• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Rûsya û Sûriya 2011-2024.. Ji xelaskirinê heta hilweşandinê

October 28, 2025
Rûsya û Sûriya 2011-2024.. Ji xelaskirinê heta hilweşandinê

Wêneyekî Vladimir Putin li ber deriyê baregeha Himêmîmê li Laziqiyê | AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Seyid Risas

Made bi erebî jî heye العربية

Piştî çend rojan ji destwerdana leşkerî ya Rûsyayê di Sûriyayê de (30ê îlona 2015an), Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê yê Karûbarê Pîşesaziyên Parastinê û endazyarê dagîrkirina El-Qirimê ya sala 2014an Dmitry Reykozin  got: “Ewladên me li Sûriyayê şerê li dij Rûsyayê li ew deştên dûr, vedimirînin” (1). Ev daxuyanî tiştê ku Wezîrê Karê Derve Lavrov ji şanda Heyet Tensîq ya Oposîzyona li Sûriyayê dema ku serdana Mosko di nîsana 2012an de kir, anî bîra mirov (şanda Heyet Tensîq ji Hesen Ebdulezîm, Salih Muslim, Heysem Mena, Ebdulezîz El-Xêr) ku Lavrov destekdayîna Rûsyayê ji desthilatdariya Sûriyayê re wiha rewa kir: “Em parastina Moskoyê li Şamê dikin”.

Ev hizira Rûsyayê dibe ku ji hesabên wê yên cuda be ku serkeftina îslamîstan li Sûriyayê ku di pêvajoya piştî 2011an de dema ku îslamîst li Tûnis û Misirê gihaştin li ser desthilatdariyê, dibe ku bandorên wê li ser Rûsyayê hebe (ku ji sedî 10 ji nifûsa Rûsyayê musilman in û li Moskoyê 2 milyon musliman dijîn), herwiha bandor li ser piraniya dewletên musilman ên cîran li Asayaya Navîn hebe ku hemû sunî ne, ji bilî Azerbîcan. Di heman demê de, Lavrov ev fikar an jî tiştekî nêzî wê di hevdîtina 7ê gulana 2013an de bi Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê John Kerry re anî ziman, dema ku got: “Mosko ji nearamiya  li Rojhilata Navîn û zêdebûna radîkaliya îslamî bi fikar e.. Herwiha, Mosko bi fikar e ku Sûriya veguhere dewleteke îslamî ya tundraw”(2).  Ji aliyekî din ve jî, hevdîtina Beşar El-Esed bi hêz û partiyên Lubnanê re ev fikara Rûsyayê li Sûriyayê dît, dema ku got: “Destekdayîna Rûsyayê, ne ji ber hezkirina xwe ji bo me an jî ji bo gelê me ye û ne jî ji bo xatirê çavê me ye, lê ji ber ku Rûsya dibîne şerê parastina Şamê, şerê parastina Mosko û berjewendiyên wê ye”(3).

Ji vir, mirov dikare bibêje ku şerê Rûsyayê di Sûriyayê de li kêleka rejîma Sûriyayê, di nêrîna Rûsyayê de, şerekî parastina Mosko li cihekî dûr bû. Di roja destwerdana leşkerî ya Rûsyayê de, rejîma Sûriyayê di kêliyeke siyasî ya ber bi têkçûnê ve bû, lê destwerdana leşkerî ya Rûsyayê ev yek nehişt ku ev yek jî bi piştigriya amerîkayî re bû. Di vê çarçoveyê de, serokê Amerîkayê yê wê demê Obama piştî ku Mûsil di 10ê hezîrana 2014an de kete destê DAIŞê û DAIŞ li Iraq û Sûriyayê belav bû, wê demê bi Îran û Rûsyayê re hevkarî kir, ji bo rûbirûne metirsiya îslamên radîkal ên sunî. Di heman demê de, Obama nedixwest ku wê demê Şam bikeve destê îslamîstên radîkal, ku wê demê Humis li pêşiya metirsiya ku bikeve destê hêzên îslamî, piştî ku oposîzyona îslamî ya çekdar serwerî li ser tevahiya parêzgeha Idlibê û piraniya herêma El-Xab kir. Ji aliyekî din ve jî, koma bi navê (Artêşa Îslamê) ku li Dûmayê bû, dikarîbû ku di îlona 2015an de serwerî li ser beşên ji rêya navdewletî Şam-Humisê ya di navbera Edra û Herestayê de bike. Beşar El-Esed jî, di roja destwerdana leşkerî ya Rûsyayê de, ji sedî 70 ji axa Sûriyayê ji dest dabû.

