Hisên Cimo
Kesên ku dîrok xwendibûn, ji wan nayê veşartin ku herêma Rojhilatê Firatê (Cizîrê-Mezopotamya) ji jor ve heta nêzî Bexdadê, ji dema yekemîn parçebûna îslamê ya Sûriyayê di sedesala yekem a hicrî de, ne girêdayî Şamê bûn. Şam serwerî li ser herêma Belîx û Xabûrê di dirêjahiya dîrokê xwe de bi awayekî navendî nekiriye, heta di serdema Umewiyan a kurt de, lê belê herêmeke hevbeş bû û di dîrokê de ne beşek ji Sûriyayê bû, çi di dema parçekirinên erdnîgarînasên ereb û misliman û ne jî di parçekirinên îdarî yên dewlet û mîrnişînên îslamê de. Kurt û kurmancî, Şamê ji bingeha 1400 salan, tenê 90î salî kêmtir serwerî li ser herêma Cizîrê (Piştî pêvajoya raspêriya fransî )kir, ku beriya wê jî Cizîrê di aliyê îdarî de, tam ji Şamê serbixwe bû.
Lê îro derfet heye ku herêma Cizîrê bibe beşek ji hebûna Sûriyayê ya siyasî, eger ku faktorên yekitiyê pêk werin, ku ev faktor jî gelek in.
Ji dema îmzekirina peymana 10ê adarê ya di navbera HSD û hikûmeta Şamê de, di xîtabên Şamê û komên wê yên çekdar de, her dem “dewleta navendî” rojev e. Di vê çarçoveyê de, El-Şeri ev rojev bir New Yorkê jî û ragihand ku çi formula ku HSD pêşkêş bike, di naveroka xwe de cudabûn e û beriya wê jî, wî bi surrealîzma şokker – ku min ji bo demekê fikirî ku ew ji hêla AI ve çêkirî ye – li ser wê yekê axivî ku veqetandina bakurrojhilatê Sûriyayê dê bibe sedema ku dewleta Teksasê ya Amerêkayê daxwaza veqetandinê bike û ku ev yek dê bandorê li Iraqê bike (ku di bingeh de welatekî federal e).
Rêveçûyîna siyasî û ewlehiyê ya niha ya welat ber bi dûrxistina sîstematîk a “her kesê ku soza dilsoziyê nedaye” ve diçe. Sonda dilsoziyê li ser çi ye? Teslîmbûna tevahî û îhtîmala “qirkirina bi razîbûnê”. Ev – bernameya “qirkirina bi razîbûnê” – bingeha ewlehî û siyasî ya nakokiya bi desthilatdariya nû re ye.
Desthilatdarî bi berdewamî mezhebîtiya xwe nîşan dide, ku ji hêla tercîhên taybetî di rêveberî û hikûmraniyê de tê rêvebirin, mîna ku ew berdewamiyek mîna darbeyê ya pergala yek-partî ya berê be. Avahiya wê li ser bingehek teng hatiye damezrandin ku ew wekî bingeha rewatiyê dihesibîne. Ev mezhebîtî bingeha kûr a desthilatdariyê ye, bi vî rengî her biryar û her tevgera îdarî an ewlehiyê dibe beşek ji pêvajoyek jinûvehilberandina hukmê serdestiya mezhebî ku bi dehsalan cewherê dewletên rojhilatî bû.
Di vê çarçoveyê de “Hilweşandina aliyên Sûriyayê” derdikeve holê, wekî metodekî hukim ji bo garantiya navendîbûnê. Di Rojhilata Navîn de, heta niha tu formuleke guncaw di navbera navendê û şaxên wê de pêk nehatiye, ji bilî rewşa Iraqê ku ew jî gelek kêmasiyên wê hene.
Tevî kanalên diyalogê yên berdewam di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de û bi awayekî paralel di navbera Şam û Siwêdayê de, her gaveke “îdarî-destûrî” ya ku li Şamê tê avêtin, bi ramana dagirtina valahiyan di têgihaştinê de bi beşên din ên Sûriyayê re nakok e. Teza wê ya navendî û êrîşkar li ser du faktoran hatiye avakirin:
Yekem: Zêdebûna hejmaran û şer bi niyeta qirkirinê. Ev yek jî piştrast kir ku ev ne naveroka encaman e.
Duyem: Navendîbûna nûnertiya Sûriyayê di aliyê navdewletî de bi rêya Şamê.
Rejîma heyî welat wek yekîneyeke siyasî û civakî nabîne, lê belê wek qadeke dabeşkirî, ku navenda wê li paytext Şamê tê parastin, di heman demê de perîferiyan bi rêya torên dilsoziya herêmî an jî wargehên demkî bi perçeyên ewlehiyê têne dabînkirin. Armanca vê belavkirinê ew e ku navend wekî depoyê dawîn ê rewatiyê were dîtin, da ku desthilatdariya Şamê bi desthilatdariya Sûriyayê re hevwate be. Serokekî eşîrî li bakurrojhilatê welat ev mantiq bi kurtasî got, “kesê ku serweriyê li Şamê dike, serweriyê li Sûriyayê dike.”
Lê ev gotin- ku diyar dibe wekî encamekê ye-tenê gotineke siyasî ya vala ye. Ew yek tê pêşkêşkirin wekî ku xwe dispêrin tecrubeyên dîrokî yên berê, lê di rastiyê de tu naveroka xwe ya dîrokî ya rasteqîn tuneye. Hukim di Sûriyayê de rojekê jî bi tena hêza navendî aram nebûye, lê belê bi hevalbendiya bi aliyan re ev yek pêk hatiye. Ji ber vê yekê jî, israra li ser vê gotinê, tenê rengek ji rengên xapandina siyasî ye, ku zehmetiya navendê ya hilberîna peymaneke niştimanî ya berfireh, vedişêre. Encama vê gotinê jî îro wiha ye:” Ê ku serweriyê li Şamê dike, tenê serweriyê li Şamê dike”. Lê Sûriya jî li dervayî hevkêşiyê dimîne, ku ev yek jî di dawiyê de wê ji bo hemûyan, xisar be.
Desthilatdariya heyî ya li Şamê, nexasim şepêla Ixwan El-Mislimîn, wiha dibîne ku wê aliyan di aliyê rêveberî û qanûnî de îzole bike û bihêlin ku xwe bi xwe bi rê ve bibin. Dibe ku di aliyê leşkerî de êrîş nekin ji bo serwerî li ser Bakurrojhilatê Sûriyayê û Siwêdayê bikin, lê dixwaze ku wan ji cîhanê qut bike, bi rêya ku ew tenê nûnertiya dewletê bikin, bi rêya bawernameyên zanîngehê, qeydkirina kesan û derxistina nasname û paseportan.
Di rastiyê de pirsgirêka Sûriyayê îro ne di navendî û nenavendî de ye ku her aliyek li gorî dîtina xwe vedibêje, lê belê pirsgirêka Sûriyayê îro ew e ku gelo dewlet heye an na, yan jî eger wê rojekê çêbibe û bi çi formulê be? Ji ber vê yekê jî ne pêkan e ku pirsgirêka rengekê hukim were pêşkêşkirin, wekî ku dewlet temam bûye û bêalî ye. Rengê heyî tenê alîgir e û ne bêalî ye, ku berê xwe dide tundiya çînî ya qirker û xwedî meyla serdestkirina xak û welatiyan, herwiha ji mafê xwe dibîne ku çarenûsa çi herêmê bi rê ve bibe û cureyê cezayê ku baş dibîne, hildibijêre. Ev jî tundiya hovane ye ku wekî ku me li berava Sûriyayê û Siwêdayê dît. Beriya ku ev çîn were ser desthilatdariyê, qirkirin û koçberkirin li Efrîn û Serê Kaniyê pêk anî, ku di bin sîwana “Artêşa Niştimanî” de ev kiryar dikir. “Artêşa Niştimanî” jî rêxistineke çeteyî ye, sûcên li dij mirovahiyê dikir dema ku opozîsyon bûn li bakurê Sûriyayê.
Berevajiya bingehîn valahiyek kûr û zehmet eşkere dike. Li aliyekî Rêveberiya Xweser heye, ku – wekî ku cîhan dibîne – dewletê, an “dewleta Şamê”, wekî hikûmetek serdest dibîne ku bi zihniyeta “koma serketî” hukum dike û li pêş “koma sax” tê. Lêbelê, tiştê ku Şam pêşniyar dike tiştek dişibihe “darizandina Rêveberiya Xweser”. Ev têgiha entegrasyonê ya Şamê ye û pêşkêşa wê ya herî safkirî “efûyek berî-darizandinê” ye û ev pêşkêşek demkî ye! Dawiya sala 2025an roja “mirinê” ye ku ji hêla hikûmeta Şamê ve ji bo Rêveberiya Xweser hatî destnîşankirin û alîgirên wê yên nû wê belav dikin, bi zimanekî jîr li ser “xewna hevdîtina li Cezîra Sûriyayê berî dawiya salê” diaxivin, bi gotinên elîtên ku amade ne ku dûvikê her kesê ku ew bawer dikin dê bi ser bikeve bigirin. Di encamê de, di bin vê hikûmeta bê beşdar de, dewlet ne temam e, ne bêalî ye û rewşek darizandinên girseyî ye ji bo civakên herêmî, amadekariya seferberî û panîkê dike.
Di rastiyê de, desthilatdariya nû di mijara yekalî ya avakirina dewletê de, têgihaştinên Partiya Bess a Erebî ya Sosyalîst bi awayekî tam mirov dikare bêje bikar tîne, heta di nêrîna xwe di îslamê de ku wê wekî bingeheke neteweyî dibîne û yekbûna Sûriyaya erebî xurt dike, ew jî çaxa ku pêwîst dibîne ku divê bi rengekî neteweyî xuya bike. Heta niha “Komara Erebî ya Sûriyayê” mîrasa alavên rejîma berê di hukim de bi kar tîne û ya herî girîng jî serweriya çînî li ser çandên erebî yên cihêreng di hundir de (durzî û elewî), li kêleka wê jî israra li ser paşguhkirina kurdan û ew li dervayî desthilatdariyê hiştin û girêdana wan di hundirê dewleteka navendî de ku li dij nîvê şêniyên Sûriyayê ye.
Lê pirsgirêk ji pabendbûna bi rewşa heyî kûrtir e. Têkiliya di navbera hikûmet û civakê de niha li ser prensîbeke berevajî hatiye avakirin: Her kesê ku dixwaze bijî divê soza dilsoziyê bide. Sonda dilsoziyê li vir ne daxuyaniyek kevneşopî ya dilsoziya siyasî ye, lê belê teslîmbûnek tevahî ye. Sonda dilsoziyê ji bo teslîmbûnê ji destûrek nepenî ya hikûmetê bêtir tiştek nîne ku çarenûsa kesê ku soza dilsoziyê dide diyar bike: Ew dikare her dem ku bixwaze dev jê berde. Qebûlkirina desthilatdariyê êdî peymanek siyasî nîne; ew naskirina mafê wê ye ku wê betal bike. Ev tiştê ku dikare wekî “bernameya qirkirinê bi razîbûnê” were binavkirin e. Hikûmet niyeta xwe ya tunekirinê îlan nake, lê belê teslîmbûnê dike şertek ji bo jiyanê. Ji vê teslîmbûnê, rewabûnek nepenî çêdibe ku her dem ku guncan dibîne tundûtûjiyê bi kar bîne. Bi gotineke din, dema ku welatiyek an komek biryar dide ku soza dilsoziyê bide, ew “garantiya jiyanê” nagirin, lê belê mafê didin hikûmetê ku di ceribandina yekem a siyasî an ewlehiyê de wan wekî xenîmet bihesibîne. Wê demê teslîmbûn ne parastin e; ew qebûlkirinek pêşîlêgirtî ya qirkirina paşxistî ye.







