Dîroknasek û akademîsyenek tercîha suprîzan di serokatiya Trump a duyem de dikin
Nivîskar: Hisên Cimo
3 grup di tîma Trump de.. derfeta rizgariyê bo rikber û hevalbendan çi qas e?
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Gelek caran tîma rêveberiya Donald Trump di dema hukumê wî yê yekem de (2016-2020) gazin dikirin ku ew nikarin tiştê ku Trump pê dihizire û tiştê ku dê pê rabe, pêşbîn bikin.
Trup bi xwe vê yek dizane û dibîne ku ev yek ji berjewendiya wî ye. Wî di hevdîtinekê de berî serkeftina wî di serokatiyê de got ku serokê Çînê Şî Jîn Pîng rêzê jê re digire. Çima? Ji ber ku Trump dînekî mezin e!
Lê Trumpê 2024an mîrateke wî di hizira nerêxistinkirî û biryarên xweber de heye. Tu kes li cîhanê niha pirs nake ku trump kî ye û çima bi vî awayî diaxive û ew serokê gewretirîn dewlet li cîhanê ye? Her kes Trump nas dike. Pirs ew e: Gelo em dikarin tiştê ku pê rabe û tiştê ku dê di siyaseta derve biguhere û tiştê ku nikare biguhere, pêşbîn bikin?
Di dema serokatiya wî ya yekem de, hewl da li rêzikên siyaseta amerîkayî ya berbelav biqulibe, ji çaxa rûxîna Yekîtiya Sovyetê ve, lê ew di hinekî tenê de bi ser ket. Ji ber wê, xelasbûna ji vê mîrateyê bi biryarên xweber meriv dikare bibêje ku nepêkan e, an jî wê rê li ber bobelatên mirovî veke, mîna tiştê ku rû da dema ku rê da artêşa Tirkiyayê derbasî deverên di bin parastina Amerîkayê de bibe sala 2019an (Serê Kaniyê û Girê Spî) û bû seba koçberkirina bêhtir ji 400 hezar sivîl û rê li ber komikên opozîsyonê vekir ku koçberkirina etnîkî pêk bînin û xîtaba nefretê li dij kurdan bi kar anîn di jiyana rojane de û li ser alavên ragihandinê yên ku piştgiriya êrîşên opozîsyona sûriyayî dikin.
Wê çaxê Trump bû seba tevliheviyê di hundirê rêveberiya Amerîkayê de û Wezîrê Parastinê James Mattis ji ber wê karbesiya xwe da û di dawiyê de neçar ma ji ser biryara xwe vegere, lê piştî ku hasil giha mûsil.
Gelo cihê van biryaran di cîhana Trump ya nû de heye?
Wekî destpêk, erê. Ev cîhana Trump e, ji ber ku wî zanebûna siyasî li gel xwe zêde nekir di dema derveyî serokatiyê de (2021-2024), hê ew bi şêwazê “rastiya efsûnî ya zarokî” dihizire”, mîna nîgarkirina ala Çînê li ser balafirên Amerîkyê paşê bombebararankirina Rûsyayê, bi vê yekê şer di navbera Rûsya û Çînê de çêbibe û Washington li wan temaşe bike! Bi temamî ev gotin got di xîtabekê de li New Orleansê di 5ê adara 2022yan de.
Çawa wê Trump cîhanê biguhêre?
Di bin vî sernavî de, mamostayê zanistên siyasî di zanîngeha “Duke”ê de Peter D. Feaver, di kovara “Foreign Affairs”ê de li bara simayên siyaseta Trump ya derve, nivîsî. Ew dibîne ku bi agahiyê ku ketine ser hev di çar salên serokatiya wî ya borî de û çar salên serokatiya wî ya niha û salek ji xîtabên di hemleya wî di Koşka Spî de, pêkan e hin pêşbênî bên kirin li bara tiştê ku Trump dê hewl bide pêk bîne di dema serokatiya xwe ya duye de.
Peter li ser du tiştên sereke tekez dike li bara rêveçûyînên Trump:
Yekem, wek di wîlayeta Trump ya yekem de (mîna hemû rêveberiyê siyasî), karmend dê siyasetê avabikin û saziyên cuda cuda dê li bara desthilatê guftûgo bikin. Hin ji wan hin hizirên radîkalî hildigirin li bara jinûveavakirina rêveberî û siyaseta derve. Hinên din jî nêrînên wan ên kevneşop hene. Lê vê carê, dê desthilat di destê baskên tundtir de be û dê fişarê bike da ku dangên navîn vemirîne, her wiha tirsek li gel saskarên siyasî û leşkerî çêbûye, ku kesên tund xwe wekî “dewleta kûr” dibînin.
Duyem, hê jî cewherê rêbazê Trump di siyaseta derve de: Diravkariya xwerû ye (naked transactionalism) bêyî guhartin. Lê rêya ku ew dê pê hewl bide lihevkirinên xwe pêk bîne bi awayekî mezin hatiye guhartin. Cîhana îroj cihekî xetertir e ji berê çaxa wîlayeta wî ya duyem. Xîtaba hemleya Trump cîhan bi têgihên bobelatî wesf kir, xwe û tîma xwe dibîne ku ew rasteqînên tund in û metirsiyê nas dikin. Lê tiştê ku wan pêşkêş kir kêmtir bû ji rasteqîniya efsûnî ya ku xuya dike ku tu têgihaştineke wan ji gefên ku li dij Amerîkayê ne, tuneye. Dibe ku pala xwe dide wê yekê ku ka gelo Trump dikare parastina berjewendiyên Amerîkayê bike, di vê jîngeha tevlihev de.
Peter D. Feaver tîma Trump ya borî û ya bû dabeşî sê koman dike. A yekem û duyem tê de pisporên xwedîtecrube hene hewl didin siyasetên Trump serrast bikin. Lê koma sêyem a her tund û bi awayekî kor rêzikên trump pêk tînin bêyî ku daxwaza zelalkirinê jê bikin, an jî li metirsiyên wê bihizirin. Baweriya wan bi slogana “Em bi hev re careke din Amerîkayê gewre bikin” heye. Wekî mînak, hewldanên tijî metirsî yên xwevekişandina ji Efganistanê û pabendiyên NATOyê di rojên dawî yên wîlayeta wê ya yekem de ji hizirên karmendên piçûk bûn, ku piştî karmendên mezin dest jê berdan û hewl dan rê li ber Trump bigirin da ku siyasetên bi zirar pêk neîne. Di wîlayeta Trump ya yekem de, komika sêyem biçûk bû û bandora wê li Trump hindik bû, lê vê carê dê mezintir û desthilatdartir be.
Çi ji bo hevalbend û rikberan?
Piraniya hevalbendên Amerîakyê bi tirseke mezin li serkeftina Trump nêrîn, wan bawer dikir ku ev xelaka dawî ye ji serokatiya Washingtonê ji cîhanê re. Gelek tişt hene meriv dikare wê rexne bike li bara siyaseta derve ya Amerîkayê ya piştê Şerê Cîhanê yê Duyem, li gor derbirîna mamostayê Zanîngeha Duke. Tu care hevalbendên Amerîkayê giliyên xwe ranewestandine. Lê her wiha wan nas kir ku dema piştî 1945an bi gelekî baştir bû ji dema berî wê.
Dema ku hilbijêrên amerîakyî bo cara yekem di 2016an de Trump hilbijart, hevalbendên Amerîkayê gelek stratejiyên çeperî pêk anîn, wekî bersiv. Lê vê carê, ketin helwesteke qelstir bi seba rikberiyên hundirîn û gefên derve ji Rûsya û Çînê.
Peter D. Feaver bawer dike ku hevalbendên Amerîkayê dê hewl bidin Trump razî bikin. Heta asta ku qanûnên wan rê didin wan, dê arankeran li ber wî raxin ku tekez bû ev baştirîn şêwaz e da ku mercên xwe pê re pêk bînin.
Tersî wê, vegera Trump li gor rikberên Amerîkayê dê derfetên biberek bo wan peyda bike.
Trump soz da ku ew dê hewl bide Ukranyayê neçar bike da ku hin erdan bide Rûsyayê û destkeftiyê Putin ji êrîşê xurt bike. Tersî gelek sozên hemleyê, ev soz tê bawerkirin ji ber ku Trump şêwirdarên li dij Ukranyayê û alîgirên Putin li derdora xwe bi cih kirin. Her wiha tê tercîh kirin ku plana xwe ya li bara Ukranyayê pêk bîne ji ber ku bi temamî di çarçoveya desthilata serok de ye.
Pirs ew geli ka dê Putin radestbûna beşî ji Trump re bike tevî ku ew bawer dike ku ew herdem dikare dest deyne ser axa ukranyayê bigiştî piştî ku Trump bêalîbûnê li ser Keyvê ferz bike an jî dê Putin daxwazê ji Trump bike ku bi temamî xwe raest bike?