Ji bilî vê yekê jî, armancên din ên Rûsyayê hebû, ku dixwest Sûriyayê bi kar bîne, ji bo cara yekemîn piştrast bike, piştî jihevxistina Yekitiya Sovyetê di sala 1991ê de, ku Rûsya dewleteke cîhanî ye û hebûna wê li herêmên dûrî xwe heye û êdî ne tenê wekî hêzekê li herêma xwe dilîze wekî li Gurcistanê (2008) û Ukranyayê (2014), an jî hêzeke ku di karûbarê xwe yê hundirîn de dilîze (Çeçenistan di 1999 û 2000an de). Herwiha, Pûtin ku ji guhartinên desthilatdarên ereb li Tûnis, Misir û Lîbyayê bi rêya kolanê ditirsiya ku ev yek derbasî Moskoyê jî bibe (4). Trenin herwiha piştrast dike ku “Helwesta Moskoyê li Sûriyayê hate xêzkirin.. Bi rêya gumanên mezin bi sazûmaniya oposîzyona Sûriyayê û bi rêya gumanên derbarê armancên Amerîkayê li Sûriyayê” (r.1) û “Stratejîkên li Moskoyê dibînin ku şerê li Sûriyayê, tundiya mezhebî li Iraqê û şoreşa têkçûyî li Behrênê, tenê wekî cihê şerê bi wekalet in, ku ev şer têne kirin, ji bo kî bi hêz be li herêmê”(r.2). Rûs jî dibînin ku “Amerîka dixwaze El-Esed têk bibe, ji bo ku Îran hevalbendê xwe yê têkane di cîhana erebî de, winda bike”(r.2).

Îhtîmala mezin jî ku ev yek daxuyaniya Lavrov ji radyoya “Kommersant FM” a rûsî re di 21ê adara 2012an de şirove dike, dema ku got “Şer li tevahiya herêmê çêdibe û eger ku rejîma heyî li Sûriyayê were rûxandin, wê daxwazeke bi hêz derkeve û fişareke mezin ji aliyê hin welatên herêmê çêbibe, ji bo avakirine rejîmeke sunî di Sûriyayê de û tu gumanên min derbarê vê yekê de tune ye” (Rojnameya Enba a lubnanî 22ê adara 2012an û rojnameya Rojhilata Navîn 23yê adara 2012an).

Cîhad El-Zên di rojnameya El-Nehar de, di hejmara 12ê tîrmeha 2012an de, derbarê vê mijarê de gotarek bi sernavê: “Çima Rûsya bi îslama şîî re hevalbendî çêkir?”, nivîsand. El-Zên di gotarê de dibêje: “Em îro li pêşiya hevkêşiyeke wiha ne: Hevalbendiyeke parastinê ya Rûsyayê bi îslama şîî re, li beramberî hevalbendiya êrîşkar a amerîkayî bi îslama sunî re. Meyleke Rûsyayê heye, bi serokatiya Pûtîn û dezgeha ewlehiyê ya ku ew temsîl dike, ku bi gefa tundrew re mîna ku sunî be mijûl dibe. Wiha dixuye ku Pûtîn wê demê xwe di parastina Beşar El-Esed de bi Xameneyî re di yekîtiyê de didît, lê ji ber sedemên cûda. Ji bo Tehranê, ew ji bo parastina “eksenê” bû ku Sûriya wekî pirek di navbera pêkhateyên wê de pêk tîne û ji bo Moskoyê jî, ji ber sedemên ku li jor hatine behs kirin.

Mirov dikare li ser armancên Rûsyayê yên ketina nava şerê Sûriyayê 2011-2024an hinek din lê zêde bike, li gorî tiştên ku rojnameya birîtanî “The Guardian” di hejmra 30ê tebaxa 2013an de, belav kiriye. Li gorî rojnameyê, desthilatdariya Sûriyayê pêşniyaza Qeterê ya di sala 2009an de, ya projeya ji bo veguhastine gaza qeterî bo Ewropayê, bi rêya xeta ji Qeter heta Erebistana Siûdî, Urdun, Sûriyayê û Tirkiyayê û ji wir jî heta Ewropûayê red kir, da ku bibe altirnatîfê xeta gaza rûsî, ku wê demê  gaza rûsî ew xeta sereke ya gazê ji bo Ewropayê bû. Ev yek jî ji bo rojava wê bibe destkeftiyeke stratejîk ya ewropayî-amerîkayî û derbeyeke mezin bû ji bo Moskoyê. Mosko jî ji meyla amerîkayî bi tirs bû, dema ku Obama gihaşt Koşka Spî di sala 2009an de, ji Ewropa dûrî enerjiya Rûsyayê bixe, ji ber ku “Nêrîna rêveberiya Obama ew bû ku asta xwespartina Ewropayê li ser enerjiya Rûsyayê nayê qebûlkirin.. Ev yek jî wê bihêle ku Mosko enerjiyê bi kar bîne, ji bo têkiliyên xwe bi rojavaya ewropayî re xurt bike. Ev yek jî bi nêrîna Washingtonê wê giyanê ewropîay-atlantîk lawaz bike û di dawiyê de, rêveberiya Amerîkayê ya li ser atlantîk bi daîw bike” (5). Di gotareke din de, di “Asia Tamesê” ya di 28ê sibata 2013an ya bi sernavê: “Mosko têkiliyên befireh li geliyê Deryaya Navîn çêdike”. Bahadar Kumar dibêje, “Lêkolîna jeolojîk a Amerîkayê texmîn dike ku hewza rojhilatê Deryaya Spî, ku ji Sûriya heta Misrê dirêj dibe, 122 trîlyon gavên kûp gaz û 1.7 milyar bermîl petrol dihewîne.” Sedema muhtemel a Putin ji bo tevlîbûna şerê Sûriyayê ew bû ku cihekî cografîk ewle bike ku rê li ber Sûriyayê bigire ku bibe korîdorek ji bo enerjiya Rojhilata Navîn ber bi Ewropayê ve bi rêya sînorê Sûriya-Tirkiya, çi ji hewza rojhilatê Deryaya Spî be an jî ji welatên Kendavê be.

Lê guhartina helwesta Amerîkayê ji îslamîstan ji buhara 2013an ku ne wekî salên 2011an û 2012an bû, hişt ku amerîkayî li Sûriyayê nêzî rûsan bibin. Ji dema hevdîtina di navbera Kerry û Lavrov di 7ê gulana 2013an de, amerîkayî êdî ber bi hevkariya bi Rûsyayê re di Sûriyayê de çûn. Di encamê de, me dît ku mîrê Qeterê îstîfa kir û di meha pişt wê de, desthilatdariya Ixwan El-Mislimîn li Misirê têk çû û di buhar û havîna 2013an de, destpêka cudakirina Washington ji tirkan bûn, ne tenê ji ber Sûriyayê bû, lê belê ji ber helwesta ji îslamîstan li Misirê bû, ango bi îslamîstê Erdogan re bû, ku di pêvajoya lihevkirina Washington ji îslamîstên Misirê û Tûnisê re di sala 2011 û 2012an, Erdogan wekî kesê amerîkayî yê erkdar li tevahiya herêmê û Sûriyayê bû. Bi rastî jî, ji dema buhara 2013an de, êdî Washington li ser “Çûyîna El-Esed” israr nedikir. Ev yek jî hişt ku Washington dûrî Enqera bikeve û bi Rûsyayê re di mijara peymana kîmayala sûriyayî di 14ê îlona 2013an de hevkarî bike. Herwiha, di kongreya Cinêvê ya duyemîn de (çile û sibata 2014an) ji ber nakokiyên amerîkayî-rûsî li ser Ukranyayê  hate hilweşandin, piştî destpêkirina xwepêşadanan li Kiev ku hişt serokê Ukranyayê yê alîgirê Mosko birive Mosko. Pûtin jî di bersivdayîna vê yekê de, Nîvgirava El-Qirim dagîr kir. Piştre dîsa hevkariya amerkayî rûsyayî di Sûriyayê de hate destpêkirin piştî destwerdana leşkerî ya Rûsyayê, ji bo rawestandina pêşketina çekdarên îslamîst. Piştî wê bi du meh û nîvan, di aliyê siyasî de jî ev lihevkiri bandora xwe çêbû, bi derketine biryara 2254 (di 18ê kanûna 2015an de) di kongeya Cinêva sêyemîn de, ku dihate xwestin çareseriyeke amerkayî-rûsyayî li ser oposzîsyon û desthilatdariyê were ferizkirin. Lê Riyad Hicab bi rêya rawestandina danûstandinan bi rejîmê re bi fermana Erdogan di nîsana 2016an de, ev çareserî têk bir, di demekê de ku Enqera li Sûriyayê bi Washington û Mosko re, di nava nakokiyan de bû.

Tiştên ku me li jorê anîn ziman, dibe ku rêbazê Rûsyayê di Sûriyayê de di pêvajoya piştî teqandina aloziyê ji 18ê adara 2011an li Derayê şirove dike. Di vê çarçoveyê de, Sûriyayê yekemîn qada rûbirûne Rûsya bi Amerîkayê re piştî pêvajoya Şerê Sar a sala 1989an. Di heman demê de, Rûsya ku tenê bi Vîtoya di Encûmena Ewlekarî di 4ê cotmeha 2011an de sînordar nema (Rûsya Vîto di adara 2011an de derbarê Lîbyayê de bi kar neanî), lê belê Rûsya keştî û balafirên şer rêkirin bendera Tertûsê ya Sûriyayê di mijdara 2011an de. Herwiha, dema ku hêzên rejîmê di sibat û adara 2011an de, diketin taxa Baba Emro li Humisê, helwesta Rûsyayê alîgirê Beşar El-Esed bû. Di salvegera 5an a destwerdana leşkerî ya Rûsyayê di Sûriyayê de, Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Shoygu got “Hêzên Rûsyyaê zêdetirî 44 hezar êrîşên hewayî pêk anîne û 133 hezar çekdar kuştiye, ji wan 4500 ji Rûsya û Hevabendiya Dewletên Serbixwe bûn” (Rojnameya Rojhilata Navîn di 10ê mijdara 2020î de). Di şerê taxên Helebê yên rojhilat de, ango ji cotmehê heta kanûna 2016an, balafirên şer ên Rûsyayê bi êrîşên hewayê rê li pêşiya hêzên rejîma Sûriyayê, hêzên Îranê û alîgirên wê vedikir û piraniya wêrankirina taxên rojhilatê Helebê, ji ber balafirên şer ên Rûsyayê bûn. Di dirêjahiya salan û ji dema payîza 2015an de, balafirên Rûsyayê li parêzgeha Idlibê êrîş pêk tanîn û heta piraniya cihên hedef digirtin jî yên sivîlan bûn. Ev jî îdeolojiya şerker a Rûsyayê bû ku di navbera salên 1999 û 2000î li paytexta Çeçenistanê, Grozniyê, bikar anî. Ew li ser teoriya ferzkirina lêçûnek giran a can û binesaziyê li ser înkubatora sivîl a çekdarên opozîsyonê bi lêdana wan û nîşandana lêçûna mezin a hebûna çekdaran li wir hatiye avakirin. Ev armanc dike ku wê înkubatorê neçar bike ku çekdaran berde an jî li dijî wan nerazîbûnê çêbike.

Rast e ku Mosko bi Washingtonê re li ser daxuyaniya Cinêv (30ê hezîrana 2012an) li hev kir ku di naveroka wê de, avakirina hikûmeteke veguhêz ku opozîson û desthilatdarî li ser hev bikin û bikaribe her tiştî bike, lê mekanîzmeyên pêkanîna vê daxuyaniyê tune bûn. Heta dema ku kongreyên Cinêv 2 (2014) û Cinêv 3 (2016an) hatin lidarxisitn û armancên wê yên aşkerekirî li gorî biryarên 2118 (2013) û 2254 (2015), ew pêkanîna daxuyaniya Cinêvê ye bi rêya mekanîzmayeke lihevkirî. Rûs û amerîkayiyan ne pira nakokiyên di navbera opozîsyon û hikûmetê de danîn, ne jî hewldaneke hevbeş dan ji bo pêşkêşkirina vîzyoneke amerîkayî-rûsyayî. Wekî ku lîstik li benda wan bû, an jî ew qada Sûriyayê wekî qadeke zextê li ser mijarên din bi kar dianîn. Tevî ku di korîdorên konferansa Cinêv 3 de gotegot belav bûn ku amerîkayî û rûs dê di dawiya tîrmeha 2016an de, piştî ku şeş meh ji pêvajoya danûstandinê ya di navbera hikûmet û opozîsyonê de derbas bûbûn, çareseriyekê li ser sûriyayiyan ferz bikin. Ev yek ji hêla Riyad Hicab ve bi operasyoneke pêşîlêgirtinê hate bidawîkirin dema ku wî piştî sê mehan, bi yekalî û bi piştgiriya Tirkiyayê, rawestandina danûstandinan ragihand.

Di tenê yek kêliya siyasî de, rûs wiha difikirîn ku amade ne Beşar El-Esed bikin qurbanî, ev jî di kanûna 2012an de bû, di lûteya êrîşa opozîsyonê ji dawiya meha borî ve li ser aliyên derdora bajarê Şamê, ji balafirgehê bigere heta aliyên rojhilat ên Şamê ji aliyê Xûtayê ve. Ev êrîş 2 meh û hefteyekê berdewam kir û tê de hêzên opozîsyonê serwerî li ser Cober, Heresta, Zemalka, Irbîn û Kampa Yermûk kirin, lê nikarîbûn ku bikevin dilê bajarê Şamê an jî bigihêjin cihên girîng wekî, Qada Ebasîyên bi rêya Cober an jî herêmên din.

Di pêvajoya wê êrîşê de û piştî du hefteyan ji destpêkirina wê, daxuyanî ji Rûsyayê derketin ku amade ye dev ji Beşar El-Esed berde. Di vê çarçoveyê de, li ser maseya girover li Moskoyê bi sernavê “Rûsya û cîhana tê guhartin de”, Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Lavrov got: “Em ne bi El-Esed an jî bi tu kesên din re girêdayî ne” (rojnameya El-Heyat, 9ê kanûna 2012an). Piştre, di heman çarçoveyê de, cîgirê wî Mikhail Bogdanov di odeya civînên Rûsyayê de axivî û got :”Derbarê amadekariyên ji bo serkeftina opozîsyonê, çênabe em vê yekê dûr bixin. Divê em li rastiyên heyî binêrin. Rejîm û hikûmet roj bi roj zêdetir serweriya li ser welat winda dikin (rojnameya El-Heyat, 13ê kanûna 2012an).

Bi têkçûna êrîşa opozîsyona çekdar a sûriyayî li ser Şamê, rûs li wan daxuyaniyan venegeriyan, lê belê vegeriyan helwesta xwe ya pabendbûna bi Beşar el-Esed re. Ev li gorî nêzîkatiya Washingtonê ji bihara 2013an vir ve bû û bi îhtîmaleke mezin ji ber an jî bi têkçûna êrîşa opozîsyona çekdar a li ser Şamê bû, ku bû sedem ku Amerîka bi eşkereyî dev ji daxuyaniya Obama ya 18ê tebaxa 2011an berde, ku bang li Beşar El-Esed dikir ku ji desthilatdariyê derkeve. Ev bi daxuyaniyek Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry di 13ê adara 2013an de dest pê kir. Şîrovekirina giştî ya amerîkayiyan a daxuyaniya Cinêv 1, di derbarê dezgeha rêveberiya veguhêz de ku hikûmet û opozîsyonê dihewîne, ew bû ku “Beşar El-Esed divê nebe beşek ji wê an jî avakirina wê divê bi çûyîna wî re hevdem be.” Di wê rojê de (13ê adara 2013an), Wezîr Kerry daxuyaniyek da û tê de got: “Tiştê ku pêwîst e ev e ku Serokê Sûriyayê Beşar El-Esed û opozîsyona Sûriyayê li ser maseya danûstandinan rûnin da ku li gorî çarçoveya ku li Cinêvê hatiye bidestxistin hikûmetek veguhêz ava bikin” (13ê adara 2013an, UPI). Piştre Kerry û Lavrov di 7ê gulana 2013an de peyman îmze kirin, ku tê de Amerîka rûsan bi hevkariya Washingtonê, ku ji wê mehê ve ji bo dijminatiya Erdogan tevgeriyabû, tevlî birêvebirina dosyaya Sûriyayê kir. Ne tesaduf e ku 25ê hezîrana 2013an, Mîrê Qeterê û wezîrê wî yê derve dest ji kar berdan û piştî heşt rojan jî hilweşîna desthilatdariya Ixwan El-Mislimîn li Misrê bû. Van her sê îşaretên ji Tirkiya, Qeter û Misrê nîşan dan ku Washington piştî zewacek du salan ji bingehparêziya îslamî ya Ixwan El-Mislimîn veqetiyaye. Ev hevkariya Amerîka û Rûsyayê li Sûriyayê di 14ê îlona 2013an de bi peymana çekên kîmyawî yên Sûriyayê berdewam kir, ku di encamê de biryara 2118an derket, ku tê de daxwaza pêkanîna Daxuyaniya Cinêvê û lidarxistina Konferansa Cinêv 2 dihat kirin. Piştî destwerdana leşkerî ya Rûsyayê li Sûriyayê, lihevkirinek Amerîka û Rûsyayê çêbû, wekî ku di biryara 2254an û piştre di Konferansa Cinêv 3 de jî hatiye dîtin.

Bi têkçûna konferansa Cinêv 3 (nîsana 2016an), têkiliyên Amerîka-Rûsyayê berê xwe dan birêvebirina krîza Sûriyayê, ku bi dabeşkirina bandorê ve hate temsîlkirin: Hmeymîm – El-Tenf, rojhilatê Firatê – rojavayê Firatê. Bi îhtimaleke mezin û ev yek di heman demê de qewimî, belavbûna bihêz a DAIŞê li Sûriyayê di salên 2014, 2015 û 2016an de yek ji faktorên sereke bû (lê ne hemî faktor) ku di serdema piştî ketina leşkerî ya Rûsyayê bo Sûriyayê (30ê îlona 2015an) de, bû sedema xêzkirina wêneyekî dabeşkirina bandorê li Sûriyayê di navbera bandora Amerîkayê li rojhilatê Firatê (û herêma El-Tanf) û bandora Rûsyayê li rojavayê Firatê û dû re jî çi qewimî piştî hevkariya Rûsyayê bi tirkan re ji bo avakirina herêmeke Tirkiyayê li bakur (xeta Cerablus – El-Bab – Ezaz 2016-2017, dû re Efrîn 2018, dû re xeta Girê Spî – Serê Kaniyê 2019), piştî destpêkirina nêzîkbûna di navbera Erdogan û Putin de di meha piştî hewldana darbeya têkçûyî ya 15ê tîrmeha 2016an de li dijî serokkomarê Tirkiyayê, ku piştî vê yekê, rayedarên tirk Washington bi beşdarbûnê tawanbar kirin, di heman demê de rûs, amerîkayî û tirk li ser bandora Îranê li rojava bêdeng man. Çemê Firatê di navbera Elbûkemal û Dêra Zorê de û li herêma sînorê Lubnan-Sûriya ku ji Quseyr heta Zebedaniyê dirêj dibe. Di 21ê cotmeha 2015an de, malpera DWyê lihevkirinek amerîkayî-rûsî eşkere kir da ku pêşî li pevçûnên di navbera balafirên her du welatan de li ser Sûriyayê bigirin. Wiha dixuye ku avakirina baregeha Hmeymîmê ya rûsî di sala 2015an de li hev hatiye kirin û piştre jî sala din baregeheke amerîkayî li El-Tanfê û paşê jî baregehên amerîkayî li rojhilatê Firatê. Wekî din, rûs û rejîma Sûriyayê di navbera salên 2015 û 2024an de li ser bi sedan êrîşên Îsraîlê yên li ser çeperên hêzên îranî an alîgirên Îranê li Sûriyayê bêdeng man. Guman e ku amerîkayî û rûs li hev kirine ku Çemê Firatê xeta dabeşkirina bandora wan a Sûriyayê ye, ji bilî El-Tenfê.

Di 12ê gulana 2019an de, Nûnerê Taybet ê Serokatiyê yê Amerîkayê bo Sûriyayê James Jeffrey (2018-2020) daxuyaniyek da û tê de got, “Erka min ew e ku bi girtina rêzetedbîran ji bo rêgirtina li vegera rewşa normal bo deverên di bin kontrola rejîmê de, ji nû ve destpêkirina krîzên nû û bi vî awayî veguheztina Sûriyayê ji kartek bo barekî ji bo Moskoyê û Tehranê, Sûriyayê bikim belaya serê rûsan” (Jonathan Spyer, “Siyaseta Trump a li ser Sûriyayê dixebite,” Foreign Policy, 1ê tîrmeha 2020î). Ev pêkan e ku siyasetek nû bû ji bo Washingtonê, ku bi meyla pevçûnê ya ber bi Moskoyê ve li Sûriyayê dihat xuyakirin, berevajî ya ku ji peymana 7ê gulana 2013an vir ve hebû, ku di encamê de hevkariya dualî çêbû û dûv re ji sala 2016an vir ve û têkçûna konferansa Cinêv 3, bi siyaseta rêveberiya krîzê ya amerîkayî û rûsan re.

Di şîroveyeke li ser daxuyaniya Jeffrey de, Vitaly Naumkin, ku serokê Enstîtuya Rojhilatnasiyê ya Akademiya Zanistî ya Rûsyayê ye, em vê yekê dibînin: “Dibe ku rast be ku em vî dîplomatê xwedî ezmûn, ku gotinên xwe kêm nake, bi nav bikin… Bê feyde, navê nûnerê taybet ne ji bo Sûriyayê û dij-terorîzmê ye, lê ji bo şerê li dijî Rûsyayê ye” (gotara di El-Şerq El-Ewset de, 20ê gulana 2020î, bi sernavê: “Rûsya ji Sûriyayê çi hêvî dike?”). Wiha xuya dike ku daxuyaniya Jeffrey bi rastî jî ragihandina destpêkirina şerê Amerîkayê li dijî Rûsyayê û veguherîna “Sûriyayê bo zozanek Rûsyayê” bû, lê bi rêya amûrên aborî, ku ya yekem û ya herî bingehîn Qanûna Qeyser bû, ku di 17ê hezîrana 2020î de, piştî ku Kongreyê di 18ê kanûna pêşîn a 2019an de ew pejirand, ket meriyetê.

Divê sedema vê guhertina helwesta Amerîkayê ya li hember Rûsyayê li Sûriyayê were lêkolînkirin. Ev guhertin, ji hevkariya di navbera salên 2013 û 2016an de ber bi rêveberiya krîzê ve ji nîvê sala 2016an heta daxuyaniya Jeffrey ya di 12ê gulana 2019an de, ku Naumkin, pisporê sereke yê Rûsyayê yê li herêmê, wekî şerekî li dijî Rûsyayê bi nav kir, girîng e.

Gelo sedema hevkariya Rûsyayê bi Îranê re li Sûriyayê û hewldana wê ya kişandina Tirkiyayê ber bi rojhilat û dûrxistina ji orbîta Atlantîkê, bi rêya pîta Sûriyayê ya ku Putin pêşkêşî Erdogan kir, ev e? Vê yekê Trump hêrs kir, ku bi devjêberdana îmzeya Amerîkayê ya li ser peymana nuklerî di sala 2018an de, siyasetek pevçûnê li hember Îranê pejirandibû û dûv re jî piştî kirîna mûşekên S-400 yên Rûsyayê, Enqera ceza kir û ew ji beşdarbûna di bernameya pêşxistina balafirên şer ên F-35 de qedexe kiribû? Yan jî Pentagon, ku berpirsiyarê dosyaya Sûriyayê bû û hîn jî berpirsiyar e, dixwest ku li Sûriyayê siyaseta rûbirûbûna gerdûnî bi Rûsyayê re bi cih bîne ku wê di meha dawî ya 2017an de bi weşandina nivîsa “Stratejiya Ewlekariya Neteweyî ya Dewletên Yekbûyî” ragihandibû, ku tê de guhertinek (di kompleksa leşkerî-ewlehiyê de, ango Wezareta Parastinê û ajansên îstîxbaratê, ku biryarê dide an jî di destnîşankirina polîtîkayên ewlehiya neteweyî yên amerîkayî de ya herî bihêz e) ji siyasetek amerîkayî ya domdar ku heta dawiya serdema Obama (2009-2017) berdewam kir û ku di sala 1971ê de bi Henry Kissinger dest pê kiribû, ji bo veqetandina rûs û çînîyan û astengkirina hevdîtina wan, wekî ku di navbera Stalîn û Mao Zedong de di Şerê Koreyê de (1950-1953) qewimî, ji ber ku nivîsa 2017an Çîn û Rûsyayê di nav hêzên ku ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê tehdît dikin de bi hev re cih digire, her çend Çîn wekî tehdîda sereke were hesibandin jî?

Bi rastî, şerê Amerîkayê li dijî Rûsyayê li Sûriyayê bi Qanûna Qeyserê ya 2020î dest pê kir, ku armanc ew bû ku “çaleke Rûsyayê biafirîne” ku Putin dê bi felckirina hevalbendê xwe yê li Şamê ji hêla aborî ve, bi encamên civakî û siyasî yên li herêmên di bin kontrola rejîmê de, tê de biçe. Rexneyên ku ji hêla rûsan ve di bihar û havîna 2020î de li rejîmê hatin kirin, ku ji hêla kesên nêzîkî derdorên biryardanê yên Moskoyê ve, wekî balyozê berê yê çend welatên Rojhilata Navîn Alexander Aksenyuk û raporên Konseya Karûbarên Navneteweyî ya Rûsyayê, ku ji hêla Wezîrê Derve yê berê Igor Ivanov ve tê rêvebirin, di nav de hişyariyek ku “El-0sed dixebite ku Moskoyê bikişîne nav senaryoyek afganistanî” (El-Şerq El-Ewset: “Parastina El-Esed bûye barek,” 6ê gulana 2020î), nîşan da ku Kremlin dest pê kiriye ku xetera veguherîna Sûriyayê bo Afganistanekr din hîs bike, ew çaleke ku Yekîtiya Sovyetê di navbera 1979 û 1989an de tê de noq bû û ku ew jî çaleke çêkirî ya amerîkayî bû.

Lê pirsa ku Robert Fisk di sernavê gotara xwe ya di The Independent de di 16ê nîsana 2020î de kiriye: “Gelo Rûsya dê aboriya Sûriyayê jî rizgar bike wekî ku rejîm xilas kir bi awayekî leşkerî?” çar sal berê bi awayekî neyînî hatiye bersivandin. Ev ne tenê ji ber ku Rûsya xwedî kapasîteya aborî nîne ku rejîmek hilweşiyayî, gendel û bi awayekî avahîsaz hilweşiyayî rizgar bike, lê di heman demê de ji ber ku Rûsya ji 24ê aibata 2022yan vir ve di nav çerxa Ukraynayê de asê maye. Ev komara Sovyetê ya berê bûye û hîn jî wekî qadeke şerekî bi serokatiya NATOyê li dijî Rûsyaya Putin dimîne, ku serokê Kremlinê di nav çerxa wê de asê maye, ne pêş ve diçe û ne jî paşve diçe û di her du rewşan de jî ew bi bin dikeve.

Ji bo ku ji vê rewşa bêçare ya Sûriyayê derkeve, Putin hewl da ku vebûnek erebî ji bo rejîma Sûriyayê teşwîq bike, ku ji hêla Îmarat û dûv re Urdunê ve hate destpêkirin, bi înîsiyatîfa “gav bi gav” di 2021ê de. Gavên destpêkê pêkanîna vegerandina penaberan, rawestandina bazirganiya captagonê, berdana girtiyan û eşkerekirina çarenûsa kesên windayî, ku ev hemû dê bi vebûnek dîplomatîk û aborî ya erebî re werin pêşwazîkirin. Tevî ku rejîma Sûriyayê di Lûtkeya Cedeyê ya gulana 2023yan de cihê xwe di Komgeha Ereban de ji nû ve bi dest xist, lê têkçûna rejîmê di bersivdayîna gavên ku ji bo wê hatine destnîşankirin de înîsiyatîfa erebî bê encam kir. Putin herwiha, di navbera 2022 û 2024an de, hewl da ku nêzîkbûna di navbera Beşar El-Esed û Erdogan de pêş bixe, lê serhişkî û nebûna bersivê ya Beşar El-Esed bû sedema ku serokê Rûsyayê li dîwarekî bikeve.

Çirava Sûriyayê bi şerên Xezayê û Lubnanê yên 2023-2024an di serdema piştî êrîşa 7ê cotmeha 2023yan a ku ji hêla Hamasê ve li ser Xezayê hate destpêkirin, kûrtir bû. Têkeliya lawaziya Putin a li Ukraynayê û lawaziya herêmî ya Îranê, digel têkçûna Hizbullahê di şerê 17ê îlona 2024an – 27ê Mmjdara 2024an de, rejîma Sûriyayê kir hedefeke hêsan ku di operasyona “pêşîgirtina li êrîşan” de ku di sibeha dawiya şerê Lubnanê de di navbera 27ê mijdarê – 8ê kanûna pêşîn a 2024an de dest pê kir, bi hêsanî hate xwarin. Rejîma Sûriyayê di nav 12 rojan de hilweşiya. Çawa ku Mosko, Îran û Hizbullah di navbera salên 2011-2015an de rê li ber ketina wî girtin, lawaziya hersêyan di navbera salên 2022-2024an de ew kir ku bi hêsanî bikeve, ji ber ku di navbera 18ê adara 2011an – 8ê kanûna pêşîn a 2024an de ne xwediyê parastina xwe bû. Hêza derve demekê ew parast û lawaziya derve derî ji bo ketina wî ya hêsan vekir.

Navê “Pêşîlêgirtina Êrîşê” nîşan da ku operasyona leşkerî, ku ji aliyê Heyet Tehrîr El-Şam ve ji Îdlibê ber bi Helebê ve dihat birêvebirin, armancên wê sînordar bûn. Lêbelê, qelsiya rejîmê û hilweşîna hêzên wê ji roja yekem ve rêya aştiyê eşkere kir.

Tiştê ku pirsên vekirî dihêle, tevgera Rûsyayê di wan dwazdeh rojan de li Sûriyayê ye. Piştî ku di roja yekem de piştgiriya hewayî ya sînordar da rejîmê li Helebê, rûs li aliyekî sekinîn û piştgiriya hewayî ya ku di salên berê de dabûn rejîmê, Îranî û Hizbullahê, dubare nekirin.

Tiştê ku şaş dimîne û hîn jî nayê ravekirin, daxuyaniya ku di civîna Dewhayê de di piştî nîvroya roja şemiyê, 7ê kanûna pêşîn a 2024an de ji aliyê welatên pêvajoya Astanayê (Rûsya, Îran û Tirkiyayê) ve, bi beşdariya Qeter, Erebistana Siûdî, Misir, Urdun û Iraqê, hat dayîn e. Di daxuyaniyê de “pêdiviya rawestandina operasyonên leşkerî ji bo amadekariya destpêkirina pêvajoyek siyasî ya berfireh li ser bingeha biryara Konseya Ewlekariyê 2254” hebû (Navenda Medyayê ya Qeterê).

Pirsên ku dimînin ev in: Gelo Sergey Lavrov ewqas saf bû ku qebûl bike ku daxuyaniyek wiha qebûl bike ger wî dizanîbû, hevkarê wê bû, an jî erê kiribû ku hêzên çekdar ên opozîsyonê tenê çend demjimêr piştî daxuyaniya hatî dayîn bikevin Şamê? Ma ev yek bi gotegotên ku wê êvarê belav bûn, ku ji hêla kesên hundir ên rejîmê ve hatine piştrast kirin, re li hev nayê, ku Beşar El-Esed wê êvarê ji Bûseyna Şaban xwestibû ku gotarek amade bike da ku sibeha din pêşkêş bike, li gorî daxuyaniya Dewhayê? Gelo maqûl e (li gorî lêpirsînek ku ji hêla New York Times ve di 16ê cotmeha 2025an de, li ser şeva dawî ya rejîma Sûriyayê hatî weşandin) ku Serleşker Elî Memlûk wekî her carê li malê razabûya, dûv re di saet 4:00ê sibê de şiyar bûbû da ku bireve balyozxaneya Rûsyayê piştî ku hêzên çekdar ên opozîsyonê ketin Şamê û ku serokê Rêveberiya Îstîxbarata Giştî, Serleşker Husam Loqa, rewşê heta nîvê şevê wekî normal dîtibûya, lê tenê ji bo ku di saet 2:00ê sibê de bi lez ji ofîsa xwe bireve? Ma ev nîşana pêşveçûnên neçaverêkirî nîne – pêşveçûnên ku wan hêvî nedikirin – ku wan dilniya kirine? Hingê, gelo revîna Beşar El-Esed ji qesrê bêyî agahdarkirina kesî di nîvê şevê de, bi alîkariya Rûsyayê, pêşketinên ku hem ji bo wî û hem jî ji bo wan neçaverêkirî bûn nîşan nade, ne ku hevkariya Rûsyayê bi kesên nûhatî yên Şamê re?

Gelo daxuyaniya Alexander Dugin, mejiyê rejîma Rûsyayê, bersiva vê pirsê dide dema ku wî sê roj piştî hilweşîna rejîma Sûriyayê got, “Erdogan li Sûriyayê hem Rûsya û hem jî Îran xiyanet kir û li dijî wan zivirî”? (El-Erabiya Net, 11ê kanûna pêşîn, 2024). Wekî din, gelo daxuyaniya Dugin bi pesnê Trump ê serokê Tirkiyayê re li hev nayê: “Erdogan pirsgirêka li Sûriyayê çareser kir. Ev serkeftinek mezin e ji bo Tirkiyayê û ez dixwazim pesnê wî bidim.”

Têbînî: Made bi erebî hatiye nivîsîn û bo kurdî hatiye wegerandin ji ber wê em ê nîşeyan bi erebî bihêlin da ku xwîner karibe li wan vegere.

Nîşe:

1 – (NYR daily””،8\10\2015، “لماذا روسيا تحتاج سوريا؟”، 5 صفحات، ص3).

2 – (بيتر إليتسوف: “كيف يؤثر المسلمون بالداخل الروسي في سياسة موسكو السورية؟”، معهد واشنطن، 14\6\2013، 3 صفحات، ص2).

3 – ( جريدة “السفير”، 22\4\2013).

4 – (ديمتري ترينين: “خط الرمل الروسي في سوريا”، SCIS مركز الدراسات الإستراتيجية والدولية، 10\2\2012، 3 صفحات).

5 – (م. ك. بهادار كومار: “الولايات المتحدة تعطي الحياة لحرب باردة جديدة”، جريدة “آسيا تايمز”، 7\6\2011).

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN