Civîna çarqolî ya li Moskoyê: Hevdîtina çaryeka saeta dawî

NAVENDA KURDÎ YA LÊKOLÎNAN

Berîya çar rojan tenê ji dema hilbijartinên girîng ên Tirkîyayê, wezîrên karên derve yê Tirkîya, Rûsya, Îran û Sûrîyayê li Moskoyê cara yekem piştî 12 salan li hev civîyan. Civînên berê li ser asta wezîrên parastinê û berpirsên sazîyên îstixbaratê pêk dihatin. Her wiha di civîna sêyem a alîyên borî da, cîgirên wezîrên karên derve yên her çar dewletan li hev civîyan. Lê şertûmerc û dema civînan û hevdîtina wezîrên karên derve yên her çar dewletan, ji lihevkirin û aşitîya di navbera Şam û Enqerayê da,  nîşaneya erkekî siyasî ku ji vê civînê tê xwestin.

Ji civîna dawî ku di dema rikberîya hilbijartinên Tirkîyayê da hate lidarxistin, dîyar e piştgirîya helwesta serokkomarê Tirkîyayê Erdogan e berîya hilbijartinan. Her wiha, sponserîya Moskoyê ya ji van civînan re, daxwaza Rûsyayê ya pêşkêşkirina alîkarîyê ji Erdogan ra ye, tevî ku li dijî berjewendîyên bi Şamê ra ye. Şam jî, dixwaze di rêya danûstandinên bi Tirkîyayê ra berdewam bike, eger ku oposîzyon bi ser ket an jî hikûmeta heyî di desthildarîyê da ma, lê Şam li bendê ye ku heta rewşa Tirkîyayê zelal bibe.

Gelo hewlesta Şamê ji berîya dema hilbijartinan çi ye?

Di dirêjahîya dema borî da û ji dema ku Moskoyê dest bi organîzekirina hevdîtinan di navbera Şam û Enqerayê da di dawîya sala borî da kir, Şam dixwest ku hevdîtinên bi rengê diplomatîk piştî 14ê gulana îsal (dema hilbijartinên Tirkîyayê) pêk werin. Li gorî encamên hilbijartinan, wê rejîma Sûrîyayê biryar bide ka bi kîjan rê derbar lihevkirina bi Enqerayê ra, bikar bîne. Di dema borî da jî, Erdogan amadebûna xwe ya hevdîtina bi El-Esed ra ragihand, lê El-Esed di adara borî da ragihand ku tu sûdek ji van  hevdîtinan tuneye, heta ku Tirkîya dagîrkerîya xwe ya nerewa bi dawî neke û desteka xwe ji bo terorê ranewestîne.

Moskoyê dixwest bi rêya fişara li ser Şamê, Şam û Enqerayê nêzî hev bike, ji ber ku çareserkirina hin pirsgirêkên di navbera wan da, wê ji Erdogan ra gelekî bi sûd bin, ku ev yek jî Mosko dixwaze berîya hilbijartinên Tikîyayê, pêk bîne. Her wiha, ji tiştên ku hikûmeta Erdogan hewl dide pêk bîne, mijara aramkirina hilbijêrên tirkan derbarê çarenûsa penaberên Sûrîyayê ye. Di vê çarçoveyê da, Erdogan hewl da ku bi El-Esed re hevdîtinan bike, da ku tirkên ku ji mijara pêşwazîkirina penaberên sûrîyayî bi hêrs in razî bike û bi vê yekê kaxeza penaberan ji destê oposîzyonê derxîne. Moskovê ku dixwest vê xizmetê ji Enqerayê re bike, ji ber ku mayîna Erdogan di desthildarîyê ra, ji hikûmeteka nû ya xwedî meylên rojavayî-NATOyî, ji bo Rûsyayê baş e. Di heman demê da, têkilîyên ne normal, berjewendî û sûdên aborî yên di navbera her du alîyan da, dibe ku bi destxistina desthildarîyê ji hikûmeta oposîzyonê ve, zirarê bibîne. Gihaşt astekê ku hevaltîya di navbera Erdogan û Pûtin û mezinbûna rola Rûsyayê di hûndirê Tirkîyayê da, hişt ku Rûsyayê di hilbijartinên Tirkîyayê da bibe aktorekî xwedî bandor.  Namzetê serokkomarê jî Kemal Kiliçdaroglu pênşema borî li ser twitterê belav kir û rûs bi belavkirina dîmenên sexte yên dijberên Erdogan tawanbar kirin û ev gef xwar: “Eger hûn dixwazin hevaltîya me piştî 15ê gulanê berdewam bike, destên xwe ji dewleta Tirkîyayê bikişînin. Heta niha em piştgirî didin hevkarî û hevaltîyê.”

Lê berjwendîya Rûsyayê ya di mayîna Erdogan da, rastî berjwendîyên rejîma Sûrîyayê hat ku red kir hevdîtin çêbibe, bi şertê ku hikûmeta Tirkîyayê nikare di vê dema dijwar a berîya hilbijartinan li ser erê bike. Navbeyankarîya Rûsyayê ku ji dawîya sala borî da dest pê kir, nêrînên her du alîyan nêzî hev kirin, lê Şamê israr kir ku nebe alîyek di şerê hilbijartinên Tirkîyayê da û bibe sedemek ku Erdogan hin xalên din li beramberî oposîzyonê da bi dest xistin. Nexasim ku CHPyê di dirêjahîya alozîya Sûrîyayê da, têkilîyên xwe yên diplomatîk bi El-Esed ra qut nekirin.

Dîyar e ku li ser Şamê fişar hatin kirin da ku beşdarî civînê bibe û asta nûnertîyê rakirin wezîrên karên derve, lê tevî ku El-Esed her dem di hevdîtinên bi çapemenîyê ra dûbare dikir ku tu sûd ji van hevdîtinan tuneye, heta ku hêzên Tirkîyayê bi awayekî lezgîn vekişin û Enqera desteka xwe ya ji bo oposîzyona çekdar “terorê” ranawestîne.

Tiştekî nû di civîna dawî da nehat pêşkêşkirin

Di her sê civînên borî da, tu alî negihaştin normalîzasyonekê an jî nîşaneyên nexşerêya ji bo lihevkirinekeka dawî û temam. Dibe ku gotinên diplomatîk ên binavkirina civînan bi “pozîtîf” an jî alîyan li hev kirin ku hevdîtinan berdewam bike, dikeve çarçoveya hesabên qezenckirina demê, tevî ku her çar dosyayên hevbeş li ser maseyê hatin nîqaşkirin. Di vê çarçoveyê da, wezîrê karê derve yê Tirkîyayê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku civîna çarqolî li paytexta Rûsyayê Moskoyê li ser “pêwîstîya hevkarîya ji bo têkoşîna li dij terorê, amadekirina zemînekê bo vegera koçberan, lezdayîna xebatên siyasî û yekbûna axa Sûrîyayê” piştrast kir.

Ev hevokên nedîyar gelek caran di civînên borî da derbas bûne û ev yek dihişt ku encamên destpêkê yên civînan du alî bin, him tiştek nedigotin û him her tişt digotin. Gelo terora ku her du alî amajeyê pê dikin ku ew ê şerê wê bikin kî ye? Bi çavê Hikûmeta Şamê gotina terorê hemû komikên çekdar ên opozîsyonê (Artêşa Niştimanî) dide ber xwe, ew komikên ku Tirkîya û piştgirîya wan dike û divê vê piştgirîyê rawestîne, di nav wan da jî “Heyet Tehrîr El-Şam”. Ji hêla xwe ve Enqera jî “teror”ê tenê bi Hêzên Sûrîyaya Demokratîk û şervanên kurd ve girêdide, ev yek jî Şam, Mosko û Tehran guh nadin wê, tevî ku kurd hevpeymanên Amerîkayê ne.

Meriv çi dikare ji lihevkirina li bara “amadekirina binesazîyê bo vegera koçberan” fêm bike. Dibe ku ew tê wateya ku ji bo koçber vegerin, divê her çar alî alîkarîya rêjîmê bikin da ku ji nûv ra binesazîya deverên wêranbûyî yên Sûrîyayê ava bike, ne ku bi rengekî yekser wan vegerîne. Ev jî tê wateya ku vegerandina koçberan demeka dirêj dixwaze û girêdayî aborî û dîplomasîya Şamê ye.

Lê yekbûna xaka Sûrîyayê, wek ku wezîrê tirk got, di serî da ji vekişandina Tirkîya ji Sûrîyayê dest pê dike, ew jî mercekî Şamê yê sereke ye. Di heman demê da gotin û kiryarên wezîr dijî van gotinan in ku hişmedîya Tirkîyayê ya berfirehbûne vala derdixe, her wiha vekişandinê bi mijarên “ewlehîya neteweyî” ve girêdide. Di destpêka vê mehê da Çavuşoglu daxuyanî da ku “di dema niha da hêzên welatê wî ji Sûrîya û Iraqê venakişin.”

Vegeşkirina rûsyayî

Xuya dike ku hevdîtina wezîrên derve yên her çar welatan dê Erdogan xelas neke, di dema ku propoganda wî li dij Kiliçdaroglu balê dikişîne ser vegerandin koçberên sûrîyayî di heyamê du salan da, propogandaya wî li dor pêkanîna vê gavê di jîyaya siyasî ya Tirkîyayê da dizivirin, ji ber ku serokê niha û komika li dora wî tu nêrînên wan ên berbiçav bo vegerandin koçberan tunene ji bilî axaftinên giştî. Ji ber vê yekê hevdîtina Wezîrê derve yê Tirkîyayê Çavuşoglu û hevrikê wî yê sûrîyayî Feysel El-Miqdad li gor xwesteka Rûsyayê li dar ket, da ku Erdogan ji hêla vegerandina koçberan vegeşbike û bide xuyakirin ku hikûmeta Erdogna piştî hevdîtinê rêyek dît ku tê ra koçberan vegerîne, ew rê jî mîna rêya Kiliçdaroglu ye, rêya dîplomasîyê.

Ji ber ku Mosko mestisîya Şamê a tirsa ku Erdogan sozên xwe pêk neîne, fêm dikir, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergy Lavrof nexşeyek bo têkilîyên Enqera û Şamê danî û got ku “ev nexşeya rê dê ji serokên her çar dewletan ra bê şandin û tê da dê dema pêkanîna bingehên ku dê di civînên çarqolî da li ser wan lihevkirin, dîyar be.” Meselya dîyarkirna demê jî dikeve ber berjewendîyê Şamê da, rêya vegerandina têkilîyan ya ku dest pê bûye, piştî hilbijartina kî bi ser bikeve jî, dê ji hêla hikûmeta Tirkîyayê ve bê berdewamkirin. Ji ber wê em nikarin siberoja  vegerandina têkilîyan piçûk bibînin, heta ku di ribek saeta dawî da ya hikûmeta Tirkîyayê ya niha da pêk were.