeyê eşkere kir. Bi êrîşa sêyem ku 24ê meha 12an dest pê kiriye, hêsan e ku mirov nas bike ku çi hevkêşe an jî axaftina li bara artêşa tirk, derbirîneke nezelal e, ji ber ku kuştina sivîlan û wêrankirina binesazî û debara jiyana xelkê li bakurrojhilatê Sûriyayê ji bilî ku ew sûcekî şer e, ew ji binî ve dûrî exlaqê ye.

Ji jor ve, balafirên dron ên Tiriyayê wêneyên hin cihên sivîl ku wêran kiriye kişand û bi belavkirina wan wêneyan xwe dibîne, wekî ku her tişt ji raya giştî re ne zelal e. Ev yek tê wateyê ku pêwîstiya hikûmeta Tirkiyayê bi wêne û dîmenan heye da ku li ser televizyon û ajansên xwe belav bike, ev yek jî dikeve çarçoveya nezelaliya ragihandinî ya ku xwe dispêre sernaveka rêklamê ya dubarekirî “hêzên me deverên terorîstan rûxandin” ku bi vê yekê çavan ji ser rûxandina kargeh, kargehên terziyê, kargehên çaksazkirina otombîlan, holên zemawendan û nexweşxaneyên sivîlan dadigerîne û qurbaniyên sivîl jî her dem “terorîst” in.

Bi vî awayê beloq yê veşartina rastiyê, dewleta Tirkiyayê hewl dide ku şermiyê ji ser saziya xwe ya leşkerî rake ku beriya bidawîbûna îsal êşiya, piştî ku li Xakûrkê ya li Başûrê Kurdistanê ji aliyê şervanên PKKyê ve rastî derbeyeke xurt hat. Rewş jî ew e ku operasyonên Tirkiyê yên domdar li Başûrê Kurdistanê bêbandor bûne, ku navên filmên sînemayê yên bazirganî li wan operasyonên xwe dike “Elend-Roj-Penc”, ev yek diyar dike ku Tirkiya tiştekî rast ji raya giştî ya tirkî re bêje û ev yek jî dihêle ku saziya wê ya leşkerî û ewlekarî cihên hêsan hilbijêre da ku wêran bike, wekî êrîşên 5ê cotmehê û êrîşên dema niha. Lê awayê hedefgirtinên dawî hate guhartin û êdî kompaniyên sivîl jî bûne armancên artêşa Tirkiyayê, ku di êrîşa 5ê cotmehê de saziyên giştî û binesazî yên girêdayî Rêveberiya Xweser bûn armancên dewleta Tirkiyayê. Ev yek jî tê wateya ku dibe ku rewş xerabtir bibe û şerekî qirkirinê di pêvajoyên piştre were destpêkirin û malûmilkên sivîl jî hedef bigire. Pêşketina awayê êrîşan ev pirsa fikar e ku divê di vê demê de were pirskirin, nexasim ku hikumeta Tirkiyayê tu hişyarên navdewletî nagire û li pêşîya lêvegerên navdewletî nayê cezakirin. Ev yek jî tê kirin di demekê de ku cîhan bi şerê Xeza û Ukranyayê re mijûl e, ev yek jî derfetê dide şerê Tirkiyayê ku di astmosfêreke baş de were kirin û sûcên şer û qirkirineke bi bêdengî pêk bîne.

Vê carê, Enqereyê beriya êrîşa xwe ya vekirî HSD an jî Rêveberiya Xweser tawanbar nekir, wekî ku carên berê dikir. Êdî Tirkiyayê ji bo êrîşên li dij sivîlan û wêrankirina debara wan a jiyanê tu bihaneyan şirove nake û van kiryaran bi sirûşa siyasetên tûlhildanê yên êlî dike û hest dike ku ji erka wî ye deverên kurdên sûrîyayî birûxîne. Ev yek tê wateyê ku êdî rihetiya Erdogan û hikûmeta şerê Tirkiyayê li ser esasê wêrankirina derdorê ye. Ev dîmenên mîna çerxên navîn, teşeyê berberî yê berê tîne bîra me, çaxa ku Cengîz Xan hewl da tevahiya  bajaran birûxîne ji bo ku cîhan bibe deşteke berfireh, ku dayîk lê bi azadî zarokê xwe şîr bidin. Lê em çi dikarin ser van kiryarên Tirkiyayê yên ku hewl didin tenişta xwe birûxîne û wê bike xakeke bêmirov ku tî û tevlihev, bibêjin, ji bilî ku ew siyaseteke hundirîn e û derxistina pirsgirêkên ku divê di hundir de bên çarekirin? Ev yek jî tê wateyê ku Tirkiya bi hemleyên domdar ên li Başûrê Kurdistanê û êrîşên li dij bakurrojhilatê Sûriyayê dixwaze derketina neteweyî li Tirkiyayê bi xwe jî zuha bike, ya ku kurd biserkeftin nûnertiya wê dikin ji ber ku bûne sêyemîn mezintirîn kom di parlemntoyê de û dibin serokên bi sedan şaredariyên bakurê Kurdistanê, tevî operasyonên çewisandin, tundî û qedexekirinên ku tevgera wan a siyasî rûbirûyê wê ne.

Li gorî dîtina şovenîst a tirk şaştiyeke din jî heye ew jî navê xwe Rêveberiya Xweser e, tevî ku rêveberî nûnertiya kurd, ereb û siryanan dike û Tirkiya destûra vê yekê jî wê nede. Ji ber ku li gorî fermiyên tirk şaştiya wê ya yekê dema ku kurdên Iraqê xwebirêveberiya xwe bi dest xistin.

Bi vegera li ser sûcên şer ku Tirkiyayê bi dron û topavêjên xwe pêk tîne, paşguhkirina navdewletî ji tiştên ku li bakurrojhilatê Sûriyayê dibe tê dîtin, tevî ku herdu garantorên amerîkayî û rûsyayî êrîşên Tirkiyayê û hedefgirtina cihên sivîl dişopînin. Her wiha, dibe ku herdu alî (rûsyayî û amerîkayî) zêdetir dosyayên şer li Ukranya û Xezayê dişopînin, rê ji Tirkiyayê tê vekirin ku siyaseta xwe ya dijminahî berdewam bike, ji bilî ku Washington dixwaze Enqerayê razî bike ji ber ku dê tevlîbûna Swêdê bo NATOyê erê bike. Nexasim ku komîteya têkiliyên derve ya di parlamentoya Tirkiyayê de, di rojên duyem ê êrîşa li dij bakurrojhilatê Sûriyayê protokola tevlêbûna Siwêdê ya nava NATOyê de erê kir. Tê texmînkirin ku Amerîkayê bikeve tevgerê da ku êrîşa Tirkiyayê rawestîne, ev yek jî di axaftina berdevkê Wezareta Karê Derve yê Amerîkayê hate fêmkirin ku banga rawestandina yekser ji tundiyê re û rêzgirtina xetên agirbestê yên sabit, ev yek jî  tê fêmkirin ku Amerîka û Hevpeymana Navdewletî metirsiyên êrîşên Tirkiyayên fêm dike ku ev êrîş dibe alîkar rêxistina “DAIŞ”ê zindî bike û hêzên ewlekarî li bakurrojhilatê Sûriyayê, tevlîhev bike.

Hemû êrîş û hedefgirtinên Tirkiyayê yên li dij bakurrojhilatê Sûriyayê û asta pêşketina wê, êdî girêdayî alozîyên bingehîn di jiyana siyasî ya hundurîn a Tirkiyayê de ye û tevî ku kurdên Sûriyayê dûrî vê yekê bikevin, hikûmeta Tirkiyayê wê hemû rêbazan bi kar bîne da ku wan tev li aloziyê bike.