Qezenc bo Çînê hinekî zelaliya wan kêmtir e, ku gelek şêeirdarên Trump ên sereke di rasteqîniya efsûnî de winda bûne ya ku bawer dike ku Amerîka dikare berjewendityên xwe li Ewropayê bike qurbanî, çaxa ku li ser rawestîna di rûyê “destdirêjiya çînî li rojhilatê Asyayê” kar bike, wekî ku Feaver û stratejîmedarên amerîakyî dibjin.
Feaver pêşbîn dike ku dê di demekê de di serokatiya Trump ya duyem de, dê bi xwe hest bike ku ji hêla siyaseta derve ve pûç e ji ber rêyên wî yên xwevegiriyê ku careke din di hemleya xwe ya hilbijartinan de ragihand.
Di kêliyekê ji kêliyan de dibe ku Trump li dij komika sêyem derkeve ya tund a ku dixwaze siyasetên ragihandî pêk bîne di hemleya hilbijartinê, her wiha xwevegiriya ji cîhanê.
Ji ber wê, Feaver bawer dike, ku ew pisporekî stratejî ye di encumena ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê de kar kiriye, ku Trump di kêliyekê ji kêliyan dibe ku li dij komika sêyem a tund derkeve a ku dixwaze siyasetên ragihandî pêk bîne di hemleya hilbijartinê, her wiha xwevegiriya ji cîhanê. Wekî ku Mcmaster di bîranînên xwe de wesf dike, ku ew şêwirdarê ewlehiya neteweyî yê sêyem e di dema Trump de, alîkarên Trump ên herî jîr heger xwestin Trump tiştekî bike dê jê re bibêjin ku dijminên wî gotine ku ew nikare bike. Dibe ku ev fen heta demekê bi kêr bê, lê di pêvajoyekê ji pêvajoyan de, li gorî Feaver, dê tekez Trump di rêyeke din de bimeşe û dibe ku het dawiyê jî komika herî tund bêzar bike berdêla ku wê xurt bike.
Dîroknasekî amerîkayî: Demokratiyan sînorê xwe derbas kirin
Balkêş e ku akademîsyenekî din jî, ew jî Stephen Kotkin e, bawer nke ku Trump, tevî ku ji hêla siyasî ve jî nezan e, bi tevahî bêzanîn e. Bixwehesînek heye, li tenişta bobelatekê, dê bihîle Trump ji nû ve ava bibe.
Kotkin dîroknasekî amerîkayî yê mezin pisporê dîroka Rûsyayê ye û nivîskarê jiyannameya Jozef Stalîn e ku ji sê cildan pêk tê. Her wiha li bara cografiya siyasî nivîsiye û jêdera hêza amerîkayî û zivirînên di serdema Trump de.
Di hevdîtineke taybet de ya bo kovara “Foreign Affairs” Kotkin piştî serkeftina Trump bi çend saetan axivî. Destpêkê ev pirs bû: Gelo li gor te niha Putin bi çi dihizire, ji ber ku trump xwe amade dike vegera Koşka Spî bi wîlayeta duyem?
Kotkin bersiv da:
“xwezî min zanîba. Ev sîstemên veşartî li Mosko û Bekînê naxwazin ku en nas bikin bê ew bi çi dihizirin. Tiştê em nas dikin ji kiryar û daxuyaniyên wê yên giştî yên dubarekirî ew e ku ew giha nêrînekê ku Amerîka ber bi jêr ve diçe û veger jê re tuneye. Gelek bûyer derbas bûn ku ev nêrîn xurttir kir. Ew pir kêfxweş bûn çaxa ku mînak li bara vê nêrîna xwe dianîn ku Amerîka û rojava ber bi jêr ve diçin, ji ber wê, wê roja wan bê. Ew siberoj in; û em borî ne. Ev tev de berî Trump çêbû. Rast e ku Trump xuya dike ku ew ji wan re diyarî ye, lê ew ji hevalbendiyan hez nake, an jî ew wiha dibêje: Hevalbend li ser me dijîn. Lê çi di dema Biden de çêbû? Hêza Amerîkayê di dema Biden an jî di dema Obama de mezin nebû. Ji ber wê, dibe ku Trump vê yekê leztir bike ew tiştê ku Mosko û Pekin dibîne ku xweqelskirin e. Lê ew nayê pêşbînîkirin. Dibe ku tersî wiha be.”
Li bara Ukranyayê, bersivên Kotkin vekirî bûn li ser bijareyên tund bêhtir ji tercîhên Feaver:
“Trump li bara Ukranyayê, baweriya bi tiştekî nayê. Ji ber wê bi rêyekê ji rêyan her tişt pêkan e. Dibe ku xuya dike ku dê ji bo Ukranyayê rewş xerabtir be, lê xuya dike ku dê baştir be. Lê pir zehmet e em pêşbîn bikin. Dibe ku pêkan be jî Ukranya tev li NATOyê bibe di dema Trump de, ev yek jî dê ji binî ve di dema Biden de pêk nehatiba. Ez nabêjim dê ev çêbibe. Ez nabêjin ihtîmaleke mezin jî heye ku pêk bê. Ez tenê dibêjim ku hizira ku dibêje Trump diyariya rikberan e, nakeve ser min. Dibe ku wan matmayî bihêle li bara hevalbendiyan û jinûveavakirina hêza amerîkayî.”
Kotkin rêbaza ku ragihandin pê Trump pêşkêş dike, rexne dike. Di gotareke xwe de ya sala 2019an, tev tev li keseyateke amerîkayî ya normal kir. Xwedîtin giyanê rêbiran û arankerên tûj ji dêmên ku hişt Amerîka bibe Amerîkaya îroj. Sedemek heye dihêle ku Trump karibe, di gereke hilbijartinê tenê de, mîrnişîna Bush û Clinton yên rûniştî têk bibe û niha li gor Kotkin, encamên hilbijartinan tekez dikin ku Trump nûnertiya ruhê amerîkayî dike, di vê kêliya dîrokê de, bêhtir bi gelekî ji rikberên xwe yên di elît û saziyan de:
Li Amerîkayê, tu partiyeke heyî desthilat di destê wê nema û ew rêjeya erêkirina serokatî li gel wê kêm e, mîna Biden. Demokratiyan sînorê xwe derbas kir. Biden di hilbijartinên 2020î de bi ser ket piştî ku hemleya xwe wekî kesekî navîn û seqemgîr derbas kir. Lê wî hukum berdewam kir wekî ku wî serkeftin bi piraniyeke mezin bi dest xist, bi piranî ji çepgiriya tund, bi rêya komeke ji tiştan: Sînor, jîngeh, enerjî, seks, nijad, tawan û polîs û hwd. Wekî min nivîsî, Trump diyardeyek e. Her wiha mîrnişîna Clinton û Bush, niha mîrnişêna Cheney têk birin. Trump saziya leşkerî û ewlehiya niştimanî ya ku xizmeta wî kirin û rikberiya nemazetiya wî kirin, têk bir. Wî saziya zanistî têk bir. Çi tiştekî derhoze ye!”
Li gorî dîroknasekî ku jiyana xwe di ber xwendina li bara Stalin û Trump û endamên hêzê di împeratoriyan re derbas kiriye, Kotkin valahiya di navbera pabendiyên Washingtonê li derve û karîna wê de nas dike. Axaftin li bara wê mijarê bû ku ka gelo Amerîka dikare bêhtir pabendiya li ser milê xwe hilgire, çi bi rêya tevlîkirina Ukranyayê ya NATOyê yan jî îmzekirina peymaneke hevalbendiyê bi Siûdiyê re, di demekê de ku şik û guman hene li hundir û derve li bara ku ka gelo karîna ku tê xwestin heye bo dilsoziya pabendiyên heyî û ka gelo bingeha parastinê dikare karê parastina tevahiya hevalbendên heyî bike. Di demekê de ku guman li bara rewşa diravî hene ya ku pir aloz bûye û tê tercîhkirin ku di dema Trump de aloztir bibe, wekî çawa di dema Biden û Trumpê yekem de çêbû.
Obama hewl da siyaseta xwebiçîkirinê bi kar bîne, lê rastî derbeyên xurt hat bi seba xwestekên pêkanînekke mezintir ji hêza amerîkayî ve. Her wiha Trump jî xwest pabendiyê derve kêm bike, lê li serê wî bû rêbaz ku pê rikberiya Çînê bike, ev yek pêwîstiya wê bo dahatûyên nû yên mezin hene. Mîna Trump, Biden xwest ji Efganistanê derkeve, bi çi encamê ba, û dît ku ew neçar e bersiva şerê Ukranyayê bide û şerê di navbera Îsraîl û Hemasê bi rêya pabendiyên mezin. Çawa Washington dikare rêveberiya hemû pabendiyên li ser xwe bike? Çawa dikare karîna xwe bêhtir bike?
Nexwe, ev e rûyê sindoqa vekirî ya li pêşberî Trump. Ji hêla xîtabî ve, xuya dike ku rêbazê wî bi temamî cuda ye ji rêbazê Biden û Obama. Lê ew li beranber heman aloziyê ye, ew jî valahiya di navbera pabendî û karînan e, ev valahiyek e ku roj bi roj metirsiya wê mezintir dibe, ji ber ku yê ketî yan xwemezindîtineke demokratî ye yan jî mezinkirineke komarî ye.