Dengê kurdan û lihevkirina herêmî ya rizyayî bi Tirkîyayê ra

YEKÎNEYA LÊKOLÎNÊN TIRKÎ

Piştî bi dehan salên dirêj ên veguhastina desthilatdarîyê di navbera partîy û hevpeymanên hikûmetê da, di van 20 salên dawî da hilbijartinên Tirkîyayê bûye bûyereka herêmî. Pir kêm, serkeftina partîyekê di hikûmetê da, guhartineka cehwerî di siyasetên hundir û derve da, çêbikira. Mirov dikare bibêje ku ji sala 1946an ango dîroka biryara pirpartîbûnê heta sala 2002yan, hilbijartin bûyereka gelêrî ya Tirkîyayê bû û pir kêm bandoreka cuda li ser dewletên herêmê çêdikir.

Lê ji dema ku AKPyê desthilatdarî sala 2002yan ve bi dest xist, rewş hat guhartin û ev guhartin zêdetir bû. Di vê çarçoveyê da, hilbijartinên serokatîyê û yên parlamentoyê ku wê di 14ê gulana bê da werin lidarxistin, bi awayekî nedîtî ve ket nava şer û alozî û lihevhatinên hundirîn, herêmî û navdewletî. Bi gotineka din, bûye bûyereka ku sê alîyên xwe hene. Di nava vê sêalîbûnê da, bandora xwe ya herêmî ya herî metirsîdar e, ji ber ev nêzîkatîya herêmî li ser mîrasa dijminatîya di navbera Tirkîya û gelek dewletên cîran ên herêmî da, nexasim Misir û dewletên Kendavê, hate avakirin. Her wiha, danûstandinên cidî hene ji bo damezrandina nêzîkatîyeka hişk di navbera Tirkîya û Sûrîyayê da bi serpereştîya Rûsyayê û bi pîrozahîya hemû dewletên herêmê.

Armancên siyasetên herêmî amade ne û tenê li benda serkeftina serokkomarê Tirkîyayê Erdogan di hilbijartinan da ye. Wê bazirganîyên girîng di vê lihevhatina mezin da, çêbibin. Eger Erdogan bi ser ket, wê destkeftîyên aborî pêşkêşî hevalên nû ji van dewletan bike û li beramberî wê jî wê destkeftîyên siyasî di asta yekem da bi dest bixe, ji wan derîyên wan dewletan bi dozên ku di çavên Enqerayê da qedexekirî ne, bigire.

Hikûmeta Tirkîyayê dîtinên xweşik li bara berhemên lihevhatina herêmê pêkêş dike ku ev dîtin ne erzan in. Li ba Enqerayê, bazareka mezin a şerîketên ku li derfetên nû yên avakirinê li ser sînorê Ewropa, Kafkasya û Rojhilata Navîn digerin, heye. Lê di vê lihevhatina herêmî da, valahîyek heye, an jî bi gotineka din valahîyek di mekanîzmeya berdewamkirina hevkarîya  dirêj di siyaset û aborîyê da heye, ku ew jî şansekî lawaz a serkeftina Erdogan di hilbijartinan da ye. Heta niha, ê ku bihêle di hilbijartinên Tirkîyayê da bi ser bikeve dengê kurdan e û ne yê tu partîyên din e. Lê lihevkirinên herêmî bêyî ku vê faktorê di ber çavan ra derbas bikin, hatin avakirin. Tê texmînkirin ku yek ji bermahîyên ku Erdogan dixwaze bêdengîya van dewletên herêmî di êrîşên nû yên li ser hêzên kurdan ên ne radestkirî çi di hundirê Tirkîyayê û çi jî li dervayî Tirkîyayê, bikire.

Dewletên herêmî ji Misirê heta dewletên Kendavê, li ser xwendineka ne temam ji Tirkîyayê ra, dîtinên xwe çêkirine. Ev dewlet wiha bawer dikin ku destekdayîna bi pereyan a zêde ji Erdogan ra an jî herikîna zêde a veberhênanên çalak wê bibin alîkar da ku Erdogan bi ser bikeve. Her wiha, hinek ji wan jî bêyî ku gavekê ji paşvekişandinê ra bihêlin, bi vê serkeftinê bawer in.

Di rastîyê da, dengên bloka HDP û altirnatîfa wê Partîya Çep a Kesk, di dîyarkirina kesê serkeftî da, wê roleka girîng bilîze. Heta niha jî, li gorî hemû nîşaneyan, wê dengê partîya kurdan û hevalbendê xwe wê biçin ji Kemal Kiliçdaroglu û û bihêlin ku Erdogan û partîya wî di serokatî û parlamentoyê da, têkçûneka dîrokî bijîn. Pirsa rewa ku di vê encamê da xwe dide der ew e: Erdogan ji bo ku nêzî serkeftinê bibe û ji têkçûnê rizgar bibe, gelek caran xwe tewand û hema bibêje dest ji piranîya siyasetên xwe yên derve yên herêmî berda ji bo ku bigihêje armanca xwe. Lê çi nehişt ku siyaseta xwe ya hundirîn derbarê kurdan da biguhere û serkeftina xwe ya heft salên din garantî bike û welat bi sîstemeka serokatî ya tekalî wekî niha, bi rê ve bibe? Pirsa din: Gelo çima “dewletên lihevhatinê” nahêlin ku Erdogan “valahîya kurdan” di dema desthilatdarîya xwe da bi rêya însîyatîfeka eşkere û zelal bi dawî bike û serdema reş a girtina HDPyê û bi sedan ji kadroyên wê bi dawî bike?

Erdogan bi çarenûsa xwe û çarenûsa kesên nêzî xwe yên ku dibe li dij wan doz werin vekirin, dilîze. Lê tu gav ber bi nûnerên kurdan ên ku herî zêde kurd nêzî wan in, ne avêt. Lê belê, hin planên berfirehkirina dijminahîyê li ser herêmên kurdan ên li Sûrîya û Iraqê hene û li benda kêlîya serkeftina xwe ye da ku dest pê bike. Lewra, HDP bi hêza xwe hewl dide ku Erdogan têk bibe, ne ji bo ku Kiliçdaroglu bi ser bikeve, lê ji bo xelaskirina neteweyekê ji şerekî hovane yê domdar ku ji sala 2014an ve ranawestîyaye. Eger ku Erdogan di desthilatdarîyê da berdewam kir, tê texmînkirin ku şer li dij tevgera kurdî li hûndirê Tirkîyayê û dervayê wê berdewam bike.

Eger dengê Kurdan ewqas giring e, çima Erdogan hewl nade ku dengê kurdan qezenc bike, tevî ku ji bo hilbijartinan tenê be? Tenê bersivek berdewamkirina van pirsan digire, ew jî ku bernameya wî ya siyasî bi tevahî li ser esasê qetilkirina komî hatiye damezirandin. Lewra kurd û dengê wan, li dervayî planên wî ne. Serkeftin ji bo Erdogan wê bibe destpêkeka nû ya şer.

Balkêş e ku ji nava hemû hêzên herêmî ku lez dan da ku bi Tirkîyayê ra li hev bikin û siyasetên siberojê girêdayî serkeftina Erdogan ava kirin, tenê Rêjîma Sûrîyayê têkçûna Erdogan texmîn kir. Lewra, serokê Sûrîyayê Beşar El-Esed hewl dide ku ji fişara Rûsya û ya herêmî rizgar bibe, ji bo bi hevdîtina bi Erdogan ra, nêzikbûna bi Tirkîyayê ra pêk bîne. Lê eger opozîsyon bi ser ket, tiştên ku wê El-Esed  di lihevkirinên dualî da qezenc bikira, wê van tiştan eger  Kiliçdaroglu bi ser ket, bê tu tewîzan bi dest bixe.

Wekî encam, lihevkirineka herêmî ya lez bi Tirkîyayê ra û hesabên navdewletî ku Rûsyayê heta asteka mezin bandorê lê dike ji bo berjewendîyên Erdogan û dewletên rojavayî jî naxwazin destwerdan bikin û destekê bidin tu alîyan. Tevî vê yekê jî, hêza veşartî ya HDPyê û bandora wê li ser birêveçûyîna hilbijartinan li gorî hemû pêşbînîyan, li beramberî hemû van lihevkirinê herêmî yên bi Tirkîyayê ra  ye û ji wan bihêztir e.

Lewra, yê ku helwesta HDPyê wekî alîgirê Kemal Kiliçdaroglu bi nav bike, dê şaş be.  Armac kesayeta Kiliçdaroglu û partîya wê û hevalbendên wî derbas dike. Mijara herî girîng ew e ku mayîna AKPyê di desthilatdarîyê da, tê wateya berdewamkirina komkujîya giştî li dij kurdan û tu rê ji bo rawestandina vê hemleyê ku piştgirîya lihevkirinên herêmî digire, ji bilî daxistina Erdogan ji kursîya serokatîyê tune ye.

Wergera ji zimanê erebî: Kendal Cûdî