Di salvegera 12em da.. lêgerîna bersivên sûrîyayî bo pirsên zehmet pêwîst e

BEŞAR EBÛD

Kî dikare tekez bike ku dema rêjîma El-Esed hilweşe, dê civaka Sûrîyayê nekeve bin destê zordaran? Em çi bikin ku rê li pêşîya zilm û zorîyê bigirin, ji ber me ev êş kişand û heta niha jî dikişînin? Gelo niha sûrîyayî li ser têgeha “netewe- dewlet” li hev dikin? Her wiha nêrîneka me ya hevbeş li ser pergala sîstemeka demoqratîk bi hemû awayên wê “maf, destûr û zagonên wê” ku garantîya maf û erkên hemûyan wek hev bigire dest heye yan na? Gelo çûyîna Beşar El-Esed ji rêjîmê dê bibe çareya pirsgirêk û alozîyan lê tenê dê bibe çareya niqutek ji deryayê, ji ber di van salên nav şer de hin pirsgirêk kûr bûne her yek bi saln dixwaze ku vegere ser xwezaya xwe?

Me projeyeka siyasî, aborî, civakî û çandî ya Sûrîyayê amade kiriye ku hemû pêkhateyên gel li ser wê razî bin, ji Idlibê heta peravê û ji Deraayê heta Efrîn û Qamişloyê? Projeyeka ku mafê welatîyan heq kiriye ku bi dehan sal in ji wan hatiye talankirin. Ma kî înkar dike ku welatê me li ber çavên me wenda dibe dema ku em rûyê xwe nadin hev?

Piştî salên bêhêvîtîyê ku bandor li gîyanê sûrîyayîyan kir, ez bawer nakim ku du sûrîyayîyên ku xwedî asta herî kêm a welatparêzîyê ne, li ser derengmayîna dirêj a bersivdana van pirsan li hev nakin, ku pirs jî zêdetirî deh sal in di mejîyê civaka Sûrîyayê da hatiye rawestandin.

Belkî hîn wext nehatêye ku em êş û qurbanîyên xwe tomar bikin, ji ber ku hîn xweî diherike. Lê kî dikare înkar bike ku welatê me ji hêla gelek artêşan ve hatiye dagîrkirin? Kî nabîne ku çîna mîrên şer û dewlemendîyên li ser hesabê gelê Sûrîyayê zêde dibin, ku rêjeya xizanîya sûrîyayîyan  gihaştiye ji sedî 90, li gorî birêxistinên Neteweyên Yekbûyî? Ma ne gerek e ku em bi hesret bibêjin îradeya niştîmanî û netewî ji dest me derketiye? Û nêrîna me qet tine di bûyerên ku li cem me diqewimin? Û erkê sûrîyayîyan him rêjîm û him jî opozîsyon be bûye ku fermanên ji derva tên pêk bînin, ew jî gorî berjiwendîyên dewletên ku destwerdanê di axa Sûrîyayê da dikin!?

Bêgûan ew zilm û zora rêjîma Esed ku bi salan e li ser me ye, em gihandin vê asta windabûnê. Ew kesên di malzaroka zilmê da zayî zû zû nikare xwe ji seqetî û kêmasîyê rizgar bike, ev yek di deh salên dawîyê da eşkere bû. Heger me ev tişt nasîn ango me nexweşîya xwe nas kir, dibe bingeh ku êdî çare li ser lêbibin û bawerîyeka navxweyî were avakirin, dûrî kesên derve, li ser vê bingehê jî neqşerêya xebata gihaştî ya niştîmanîya Sûrîyayê ne hêsan e û ev hêzên ku di nav xwe da nakokîyan dijîn nikarin vî barî hilgirin ser xwe. Ji ber ev barê welat giran e, lewma jî gerek hîmê wê yê nû were danîn û ji nû ve were avakirin.

Ji ber çi opozîsyon li Sûrîyayê bi ser neket?

Ji dema ku opozîsyona sûrîyayî “desthilatdarî” ji bo şerê rêjîma El-Esed li ser navê hemû gelê Sûrîyayê û damezrandina Encûmena Niştimanî li Qeterê di sala 2012an da girt dest xwe, û paşê navê wê hat guhartin û bû “Kwalîsyona opozîsyon” ji bo ku têkçûna encumenê veşêre, vê opozîsyonê ne li ser asta neteweyî û ne jî li ser asta welatîyan tu serkeftineka berçav bi dest nexist. Ji bilî ku tu axaftinên ku dilê hemû sûrîyayîyan rihet bike jî ji wan derneket, her wiha nikarîbû civaka navnetewî jî qanih bike ku dikare şûna rêjîma El-Esed were ser desthilatê yan jî bi rêjîmê ra  welêt bi hevbeşî bi rê ve bibe. Di vî warî da gotina “destilatî” ya ku serokwezîrê berê yê Qeterê Hemed Bin Casim, dema dixwest opozîsyona Sûrîyayê bi nav bike, anî bîra min. Hêjayî gotinê ye ku Qeter yek ji piştgirên herî bihêz ê hemû sazîyên opozîsyonê û gelek kesayetên wê bû.

