“Buhara Ereban” di bin kavilên şerê Xezayê de ye.. “Rêveberiya Xweser” jî li beramberî hevkêşeyeke ewlekarî ya nû ye

Nivîskar: Hisên Cimo

Made bi zimanê erebî jî heye العربية

Şerê 7ê cotmeha 2023yan a di navbera Hemas û Îsraîlê de, jîngeheke ewlekarî ya nû ji bo tevahiya herêmê, çêkir. Her wiha, îhtîmal heye ku “rojhilatê Firatê” li Sûriyayê ji şerê li dij rêxistina DAIŞê, veguhere herêmeke -de facto-, ji beşek ji jîngeha Hevpeymana Navdewletî ya berfireh a bi rêveberiya Washingtonê.

Herêma Rêveberiya Xweser li Sûriyayê ji -de fakto- êdî ber bi beşek ji hevkêşiya navdewletî û herêmî ya ji şerê li dij terorê berfirehtir, diçe. Hesabên rejîma Sûriyayê yên ne rast ku êrîşên çekdarî li dij HSD û xelkê li ser qiraxê çemê Firatê di demên aloziyên herêmî de pêk tîne û êrîşên milîsên Iraqê yên li dij baregerên Amerîkayê yên nêzî sînor, hîştin ku herêma Rêveberiya Xweser ji -de fakto- veguhere bibe beşek hevkêşiya navdewletî û herêmî.

Di hevdîtineke taybet bi Al-Monitorê re di mijdara 2023yan de, Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî behsa rewşa herêmê kir, taybet piştî êrîşa 7ê cotmehê ku Hemasê pêk anî û bandora wê li ser dewletên cîran û helwesta kurdan ji tiştên çêdibe. Mezlûm Ebdî di hevdîtinê de ku 24ê mijdarê pêk hat û bi zimanê erebî ji aliyê Navenda Kurdî ya Lêkolînan ve hate edîtorkirin û weşandin, piştrast kir ku ew red dikin ku herêmên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, bibe qada tasfîyekirina hesaban di navbera Amerîka û milîsên girêdayî Îranê de. Her wiha, Ebdî eşkere kir ku komên girêdayî Îranê dest bi armanckirina baregehên leşkerî yên HSDyê kirine. Di heman demê de, Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku binketina pêkanîna çareseriya domdar ji bo doza Filistînê û doza kurdan, wê her bimîne mezintirîn çavkaniya nearamiyê li Rojhilata Navîn. Her wiha, Ebdî êrîşa Hemasê ya li dij sivîlan jî şermezar kir. Lê fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî, di heman hevdîtinê de, bal kişand ku êrîşa “Hemasê” ji bo Rojhilata Navîn bû xaleke veguhartinê.

Lewra, gelo wê çawa herêma Rêveberiya Xweser li Sûriyayê ji hevkêşiya ewlekariya xwecihî veguhere stratejiyeke ewlekarî ya xwedî metirsî û girîngiyeke mezin?

Di wek van rojan de beriya 4 salan, nîqaşên li ser rêveçûyîna siyaseta derve ya Amerîkayê derbarê Rojhilata Navîn de germ bûn, li ser esasê kî wê di hilbijartinan de bi ser bikeve, ku wê demê de serok Trump hevrikiya namzetê Partiya Demokratîk Jeo Biden, dikir. Lewra, aliyên siyasî li Rojhilata Navîn çi dewlet  û çi jî partî, hêviyên xwe beriya encamên hilbijartinan, eşkere kiribûn. Di vê çarçoveyê de, serokkomarê Tirkiyayê Erdogan ji kesên ku herî zirar ji serkeftina Biden dîtin. Ji ber ku di 4 salên borî de, Erdogan nikarîbû leşkerekî xwe li Sûriyayê ji bo dagîrkeriyê, bixe tevgerê. Lê eger ku Trump heta niha serok bûye, texmîn ew e ku wê rewş li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, cuda bûye.

Beriya ku Biden ragihîne ew xwe ji hevrika hilbijartinên serokatiyê vedikişîne, anketên raya giştî texmîn kirin ku wê Trump bi awayekî mezin, bi ser bikeve. Bi rastî jî, aliyên li Rojhilata Navîn ên ku sûd ji dema Trump a borî wergirtibûn, dest bi amadekirinê û planên pêvajoya siberojê kirin, ji nava wan jî planên dagîrkeriya Tirkiyayê yên siberojê ku amade ne, tenê li benda kesekî guncav li Koşka Spî ne. Lê hêzên ku zirar ji Trump dîtin, bêhna wan teng bû û di serî de jî Îran. Lê dema ku Partiya Demokratîk li şûna Biden, cîgira wî Kamala Harris  ji bo serokatiyê hilbijartin, hevsengiya anketan hatin guhartin. Di vê çarçoveyê de, lîberalên amerîkayî dema ku dîtin nîşan hene Haris nêzî serkeftinê dibe li gorî anketên li peyî hev, bêhna wan hat ber wan û bi wan re jî hêzên Rojhilata Navîn êdî hesabên xwe di çarçoveya guhartinên dawî li Amerîkayê de, careke din hesabên xwe di bin çavan re derbas kirin.

Beriya 7ê cotmehê, jîngeha ewlekariya herêmê li derdora şerên “Buhara Ereban” ên navxweyî bû, nexasim rêxistina DAIŞê. Lê di rastiyê de, hemû aliyên siyasî yên xwecihî û herêmî û navdewletî, li ser vê zemînê ava kirin, ango “Buhara Ereban” û pêlên terorê yên berfireh ên ku di van 13 salên dawî de, ji dewlet û rêxistinan, derketin. Rêveberiya Xweser û piştre jî HSDyê, ji şerê dijwar ê bi rêxistinên îslamî yên çekdar re, hatin avakirin. Her wiha, destwerdana Tirkiyayê û hersê operasyonên dagîrkeriyê (Cerablûs-Efrîn-Serê Kaniyê) çêbûn, ji ber ku rêxistinên îslamî nikarîbûn YPG/HSDyê tune bikin. Lewra, Tirkiyayê bi operasyonên leşkerî yên li pey hev xwest armancên xwe pêk bîne û heta niha îhtîmal heye ev operasyon careke din pêk werin, eger ku şertûmerc li Washington rê bidin vê yekê. Ji ber ku bê erêkirina Washingtonê, Tirkiya nikare dagîrkeriyeke nû pêk bîne. Ji ber vê yekê jî, rêveçûyîna Rojhilata Navîn, bi rastî jî wê bi serokê nû yê Amerîkayê re, diyar bibe. Her wiha, li Iraqê jî, avakirnia nexşeya siyasî ya xwecihî û serweriya herêmî, li ser esasê encamên şerê di navbera hêzên kurdan û şîa û hevalbendên wan ên ereb ên sune ji aliyekî ve û rêxistina DAIŞê û hêzên tundraw ên îslamî û beisiyan ji aliyekî din ve, pêk hat.

Niha, nîşane hene ku heykelên siyasî yên li ser esasê “Buhara Ereban” hatin avakirin, di 7ê cotmehê de, hatin rûxandin. Di vê çarçoveyê de, êdî herêm li pêşiya serdemeke nû di navbera hêzên kevin ango hêzên beriya “Buhara Ereban” ku careke din vegeriyane ser dike wekî Hemas, Hizbullah û hûsiyan û rêxistinên Ixwan El-Mislimîn ên ku li jiyaneke nû “ji Filistînê” piştî mirina “Buhara ereban” digerin.

Gelo wê herêm bê jîngeha “Buhara Ereban” çawa be? Gelo wê rewşa teşeyên siyasî û leşkerî yên ku di pêvajoya “Buhara Ereban” de derketin ser dikê, çi be?

Lê di rastiyê de, faktora herî bilind a di avakirina siyaseta Amerîkayê ya heyî û ya bê de, di rêveçûyîna ku rêveberê Koşka Spî hilbijêre de ye, da ku stratejiya Amerîkayê pêk bîne.

Di tebaxa 2019an de, dema ku Amerîka bi awayekî fermî ji Peymana Hêzên Nuklerî yên avêtina wan navîn a ku bi Rûsyayê re îmze kiribû xwe vekişand, daîreyên biryardayînê yên Amerîkayê stratejiya xwe li gorî guncavbûna “cîhana nû” ji nû ve saz dikirin. Ji ber ku cîhana kevn a ku tê de peymanên nuklerî bi Rûsyayê re hene, di koka xwe de vedigere nêrîna cîhanê bi feraseta Şerê Sar re, ku di wê demê de 2 hêzên sereke li cîhanê hebûn: Amerîka û Yekitiya Sovyetê.

Di vê çarçoveyê de, mirov dikare vekişandina Amerîkayê ji peymana sînordarkirina çekên navîn û xwesteka wê ya bi israr a tevlîbûna Çînê nava Peymana “New Start” ku Barack Obama û Dmitriy Medvedev di nîsana 2010an de li Pragê îmze kiribûn, şirove bike.

Hêdî hêdî, Washington nêrîna xwe ya stratejîk ji bo eksena ewlekariya cîhanî berfirehtir dike, piştî ku parzemîna Ewropayê ji dawiya Şerê Cîhanê yê Duyem ve 1945an, eksena vê stratejiyê bû. Her wiha, Amerîka di serdema Trump de, dixwest ku bendan li ser hêzeke nû pêk bîne ku ew jî Çîn bû, bi rêya tevlîbûna wê nava peymanên stratejîk ên dualî yên di navbera Washington û Moskoyê de.

Trump gelekî hewl dida ku qada sereke ya ji parzemîna Ewropa û Rojhilata Navîn, veguherîne rojhilatê Asya û Deryaya Çînê ya Başûr û Okyanûsa Pasîfîkê. Lê pêşketinên ku çêbûn, ev meyl guhart. Di vê çarçoveyê de, Trump di hilbijartinên 2020î de têk çû û Rûsya di sala 2022yan de ket rojhilatê Ukranyayê û Hemasê jî di sala 2023yan de êrîşî Îsraîlê kir û piştre jî şerê Îsraîlê yê domdar li dij Xezayê.

 Daîreyên biryardayînê yên Amerîkayê nedixwestin ku nêrîna giştî berfireh bikin, ku Çîn li kêleka Rûsyayê bibe yek ji hîmên “cîhana dijber”, lê li gel tîma Trump a berê, Çîn kete cihê Rûsyayê bi xwe . Ev jî cewherê hestên gelek analîzvanan in ku siyaseta Amerîkayê di serdema Trump de, hevsengiya xwe winda kir. Texmîn ew e ku eger ku Trump li pêşiya Harris bi ser ket, ev yek dubare bibe.

Mirov li  hîmên belgeya stratejiya ewlekariya neteweyî ya Amerîkayê vegere, wê ev pirsgirêk were zelalkirin.

Di dawiya sala 2017an de, Amerîkayê stratejiya nû ya ewlekariya neteweyî eşkere kir, ku bi vê yekê re jî rûpela 15 salan a “şerê li dij terorê” girt, ku di van salan de jî Rûsya û Çînê bi rêbazên xwe, qada serweriya xwe berfireh kirin. Ji ber vê yekê jî, belgeya stratejiya parastinê ya Amerîkayê eşkere kir ku “hevrikiya stratejîk di navbera dewletan de ye, ne terorê ye, ev jî rojeva sereke ya ewlekariya neteweyî li Amerîkayê ye”. Belgeya amerîkayî ku piştre gelek nîqaş li ser çêbûn, di vê çarçoveyê de wezîrê parastinê Jim Mattis  di adara 2018an de ev nîqaş eşkere kirin, ku du dijberên stratejîk hene ku hewl didin cihê Washingtonê wekî yekem hêza gewre li cîhanê têk bibin, ew jî Rûsya û Çînê ne. Lê bi sedemekê ku bi awayekî zelal nehat analîzkirin, du bijartekên Amerîkayê hene da ku belgeya stratejî ya ewlehiya neteweyî pêk bîne, her du bijartek jî bijartina yek ji rikberan ne.

Trump meyla siyaseta Amerîkayê bi tevahî ber bi rawestandina berfirehbûna Çînê di aliyê hişk û nerm, leşkerî û  teknîkî de, bir. Lê Demokratan di serdema Biden de û hevalbendên Washingtonê yên kevneşop li Ewropayê, zêdetir bal kişandin li ser Rûsyayê.

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê Jake Sullivan di gotara ku di Foreign Affairs di payîza 2023yan de hatiye weşandin, got: “Lê Washington û Pekin pêwîstiya wan heye ku çawa rêveberiya hevrikiyê bikin, da ku aloziyan kêm bikin û rêyekê bibînin ji bo rûbirûna astengiyên hevbeş. Ji ber vê sedemê jî, rêveberiya Biden dîplomasiya Amerîkayê bi Çînê re zêdetir dike û parastina kanalên peywendiyê yên heyî dike û kanalên peywendiyê yên nû jî ava bike.”

Di havîna 2021ê de, Saziya Lêkolîn û Pêşketinê ya Amerîkayê “Rand” analîzek bi sernavê “Hewldanên Çînê ji bo serkeftina cîhnaî” belav kir. Analîz ku ji 253 rûpelan pêk tê, lêkolîneran behsa Rojhilata Navîn di hevrkiya bi Çînê re kirin. Di lêkolînê de behsa girîngiya Rojhilata Navîn wekî herêmeke ku divê girîngiyê bidinê, tevî ku Amerîkayê navendên hêza stratejîk vediguherîne Okyanûsa Hindî û Pasîfîkê. Lêkolîneran hişyarî da ku veberhênanên Çînê li dewletên hevkar li Rojhilata Navîn, dibe ku bandorê li ser şiyana Amerîkayê ya hevrikiya li herêmên Okyanûsa Hindî û Pasîfîkê û li ser asta cîhanî jî bike. Di vir de jî, lêkolînê pêşinyaz ji Wezareta Parastinê re berovajî meyla analîzî û siyasî ya heyî kir ku “parastina hebûna xwe ya mezin li Rojhilata Navîn û Afrîkayê bike, da ku hevrikiya li herêmên Okyanûsa Hindî û Pasîfîkê, temam bibe.”

Bi her hal, mirov nikare rola Trump a neyînî ya bi hêzkirina dijberên Amerîkayê li dij hevalbendên wê, paşguh bike. Ev yek jî, di dagîrkeriya Rûsyayê de ya li ser Ukranyayê diyar bû, tevî ku Trump îdîa dike ku siyasetên Biden hiştin ku ewlekariya li ser sînorê rojhilat ê NATOyê, were rûxandin. Di heman demê de jî, mirov nikare êrîşa “Hemasê” ya li dij Îsraîlê, ji siyasetên ku Trump derbarê doza Filistînê de çêkirine, cuda bike , ku êdî ev siyasetên Trump bi hevrûkirina bi dozên nû re, bûye tiştejî piçûk. Siyaseta Partiya Komarî ya “valakirina qadan” gelek destkeftiyên dewlet û komikan êk bir, di serî de hevalbendên Washingtonê yên li deverê û lîstikvanên ne gewî, mîna kurdan, di demekê de ku ev komên borî xwe nêzî Washingtonê dibînin.

Li şûna avakirina hevalbendiyên berfireh bo kêmkirina stratejiya Rûsyayê li Rojhilata Navîn û Ewropayê, Trump gavên dijber avêtin, wekî vekişandina ji nişkan ve û netemam ji rojhilatê Sûriyayê û ketina Rûsyayê cihê baregehên Amerîkayê ku Washingtonê li derdora bajarê Reqayê ava kiribû, her  wiha rê da Tirkiyayê ku xeta sînor ya berfireh dagîr bike ku di bin serweriya HSDyê de bû. Di heman demê de jî, Trump rê da Enqerayê ku bigihêje rêya navdewletî ya sereke ya di navbera rojava û rojhilatê Sûriyayê. Her wiha, rêveberiya Trump dema ku Tirkiya ji Rûsyayê moşekên S-400 kirî bi hêsanî bi wê re da û stand ango dengê xwe nekir. Di heman demê de, rêveberiya Trump dest bi pêkanîna siyaseta “valakirina qadan” li Sûriyayê û Rojhilata Navîn kir û bi rastî jî vala kir -wekî nimûneya rojhilatê Sûriyayê- ku ev yek jî kete berjewendiyên Tirkiya û Rûsyayê.

Ev hemû faktor Trump rewa dikirin da ku bêje ew girîngiyê dide rûbirûna bi Çînê re  û pereyan li ser Sûriyayê û parastina Ewropayê, xerc nake. Di encamê de, stratejiya Amerîkayê ya ewlekariya neteweyî yek ji şaxên xwe winda kir, ew jî Rûsyayê ye, ku qad li pêşiya serokê Rûsyayê li Sûriya, Ukranya û rojhilatê Ewropayê hate vekirin. Ji bilî wê jî, serweriya Rûsyayê li ser cihên wê yên berê yên girîng li Asyaya navîn û heta Efganistanê, xurtir kir.

Ji ber vî rêbazê rêveberiyê, Rûsyayê wê di rewşeke rehetiyê de be eger ku Trump ev siyaset berdewam kir. Di encamê de jî, di berjewendiyên Pûtin de ye, ku serokê Amerîkayê qadên amerîkayî li pêşiya Rûsyayê vala bike. Heman tişt jî Trump banga wê dike û dibêje ku eger ew di hilbijartinan de bi ser ket, wê careke din heman siyasetê dubare bike.

Rûbirûna li dij Çînê û kêmkirina mijûlbûna beramberî Rûsyayê, ew analîza herî beraqil ji raporeke ku istixbaratên amerîkayî di 7ê tebaxa 2020î de derpêş kiribû, ya li bara hewldanên dewletên biyan di destwedana di hilbijartinên Amerîkayê de, ku piştgirî an jî rikberiya berbijêran dikin.

Li gorî nirxandinên Berpirsê Navenda Niştimanî ya Ewlekarî û Têkoşîna li dij Sîxuriyê William Evanina, 3 dewletên bi gûman hewl dan destwerdan bikin, ew jî Rûsya, Çîn û Îranê ne. Wî nêrîneke piçûk li bara wê da, lê di heman demê de suprîz bû, ku tê de Rûsya û Çîn di vê meseleyê de tersî hev bûn, ev yek jî niha pêk tê di hemleya hilbijartinê ya di navbera Harris û Trump de, li gor raporên ewlehî.

Li gorî encamên îstixbaratî, Îranê di sala 2020î de hewl da ku Trump lawaz bike, Rûsya jî gelek alavan bi kar tîne, da ku navûdengê Biden reş bike. Mirov balkêş namîne ku hesabên stratejîk ên Rûsyayê ne wekî  yên Îranê ne, ji ber ku asoyê stratejiya Tehranê bi hevrûkirina bi Mosko re li ser asta navdewletî, teng e. Ji ber vê yekê jî, ne asayî ye ku Çîn li gorî nirxandinên îstixbaratî yên amerîkayî “dixwaze ku Trump têk biçe”. Di rastiyê de ew e ku destekdayîna Rûsya û Çînê ji bo namzetên hevrik ên hilbijartinên 2020 û 2024an, ne cudahiyeke normal e. Ji ber ku serokê bê, tê wateya diyarkirina meyla stratejîk ya Amerîkayê derbarê derve. Her wiha, bijartina dengdêrên amerîkayî, wê bandoreke yekser li ser dewletên mezin bike wekî Çîn û Rûsyayê, çi bandorên neyînî û çi jî yên erênî.

 Pabendbûna Amerîkayê derbarê hevkarên ewlekariyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, girêdayî ye ku Amerîka wê pênaseyeke nû bide vê hevkariyê, ango ji têkoşîna li dij rêxistina DAIŞê ya terorîst zêdetir û vê hevkariyê bixe çarçoveyeke ewlekarî ya nû. Bi hevdemî hewldanên Amerîkayê yên veguhastina stratejiya xwe ber bi herêma Okyanûsa  Pasîfîkê, di demekê de ku ev yek rastî astengiyên mezin tê ji ber metirsiyên li derdora Îsraîlê û neçarbûna Amerîkayê ku bi awayekî xurt û leşkerî li derdora Îsraîlê be. Her wiha, dibe ku Amerîka, neçar bimîne hemû planên xwe yên demdirêj ên valakirina Rojhilata Navîn careke din di ber çavan re derbas bike, di nav de jî jinûvepênasekirina hebûna xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ye, da ku bikeve çarçoveyeke giştî, ne tenê bi şerê li dij rêxistina DAIŞê, sînodar bimîne. Guhartineke bi vî rengî di aliyê qanûnî de li Amerîkayê ne hêsan e, ji ber ku divê erêkkirin ji Kongresê were standin, da ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê (Rêveberiya Xweser) bikeve nava stratejiya aramiyê li kêleka hevalbendên Amerîkayê wekî dewletên Kendavê û Urdunê.