Di asoyên nêz de  mayîna hêzên Amerîkayê li Sûriyayê

By Şoreş Derwîş

Di destpêka vê mehê de, senatoya Amerîkayê bi piraniya dengan, ango bi 84 dengan li dij projeya qanûna vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyayê derketin û 13 endaman piştgirî dane projeya vekişandina hêznê Amerîkayê ji Sûriyayê. Her wiha, di adara borî de jî, encûmena nûneran vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyayê xistin dengdanê, lê 321 endam li dij biryarê derketin û tenê 103 endaman piştgirî dan biryarê. Projeyên dengdayînê yên dubarekirî, xwe dispêre hizirên ku hêzên di nava herdu partiyan “Komarî û Demokratî” de propogandeya wê dikin, da ku lêçûna destwerdana derve sivik bikin, an jî hêdî hêdî vegerin siyasetên îzolasyonê ku siyaseta Amerîkayê di dema navbera Şerê Cîhanê yê Yekem û Duyem de, nîşan da. Her çiqas ku Sûriyayê çavkaniya şerê herêmî yên ji dema sala 2011an ve û di siyaseta derve ya Amerîkayê ne xwedî giringî bû, ev yek dihêle ku bijarteya her baş bû bo kesên bêalî yên ku dixwazin siyaseta destwerdanê kêm bikin.

Lêvegerek li ser dîroka metoda  îzolasyonê ya Amerîkayê

Daxwazên vekişandinê yên îzolasyonê di siyaseta Amerîkayê de pîroz dibînin, xwe dispêre mîrateya ku bavûkalên damezrîner jê re plan kiribûn. Lewra, îzolasyon li gorî dîtina Amerîkayê, tê wateya redkirina beşdarbûna nava şer û koalîsyonên mêtingeriyê yên Ewropayê û mayîndekirina bazirganiya Amerîkayê ya saxlem û rast derbarê dewletên cîhanê de. Ji ber vê yekê, têgehên îzolasyon û bêalîbûn, ketin cehwerê siyaseta bavûkalên damezrînerên Amerîkayê û ev yek jî di xîtabên George Washington û Thomas Jefferson de derketin pêş.

Lê îzolasyon û bêalîbûna beramberî pirsgirêkên cîhanê û şer û hevalbendiyên wê, bû yek ji mezintirîn nîqaşên navxweyî yên germ ji dema Şerê Cîhanê yê Yekem ve, dema ku endamên kongresê û dengên navxweyî yên partiyan hewl dan ku Washington beşdarî rêveçûyîna şerê li dij Almanya û împaratoyên Awusturya û Osmanî nebe. Di wê demê de, serok Woodrow Wilson dikarîbû sînorekî ji bandora hizirên îzolasyonê, ji bo berjewendiyên destekdayîna helwesta demokrasiyên Ewropayê û sînorekî ji daxwazên dewletên ku nexwed heman daxwazin an jî di rojekê de bibin dijminê Washingtonê, deyîne. Ev yek jî hişt ku Amerîka beşdarî Şerê Cîhanê yê Yekem bibe.  Lê serkeftinên şer, têrê nedikirin ku Wilson tev li Neteweyên Yekbûyî bibe û îmzekirina li ser peymana Versaillesê  ku şer bi awayekî fermî bi dawî kir, red kir.  Tevî ku serokê amerîkayî Wilson bi xwe jî pêşnîyaza avakirina çarçoveyekî navdewletî yê bi vî rengî kir. Ev yek di encama fişara di hundurê kongresê de û redkirina endaman a pêkanîna siyasetên ku bihêlin Amerîka ji meyla xwe ya kevneşop dûr bikeve, pêk hat. Lewra hizirên îzolasyon û bangên bêalîbûnê û sînorekî ji koçberiyê re di salên 30î de, derket holê.

Bi Şerê Cîhanê yê Duyem re û taybetî di sala 1940î de, awayekî eşkere yê siyaseta îzolasyonê bi rêya komîteya “Destpêkê Amerîka” derket holê ku endamê kongresê Charles Lindbergh rêveberiya wê dikir. Ev siyasetên ku bi pêş diketin, armanc jê xwe ji şerê ewropayiyan dûr bixin û ne dijberiya Almanyaya Nazî wekî hêzekê ku derdikeve û nayê têkbirin. Lê êrîşa Japonyayê ya li dij Pearl Harbor bû sedem ku ev komîte ji holê rabe, piştî du rojan ji êrîşê û Amerîka careka din rêgeza îzolasyonê şikandin, dibe ku heta hetayê ev rêgez şikandin. Ev yek jî di dijwarbûna destwerdana Amerîkayê ya dorpêçmkirina komunîzmê li Korya (1950-1953) û Viyetnam (1955-1973) de derket holê, her wiha êrîşa 11ê îlonê jî deriyê berfireh ê di destwerdana li Efganistanê ya sala 2001ê û Iraqê sala 2003yan vekir.

Destwerdan li beramberî îzolasyonê: Şerê li dij terorê û vekişandin dijwar e

Dibe ku awayê herî eşkere yê vejandina îzolasyonê û sînordayînek ji destwerdana Amerîkayê re, di dema rêveberiya Obama de derket pêş û piştgirî da plnanên pêkanîna vekişandinên ji Iraq û Efganistanê. Lê derketina rêxistina DAIŞê, planên vekişandinatam ji Iraqê û destwerdana bi lezgîn a piştre di şerê li dij rêxistina DAIŞê li Sûriyayê. Wê demê, rêveberiya Obama neçar ma ku hevsengiyê bixe naxera herdu rêbazên destwerdan û îzolasyonê. Ragirtina ku serokê berî wî, George Bush bihêz ew ji nû ve vejand. Her wiha, di serdema Trump de, hêzên Koalîsyona Navdewletî ya bi rêveberiya Washingtonê, bi hevkariya HSDyê dikarîbû “dewleta DAIŞê” têk bibe û mîr û rêveberên DAIŞê yên herî xeternak û bibandor, tune bike. Lê ev serkeftin Trump ji ser xwesteka hiziriên îzolasyon venegerand û hizirên xwe bi vekişandina beşî ya hêzên Amerîkayê ji Rojhilata Navîn, girê da. Bi wê yekê metirsî li ser cihê Washingtonê li deverê çêkir û metirsî xist dilê hevalbendên xwe li devletên kevdavê ku xwe spart dirûşmeya “destpêkê Amerîka”.

Daxwaza vekişîna Trump ji Sûriyayê ku Sûriyayê wekî “xîz û xwîn” bi nav kir, bû destpêka pêşketina rolên Tirkiya, Rûsya û Îranê li Sûriyayê, her wiha ji bilî hişyarên di hundurê Washingtonê de, ku metoda îzolasyonê ya Trump wekî destpêka Washigtonê ya jidevberdana ji rêveberiya cîhanê,  bo dijmin û hêzên navdewletî yên dijber, bi nav kirin. Bi her halî, biryara vekişandina tam ji Sûriyayê ne hêsan bû, ji ber rastî rûbirûneke berfireh hat ku endamên kongresê yên navûdeng rêveberiya wê kirin wekî  senator Lindsey Graham. Her wiha di hundurê Pangtonê de jî, rûbirûneke dijwar pêk hat, bi îstifakirina wezîrê beravniyê yê Amerîkayê James Mattis û daxuyaniya Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê “Centcom” a nakokiya eşkere bi biryara Trump re. Dijberên vekişandina hêzên Amerîkayê, wekî şaştiyeke stratejîk bi nav kirin, ku piştre nikarin wê derbas bikin. Ji ber ku erka bidawîbûna DAIŞê bi dawî nebû û hiştina valahiyekê li herêmê, dibe ku bandoreke erênî li ser Îranê bike. Her wiha xelatkirina hikûmeta Tirkiyayê ya ku xweîngerm bo cezakirina şervanên kurd ên ku roleke wan a mezin di têkbirina DAIŞê de hebû, dê şaşitiyeke mezin be derheqê hevalbendekî şerê li dij terorê, ji ber ku zehmet e helvalbendekî din peyda bibe çaxa ku Tirkiya wan qels bike yan jî wan têk bibe.

Ji ber van hemûyan û ji ber fişarên navxweyî, Trump wekî çareseriyeke navîn, vekişandina beşî sala 2019an pêk anî û sûd ji meyla alîgirên îzolasyonê wergirt. Rêbaza wî li ser esasê ku vekişandinan wekî kaxezeke siyasî ya dudû bi kar bine, ava bû: Ji nû ve xwe bi hevalbendê xwe yê herêmî Receb Teyyib Erdogan ve girêbide, ew jî li ser hesabê hevalbendên xwecihî di “Hsd”yê de, her wiha qezencê ji cemawerê îzolasyonî bigirê, cemawerên ku daxwaza vegeraa leşkerên amerîkayî dikin, ew jî tiştekî erênî ye di hundirê Amerîkayê de, lê asta wê bilind û nizim dibe ew jî li gor tengasiya berjewendiyê Washingtonê ye, an jî berjewendiyên hevlabendên wê yên nêzîk li derve.

Lê di dema serokatiya Joe Biden de, hizira garantiya têkbirina rêxistina DAIŞê bi awayekî tam, hate piştrastkirin. Bi vê yekê re jî, Washington stratejiya derbasî sînoredayîna ji serweriya Îranê li Sûriyayê û hewandina Tirkiyayê û bêbandorkirina gefên tirkan ên pêkanîna şerekî nû li dij bakur û rojhilatê Sûriyayê, pêş xist. Tevî ku nirxê vê stratejiyê ji hêla mirovî ve hindik e jî ku li nêzî sifir e, nirxê wê yê darayî kêm e ji ber ku Washington nikare berpirsyariya encamên darayî bike, berpirsyariyên girêdayî jiyana sivîlan û tenê bi destekdayîna leşkerî sînordar e, lê heta niha ev stratejî rastî projeyên qanûnên ku daxwaz ji rêveberiya Amerîkayê dikin ku vekişe û di vê çarçoveyê de, sûdê ji metoda ku di navbera herdu şerên cîhanê de navê wê kirin “îzolasyona xweş” digirin.

7ê cotmehê: Pearl Harbora nû

Gelek çavdêr dibînin ku operasyona 7ê cotmehê ya borî, wekî êrîşa Japonyayê ya li dij bendera Pearl Harborê ya amerîkayî bi nav dikin û di encamê de, ev yek hişt ku beşdarî Şerê Cîhanê yê Duyem bibe. Her wiha, êrîşa tevgera Hemasê ya li dij derdora Xezayê, şikandina hemû bingehên ku Washington hewl da ji dema rêveberiya Obama heta serdema Biden xurt bike, ev bingeh jî ew e ku Amerîka metoda îzolasyon û bêalîbûnê ji nû ve vejîn bike û ev yek jî tê wateya kêmkirina asta siyasetên destwerdanê yên Amerîkayê li Rojhilata Navîn û berdewamkirina avakirina tîmeke ereban ku bi Îsraîlê re hevalbend bin da ku li beramberî daxwazên Îranê yên berfirehbûnê li herêmê rawestin. Lê ev roj (7 cotmeh) vegera  Washington ya li Rojhilata Navîn feriz kir  û neçar bû ku hebûna xwe di baregehên leşkerî de li herêmê xurt bike, da garantiya parastin û ewlekarya Îsraîlê bike û rê nede ku şerê li Xezayê bibe şerekî herêmî û daxwazên Îranê yên pêkanîna şerên nû ji bo sivikirina fişarên li ser tevgera Hemas û Îsraîlê biwestîne û asteng bike.

Di nava vê astmosfêra ku nîşaneyên şerê li ser Xezayê xêz dike, mayîna hêzên Amerîkayê li Sûriyayê wekî pêwîstiyeke babetî ye ji bo garantiya ku şer berfireh nebe. Het niha em dikarin li bara mayîna li ser rêbazê destwerdanê li Sûriyayê biaxivin, tevî kelemên ku alîyên îzolasyonî bi rêya projeyên biryarên vekişandinê, derdixin. Lê bûyera 7ê cotmehê cihê Pentagonê di diyarkirina nîşaneyên siyaseta derve ya Amerîkayê di dema pêş de, xurtir kir ku wê ev yek erka garantiya têkbirina tam a rêxistina DAIŞê derbas bike. Ev yek jî tê wateya ku mayîna hêzên Amerîkayê di asoyên wê yên nêz de tevî ku eger rêveberî di hilbijartinên 2024an hate guhartin û herçiqas ku fişarên leşkerî yên wekî êrîşên Îranê li dij hêzên Amerîkayê li Sûriyayê, an jî fişarên leşkerî yên Tirkiyayê li dij “HSD”yê ji ber ku hevalbendê Washingtonê yê xwecihî ye, zêde bibin.

Têpinî: Made bi zimanê erebî jî heye