Pêdivî heye ku têkçûna xebata opozîsyonê  bi rehetî were nirxandin û bi rengekî nû û rêbazekî nû xebat were kirin da ku guhartinên baş werin afirandin. Di prensîbê da, em dikarin vê têkçûnê bi wê yekê ve girêbidin ku opozîsyona Sûrîyayê cihekî berfireh da gotinên nefretê li hember pêkhateyên din ên gelê Sûrîyayê, bêyî ku hizir bike van axaftinan rawestîne an jî red bike, tevî ku zanî bû dê bandora nefretan li ser erdê bibe sedema parçekirina xelkê Sûrîyaye. Her wiha vê opozîsyonê nikarîbû kêmtirîn bêdivîyên jîyanê ji xelkê Sûrîyayê ra pêk bianîya ên wekî rûmet dadmendîya civakî, nemaze nikarîbû li herêmên di bin kontrola xwe da ava bikira ku dixwaze bi zorê navê wê bike herêma “azadkirî”. Ji bilî rola opozîsyona fermî di negihaştina pêvajoyeka veguhêz a siyasî ya rasteqîn da li ser bingeha biryara Cenêvê 2254 di dawîya sala 2015an da,  ku di bingehê xwe da diyar dikir çareserî ji bo tevahîya Sûrîyayê be ango hemû daxwazên gel pêk werin û Sûrîya ji bo hemû pêkhateyên xwe yekgirtî bimîne ne ji bo beşekê tenê.

Tekez ne tenê opozîsyonê em gihandin van astên jêrîn. Em hemû dizanin ku hêzên li ser erda me ku bi çi devxwînîyê tevdigerin û berjiwendîyên wan li vir hene, ji bilî xwezaya pevçûnên li ser erdê ku kêşanên navnetewî û herêmî bi hev ve girêdan, wekî destwerdana Rûsya, Îran, Tirkîya û dewletên cîran jî di alozîya Sûrîyayê da, niha jî dosya alozîya Sûrîyayê di hundirê sînorê welêt da nayê çarekirin, ji ber her alîyekî derve ku çare ne gorî wî be dê têk bibe, tevî em rola derve dizanin lê dîsa jî gerek e em vê pirsgirêkê ji stûyê opozîsoynê dernexin, wekî sazî û kesayetên wê ku em gihandin vê rewşê.

Gel li dij zilm û zorê di 2011an da serî hilda, em ji bo rûmet, dadwerî û azadîyê rabûn ser pêyan, ne ji bo şerekî dijî rêjîmê ku em berê dizain pênikarin, lê opozîsyonê ji xeyînî desthilatdarîyê tiştekî din nedixwest û ji ber bêtecribe û  ezmûn bû, nikarîbû xwe bigihanda asta xelkê.

Ev destwerdana herêmî û navdewletî dikarîbû bibe nirxek di karê opozîsyonê da, li şûna ku xwe bavêjin hembêza wan, weke ku rejîmê kir. Bi kêmanî wê dikarîbû axaftina xwe ji tevahîya gelê Sûrîyayê ra bikira û bang li wan bikira ku bi hev ra li dij zilma rejîmê û welatên ku welatê me dagîr dikin bi yek dengî rawestin. Dikira kî li dijî van axaftina niştîmanî  derketa? Opozîsyonê dikarîbû di pişt gelên Sûrîyayê da xwe bihêz bikira dijî dijminan, ne ku teroran ji hemû dewletên dunyayê pêşwazî bike û wan di nav xwe da qebûl bike û bibêje ev jî parçeyek ji şoreşê ne?!

Opozîsyona Sûrîyayê kete xefka mezhebperestîyê û xwe bi hêzên derve ve girêda û gotinên wê yên gelêrî her tiştê rasyonel, hevseng û welatparêzî veşartibû, vê yekê hişt ku em ji opozîsyonê bitirsin bihtirî rêjîmê, tevî em rêjîmê nas dikin û kiryarên wê yên hovane û zilim û zora wê red dikin.

Li şûna ku opozîsyon bibe bersiv ji pirsgirêkên gelê Sûrîyayê ra, tam bervajî wê hêvîyên gelên Sûrîyayê binpê kirin, encama rêbazê xwe yê çewt rê da ku heta niha rêjîma El-Esed berdewam bike. Em dikarin bibêjin di dîrokê da kesek wekî opozîsyonê bi serbirrê xwe ra nebûye alîkar.

Dema ku gelê Sûrîyayê deshilata Şamê hejand, opozîsyonê bawer kir ku dê ew li ser kursîya rêjîmê rûnê, ji ber ji malzaroka zilmê derketîye, her wiha di wê bawerîyê da bû ku ew tenê desthilat be û bi mejîyê derbeyê fikirî ku hemû derfetên xwe kirinê da ku El-Esed were rûxandin û projeya xwe ya “ixwanî” ku Tirkîya û Qeterê piştgirîya wê dikir pêşkêş kir, di wê hêvîyê da bû ku bibe berdêla rêjîma elewî. Di kêlîyên xwe yên dilgeşîyê da, di nêzîkbûna serketinê da, hemû kesên ku girêdayî projeya wê nebûn, dûrxistin û kar kir ku Sûrîyayê li gorî mezinahîya “Mûrşid” û ne li gorî mezinahiya xewna gelê Sûrîyayê û daxwazên wan ên azadî û rûmetê were avakirin.

Bê gûman rûxandina rêjîma El-Esed pêwîstî ye, lê ev rûxandin bi tenê azadî û demoqarasîyê ji gelê Sûrîyayê re naîne yan kula wan derman nake. Em vê wêranîyê tamaşe dikin, em dikarin bibêjin çûyîna rêjîma El-Esed tiştê herî hêsan e hember bobelata li benda me. Ji ber vê yekê jî di vê qonaxa dîrokî ya me da hîn di ser da erdhejê zehmet û aloztir kir, pêwîst e em wek derfet ji xwe ra bibînin û hişmedîyeka nû bi asta vê birîna kûr tevbigerin, ne ji bo para mezhebî û teng têkoşînê bikin.

Pêşnyara bingehîn ji bo avakirina bingehên xebata neteweyî, tevgerên taybetî vedihewîne ku dikare li gorî ritma pirsa jêrîn were guhastin: Sûrîya ber bi ku ve diçe? Kesek nikare bersiva vê pirsê bide bêyî komek ronakbîrên Sûrîyayê yên welatparêz çênebin û têgehên opozîsyonê û alîgirên rêjîmê derbas bikin û ji nû ve nasnameya niştîmanî biafrînin, ku ji alîyekî zordarîyê û ji alîyê din jî opozîsyonê seqet kir.

Rewşenbîrên ku civaka Sûrîyayê wekî hev bigirin dest, tu ferq û cûdahîyê nekin navbera elewî, sinî, dirzî û xiristiyan û çi kesê ku destê wî di rijandina xwinê da tunebe, her wiha  di maf û erkê da tu ferqa kurd, ereb, tirkmen û ermenan  tunebe. Ev kar jî pêwîstî bi pirekê di navbera hemû pêkhateyên Sûrîyayê da heye, ku wan teşwîqî vê yekê bikin, paşê jî kar bikin bo pirekê di navbera van pêkhateyan da bi rêya pirojeyên siyasî û aborî yên niştimanî li ser bingeha mafên destûrî û qanûnî  ku her kes tê da hest bike ew azad e û di welatê xwe da ye û xwedîpar e û berdewamîyên mafên aborî yên ku hemwelatî pê hest bike ku ji rûmeta xwe parastî ye û xwedan asta herî baş a dadmendîya civakî ye.

Helbet her kesî efsaneya Teyîrê Fênîq bihîstiye, ew jî xwe ji mirinê sax dike. Bav û kalên me gelek caran ji me ra digotin ku gelê me yê Sûrîyayê mîna teyrekî ecêb e ku her dema dawîya xwe hest dike, ji axareşkê radibe. Niha şansê me ye ku em li ser nûkirina ramanên xwe bixebitin da ku ji me ra bibe alîkar ku kêmasîyan veguherînin avahîsazîyeka berfireh ku bi vegerandina bawerîya bi şîyanên gelê me û enerjîyên wan ên afirîner û aborî pêk tê. Ev şansê me ye ku em xwelîya 12 salên dawî ser me da hatî rakin, ji bo gihaştina welatekî qanûnî û destûrî ku her kes tê da azad û birûmet bijî û kesên li ser xwîna me bazirganîyê dikin rê nedin wan ku bazirganîya êşên me bidomînin û welat û gelê me ji hev perçe bikin. Werin em hemû bi hev ra bixebitin ku salvegera şoreşa îsal bibe banga şîyarkirina “Teyîrê Fênîq”ê me.

 

Wergera ji zimanê erebî: Heysem Mislim