• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Dawiya dîplomasiyê… tîma Trump çawa Rojhilata Navîn bi rê ve dibe?

November 11, 2025
Dawiya dîplomasiyê… tîma Trump çawa Rojhilata Navîn bi rê ve dibe?

Eric Trump li Dewhayê li planên avakirina qada golfê û "vîlayên Trump" wekî beşek ji projeya pêşxistina Simêsma dinêre | AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Taybet/Navenda Kurdî ya Lêkolînan

 Made bi erebî jî heye العربية

Parlementoya Sirbistanê di 7ê mijdarê de, li ser pêşnûmeyeke ku rê dide lezkirina tedbîrên rûxandina navenda berê ya artêşa Yugsolavyayê li naverasta Belgradê erê kir. Tê payîn ku li cihê wê otêleke baş ji aliyê şerîketa  “Affinity Partners” ya girêdayî zavayê Trump, Kushner, were avakirin. Bi awayekî normal ev nûçe, di cîhana darayî, karsazî û siyasetê de, dengvedanekê çêbike, lê êdî tê texmînkirin ku hikûmeta Sirbistanê ji aliyê Washingtonê ve bi awayekî bijarte danûstandin were kirin, dibe ku bi awayekî ku Koşka Spî bersiva pirsên neyînî li ser Sirbistanê nede, an jî komeke ji congress pêşnûmeya neyînî ya li dij Belgradê, asteng bike. Mirov dikare ev her tiştî texmîn bike, ji ber ku berê ev yek çêbûye û hîna jê çêdibe, taybet derbarê dosyayên Rojhilata Navîn li Washingtonê.

Dema ku Îsraîlî bi awayekî ji nişkan ve bi êrîşeke hewayî Qeter di 9ê îlona 2025an de hedef girt, nûnerê amerîkayî Steve Wittkopf di gelek hevdîtinên ragihandinê de piştgirya xwe ji bo Dewhayê ragihand û behsa bandora xwe ya manewî dema ku bihîst êrîş çêbûye kir, herwiha anî ziman ku lîderên Qeterê xwedî sebrekê ne û pesna vê yekê da. Di heman demê de, zavayê Trump Kushner û kurê Trump Eric, heman tişt dubare kirin. Ev daxuyaniyên piştgiriyê ne tenê beşek ji cîhana dîplomasî bûn, lê belê gûmanan zêde dike ku tê de berjewendiyên darayî yên yekser hene, ku êdî îhtîmal e bandorê li ser meylên siyaseta Amerîkayê di serdema Trump de bike. Encam jî, Amerîka peymanên garantiyê yên ewlekarî bi Qeterê re îmze kirin, ku mirov dikare wekî cewhereke ewlekarî ji bo dewleta kendavê bû (Qeter), lê Erebistana Siûdî û dewletên din ên kendavê ev çend sal in hewl dide ku heman peymanê îmze bikin, lê nikaribûn. Dînamîkên siyasetên amerîkayî di Rojhilata Navîn de hatin guhartin, her kesê ku van siyasetan li ser bingeha berjewendiyên Amerîkayê dixwîne û di pozîsyoneke biryardanê de ye, heke armanca wan lihevhatina bi siyaseta Amerîkayê re be, îhtîmal e ku nêzîkatiyên xelet pêş bixe. Ji ber vê yekê, baştir e ku berjewendiyên “Rêxistina Trump” û peymanên wê bi welatên ku – li gorî rojname û navendên ramanê yên amerîkayî – bi zihniyeteke şerîketan têne birêvebirin, ji nû ve werin nirxandin.

Armanc ji vê nivîsê ew e ku pêşketinên dawî di siyasetên Amerîkayê yên di Rojhilata Navîn de, bi xwe re pirsan tîne derbarê asta bandora berjewendiyên darayî yên taybet bi tîma serokê Amerîkayê û di serî de jî, Steve Wittkopf, zavayê Trump Kushner û kurê Trump Eric û hevkarên wan ên di xwedî biryara siyasî. Di demekê de ku armancên siyaseta derve ya Amerîkayê ya kevneşop xwe dispêre ewlekariya neteweyî, hevalbendî û berjewendiyên stratejîk, lê îro daneyên li ser rûyê erdê derdikevin, derbarê girêdana veberhênanên mezin ên van kesayetên borî bi dewletên Kendavê re. Di encamê de jî, Qeter jî wekî mînaka eşkere derdikeve holê: Ji ber êrîşên Îsraîlê yên li dij Dewhayê di îlona 2025an de, di encamê de bi awayekî ne normal bersivdayîna Amerîkayê ji bo berjewendiyên Qeterê bû, ji nava wan ku Îsraîl şerê xwe li dij Hemas û Xezayê berdewam neke. Vê yekê jî hişt ku hin analîzvan bêjin ku beşek ji bersvidayîna Amerîkayê, dibe ku girêdayî berjewendiyên darayî yê di navbera endamên tîma Trump û Dewhayê be.

Bingehên nesazîbûnê yên siyaseta derve

Rêveberiya serokê Amerîkayê Donald Trump di rewşa navxweyî ya amerîkayî an jî siyaseta wê ya derve, xwe dispêre bingehên ne burokratîk û nesazîbûnê, ev yek jî bi rêya komek ji nûnerên ku ji aliyê Trump ve têne erkdarkirin. Di serî de jî, Steve Witkoff ku bi girîngtirîn rolên dîplomasî radibe, ku hebûna wî di tu saziyan de tuneye. Ev yek jî gelek caran berovajî erkên Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê de, ku ji dema damezrandina wezaretê ve, niha di rewşa xwe ya herî lawaz de ye, gihaşt astekê ku Marco Rubio di rojevê de tuneye. Ev guhartina ku Trump anî, bingehên ji bo rêyeke nû di avakirina siyaset û biryaran de damezrandin, ya ku xwe dispêre erkên di destûr de ji serok re hatine dayîn, wekî erkdarkirina nûneran û derxistina biryarên pêkanînê, ev yek jî dibe ku berovajî qanûnnên Amerîkayê an jî pêvajoyên beriya qanûnê, nexasim ên girêdayî cezayan.

Berî serdana serok Donald Trump bo Rojhilata Navîn di nîsana 2025an de, kovara Newsweekê ji bo şîroveyê bi Rêxistina Trump û çend pisporan re têkilî danî, lê bersivên dawî negirt. Kovarê diyar kir ku di nav qanûndanêrên Amerêkayê de fikar derketine holê derbarê nezelalbûna xêzên di navbera siyaset û danûstandinên karsaziya kesane de, şêwazek ku di dema her du rêveberiyên Trump de her ku diçû eşkeretir dibû. Rêxistina Trump – ku niha ji hêla kurên serok, Eric û Donald Jr. ve tê rêvebirin – dema ku Trump li Ofîsa Oval bû, berdewam kir ku projeyên milkan li Rojhilata Navîn bişopîne.

Rêxistina Trump çi ye?

Rêxistina Trump, şerîketeke navdewletî ya amerîkayî ye ku di sala 1923yan de hate avakirin, ku berê bi navê Rêxistina Elizabeth Trump û ewladên wê dihate naskirin, herwiha ev şerîket jî taybet e û navenda wê di burcê Trump ya naverasta Midtown Manhattan navdêrtirîn taxên bajarê New Yorkê ye. Ev rêxistin gelek projeyên bazirganî û veberhênanî ji bo Trump dihewîne, ku Trump bi xwe jî serok û rêveberê wê yê cîbcikar e, di heman demê de hersê zarokên Trump jî Donald Trump Jr., Ivanka Trump û Eric Trump, cîgerê serokê cîbcikar in.

Dema ku mirov malpera rêxistina Trump li ser internêtê dişopîne, kategoriyek heye bi navê “Cîhana Trump”. Di vê kategoriyê de, encama “Felsefeya Trump” tuneye ku wekî sernav nîşan dide, lê belê di vê kategoriyê de nûçeyên derbarê peymanên bazirganî yên eşkere hene, wekî burcên Cida li Erebistana Siûdî, nûçeyên girêdayî “têkiliyên giştî” yên Eric Trump di ragihandinê de û nûçeya  destpêkirina “Trump Fon” di bazara Amerîkayê de.

Di lêpirsînekê de ku di gulana 2025an de hate belavkirin, ajansa Bloombergê, Rêxistina Trump wekî “makîneya çêkirina pereyan” bi nav kir.

Bi çavê Trump, ew gewritirîn karsaz e ku kete hemleya hilbijartinan a Koşka Spî. Li gorî Bloombergê, tu serokên Amerîkayê yê hemdem bi qasî Turmp, dema ku di Koşka Spî de bû, ev qas pere ji bo malbata xwe kom nekirin. Jê zêdetir, ji roja destpêkê ya hemleya xwe ya hilbijartinan, Trump samanê xwe pêhtirî carê ducare kir heta ku gihaşt 5.4 milyar dolar.

Di wê heyamê de, navê Trump projeyên milkan ên bi qîmeta zêdetirî 10 milyar dolarî, şîrketên medyaya civakî yên bi milyaran dolarî ku di warê darayî de zehmetiyan dikişandin, firotinên ku 500 milyon dolar derbas kirin ji projeyekê tenê di warê pereyên şîfrekirî de û bi milyonan dolar parên di şîrketên ku xizmetên darayî, çek û parçeyên dronan peyda dikin de xurt kir. Endamên malbata wî herwiha rêzek pozîsyonên şîrketan bi dest xistin – bi kêmî ve heft rolên nû wekî şêwirmend an rêveber tenê ji bo kurê wî yê mezin, Donald Trump Jr., bi tenê.

Li gorî lêpirsîna Bloombergê, metoda toreya darayî ya yekgirtî û eşkere: Firotina navê malbatê ye.

Her çiqas rêveberiya Trump hêza kar û budceya hikûmetê kêm kir jî, hejmara ajans û ofîsên ku çavdêriya şîrketa wî, projeyên krîptopereyan û heta nakokiyên berjewendiyê yên potansiyel dikin jî kêm kir. Trump herwiha sînorkirinên li ser peymanên karsaziya biyanî yên ku ji hêla rêveberiya wî ya berê ve hatibûn ferzkirin sivik kirin.

Trump malûmilkên xwe hemû xistin, sendoqekê ku kurê wî yê mezin serpereştiya wê dike. li gorî Bloomberg, tevî nîqaşên derbarê aloziya aborî, lê malbata Trump nemazed e ku dewlemendtir bibe.

Ji petrolê heta peymanan

Di 20 salên borî de, têkiliyên amerîkayî-kendavê, ji metoda ku xwe dispêre “petrol beramberî ewlekariyê”, veguherî toreyeke bi girêk a berjwendiyên dualî, ku têde veberhênanên dervayî sînor, bazarên enerjiyê, teknolojî û daraya siyasî hene. Lê bi vegera Trump li Koşka Spî di çileya 2025an de, meyleke nû di Washington de derket pêş, Ew bi berfirehî ji “stratejîk” bêtir wekî “peymançêker” tê binavkirin. Ango têkilî êdî ne li gorî îdeolojiya siyasî an jî ewlekarî ya dirêj tê birêvebirin, lê belê bi hişmendiyeke karsaz di bingehê xwe de, tê birêvebirin. Ev meyl ne tenê teorîk e, lê belê mirov dikare di rêbazê li ser erdê yê Trump û tîma wî de bibîne. Saziyên nêzî Trump, karsaz û veberhênan ji dîplomatîkan zêdetir hene û dosyayên siyasî yên derve jî bi heman alavên rêveberî yên peymanên  milkan an jî darayî têne birêvebirin: Danûstandin, pevguherîn, danûstandina rasterast a feydeyan û qezenca bilez.

