Derbarê berhevdaneke ne zelal di navbera Netanyahu û Edward Seîd de

Nivîskar: Hisên Cimo

Made bi zimanê erebî jî heye العربية 

Di hezîrana 1996an de, rojnameya “Yedioth Ahronoth” jînenîgariyeke dirêj a serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, belav kir.

Netanyahu piştî ku di sala 1993yan de bû Serokê Partiya Likud, derket ser dikeya siyasetê û bi vî awayî bû rêveberê opozîsyonê. Di hilbijartinên 1996an de jî, Netanyahu li dij Shimon Peres bi serket û bû yekem serokwezîrê Îsraîlê ku bi awayekî yekser bi rêya dengdana gel tê hilbijartin û biçûktirîn serokwezîr.

Jînenîgariya ku “Yedioth Ahronoth” belav kiribû, bû çavkaniya sereke ji hemû nivîsên ku li ser wî piştre hatin nivîsandin. Di jînenîgariyê de, çawa mezin bûye û çawa ku mezinbûna wî bandor li ser wî kiriye ku bibe xwendevanekî pir dîrokê bixwîne û nîqaşên derbarê neteweyan û şaristaniyan hez bike tê de heye. Netanyahu jî ev meyla xwe ji bavê xwe profosor Ben Zion Netanyahu mîras wergirtiye. Lê balkêş e, ku Netanyahu hemû tiştên ku werdigire, dike xizmeta şerkirina li dij dijminên Îsraîlê,  bê nirxê mirovatî yên yekser yên operasyonên şerê ku niha li Xeza û Lubnanê li dar in, ku bû sedema kuştina bi dehhezarên mirovan û koçberiya bêhtir ji 2 milyon kes ji herdu welatan.

Gelo divê dewleta Filistînê çêbibe?

Di şerê 1967 û 1973yan de, Netanyahu li Amerîkayê bû. Di herdu şeran de, Netanyahu vegeriya Îsraîlê û bi awayekî dildarî beşdarî herdu şeran bû, lê piştre dîsa vedigeriya Amerîkayê da ku xwendina xwe berdewam bike. Li Amerîkayê, êdî beşdarî xîtab û nivîsên li dij propogandeya filistinî bû, piştî ku dît ev propogandeya filistinî wêneyê Îsraîlê yê di xeyala wî de, dişewihîne. Her wiha, di pêvajoya salên 70yî li Boston, ciwanê akademîk û leşkerê îsraîlî Netanyahu yekem berhevdaneke televizyonê, bi rewşenbîrê Filistînê Edward Seîd re bi sernavê “Gelo divê dewleta Filistînê çêbibe?” organîze kir.

Di çavkaniyeke din de, me dît ku piştî şerê cotmeha 1973yan de, êdî nîşaneyên şiyanên Netanyahu yên xîtabê derdikevin. Yekem kesê ku ev tişt dît jî, baylozê Îsraîlê li Bostonê Colette Avital bû, dema ku ew vexwend beşdarî berhevdaneke li ser şerê cotmehê û rewşa li Rojhilata Navîn di televizyoneke Bostonê ya xwecihî bibe de, bi  Edward Seîd bibe. Ji wê bûyerê ve, êdî Netanyahu di televizyonên amerîkayî de derdiket û derbarê rewşa li Îsraîlê û herêmê gelek hevdîtin bi wî re hatin kirin û hezkirina xwe ji kamîrayê re nîşan da.

Netanyahu di pirtûka xwe ya bi navê “Cihê di bin rojê de” behsa vê berhevdanê nekir, ku diviyabû piştî şerê 1973yan de piştî salekê an jî du salan, çêbûye. Lê di çapa pirtûkê ya erebî de, şopandina “Yedioth Ahronoth” li ser jînenîgariya Netanyahu bi tevahî hate zêdekirin û tê de ew berhevdan hate bibîrxistin. Lê Edward Seîd jî tenê carekê bi bîr xist ku di bernameyeke televizyonê de wî Netanyahu dîtiye, ew jî ne ewa ku di salên 70yî de çêbû, çaxa ku Netanyahu çalakvanekî îsraîlî bû li Amerîkayê.

Wan di hevdîtineke televizyonê de tê texmînkirin ku derdora sala 1985an de bû, wê demê Edward Seîd gelekî navdar bû wekî ramyarekî rexnekarê rojhilatnasiyê û alîgirê mafê filistînî, lê Netanyahu wê demê tenê baylozê Îsraîlê di Neteweyên Yekbûyî de bû.

Tu qeydên ji herdu hevdîtinên di navbera Netayahu û Seîd de tuneye, lê Seîd behsa berhevdana cara duyem kir ku di navbera wê û ya destpêkê de 10 sal bûn. Ev berhevdana duyem li gorî Seîd di formeke ku tê de sala 1986an de beşdar bûye çêbûye û di demên dawî de dîmenê vê berhevdanê hatin belavkirin.

Di nivîsên cuda de, diyaloga ku di sala 1986an de di navbera Selman Rişdî û Seîd de li Peymangeha Hunerê ya Hemdem li Londonê çêbûbû, derketin holê. Di beşek wê diyalogê de, Seîd behsa hevdîtina bi Netanyahu re dike, ku wê demê baylozê Îsraîlê di Neteweyên Yekbûyî de bû.

Li ser dike, Edward Seîd û Netanyahu rûniştin, herdu bê deng bûn û ne jî li hev dinêrin. Pêşkeşvanê formê berê xwe da beşdaran û got “Mêvanên me vê şevê professor Edward Seîd ku mamosteyê wêjeya înglîzî li Zanîngeha Columbia û Benjamin Netanyahu baylozê Îsraîlê li Neteweyên Yekbûyî ye. Lê ez dibînim ku ew herdu bi hev re neaxivin”. Li vir Edward Seîd destwerdan kir û ev rastkirin got: “Ne rast e, di rastiyê de ew naxwaze bi min re biaxive, lê tu pirsgirêkên min tunene.”

Pêşkeşvanê formê berê xwe da Netanyahu û jê pirs kir: “Rêzdar bayloz, tu çima naxwazî bi Edward Seîd re biaxivî?”, Netanyahu bersiva da: “Ji ber ku dixwaze min bikuje.”

Piştre jî Netanyahu behsa nêrîna xwe li ser hovê filistînî (Edward Seîd) da ku tenê xema wî tiştek tenê ye: Jiholêrakirina cihûyan.

Seîd di semînera bi Rişdî re, behsa vê hevdîtina bi Netanyahu re dike û dibêje: “Ez hatim vexwendin bi berhevdaneke televizyonê bi baylozê Îsraîlê re, lê Netayahu ne tenê red kir ku bi min re di heman odeyê de bicive, lê belê daxwaz kir ku ew li avahiyeke cuda rûne, da ku bi hebûna min qirêj nebe.” Netanyahu daxwaza vê cuda bûnê kir, ji ber ku digot Seîd wekî kesekî filistînî, dixwaze wî bikuje. Seîd helwesta Netanyahu wiha wesf kir: “Bi temamî tiştekî kirêt bû”.

Bersiva Seîd li ser tevgera Netanyahu ya dramatîk, hêrs bû. Di encamê de, Netanyahu dikarîbû ku çîrokekê ji vê berhevdanê re çêke û Seîd bi xwe jî neçar kir ku bibêje. Tiştê ku kir rengek ji rengên fenûfûtên propogandayê bû, ku tê texmînkirin dav bû û rokberê wî Edward Seîd tê werbû.

Netayahu îdîa dike ku bi kûrahî dijminên Îsraîlê nas dike, nexasim kesên ku hestên nefretê di bin sernavê fikirî û têkoşînê de, vedişêrin. Li ser vî esasî, li bara Yasir Erefat axivî ku wî ji hin mêvanên xwe re got çaxa ku ji Tûnisê vegeriya Filistînê li gor lihevkirina Osloyê, ku lihevkirin mîna lihevhatina El-Hidêbiyê ye.

Di gotarekê de di cotmeha 1985an de, di rojnameya “New York Times” Netanyahu nivîskî: “Rêxistina Rizgarkirina Filistînê, ne rêxistineke siyasî ku destwerdana terorê dike, lê belê ew rêxistineke terorê ye, destwerdana siyasetê dike”. Heta niha jî tevî derbasbûna 40 salan jî, Netanyahu nêrîna xwe neguhartiye.

Netanyahu di çarçoveya rûxandina bingeha Peymana Oslo de, dibîne ku bangên jihevxistina dagîrgehên îsraîlî li axa Filistînê ya dagîrkirî de ne qanûnê ye û wekî kiryarekê ji kiryarên “qirkirina etnîkî” dibîne.

Netayahu di berhevdana bi Seîd re bêdeng ma, ku dizanîbû ev tevgera wî, dê balê bikişîne û pirsan derxe holê. Her wiha, bersiva Netanyahu amade ye jî beriya ku beşdar bibe. Ev jî kesayeta wî ya siyasî ye. Ji bo wî, gelo wê Seîd karibe qirkirina komî ya cihûyan li Îsraîlê rawestîne? Diyar e ku Netanyahu texmîn dike ku Seîd bi vê yekê kêfxweş e.

Edward Seîd di rojnameya El-Heyat de gotarek bi sernavê “Rewşenbîr û alozî” di 5ê mijdara 1996an de, belav kir. Di gotara xwe de, behsa aloziyê dike piştî serkeftina rastgiran bi serokatiya Netanyahu di hilbijartinên Îsraîlê yên di gulana 1996an de. Her wiha, matmayîbûna xwe li ser windabûna Partiya El-Emel a Îsraîlê anî ziman, ku li gorî wê ev partî şepêla çepgir li Knesseta Îsraîlê ye. Di heman demê de, Seîd dibîne ku amadebûn an jî neamadebûna vê partiyê, tiştekî li ser doza Filistînê zêde nake.

Diyar e ku, Seîd û Netanyahu baş hev nas dikin, nexasim tiştên ne diyar ji herdu aliyan. Ji bo Netanyahu Edward Seîd ev e: Akademisyen e pişta xwe bi kesên ku dixwazin cihûyan qir bikin, xurt dike. Ev cewherê tevgera wî ya dramatîkî bû li stodyoya berhevdanî, ku bêdeng rûniştî bû û li rûyê Seîd nedinêrî.

Seîd ji filistniyên herî navdar li Amerîkayê bû û bi awayek rêkûpêk dinivîse û di dezgehên ragihandinê de derdikeve û piştgiriya mafên Filistînê û avakirina dewleta Filistînê dike. Di sala 1977an de jî, wekî endamekî serbixwe di Encûmena Niştimanî ya Filistînê de tê hilbijartin, ango parlamentoya Filistînê li sirgûnê. Piştî hevdîtina bi Netanyahu re bi salan, di sala 1993yan ji encûmenê îstîfa dike, ji ber nerazîbûna li ser danûstandinên veşartî û tişê li gor wesfa wî “naveroka rûxîner” a lihevkirinên Osloyê, ku li gor nêrîna wî dê tu carê nebe rêya çarenûsa filistînî, lê belê wê serektiya filistînî bike “sîxurê Îsraîlê­” bo dagîrkirinê.

Di wê demê de, Seîd di analîzên xwe de gelek caran bi tenê bû û bû yê herî zêde ku Serokê Rizgarkirina Filistînê Yasir Erefat rexne dikir. Netanyahu û Seîd di vê mijara rexnekirina Yasir Erfet de wekî hev difikirîn. Her wiha, Seîd çareseriya du dewletan red dikir û banga çareseriya yek dewletê dikir.

Ew bawer bû ku dîtina çareyan ji hundirê Îsraîlê, an jî nakokiyên wê yên siyasî, bo ji Netanyahu xelas bibin, doza Filistînê dixe krîzeke kûrtir de û wê ji kar dixe, ji ber wê, li gor puxteya tiştê ku wî herdem dinivîsand li bara serokê Lîkodê; ji bo bibinxistina Benjamin Netanyahu, pêwîst e rikberiya Benjamin Netanyahu bê kirinê.