• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Ji 7ê cotmehê ve: Sensorên Sûriyayê di hundirê Tirkiyayê de tunene

October 13, 2025
Ji 7ê cotmehê ve: Sensorên Sûriyayê di hundirê Tirkiyayê de tunene

Piştî ku hêzên hikûmetê hewl didin êrîşî taxa Şêx Meqsûd a Helebê bikin, niştecihên taxê Şêx Meqsûd direvin | AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Şoreş Derwîş

Made bi erebî jî heye العربية

Tirkiya bandorên 7ê cotmeha 2023yan, bi awayekî cuda ji nirxandina rejîma Beşar El-Esed xwend, ku El-Esed xwe spart xelasbûna Îran û Huzbellah û parastina wê û rejîma wî, tevî ku hevalbendên wê rastî têkçûnên li pey hev û kûr hatin. Enqera di wê baweriyê de bû ku cîhana derdora Îsraîlê wê were guhartin û yên ku nebin bersiv ji guhartinê re, wê tofan wan bi xwe re bibe. Ji ber vê yekê jî, serokkomarê Tirkiyayê Erdogan gelek caran û bê westandin israr li ser hevdîtina El-Esed dikir, lê bang bê bersiv man û beramberî vê yekê jî, El-Esed serhişk ma ku wiha texmîn dikir ev daxuyaniyên Erdogan tenê xapandin an jî ku çavgirtina li ser aloziya navxweyî ya Tirkiyayê ku rastî dijminê wî Erdogan tê. Ji bilî vê yekê jî El-Esed wiha difikirî ku ev rêya sûriyayî-tirkî ya ne zelal, dibe ku bandorê li ser hevalbendiya dîrokî ya di navbera Şam û Tehran û Moskoyê de bike, herwiha nêzikbûna ereban bi El-Esed re bê şertûmerc, cihê El-Esed yê navxweyî û herêmî li beramberî Tirkiyayê xurt kir. Dibe ku ev nêzîkbûn yek ji pirsgirêkên ku El-Esed his kir hêza wî heye û di encamê de, nexweset bi Enqerayê re di bin çi şertûmercan de, li hev bike.

 El-Esed ji ber qelsiya sensorên xwe yên siyasî di korîdorên siyaseta Tirkiyayê de berdewam kir ku rewşê şaş bixwîne. Wî nekarî hewesa Tirkiyayê ya ji bo rizgarkirina wî û ceribandinên ku jê re hatine pêşkêşkirin bi wê rastiyê ve girêbide ku ew bi veguherîna Enqerayê ji qonaxa berfirehbûnê û hevsengiya Tirkiya-Îranê ber bi qonaxa parastina berjewendiyên Tirkiyayê li herêmê ve hevdem bûn. Ev plan ji hêla hikûmeta Benjamin Netanyahu ve ji bo pêkanîna bendewariyan û ji ber serdestiya leşkerî û teknolojîk a Îsraîlê, ji Operasyona Pager bigire heya êrîşên rast û kujer ên li dijî serokên Hizbullah û Pasdarên Şoreşê li Lubnan û Sûriyayê ve hate ferzkirin. Ceribandinên Tirkiyayê gihaştin astên bêhempa. Wezîrê Parastinê yê Tirkiyayê Yaşar Guler di 27ê mijdara 2024an de ango beriya rûxandina rejîma El-Esed bi 2 mehan, bi awayekî eşkere ragihand ku “Artêşa Niştimanî ya Sûriyayê wê bibe beşek ji siberoja Sûriyayê”. Ji vê daxuyaniyê hate fêmkirin ku şansê tevlêbûna komên girêdayî Tirkiyayê ji bilî Heyet Tehrîr El-Şam, bi artêşa El-Esed re mijareke pêkan e, ango ev komên çekdar wê bibin beşek ji şiyanên El-Esed ên leşkerî, di bin dirûşmeya rûbirûna derbasbûna Îsraîlê.

Di çarçoveya pragmatik û dibe ku parastinê be jî vê carê, Erdogan bi israr bû ku bi El-Esed re li hev bike drbarê plana altirnatîf, ango Tirkiya rola Îranê ya têkçûyî li Sûriyayê bistine û şaşika îranî bi terbûşê tirkî biguherîne. Li ser vî esasî jî, Enqera dibe ku mertalekî parastinê yê nû ji rejîma El-Esed re çêbike, di demekê de ku rola Îranê tune be. Di heman çarçoveyê de, Erdogan hewldanên welatê xwe yê başkirina têkiliyan bi Sûriya û Misirê re di destpêka îlona 2024an de wiha şirove kir “Armanc jê ew e ku eniyeke hevgirtinê li dij gefên berfirebûnê yên Îsraîlê yê ku zêde dibin, ava bikin”. Ev tê vê wateyê ku nakokiya bi El-Esed re li gorî nakokiya potansiyel û girîngtir bi Îsraîlê re, bandora zêde ya Tilebîbê li herêmê û piştgiriya berfireh a ewropayî û amerîkayî ji bo hikûmeta Netanyahu û tedbîrên wê yên leşkerî û ewlehiyê yên awarte, bûye duyemîn.

Pisporî û nirxandin û agahiyan hişt ku Erdogan zanibe, Sûriya bê El-Esed wê zêdetirî parçe û rizayî be û wê êrîşên Îsraîlê neyên rawestandin û ev êrîş wê wekî pênûsa xêzkirina sînor û awayê desthilatdariyê û herêmên belavkirina serweriyan be. Herwiha, Erdogan dizanbû ku altirnatîf wê ne yek zilamên Erdogan bi qesra gel de be û serdema Îranê wê biçe û bi xwe re hebûna Tirkiyayê ya li ser esasê hevsengiya di navbera Rûsya û Îranê ji aliyekî û di navbera Amerîka û hevalbendên wê ji aliyekî din ve li Sûriyayê, ji nava wan jî Tirkiya wê bi xwe re bibe. Ji ber ku tirkan dizanibûn ku hebûna îraniyan li ser axa Sûriyayê di berjewendiyên wan de bû, ji ber ku li ser esasê hebûn û serweriya wan, destûr ji Tirkiyayê êre hate dayîn ku serwerî li ser çekdarên li dij El-Esed bike û axa Sûriyayê dagîr bike û hevsengiyeke stratejîk ava bike.

Bi gotineke din, dibe ku tirkan fêm kiribin ku cîgirê El-Esed, bi awayekî, dê teslîmî fermanên Amerîka û Îsraîlê bibe û beşdarbûna Tirkiyayê di hewldanên ji bo hilweşandina rejîma El-Esed de dê di dawiyê de rê li ber wan bigire ku Sûriyayê kontrol bikin, wê wekî astengiyek li hember Îsraîlê bi kar bînin, an jî rola xwe ya berê di bin desthilatdariya El-Esed û bandora berfireh a Îranê de biparêzin. Ev hemû qewimîn û El-Esed hîn jî fêm nekiriye ka tirk piştî 7ê Cotmehê çawa difikirin, an çi wan motîve dike ku jê lava bikin ku bicive û bigihîje lihevkirinan.

Bi heman awayî, piştî El-Esed jî, Sûriya di nirxandina siyaseta Tirkiyayê de lawaz e. Di vê çarçoveyê de, diyar e ku serokê hikûmeta demkî Ehmed El-Şeri û wezîrê wî yê derve Esed El-Şeybanî guhartinên kûr ji ku ji nişkan ve di stratejiyên Tirkiyayê de çêbûn nizanin. El-Şeri û El-Şeybanî wiha texmîn dikin ku Tirkiya dikare hebûna HSDyê sînordar bike û bihêle ku beriya sersalê tiştên ku Şam dixwaze li ser HSDyê feriz bike û rûbirûnên leşkerî yên li eniyên bi HSDyê re, dibe ku bibe alaveke bi bandor a Tirkiya û Şamê, bibe altirnatîfê sêyem ji şerekî berfireh û rawestandina şer.  Di rastiyê de, şerên car bi caran û komkirina hêzê li eniyên şer wê tu guhartinê çênekin, ji ber ku HSD dizane çawa bi şerên bi vî awayî û fişarê re bide û bistîne, ji ber ku kiryarên dijminahî yên bi vî rengî HSD xurtir dike û gumanên wê ji niyetên Şamê zêdetir dibin.

Desthilatdariya El-Şeri wekî rewşa rejîma El-Esed, guhartinên li Tirkiyayê bi awayekî cidî nexwendin; ji nava wan jî pêvajoya aşitiyê ya di navbera PKK û dewleta Tirkiyayê de. Di vê çarçoveyê de, damezrînerê PKKyê Ebdullah Ocalan got: “Eger ku Tirkiya hewl nede pirsgirêkên xwe çareser bike, wê xwe di Anadolyayê de, sînordar bike”. Rewş jî ew e ku hewldanên Tirkiyayê ji bo ku di Anadolyayê de sînordar nemîne, li ser wê feriz dike ku bi kurdên li hundir û derve re li hev bike. Ev yek jî tê wateya ku dewamkirina pêvajoya aşitiya kurdî tirkî, şerê Tirkiyayê yê li dij HSDyê îbtal bike, herçiqas ku Tirkiya gefan dixwe.

Şam hîna fêm nekiriye ku Tirkiya nikare şerekî dest pê bike û bibe cara çaremîn bikeve Sûriyayê bê erêkriina Amerîkayê. Ji ber ku plana Amerîkayê ji bo birêvebirina rewşa di Sûriyayê de li ser vê rêgezê ye: Hindik ji Tirkiya, hindik ji Îsraîlê re û beramberî wê jî, gelek lihevkirinên siyasî yên hundirîn. Ji ber ku rêdayîna li pêşiya derbasbûna Tirkiyayê, divê rê ji Îsraîlê re were dayîn ku derbasî Sûriyayê bibe û di encamê de jihevxistina Sûriyayê bi awayekî leztir û bibe çavkaniya şerekî herêmî yê domdar ku Washingtonê biwestîne.

Her wiha mirov dikare balê bikişîne ser fikra berfirehkirina “qada jiyanî” ku dengên tirkî qala wê dikin. Ev fikr tê vê wateyê ku heke birêvebirina Sûriyayê û bindestkirina serdestên wê ne mimkun be, wê hingê formula herî baş ew e ku qada kontrolê li Sûriyayê berfireh bibe da ku bi Tilebîbê re hevsengiyek çêbibe. Dibe ku Heleb di nav hedefa Tirkiyayê de be. Ji ber vê yekê, tê dîtin ku milîsên sûriyayî yên dilsoz ên wê û bi navê girêdayî Wezareta Parastinê, li seranserê sînorên îdarî yên Parêzgeha Helebê û di nav wê de belav bûne.

Di vê hefteya derbasbûyî de, ji ber dorpêçkirina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û danîna bendên kontrolê, li Helebê aloziyeke ewlekarî derket û piştre veguherî şerekî çekdarî. Diyar e ku Şam naxwaze parastina bendên peymana 1ê nîsanê bike, ku ev peyman hişt Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) û Hêzên Ewlekariya Giştî yê girêdayî hikûmeta Şamê, bi hev re bendên kontrolê çêbikin. Dibe ku wê bi sûd be, pêkanîna şerekî li dij taxên kurdan, wê şaştiya Siwêdayê dubare bike, eger ku proveksyon û hêrsbûn hiştin ku desthilatdariya El-Şeri komkujiyan li Siwêdayê bike û encamê de, bû sedem ku Îsraîl destwerdan bike û Tilebîb serwerî li ser tevahiya başûrê Sûriyayê kir, wê şer û nekarîne desthilatdariya Şamê ya kontrolkirina rewşê li Helebê, bibe sedem destwerdana Tirkiya bi bihaneya kontrolkirina rewşê û dibe ku bi razîbûna Amerîkayê be. Bi vî awayî Sûriya, bikeve bin du desthilatdariyan; Îsraîl li başûr û Tirkiya li bakurrojava.

Ne xweber e ku hin daîreyên fermî li Helebê bi zimanê tirkî hatine nivîsandin. Devlet Bahçelî berê Heleb wekî “heta navikê tirkî” û “parêzgeha 82yemîn a Tirkiyayê” bi nav kir. Erdogan di destpêka tevgera nerazîbûnê ya Sûriyayê di sala 2011an de ji rojnamevanê navdar ê tirk Cengiz Çandar re jî gotibû ku welatê wî dê bêkar nemîne, wekî ku li Sûriyayê “Heleb û Qamîşlo” hebûn. Her çend ev û daxuyaniyên bi vî rengî yên rêberên raya giştî, teorîsyenên Turanîst û yên ku dixwazin “qada girîng” a Tirkiyayê berfireh bikin, têra xwe eşkere nakin ku gavên Tirkiyayê yên din li Sûriyayê fam bikin, em bi desthilatdariyekê re rû bi rû ne ku sensorên wê tune ne ku planên alternatîf ên Tirkiyayê ji bo desteserkirina tevahiya axa Sûriyeyê ferq bikin.

Diyar e ku desthilatdariya El-Şeri başûrê Sûriyayê ji dest da, ji ber ku fêm nekir ku çawa Îsraîl difikire, herwiha wê herêmên din li bakurrojavayê ji dest bike, ji ber ku cewherê siyaseta Tirkiyayê fêm nekir. A giring jî desthilatdariya El-Şeri li ser rêya şaş dimeşe ku pirsgirêkên navxweyî yên Sûriyayê, dibe ku tenê di hundir de bimînin, bê destwerdanên derve, ev yek jî xeyal e.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN