• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

AKP/MHP yan sazkara dewleta gendel û şoven!?

January 17, 2024
AKP/MHP yan sazkara dewleta gendel û şoven!?

Kargeha Siwêdiyê beşê kehrebeyê ku ji aliyê rejîma Tirkiyayê ve hate bombebarankirin. Wêne NKL/17/01/2024

Share on FacebookShare on Twitter

Desthilatdariya AKP/MHPyê ya ku li ser xwîna gelan siyasetê dike, hewl dide hemû pirsgirêkên Tirkiyayê ji pirsgirêka kurd, demokratîzekirina dewletê, belavbûna cureyên gendelî û talankirina dewletê bi rêya olîgarişiya teng, bê çareserî bihêle. Ev desthilatdariya şoven, dektator û gendel, îro bi rêya êrîşên li ser binsaziya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, hewl dide li ser siyaseta xwe binxumîne, rojevê biguherîne û jiyana xwe dirêj bike.

Ev desthilatdariya AKP/MHPyê ya ku alavên mediyayê girtiye dest xwe û bi rêya belavkirina derewan û berovajîkirina rastiyan, dixwaze rê li ber demokratîzekirina Tirkiyayê bigire û li şûna çareserkirina pirsgirêka kurd, şerekî giştî yê jiholrakirinê li dij kurdan bide meşandin. Ev desthilatdarî niha komkujiyan li dij kurdan pêk tîne. Hemû derfetên dewletê xistiye xizmeta şerê topyekbûn li dij kudan li hundur û derveyî Tirkiyayê. Ew vê siyaseta xwe li jêr durşima “tekoşîna li dij terorê” û “rêlibergirtina parçekirina Tirkiyayê” dimeşîne. Bi rêya medyaya kontrolkirî, ew hemû welatiyan sor dike û dixwaze wan li dij kudan bide xebitandin. Ji her kesî tê xwestin ku ew binkeftina aborî, xizanî, gendelî û rewşa xerab a jiyanê, ji bîr bike û li pey siyaseta şoven û şerxwaz a AKP/MHPyê bibeze.

Rast e ev êrîşên ku niha dewleta tirk li dij binsaziya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê pêk tîne, beşek e ji konsepta jiholêrakirina kurdan e. Jixwe dewleta tirk vê armancê venaşêre û eşkere dibêje, ew ê heremê têk bibe, çavkaniyên jiyanê birûxîne û welatiyan derbider bike. Lê her wiha aliyekî din ê bi rewşa Tirkiyayê ya hundirîn ve girêdayî ye, heye. Ew jî xapandina welatiyan, berovajîkirina rastiyan û dewamkirina li ser desthilatdarî ye. Tê xwestin, ku welatî xwe ji bîr bikin û tenê bi şerê li dij kurdan mijûl bibin.

Li jêr desthilatdariya AKP/MHPyê, aboriya Tirkiyayê têk çûye. Niha yek dolar bi nirxê 30 lîreyê ye. Beriya çend salan yek dolar tenê bi 3 lîreyan bû. Bi dehhezaran bijîşik, endezyar, pisporên zanist û teknîke û maldar ji welat dervin û berê xwe didin derve. Di sala 2023yan de bi qasî 64 hezar kes ji Tirkiyayê reviyane û berê xwe dane Almanyayê. Li gorî rapora dezgeha karûbarê penaberan a Almanyayê, welatiyên ji Tirkiyayê, yên ku serî li penaberiyê li Almaniyayê dane, duyemîn koma mezin a penabran e piştî welatiyên ji Sûriyayê (104 hezar). Weha diyar dibe ku li jêr desthilatdariya AKP/MHPyê xizanî û zordarî li Tirkiyayê belav bûye. Ji bilî malbatên Erdogan û kesên payebilind ên AKP û MHPyê, ku bazirganiyê dimeşînin û tevahiya aboriya dewletê bi xwe ve girêdane, her kes xizanî û zehmetiya jiyanê dikşîne. Malbata Erdogan û olîgarşiya teng, li derdora xwe komên rantxwar civandine.

Şerê têkbirin û jiholrakirina binsaziya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, beşek e ji konsepta AKP/MHPyê ya mayîna li ser desthiladariyê û bicihkirina olîgarşiya teng a dizek û gendel e. Bi rêya geşkirina hizira şoven, sorkirina gelê tirk li dij kurdan, tê xwestin ku mirov dûrî rastiya heyî bikevin, rewşa jiyana rojane a xerab ji bîr bikin û li pey propagandeya hikûmetê biçin. Ev şêweyê hukumdariyê di dîrokê de naskîri ye. Hikûmeta olîgarş a ku xwîna welatiyan dimije, aboriya welat talan dike û berê dewletê dide şerê navxweyî.

Tirsa  rejîma AKP/MHPyê ya mezin ji wê yekê ye, ku ew desthilatdariyê winda bike û li pêşiya gel wek olîgarşeyek dizek, rantxwar û şerxwaz were darezandin. Erdogan ditrse ku ew û malbata xwe mîna Sedam û malbata wî werin darezandin. Lîsteya sûcên wan dirêj e: Gurkirina şerê ku bi hezaran zarokên xizan û kedkaran bûne qurbaniyê wî, rêlibergirtina demokratîzekirina dewletê û çareserkirina pirsgirêka kurd, talankirina dewletê û diziya nan û azadiya gelên Tirkiyayê…

 

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn
Gotar

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn

June 23, 2026
Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê
Manshet

Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê

June 17, 2026
Rola ku Pakistan dilîze çi ye?
Manshet

Rola ku Pakistan dilîze çi ye?

June 15, 2026
Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?
Gotar

Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?

June 12, 2026
Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?
Gotar

Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?

June 11, 2026
“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”
Manshet

“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”

June 9, 2026
Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963
Lêkolîn

Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963

June 8, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN