Asayîkirina Erdogan bi El-Esed re.. ji hemû sûrîyayîyan re hişyarîyek bû

BEŞAR EBÛD

Hîn rojek jî derbas nebû, Amerîka bang li hemû welatên cîhanê kir ku têkilîyên xwe bi rejîma serokê Sûrîyayê, Beşar El-Esed re asayî nekin û ew wekî “dîktatorekî hov” bi nav kir, Serokomarê Tirkîyayê Recep Tayyîp Erdogan bersîva vê yekê bi lez û bez da ku îhtimala hevdîtina bi Serokomarê Sûrîyayê re kir û ragihand ku dê fermî proseya sêalî ya Rûsya-Tirkîya-Sûrîyayê  dest pê bike. Tiştê balkêş ew e ku rêjîma El-Esed ji bo vê lihevhatinê xwe radigire, tevî ku lihevhatineka bi vî rengî  pêk were, dê berjiwendîyên siyasî û aborî ji desthilata xwe re werbigre . Çavdêr vê hêdîbûnê bi wê yekê rave dikin ku rêjîma El-Esed naxwaze xelateka belaş bide serokkomarê Tirkîyayê berî hilbijartinên bê de.

Biryara Amerîkayê ya li dijî rejîma El-Esed û bersiva Tirkîyayê ya li ser wê, Opozîsyona Sûrîyayê dixe ber qonaxeka krîtîk, heger xwe ji nû ve vejîn neke û sûd jê wernegire, dibe ku careka din derfeteka wiha jê re dernekeve. Zivirandina Tirkîyayê ber bi rejîma Sûrîyayê ve, ku bi awayekê eşkere li dij biryara birêveberiya Amerîkayê ye, dê ne tenê El-Esed weke serokê Sûrîyayê dubare bike, lê ku bû jî dê destûrê bide rejîma totalîter ku zêdetirî pêncî sal e li Sûrîyayê desthilatdar e û dîsa  ji nû ve hilberîne. Ev rêjîm xwe dispêre nêrînên yekalî û beşên berfireh ên pêkhateyên Sûrîyayê dûr dixe û hîn di ser de tundîyê jî li hember wan bi kar tîne.

Li beranberî vê ku civaka navdewletî razî bibe ku bi rêka Tirkîyayê rejîma Sûrîyayê xwe nû bike, ev yek jî tê wateya bidawîkirina alozîya Sûrîyayê ango ew xwînrijandin û qurbanîyên di vî şerî de çûyî ji kîse dê û bavê xwe çûn, encama xwe jî ne avakirina welatekî demokratîk ku mafên rewa bide hemû pêkhateyên Sûrîyayê û çandeka civakî ya nû li ser bingehê wekhevî û dadmendîyê ava bike, helbet ev yek jî ne pêkan e, her wiha vegerandina bi vî rengî ya vê pergalê dê bibe sedema şikandin û tunekirina hêvîyên gelên din ên ku ji bo bidestxistina azadî û rûmeta xwe li dijî pergalên bi vî rengî serî hildan.

Ji dawîya salên pêncî û vir ve, Sûrîya ket bin destê rejîmeka totalîter, vê yekê jî hişt ku partîya Beis were ser desthilatê û paşê ji alîyê rejîma El-Esed ve hat birêvebirin him bav û him jî kur ev rêjîm xurtkirin û her çû rêjîmê xwe xurtir kir, di encamê de raman û afrandina dewleteka layîqî gelên Sûrîyayê têk çû. Rejîma El-Esed wiha hizir dikir ku li ser hesabê welat û dewletê hêzeka desthilat a xurt ava bike, dê bikaribe hemû kêşeyên ku dê rûbirûyê wê were çi li hundirê welêt û çi li derve pêkaribe, nemaze ku ew bi rêbazeka rast û pisporî kar kir, xwe yekane yê ku bikaribe her pirsgirêkê çareser bike hesiband. Her wiha kesek nehişt ku bi wî re hevrikîyê jî bike, tirs û xof  di nav sûrîyayîyan de çand, kesekî nikarîbû serî hildaba. Ev yek, paşê bû sedema nebûna elîtên siyasî û çandî ku bandor li rastîya Sûrîyayê kir, ji bilî hin têkoşînên takekesî li vir û wir hebûn. Li ser opozîsyona Sûrîyayê cîgirê serokê Sûrîyayê Farûq El-Şara di sala 2012an de wiha gotibû, “ji dibistana seretayî zêdetir nikarin rêbertiyê bikin”.

Divê were zanîn ku rejîma El-Esed zêdetirî pêncî salî karîbû xwe ji jimareka mezin ji beleyan star bike, mîna bûyerên Hemayê yên di sala 1982yan de û hewldana derbeyê ya Rifet El-Esed li dij Hafiz El-Esed ku di wê demê de nexweş bû, her wiha di şerê Kendava Ereban û kuştina serokwezîrê Libnanî yê berê Refîq Herîrî derbas bû. Ê karîbe bi desthilatdarîya xwe ji van hemû dafikan xelas bibe, lewma jî ew di wê bawerîyê de bû ku dê ji şoreşa 2011an jî biflite.

Rejîma El-Esed bawer nedikir ku Bihara Erebî wê li derîyê Sûriyayê jî bide. Ji ber makîneya tirsnak a ku ji alîyê dezgehên ewlehîyê yên wî ve di hemû hûrgilîyên jîyana Sûrîyayê da hatiye çandin, bes e ku rê li ber nêzîkbûna her biharekê ji Sûrîyayê re bigire. Lê tiştekî ku wî hêvî nedikir qewimî û şoreşa sala 2011an derket û pêwîst bû ku biperçiqîne. Heya ku desthilatdarîyeka zordar nekare bi gelê xwe re dîyalogeka demokratîk pêk bîne, rejîma El-Esed ji ber ku zordar bû, biryar da ku têkoşîna xwe lihember gel heta dawîyê bike. Ev neqeşerêya Ramî Mexlûf kurxalê Beşar El-Esed ê wê demê xêz kiribû û gotibû: “Em ê heta dawîyê li ber xwe bidin.” Û ew ji vê sozê re dilsoz bûn.

El-Esed di domdarîya desthilata xwe de pişta xwe da gelek hîman, di nav wan de dem bû, ku wî pir bi zanebûn kire xizmeta xwe û her wiha têgihaştina wî ji berjewendîyên welatên bi dosya Sûrîyayê re pêwendîdar wekî sîyaseta wan welatan û hevsengîyên wan ên navxwe û herêmî, sînorên sebra wan, asta hêz û bandora wan û her wiha asta şîyana wan a li hember zextên ku li ser wan tên ferzkirin. Rêjîma El-Esed niha bi hêz bûye, ku êdî serokê Tirkîyayê bixwe xweber bixwaze lihevhatinê pê re bike ji ber pirsgirêkên navxweyî di hindirê Tirkîyayê de lewaz bike!

Zivirandina Erdogan a vê dawîyê ji bo hemû gelê Sûrîyayê û taybet ji bo opozîsyona Sûrîyayê dersek bû. Ev ders jî ji hemî dersên ku di deh salên dawî de tê re derbas bûne bêtir jê sûd bigire. Yekem tiştê ku divê bike, bi awayekî cidî li ser têkçûna xwe ya stratejî qebûl bike û şaştêgihaştina wê ji siyasetên navdewletî û herêmî yên ku li ser erdnîgarîya Sûrîyayê şer dikin ji nû ve xwe rexne bike. Di heman demê de divê zanibe girêdayîbûna bi derve û ketina nav destên wan dê dawîya wê helbet bi êş be. Divê li xwe mikur bê ku nikarîbû gotinên dîplomatîk ên rayedarên hêzên navneteweyî û herêmî li gorî demê bixwenda û bi van gotinan netewe ava nabin.

Heger opozîsyona sûrîyayî li xwe mikur were û têkçûna xwe qebûl bike, her wiha divê zanibe ku ev qebûlkirina têkçûnê gavên paşerojê vedihewîne ku divê dest bi guhertina liv û lebata xwe bike. Li gorî vê yekê, dem hatiye ku bi cidî li ser dîtina cureyeka hevbeş di navbera hemû hêzan de xebat were kirin, ne tenê ji şeklê dewleta ku sûrîyayî dixwazin, lê li ser awayê çalakîya ku pê li hev bikin da ku welatê hemû dixwazin ava bikin.

Pêwîstiyeka lezgîn bi avakirina dîyalogeka navxweyî di navbera hemû opozîsyona niha ya Sûrîyayê de, bê awarte heye. Dîyalog li vir ne ji bo lidarxistina civîn û konferansên siyasî ye ku tê de her alîyek argumana xwe pêşkêş bike û diparêze, an ku tê de her alîyek opozîsyonê êrîşî alîyekî din dike ku wî tewanbara astenga pêvajoya siyasî dike, her wiha ji bo afirandina hîmên nû xebat were kirin ku sûrîyayîyan li dora hev bicivîne û nehêle ku ew pirsgirêkên bingehîn ên ku di wê de hatine destnîşankirin, derbas bikin, wek mînak: Şêweyê hikûmetê, navê dewletê, dirûşma wê, referansa wê ya qanûnî û mafên mirovan, rola olê, nivîsandina makeqanûnê û dadgehkirina sûcdaran.

Heger me dîyalogeka wiha ava kir û ji bo têgehan bingeheka realîst dîyar kir, ev yek dê bibe rêya yekem a watedar ji bo siyaseteka rasteqîn ku ji bo paşerojeka erînî biafrîne, her wiha ji bo ku zarokên xwe bigihîne dewleteka demokratîk ku dikare di hundirê Sûrîyayê û li tevahîya Rojhilata Navîn de roleka berhemdar û avaker bilîze.

Metirsî ew e ku  meyla ezezî li ser hêzên opozîsyona Sûrîyayê serdest e. Ev ezezî bû sedema ku nikarîbûn li hev kom bibin û çareyekê ji xwe re peyda bikin. Vê yekê jî hişt ku wekî lîstokan di bin destê dewletan de bin. Encam, weke ku em niha dibînin, berdewamîya têkçûnê ye û kirîz hîn xurtir dibe ku hemû gelê Sûrîyayê jî wê êşê dikişîne, ji bilî windakirina bawerîyê ji opozîsyonê çi li hundir û çi li derve ku nikarin ji bo siberoja welat tiştekî bikin.

Wekî tê zanîn  li Sûrîyayê her kesî zirar dît. Ji ketina aborîya Sûrîyayê bigire heya bisînorkirina rola serokatîya wê ji bo pêkanîna karên piçûk, ji bilî wêranîya sazîyên Sûrîyayê, bêyî jibîrkirina belengazîya xelkê Sûrîyayê gihaştîye. Ev hemû divê bibin sedem ku hemû alî û hêzên sûrîyayî bi rijdî û niştimanperwerî tevbigerin, da ku karibin komeka neteweyî û rasteqîn ava bikin ku giranîya wê ya herêmî û navdewletî hebe. Lê belê divê em li xwe mikur bên ku laşekî wiha tenê bi çarekirina nakokîyan pêk tê, da ku her alîyek cihê xwe tê de bibîne bêyî ku tu pêkhatî li derve bibînin û rola hemûyan di proseya siyasî, aborî, civakî û çandî de hebe. Qada Sûrîyayê fireh û mezin e û dikare hemû gelên xwe hembêz bike.

 

Wergera ji zimanê erebî: Heysem Mislim