Ev rewş her ku diçe zêdetir bi pêş dikeve, ku bi xwe re pirsên derbarê asta bandora têkiliyên darayî yên kesayetî li ser biryarên fermî yên Amerîkayê, nexasim li Rojhilata Navîn ku mezintirîn veberhênanên Kendavê yên derve di cîhanê de, tîne.

Di dilê van nîqaşan de, sê kesayetên sereke derdikevin holê:

Jared Kushner, zavayê Trump û şêwirmendê wî yê berê, ku piştî ji Koşka Spî di sala 2021ê derket, sendoqekeke veberhênanê ya mezin bi navê Affinity Partners, ava kir.

Eric Trump, kurê serok û serpereştê projeyên malbata Trump a muilkan û dîjîtal.

Steve Wittkopf, karsazê milkan ê nêzî malbata Trump, ku roleke siyasî ya pêşketî wekî nûnerê taybet an jî  wekî şêwirmendê karûbarên Rojhilata Navîn di wîlayeta duyem a Trump de, lîst.

Hîpoteza ku ev rapor dixwaze çareser bike ev e ku berjewendiyên darayî yên taybet ên van sê kesan bi hikûmetên Kendavê an fonên wan re, bi îhtîmaleke mezin, heta radeyekê bandorê li helwestên siyaseta amerîkayî li herêmê dikin. Bi taybetî, berteka tûj a amerîkayî li hember êrîşa Îsraîlê ya li ser Dewhayê di îlona 2025an de, qismî ji tirsa xetereya van berjewendiyan, ji bilî fikarên kevneşopî yên ewlehî û hevpeymaniyê, bandor bû.

Ev hîpotez hewl nade ku şermezar bike an helwestekê bigire, lê belê hewl dide ku analîzek objektîf pêşkêş bike ku li gorî rêbazek nirxandina medyayê, nirxandinên darayî, veberhênan, siyasî û stratejîk dihewîne: ango, bikaranîna agahdariya giştî ya ji çavkaniyên vekirî û analîzkirina wê li gorî têkilî, dem û berjewendiyan.

Girêdanên darayî yên tîma Trump

Jared Kushner û sindoqa “Affinity Partners”

Jared Kushner mînakek sereke ya hevgirtina pere û siyasetê di nav tîma Trump de ye. Piştî ku di sala 2021ê de ji Koşka Spî derket, wî Affinity Partners, fona veberhênanê ya li Miyamiyê damezrand.

Di nav kêmtirî salekê de, raporek New York Timesê (11ê nîsana 2022yan de) eşkere kir ku Sindoqa Veberhênana Giştî ya Erebistana Siûdî (PIF), ku ji hêla Mîr Mihemed bin Selman ve tê rêvebirin, tevî nerazîbûnên komîteya PIF ya navxweyî ya li ser ezmûna veberhênanê ya sînorkirî ya Kushner, razî bû ku 2 mîlyar dolar di sindoqê de veberhênan bike. Raportên paşê, di nav de yên Bloomberg û Financial Timesê (gulan 2024 – sibat 2025), piştrast kirin ku sindoqa ji veberhênerên Kendavê, di nav de Desteya Veberhênana Qetarê, bi rêya sindoqên alîkar, zêdetirî 4.8 mîlyar dolar berhev kiriye.

Raportek ku di 14ê gulana 2025an de li ser malpera bi zimanê îngilîzî El-Erebî El-Cedîd hatiye weşandin, eşkere kir ku Affinity bûye “kanalek veberhênanê ya nîv-fermî ji bo dewletên Kendavê yên ku li Washingtonê bandorê digerin,” û ku qeterî, îmaratî û siûdî bi hev re “ji %80 zêdetir sermayeya sindoqê” temsîl dikin.

Ev nîşan dide ku Kushner bi mîlyaran dolar pereyên Kendavê bi rê ve dibe, toreke darayî ya demdirêj bi heman saziyên hikûmeta Kendavê re diafirîne ku bi Koşka Spî re bi awayekî siyasî mijûl dibin. Ev girêdana Kendavê bi yek kanalek amerîkayî van welatan neçar dike ku di vê qonaxê de nakokiyên xwe yên dualî kêm bikin, meylek ku di kêmbûna kampanyayên dijber de li ser platformên medyaya civakî yên ku ji hêla van welatan ve li dijî hev têne xebitandin, tê xuya kirin.

Eric Trump û projeyên malbatê yên kendavê – milk û pereyên krîpto

Eric Trump serokatiya şaxê rêveberiyê yê Rêxistina Trump dike û çavdêriya projeyên navneteweyî yên malbatê dike. Ji dema vegera Trump bo ser desthilatê ve, li Rojhilata Navîn çalakiyên girîng ên veberhênana malbatê, bi taybetî li Uman û Qeterê, hatine kirin.

Projeya Qeterê di 12ê gulana 2025an de di raporên çapemeniyê de hate ronîkirin, ku nîşan dide ku malbata Trump bi veberhênerên qeterî re di danûstandinan de bû da ku kompleksek otêl û niştecihbûnê ya 5.5 milyar dolarî li Herêma Aborî ya Lusail a nû ava bike.

Pereyê krîpto yê “World Liberty Financial”

Lêkolîneke Reutersê (cotmeha 2025an) eşkere kir ku şîrket di nîvê yekem ê sala 2025an de ji firotina pereyê krîpto yê xwe zêdetirî 800 milyon dolar berhev kiriye. Sindoqeke Îmaratê 100 milyon dolar veberhênan li şîrketê kir, ku serokatiya wê ji hêla Eric Trump û Zach Witkoff, kurê Steve Witkoff ve tê kirin, ku darayîya malbata xwe bi hevkariya malbata Trump bi rê ve dibe.

Rojnameyên din jî rapor weşandin ku dibêjin “şîrketên ku bi malbata Trump ve girêdayî ne, dixwazin li Rojhilata Navîn di warê milk û pereyên krîpto de berfireh bibin, ku ji hêla veberhênerên Kendavê ve têne piştgirîkirin.”

Steve Witkoff û tora milk û krediyê ya Kendavê

Steve Witkoff karsazekî milkan ê navdar ê New Yorkê ye û demek dirêj bawermendê Trump e. Di dema duyemîn a Trump de, rola wî ji şêwirmendê aborî yê nefermî ber bi “nûnerê taybet ji bo veberhênanên navneteweyî” ve berfireh bû. Wittkopf serdana dewletên Kendavê kir da ku finanseya sindoqa milkan a bi nirxa zêdetirî 3 milyar dolarî ji bo pêşxistina otêl û niştecîbûnê li Amerîkayê peyda bike.

Rojnameya New York Timesê ragihand ku di demekê de ku nûnerê Rojhilata Navîn ê Amerîkayê Steve Wittkopf berî êrîşa Îsraîlê ya li ser Qeterê mijûlî danûstandinên agirbestê di navbera Îsraîl û Hamasê de bû, kurê wî, Alex Wittkopf, bi dizî ji welatên ku beşdarî wan danûstandinan bûne milyaran dolar distand. Çavkaniyek ji rojnameya The Times of Israel re got ku Qeter red kir ku veberhênanê pesend bike heya ku agirbest pêk neyê.

Koma Wittkop armanc dike ku 4 milyar dolar berhev bike, bi potansiyela ku bi sedan milyon dolar ji xerc û dahatan çêbike. Yek ji veberhênerên potansiyel di sindoqê de Desteya Veberhênana Qeterê (QIA) ye, ku beşdarbûna di pêşveçûnên milkan de li Miyami û Los Angelesê difikire ku bi qasî 750 milyon dolarî ye.

Steve Witkoff, ku ji dema destpêkirina serokatiya Donald Trump di meha çile de ve li çaraliyê cîhanê pêşengiya hewldanên dîplomatîk ên Serok Donald Trump kiriye, berê serokatiya Witkoff Group, şîrketek pêşvebirina milkan a li New Yorkê dikir. Kurê wî, Alex, ji hingê ve bûye rêveberê cîbicîkar ê komê.

Wekî din, kurê wî Zach Witkoff di şîrketa krîptopereyan World Liberty de rolek dilîze, ku rasterast malbatê bi herikînên darayî yên ku wan tê de veberhênan kirine ve girêdide. Bi vî rengî malbata Witkoff temsîla hevgirtina veberhênana milkan a amerîkayî û sermayeya biyanî dike, bi têkiliyên kesane û siyasî yên nêzîk bi malbata Trump re.

Bi kurtasî, veberhênanên Kendavê pişta darayî ya herî xurt ji bo projeyên Kushner, Eric Trump û Witkoff pêk tînin. Ev sindoq li ser sê kanalan têne belavkirin: sindoqên veberhênanê (Affinity), projeyên milkan (Rêxistina Trump/Koma Witkoff) û projeyên dîjîtal (World Liberty Financial).

Ev veberhênan hêzek nerm didin welatan da ku li Washingtonê atmosferek siyasî û dîplomatîk a guncantir çêbikin, tewra bêyî ku bandorek rasterast li ser biryardanê hebe. Ev yek di pesnên ku Trump û derdora wî ya nêzîk ji dewletên Kendavê û heta ji yên ku ew piştgirî didin wan, wekî serokê demkî yê Sûriya, Ehmed El-Şeri, pir caran têne dayîn de tê xuyakirin.

Di paşxaneyê de, toreke têkiliyên darayî yên mezin di navbera derdora Trump (Kushner/Eric Trump/Witkoff) û veberhênerên Kendavê de heye, di nav de veberhênanên Qeterê di fon û projeyên bi wan ve girêdayî de. Ev faktor, bo nimûne, lêçûna pevçûnek Îsraîlê bi Dewhayê re zêde dike û teşwîqa siyasî û ragihandinê ji bo tîma darayî ya Trump zêde dike da ku têkiliyê biparêze. Lêbelê, li gorî agahiyên berdest ên giştî, ev ne delîlên têrker in ku meriv bigihîje wê encamê ku biryarên Amerêka “bi taybetî” di bersiva berjewendiyên darayî de hatine formulekirin. Ji perspektîfa Trump û tîma wî ve, îhtîmalek mezintir heye ku berjewendiyên malbatî û berjewendiyên Amerîkayê, bêtir bi hev ve girêdayî bûn.

Bandora darayî li ser biryargirtina siyasî ya Amerêkayê

Ev hîpotez ji nîvê sala 2025an vir ve yek ji nîqaşên herî germ di nav dezgehên lêkolîn û medyayê de ye: Ku siyaseta derve ya Amerîkayê di bin serokatiya Donald Trump de êdî ne tenê di nav saziyên biryardanê de tê çêkirin, lê ji hêla toreke berjewendiyên darayî yên taybet ên aîdî malbat û derdora wî ya hundurîn ve tê bandorkirin. Alîgirên vê nêrînê xwe dispêrin komek delîlên bi hev ve girêdayî, ku dikarin di xalên jêrîn de werin kurtkirin û analîzkirin:

Çend pispor, wekî Steven Cook li Konseya Têkiliyên Derve û Christopher Davidson li Zanîngeha Amerîkayî ya Sharîqayê, destnîşan dikin ku dewletên Kendavê ji ezmûna 2017-2020î fêr bûn ku bandor li Washingtonê ne tenê bi rêya peymanên leşkerî an peymanên parastinê, lê di heman demê de bi rêya veberhênana rasterast di projeyên ku bi biryarderan ve girêdayî ne jî tê kirîn.

Rapora El-Erebî El-Cadîd vê diyardeyê wekî “dîplomasiya veberhênana taybet” bi nav kir û îdia kir ku fînansmana ji Sindoqa Hevkariyê ya Kushner an projeya Azadiya Cîhanê ya malbata Trump “bandorek mezintir li ser biryarên Koşka Spî heye ji kirîna balafirên şer ên F-15.” Ev yek nîşan dide ku ji “hevpeymanên saziyî” ber bi “hevpeymanên kesayetî” ve diçe, ku tê de berjewendiyên amerîkayî bi peymanên ku ji hêla heman elîta aborî ve têne girtin ve girêdayî ne ku stratejiyê destnîşan dike. Di encamê de, biryarên siyasî kêmtir girêdayî saziyan (Kongres, Wezareta Derve, Pentagon) bûne û bêtir bi torên berjewendiyên taybet ve girêdayî ne.

Piştgir dibêjin ku dema veberhênanên mezin ên Kendavê di projeyên malbata Kushner û Trump de û guhertinên di siyaseta amerîkayî de li hember herêmê ne tesaduf e. Di navbera gulan û tebaxa 2025an de, fonên Kendavê bi qasî 1.5 mîlyar dolar drav dan Affinity Partners û World Liberty Financial. Tenê çend hefte şûnda, Trump daxuyanî li ser “pêdiviya parastina hevalên me yên li Kendavê” da, û nûner Tom Barrack li Foruma Manamayê xuya bû û piştgiriya Washingtonê ji bo hikûmeta nû ya Sûriyayê û ji bo “lihevhatina Kendavê li herêmê” ragihand.

Ev hevahengiya demkî wekî delîl tê şîrovekirin ku herikîna çavkaniyên darayî ji Kendavê ber bi rêveberiya Trump ve ji bo siyasetên Washingtonê hawîrdorek nermtir afirandiye.

Alîgir serdema yekem a Trump (2017–2021) wekî bingehek ji bo têgihaştina nêzîkatiya wî ya niha nîşan didin; wî di pirtûka xwe ya “Hunera Peymanê” de bi eşkereyî diyar kir ku “têkiliyên navneteweyî ji bilî peymanên mezin tiştek din nînin.” Ji ber vê yekê, ew dibêjin ku serok cûdahiyê naxe navbera destkeftiyên bazirganî û siyasî.

Lêkolînek Washington Postê (13ê gulana 2025an) diyar kir ku serok “carinan zimanê bazarê bi zimanê hevpeymanan tevlihev dike” û hin biryarên wî yên di derbarê Rojhilata Navîn de pêşî di nav civaka karsaziyê de têne nîqaşkirin, ne di Konseya Ewlekariya Neteweyî de. Ji ber vê yekê, pêkhateya psîkolojîk û siyasî ya Serok Trump bi hêsanî bi rêbazên darayî tê derbaskirin ne bi zexta dîplomatîk a kevneşopî.

Di encamê de, nirxandinên ewlehî û sazûmanî yên bihêz bi berjewendiyên darayî yên derdora nêzîk a Serok Trump re dikevin navberê. Encam polîtîkayeke “berjewendiyên tevlihev” e, ku ewlehî, hevpeymanî û navbeynkariyê ji aliyekî ve û têkiliyên darayî yên taybet ji aliyê din ve tevlihev dike, bêyî ku ya yekem înkar bike an ya duyem tevahiya pêvajoya biryardanê serdest bike. Lêbelê, dema ku bandora li ser biryardana stratejîk a amerîkayî li Rojhilata Navîn tê nirxandin, her mijarek – ji Xezayê bigire heya Sûriyayê, ku di nav Iraq, Yemen û Kendavê re derbas dibe – bêyî ku were lêkolînkirin ka berjewendiyên darayî yên tîmê Trump bi van krîzan re çiqasî bi hev ve girêdayî ne, bi rêkûpêk nayê analîzkirin.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN