Çi şaştiyek di navbera Mosko û welatên rojavayî de dibe ku şerekî nukleerî rû bide

David Harvey

Destpêkirina şerekî giştî, bi dagirkeriya Rûsyayê li ser Ukranyayê di sîstema cîhanî de xaleke kûr a guharînê ye. Ne pêkane ku em wekî kombûna erdnîgaran ku me civîna xwe ya salane mixabin bi rêya Zoomê organîze dikir, vê bûyerê bi vî rengî paşguh bikin. Lewra, ez ê hin şiroveyên ku nakevin çarçoveya rêgezên pisporan wekî bingeheke ji bo nîqaşê, pêşkêş bikim.

Efsaneyek heye ku dibêje; Ji sala 1945`an de, cîhan di rewşeke aşitî de dijî. Ji ber ku sîstema cîhanî ku di bin hegemony Amerîkayê de hatiye avakirin, bi awayekî mezin kar kir da ku meylên şer rawestîne, ku divê ne wekî şerên yên ku di navbera welatên kapîtalzim ên hevrik de rû daye. Li ser vî esasî, hevrikiya di navbera dewletên Ewropayê yên ku du şerên cîhanê pêk anîn, bi giranî hate rawestandin. Her wiha Almanya rojava û Japonya bi awayekî aşitiyane piştî sala 1945`an, ketin nava sîstema cîhanî ya kapîtalizm(Bi awayekî beşî da ku têkoşîna li dij gefa komunîzma Sovyetê were kirin). Piştre, saziyên hevkariyê li Ewropayê hatin avakirin(Bazara hevbeş, Yekitiya Ewropayê, NATO, Euro).

Lê di heman demê de, ji sala 1945`an de şerên”germ” piranî pêk hatin (Çi şerên navnxweyî an jî şerên di navbera dewletan de). Destpêkê şerê Koray û Viyetnamê pêk hatin, piştre şerên Yûgoslavyayê û bombebarana NATO li dijî Sirbistanê pêk hat. Her wiha, piştre jî; şerê li dijî Eganistanê û şerê li dijî Iraqê (Yek ji wan di bin îdiayên xapînok ên Amerîkayê der barê  hebûna çekên wêrankirina giştî li Iraqê pêk hat) pêk hatin. Herî dawî jî, li Yemen, Lîbya û Sûriyê, çirûskên şeran teqiyan.

“Şerê Sar”heta astekê paşxaneyeke sabit ji bo karkirina sîstema cîhanî heta sala 1991`an, peyda kir. Lê piranî caran, ev paşxane li gorî berjewendiyên aborî yên şerîketên Amerîkayê pê hate lîstin, ku Serokê Amerîkayê Dwight Eisenhower ew bi navê”Kombûna pîşesazî ya leşkerî”pênase kir. Di heman demê de, îdeolojiya çandina tires (sexte an jî rast) ji xeyalên Sovyet û Kounîzmê, bû faktoreke sereke ya domandina vê siyasetê. Ji aliyekî din ve jî, rêzepêlên veguherîna aborî, nexasim di qada afirandina teknolojî û rêxistinî, ji bo armancên leşkerî, hatin bikaranîn. Heta gihîşt astekê ku ev veguherîna teknolojiya leşkerî li ser qada sivîl jî bi awayekî zêde hate bikaranîn wekî; Hewavanî, internêt û teknolojiya nukleerî, ku bi awayekî mezin destek dane berhevkirina bêdawî ya sermayê û zêdekirina navendbûna hêza kapîtalizm di warê yekdestdariya bazarê de.

Li gorî vê yekê, ji salên 70`î yên sedsala borî ve, bikaranînaKeynesyanîzma leşkerîdi demên zehmet de, êdî ji bo sîstemên danhev a neoliberal bû bijarteyeke herî guncav. Her wiha hêdî hêdî jî dest bi kontrolkirina xelkê li welatên kapîtalzim ên pêşketî jî kir. Ronald Reagan bi armanca organîzekirina pêşbaziya çeka li dij Yekitiya Sovyetê, destek da “Keynesyanîzma leşkerî”, ku di dawiya Şerê Sar de, roleke bingehîn lîst. Lê ev nêzîkatiyên Reagan, binesaziya aborî ya herdu welatan, berovajî kir. Lewra beriya serokatiya Reagan, rêjeya bacê ya herî bilind li Amerîkayê daneket jêrî %70, di heman demê de rêjeya bacê ji serdema Reagan ve %40 derbas nekir. Ev jî hinceta rastgiran ku digotin bacên zêde, mezinbûnê sînordar dike, li derewan qeliband. Her wiha, leşkerkirina zêde ya aboriya Amerîkayê piştî salên 1945`an û zêdebûna newekheviya aborî bi hev re pêş ketin. Di heman demê de, Olîgarşiya serdest di hundirê Amerîkayê, her wiha li cihên din jî di nav de Rûsya, hate avakirin.

Astengiyên ku rastî elîtên siyasî yên rojavayî der barê rewşeke ku wekî li Ukranyayê rû daye tê, ew e ku pirsgirêkên demkurt û bi lez, pêwîstiya wê bi çareserkirina bi rêbazên ku rehên bingehên ên şeran girantir neke, heye. Wekî mînak, piranî caran dema ku xelk bê ewlekarî dimînin, helwestên tund raber dike. Lê ne pêkan e ku em li pêşiya kesekî ku ber bi me ve tê û kêr di destê wî de ye, bi gotinên aram da ku tirsa wî bişikînin, bisekinin. Ji bo sivikkirina van metirisyan jî, pêwîstiya wan bi bêçekbûnê heye, lê bi rêbazên ku divê hestên wan ên bêewlehiyê kûr nekin. Lewra, divê armanc ew e bû ku bingeha sîstema cîhanî ya aştiyane, hevkarî û bêçek were danîn. Her wiha bi awayekî lezgîn kêmkirina teror, wêranî û windahiyên giyanî yên ne pêwîst ku di encama vê êrîşê de dê rû bidin.

Tiştê ku em di şerê Ukraynayê de, di hemû aliyên wê de dibînin, berhema pêvajoyên ku bi awayekî piratîkî hêza komunîzmê û rejîma Sovyetê, hilweşandine. Bi dawîbûna “Şerê Sar” re, soza pêşerojek geş û xweş ji rûsan re hat dayîn û diviyabû ku dînamîzma kapîtalîst û aboriya bazara azad li seranserê welêt sûdên mezin bi xwe re bîne. Di vê çarçoveyê de, nivîskarê rûsî, Boris Kagarlitsky, ev rewş wiha pênase kir: “Di dawiya Şerê Sar de, Rûsan difikirin ku ew bi balafirên jet diçin Parîsê ku di nîvê rêwîtiyê de ji wan were gotin “Hûn bi  xêr hatn Burkina Faso”.

Hewldanek cidî ji bo tevlîkirina gel û aboriya Rûsyayê di sîstema cîhanî de tune bû, wekî ku di sala 1945`an de bi Japonya û Almanyaya rojava re hate kirin. Her wiha Sendîqeya Diravî ya Navdewletî û û aborînasên rojavayî yên navdar (wek aborînasê amerîkî Jeffrey Sachs) şîretên wan ew bû ku îdeolojiya”Dermankirina bi şokê ” li ser rêya neoliberal bipejirînin, wekî ku ew dermanê pêvajoya demkî ye. Lê dema ku ev eşkere bi ser neket, elîtên rojavayî lîstoka neolîberal a sûcdarkirina mexdûran ji ber ku sermaya xwe ya mirovî bi têra xwe pêş nexistin û nerakirina gelek astengên li pêşiya karsaziya takekesî (û piştre bi vî rengî sûcdarkirina bilindbûna olîgarşiyê li ser rûsan xwe) bikar anîn.

Lê encamên navxweyî ji bo Rûsyayê gelekî bi êş bûn. Dahatuya giştî hilweşiya û êdî Ruble têk çû (nirxê drav bi şûşeyên fodkayê hate pîvandin), her wiha kêmbûna temenê jiyanê, rewşa jinan bi paşket, lênerîna civakî û saziyên hikûmetê bi tevahî hileweşiyan. Di heman demê de, siyaseta mafya li derdora desthildariya olîgarşîyê derket holê ku di krîza deynan a 1998`an de derbas bû, ku tê de diyar bû ku ji vê daketinê tu rêyek tune, ji bilî ku li ser maseya dewlemendan hin qirşikan bixwaze û radestî dîktatoriya Sendîkeya Diravî ya Navndewletî bû. Ji bilî olîgarşiyê, heqareta aborî giştî bû. Her wiha bi ser de jî, Yekîtiya Sovyetê bêyî şêwira gelêrî, dabeşî komarên serbixwe de hate kirin.

Di nav 2 an 3 salan de, Rûsyayê nifûs û aboriya xwe kêm bû, di heman demê de bingeha wê ya pîşesazî bi awayekî dijwar wêran bû. Ev jî wekî rewşa li herêmên kevn ên DYA`yê ku ji ber 40 salî ve pîşesazkirin bi paşde çûye. Di demek dirêj de, encamên civakî, siyasî û aborî yên kêmbûna pîşesazîbûnê li Pennsylvania, Ohio û li seranserê herêmên rojava-navîna Amerîkayê xeternak bûn. Ev herêmên navborî, her tişt ji pandemiya afyonê bigire heta derketina aliyên siyasî yên zirardar ku piştgirî serweriya spî û Donald Trump kirin, di nava xwe de hewandin. Dihate texmînkirin ku “Dermankirina bi şokê” li ser jiyana siyasî, çandî û aborî ya Rûsyayê wêranker be. Rojava nekarî tiştekî din bike, lê li gorî pîvanên rojavayî bi “Dawiya dîrokê”, kêfxweş bûn.

Piştre, doza NATO`yê derket holê. NATO wekî hevalbendiyek berevaniyê û hem jî wekî hevalbendiyek hevkar hate diyarkirin. Her wiha wekî hêzek leşkerî ku armanc dike belavbûna komunîzmê sînordar bike û pêşî li şerekî di navbera netewedewletên li Ewropayê de bigire, dibe ku ber bi operasyonên leşkerî ve biçe, derket holê. NATO wekî saziyek rêxistinkirî ya hevkar, dijberiya di navbera netewedewletên ewropî de sivik kir (Tevî ku Yewnanistan û Tirkiyê qet nikaribûn nakokiyên xwe yên li ser Qibrisê çareser bikin). Di pratîkê de Yekîtiya Ewropayê ya herî zêde ku sûd ji NATO`yê wergirt.

Lê bi hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, armanca sereke ya NATO ji holê rabû. Ev yek berjewendiyên “Kombûna pîşesazî ya leşkerî” xiste nava metirsiyê. Ji ber ku xelkê Amerîkayê hêvî dikir ku bi kêmkirina budceya parastinê, ji dahatên dema aştiyê sûd werbigire. Dibe ku ji ber vê yekê, naveroka êrişkar a NATO`yê her dem û bi tundî hate piştrastkirin. Nexasim dema ku Clinton di dema erka xwe de, gelek sozên devkî di rojên destpêkê yên desthildariya xwe de ji Gorbaçov re binpê kir. Piştre, bombekirina Belgradê ya bi pêşengtiya NATO di 1999`an de mînakek zelal a vê nêzikatî bû (Dema ku balyozxaneya Çînê hate bombebaran û di encamê de, gelo balyozxane bi mebest jî sudfe hate hedefgirtin)

Ji ber bombebarana DYA`yê ya li dij Sirbîstanê û destwerdanên wê ku serweriya netew-dewletên piçûk binpê dike, Pûtîn hêrs kir ku ew bi xwe vî rêbazî bişopîne. Berfirehbûna NATO – tevî nebûna metirsiyek leşkerî ya eşkere – li ser sînorên Rûsyayê di van salan de, di hundirê Amerîkayê bi xwe de jî gelek pirs derxistin holê, ku Donald Trump êrişî mantiqa hebûna NATO`yê kir. Di vê dawiyê de, nivîskarê di rojnameya News Times de Thomas Friedman, bal kişand ser berpirsiyariya Amerîkayê ya li hemberî bûyerên vê dawiyê ku Amerîkayê bi rêya rêbazê xwe yê dijminahî û provokatîf ji Rûsyayê re bi rêya berfirehkirina NATO li rojhilata Ewropayê, pêk anî.

Di salên 90`î de, diyar bû NATO hevalbendek leşkerî ye û li dijminekî digere. Lê niha, Pûtîn baş hate provokasyonekirin da ku neçar bibe bi vî awayî tevbigere. Diyar e ku Pûtin, ji ber danûstandina bi heqaret bi Rûsyayê re di warê aborî de wekî bûyerek piçûk a pozbilindiya rojavayî ya nerazî li ser cihê  Rûsya di sîstema cîhanî de, aciz e. Diyabû ku elîtên siyasî yên li Amerîkayê û yên rojavayî fêm bikirana ku heqaret wekî amûrekî karaset di karûbarên derve de, dê encamên bi êş û her dem xirab bi xwe re bîne. Heqaretkirina Almanya li Versailles bû bingeheke sereke ya destpêkirina Şerê Cîhanê yê Duyemîn. Tevî ku elîtên siyasî piştî sala 1945`an bi Plana Marshall ji dubarekirina vî rêbazî li ser Almanyaya rojava û Japonyayê dûr ketin, lê wan bi awayekî felaket bi Rûsyayê dûbare kir (bi awayekî çalak û bê mebest) piştî bidawîbûna “Şerê Sar”.

Rûsya, li şûna ku di salên 90`î de li ser ihtîmala çareseriyên neolîberal semîneran bide, heq dikir û pêdiviya wê bi “Plana Marshall” hebû. Her wiha em ji bîr nekin ku sedsal û nîvek ji heqaretkirina Çînê bi destê emperyalîzma rojavayî (ji hemleya dagirkeriya Japonya û pêkanîna “komkujiya Nanjing “” di 30`î ya sedsala borî de), di aloziyên jeopolîtîk ên hevdem de rolek girîng lîst. Ders hêsan e: Encamên heqaretê dê li ser hesabê ewlehiya we be. Ew ê ne tenê vegerin da ku we biqewîtnin, dibe ku we gez jî bike.

Lê bê guman, yek ji van mijarên navborî, kiryarên Pûtîn rewa nake, wekî ku çawa paşdeçûyîna pîşesazbûnê û tepeserkirina karkerên neolîberal beriya zêdetirî 40 salan nikare kiryar û helwestên Donald Trump rewa bike. Her wiha, ev kiryarên li Ukraynayê jî vejîna saziyên leşkerî yên cîhanî (wek NATO) ku gelek pirsgirêk afirandin, rewa nake. Divê îro pêşbirkên çekan ên di navbera hêz û blokan de werin hilweşandin û li şûna wan saziyên hevkariyê yên xurt werin danîn, bi heman rengî ku piştî sala 1945`an hewce dikir pêşbaziya di navbera welatên ewropî de bi rêya bêçekbûnê hate sînordarkirin. Radestbûna ji qanûnên pêşbaziya bi zorê û yekdestdariyê, çi di navbera şerîketên kapîtalîst de an jî di navbera blokên desthildariyê, wekî rengekî ji rengên felaketên paşerojê ye. Tevî ku sermayeya mezin hîn jî bawer dike ku ev yekane rê ye ku di pêşerojê de rê li ber berhevkirina bêdawî ya sermayê vedike.

Xetereya îro ew e ku şaştiya herî piçûk di navbera rojava û Moskovê de, dikare bi hêsanî mezin bibe û rûbirûbûnek mezin di navbera hêzên nukleerî de çêbike. Dibe Rûsya hêza xwe li hember hêza leşkerî ya amerîkî ya ku heya niha serdest bû biparêze. Elîtên Amerîkayê yên ku di salên 1990`an de, xewna cîhaneke yekalî didîtin, lê niha li şûna cîhaneke yekalî, cîhaneke dualî dibînin. Lê gelek tiştên din di rewşa guhartina domdar de ne.

Di 15 Çileya 2003`an de, bi milyonan mirov li tevahiya cîhanê ji bo protestokirina gefa şer, daketin kolanan. Rojnameya New York Times jî ev bûyer wekî derbirînek balkêş a raya giştî ya cîhanî, nas kir. Lê mixabin ew bi ser neketin, di encamê de ev 20 salên  şerên bêserûber û wêranker li seranserê cîhanê rû didin. Eşkere ye ku gelê Ukraynayê şer naxwaze, gelê Rûsyayê şer naxwaze, gelê Ewropayê şer naxwaze û gelê Bakurê Amerîka şerek din naxwaze. Tevgera gel a aştiyê ji bo xwe bisepîne pêwîstî bi vejînê heye. Pêwîst e mirov li her derê mafê xwe yê beşdarbûna di afirandina sîstema nû ya cîhanê de, li ser bingehê aştî û hevkariyê, ne li ser esasê pêşbazî, zorê û nakokiyên dijwar, bipejirîne.

*David Harvey profesorê antropolojî û erdnîgariyê li Navenda Graduate ya Zanîngeha City ya New Yorkê ye û gelek pirtûk nivîsandine. Harvey ji 50 sal ve, pirtûka navdar a Marks”Sermaya” dide şagirtan.

Çavkanî: Kovara Vocal Block, kovareke ku taybet di warê dîrok û antropolojiya navdewletî de weşanê dike.

Werger ji erebî: Kendal Cûdî