Ferhad Hemê
Pirsa ku îro di nava gelê Sûriyayê de tê pirsîn: Gelo kî cesaret dike li herêmên di bin serweriya hikûmeta Şamê de, siyasetê bike? Bersiv eşkere ye: Tenê yê ku rajêriyeke kor ji desthilatdariya fundamentalîzma olî re pêşkêş dikin dikarin bijîn. Bi vî awayî siyaset bi xwe înkar dike: Ne nîqaş, ne rêxistinkirin û ne kom bûn, tenê erêkirineke bê îrade ango bi darê zorê, wekî şertekî mayînê ye. Di Sûriyayê de, nebûna dewletê û xerabbûna civakê ne tenê ku pêşî li azadiyê venake, lê belê ji nû ve desthilatdariyê bi rengê xwe yê herî tund diafirîne: Destilatdariya pîroz ku bi tundiya eşkere re dibe yek.
Siyaset, di wateya xwe ya herî kûr de, wekî ku Hannah Arendt pêşniyar dike, ne tenê birêvebirina desthilatdariyê an jî hesabkirina hêzê ye, lê belê çalakiya hebûna di qada giştî de, çalakiya xweîfadekirinê û şiyana jinûvedestpêkirinê ye. Mirovê nûjen ne tenê “lawirê aborî” ye, wekî ku Marks şîrove kiriye, lê berî her tiştî hebûnek siyasî ye, ango hebûnek ku mirovahiya wî tenê bi beşdarbûna wî di şekildana cîhana hevpar de tê pêkanîn. Dema ku mirov ji vê şiyanê bêpar dimîne, ew êdî ne welatiyek e, lê belê tê hiştin ku tenê bi “jiyana tazî” re were hiştin – biyolojiyeke bê rûmet, laşekî bê deng.
Welatê bi navê “Sûriyayê” ne tenê şerekî navxweyî yê berdewam dijî, ne jî tenê ji nû ve zivirandina zordariya klasîk; ew “laboratuwarek gerdûnî ya bêhêvîtiyê” ye, ku tê de siyaset ne tenê dimire lê di bin axê de dimîne, lê di forma xwe ya herî dijwar de ji nû ve zindî dibe. Tiştê ku em dibînin ne civakeke welatiyên ku di diyalogê de ne, lê belê laşên ku têne rêvebirin, hejmartin û çavdêrîkirin, yekîneyên biyolojîkî yên ku di nav hevkêşeya rajêriyê de hatine girtin. Paradoksa eşkere li vir ev e ku nebûna siyasetê ne berevajiya wê ye, lê belê lûtkeya hebûna wê ye: Înkara siyasetê vediguhere siyaseta paqij, ango, bêqanûniya siyasetê, dişibihe bêqanûniya xerabiyê, wekî ku Arendt wê wesifand.
Ne faşîzm e, lê totalîterîzm e
Di vê asoyê de, tê fêmkirin ku ol wekî desteyeke aliyê tekane ye ji bo serferiya giştî û qurbaniyê. Di vê çarçoveyê de, wekî rexnegirê çandî Boris Bodin eşkere dike ku ol îro ne tenê altirnatîfa siyasetê ye, lê belê ew îfadekirineke tazî ya civakî ya piştî siyasetê, ya piştî ilmanî. Dibe ku di rewşa Sûriyayê de, piştî exlaq û adetên rojane yên normal. Kêliya rûxandina girêdanên kevneşop û alavên ilmanî, qada giştî vala nekirin, ji ber ku kopiya olî ya tund ji siyasetê, cihê wê dagirt. Fundamentalîzm li vir ne bikaranîneke siyasî ya olê ye; fundamentalîzm jî siyaset e, ku di olê bi xwe de cih digire.
Sûriya eşkere dike ku tiştê ku wekî dawiya siyasetê û ferzkirina pabendbûna olî ya sunî ya kolektîf xuya dike, di bingeh de, xuyangkirina wê ya herî tund wekî hêzek berfireh a înkarê ye, ku tê de rengekî tekane li ser civakê tê ferzkirin û her îhtîmala pirrengiya sekuler desteser dike. Di vê çarçoveyê de, Arendt wiha behsa “Totalîtarîzmê”dike: Desthilatdarî bi serweriya li ser saziyên dewletê sînordar namîne, lê belê derbasî dateyên jiyana rojane dibe, ji bo ku serwerî li ser çarenûsa takakesî û karûbarê taybet bike. Lê di rewşa Sûriyayê de, ne tenê cudabûna çînan ji bo berjewendiyên netewperestî ya yekalî tê hilweşandin, lê belê pirengiya civakî û çandî bi tevahî ji bo berjewendiyên “neteweya îslama sunî ya çêkirî”ji holê tê rakirin. Ev yek jî cudabûna wê ji faşîzmê ye, ku tevî tundbûna xwe di sînorê serweriya dewletê de tê dorpêçkirin, lê totalîtarîzm dewlet û civakê bi hev re, dadiqurtîne.
Taybetmendiya ku niha li ser rewşa Sûriyayê serwer e, piştî rûxandina hovîtiya El-Esed û derketina kopiya cîhadîst wekî desthilatdariya altirnatîf, nebûna peymana civakî ya sivîl ango ne olî. Bikaranîna şerîetê wekî lêvegereke tekane di destûra demkî de, tê wateya vegera li desthilatdariya di çarçoveya pîrozbûnê de û jiholêrakirina peyamên civakî ji kokê ve. Welatiyê sûriuyayî yê ji dema jidayîkabûna netew-dewleta çêkirî ji siyasetê bêpar e, di dorpêça bêdengiyê de ye, ku destûr jê re nayê dayîn siyasetê bike, tenê rê dide wî ku “zindî bimîne”. Ev yek tam ji aliyê hegelianismê ve tê binavkirin, ku têkiliya kole bi rêveberan re ava dike, ku tirsa ji mirinê, azadiyê nafirîne, lê belê radestbûna bi tevahî ye.
Bi vî awayî, Sûriya vediguhere modelek totalîter a eşkere: Hêzek ku ne tenê xwe bi serdestiyê ve sînordar nake, lê di heman demê de siyasetê ji kokên wê jî desteser dike. Li ser zimanê îslamîstên totalîter ên li Şamê, gotina navdar a Louisê 14em, “Ez dewleta mutleq im,” tê dubarekirin, etîketek li mirovahiyê wekî dost û dijmin zêde dike û li ser bingeha obsesyonek bi dijminê navxweyî re ye ku kurd, elewî, durzî, lîberal, îslama sivîl û bi giştî jinan dihewîne. Ev yek bê guman dibe sedema zincîreyek qirkirin, komkujiyan, tundûtûjiya bêserûber û guhertina demografîk.
Ev êdî ne tenê bûyerên demkî ne; ew bûne zimanê desthilatdariyê bi xwe. Peyam zelal û rasterast e: An koletiya bi dilxwazî qebûl bikin, an jî ji jiyanê bi xwe werin dûrxistin. Tiştê ku wekî hilbijartinek tê pêşkêşkirin ji bilî nebûna her hilbijartinê tiştek din nîne, ji ber ku mayînde bi xwe dibe amûrek ji bo bindestiyê û kontrola mutleq, dibe norma jiyanê li Sûriyayê di bin desthilatdariya totalîter de.
Siyaset di valahiyê de nayê kirin û ne jî bi ramanên îdealîst ve sînordar dimîne. Ew nikare were sînordarkirin bi otorîteya pisporan an jî dûrxistina mirovan ji biryardanê, her çend ev tiştê ku îro têgihna “piştî siyasetê” pêşniyar dike be jî. Siyaset tenê di qada giştî ya vekirî de, bi rêya kombûn û biryardana komî ya aqilane tê kirin.
Lê belê, bi rûbirûbûna bi zordariya guhertoya îslamî û parçebûna hêzên civaka demokratîk a sekuler, bi taybetî di warê seferberî û çalakiyê de, nasnameyên sûriyayî, hem ji hundir û hem jî ji derve ve piçûk bûne. Her çend aramî di cîhana virtual de were dîtin jî, ev cih bi lez ji soza rizgariyê û nîqaşa giştî vediguhere madeyek jehrîn ku dengên nerazî têne kuştin û kuştina exlaqî bi rêya mêşên elektronîkî û devokên desthilatdariya nû ya li Şamê tê kirin. Di encamê de, siyaet ne tenê ne pêkan e, lê belê êdî qet pêk nayê; tiştê mayî jî tenê rêvebirina laşan e, ne beşdariya di çêkirina çarenûsa xwe de ne.
Rojava û kuştina siyasetê
Tiştê niha bi kopiya cîhadîst re çêdibe ya ku îdîa dike ew veguheriye “îslamîzma sazîbûnê”, tenê pêkenokeke reş e: Her tişt tê de heye, tenê sazîbûna bi wateya xwe ya nûjen tê de tune ye. Hişmendiya cîhadîst a serwer, li dewletê dinêre wekî xenîmeteke ji xwedê ye piştî “vekirina Şamê”, vekirineke ku ji ne îlhameke esmanî ve hatiye, lê belê ji lihevkirinên herêmî û navdewletî hatiye ku tê de berjewendî hene. Balkêşiya mezin, ew e ku rojava xwe bi nirxên xwe yên rizgariyê pesna xwe dida, ne amade ye ji bo wê şer bike an jî bimire, lewra tevahiya qadê li pêşiya kopiya siyaseta bê siyaset û hukimê bê qanûn, hişt.
Ya herî xerabtir jî, rojava û taybet Amerîka jî, ku pankêrta “şerê li dij terorê” rakiriye, ji bo şerê li dij îslamîzma cîhadîst û hemû rengên îslama siyasî ya ku ev hov xurt kir, di dawiyê de xwe bi nûnerê xwe yê siyasî di Sûriyayê de Tom Barrack dît ku “El-Qaîde cîhadîsta Sûriyayê” wekî vebijêrka aqilane ji bo birêvebirina gel dibîne, gelê ku ji bo rûmet û azadî derketibû qadan. Di vir de rastiyeke bi êş derdikeve holê: Tiştê diviyabû ku were tunekirin, êdî wekî alaveke “rastwqîn” ji bo rêveberinê pêşkêş dike. Bi vî awayî careke din siyaseta sivîl ji kok ve tê kuştin û dijminê cîhadîst jî veguherî şaxekî ji şaxên serweriya navdewletî.
Bi vî awayî, guhertoya cîhadîst ji hêzeke de facto bêtir bû; ew di kuştina siyasetê bi xwe û danîna pirrengiya Sûriyayê li ber tunebûnê de, hemî bi navê “pîroz”, ji formên kevneşopî yên îslama siyasî jî derbas bû. Di encamê de, xeyalên “desthilata veguhêz” bi tevahî hilweşiyan û bi wan re, xewnên avakirina jiyaneke siyasî li Sûriyayê ji holê rabûn.
Bo nimûne, eger hêzek bi bandor li derveyî hikûmeta heyî banga konferansek neteweyî bike ku tevahiya spektruma demokratîk a Sûriyayê bigire nav xwe, encam hema bêje bê guman dê şerekî giştî û teqîna hemû stokên propagandaya reş a nefretê be. Îro, tiştê ku ji spektruma demokratîk a Sûriyayê re tê pêşkêşkirin ne tenê danûstandin bi totalîterîzma cîhadîst a li ser desthilatdariyê re ye, lê belê razîbûna bi mafê hêvî û pirrengiya siyasî û civakî ya têkçûyî re ye. Ew dîmenek e ku li gorî danasîna Slavoj Žižek a “siyaseta bêşerm” e, ku tê de dîplomasiya rojavayî, ji Tom Barrack bigire heya Komîsyona Ewropayî û Neteweyên Yekbûyî, vediguhere pêşandanek bê pabendbûnek exlaqî di çareserkirina krîzên hebûnî de.
Hîn bi awayekî tirsnaktir, civaka navneteweyî mîtosek nû ji bo sûriyayiyan pêş dixe: Pêwîstiya hevkariyê bi vê guhertoya “cîhadî-totalîter” li Şamê, bi hêviya ku tundrewiya wê bi sînorkirin û ramkirinê were nermkirin. Şandeyên leşkerî, ewlehî û dîplomatîk diherikin û peyamek yekane hildigirin: Hevkariya bi desthilatdariya heyî re ne ji bo vejandina siyasetê, xebata di nav nakokiyan de, an jinûveavakirina peymanek civakî ye ku dewletê bi civakê ve girêdide. Berevajî vê, ew ji bo kirîna demê, çêkirina peymanên herêmî û navneteweyî û kontrolkirina kaosê di bin ala “îstîqrarê” de ye. Bi vê mantiqê, deriyên Neteweyên Yekbûyî ji bo guhertoyek totalîter a îslamê vekirî ne, ne ji bo îslamê bi xwe, wekî ku ramanwerê sûriyayî Besam Tîbî dibêje.
Kampa rojavayî, bi taybetî di şêweya xwe ya “Trumpî” de, digel perçeyên çepgirên lîberal ên ku di îslamofobiyê de asê mane, li alternatîfên siyasî yên rastîn nagere. Fikra wan a serdest ew e ku cîhadîstek dikare veguhere îslamîstekî “sazûmanî”, bi fermî fikra dewletekê qebûl bike, bi vî rengî di lîstika realîzma navneteweyî ya li ser bingeha doktrîna Westfalyayê de were kişandin: Dewlet hevûdu nas dikin, bêyî ku naveroka wan çi be.
Lêbelê, tiştê ku em di metnên damezrîner de dibînin, wekî pêşgotina destûra demkî, ku “rewabûna îslamî” ferz kir û komkujî û binpêkirinên ku em dibînin, vê derewê eşkere dikin. Ev guhertoya sûriuyayî ya “totalîtarîzma cîhadî-neteweperest” nayê ramkirin û tevgera wê nayê guhertin: Ew li derve bi tevahî têkçûyî ye, lê li hudir barbar û xwînî ye.
Dibe ku ev kom hemû rêûresmên fermî yên normalîzekirinê bi Îsraîl, Kendavê, Tirkiya, Rûsya, an Rojava re qebûl bikin, lê ew ê tu carî fikra siyaseta modern qebûl nekin: Jiyaneke hevpar a li ser bingeha qada giştî, qanûn û pirrengiyê. Berevajî vê, ew ê li hember her tiştê ku bi pratîka siyasetê ve girêdayî ye li ber xwe bidin, ji ber ku ew fêm dikin ku siyaseta rastîn tê wateya dawiya yekdestdariya wan a li ser tundûtûjiya pîroz û destpêka berpirsiyariya wan wekî komek.
Di pratîkê de, ev rê xizmeta projeya Îsraîlê ya bicihkirina fikra “Ewlekariya Îsraîla Mezin” dike û herwiha hewildanên Tirkiya û Kendavê di parastina îslama siyasî ya sunî, di hemî formên wê yên derxistinê de, wekî hêzek serdest xurt dike. Encam ev e ku siyaset, wekî Arendt destnîşan dike, kiryara ku mirovan ji ajalan cuda dike, vediguhere sûcek ku divê berî ku çêbibe were rakirin. Tiştê ku wekî gavek ber bi aramiyê ve tê pêşkêşkirin ji rakirina siyasetê bi xwe ne tiştekî din e, ango rakirina îhtîmala ku sûriyayî di qadeke giştî de bibin mirovên azad.
Belê ji bo reşbîniyê, lê…
Berevajî xeyalên hin sûriyayiyan, hema hema wekî xwearamkirinek komî, ku civaka navneteweyî li ber e ku helwesta xwe ya li ser guhertoya cîhadîst a ku Şamê bi rê ve dibe ji nû ve binirxîne, ev nêrîn pir caran ji xeyalek nû wêdetir tiştek nîne. Geşbîniya hişyar û şopandina daxuyaniyên navneteweyî ji bilî rahênanek xwe-xapandinê wêdetir tiştek nîne, di heman demê de reşbînî xuya dike ku tenê reçeteya guncaw e ji bo têgihaştina rastiya Sûriyayê.
Îro sûriyayî şokek ducarî dijîn: Welatê wan bûye girseyek ji xweliyê, di heman demê de ew ji mafê herî bingehîn ê mirovan hatine bêparkirin: Mafê derbirîna siyasî, rêxistin û civînê. Heta ku hûn ne beşek ji “koma cîhadîst a sûriyayî” bin ku xwe wekî desthilatdar destnîşan kiriye, hûn bixweber qurbaniyek potansiyel in li navenda paytext an jî li her bajarekî din. Di bin zexta xwesteka jiyanê de, piraniya sûriyayiyan dibin girseyên belavbûyî, di nav bêhêvîtiyê de asê mane, di heman demê de diyardeya “mirovê bê qîmet” ji nû ve derdikeve holê: Tevlîheviyek hîbrîd a çînên bêpar û marjînalîzekirî û elîtên ji wateya xwe vala, kuştina siyasî û kuştina sembolîk a her dengekî ku bang li nirxên giştî dike, pêk tînin.
Di vê senaryoyê de, her berxwedanek rastîn bi piştgiriya navneteweyî an herêmî ve girêdayî xuya dike, ku ev hema hema ne gengaz e, ji bilî rewşên kêm ên wekî Siwêda piştî komkujiyên eşkere, an parastina beşî ya ku ji hêla Hevpeymaniya Navneteweyî ve li herêmên xweser ên bakurrojhilatê Sûriyayê hatî peydakirin. Lê tewra ev mînak jî di navîn an dirêj-dem de garantiya wê tuneye; ew mîna paraşûtên qulkirî ne ku xeyala ewlehiyê pêşkêş dikin. Ji bilî van, yekane vebijarka ji bo sûriyayiyan ew e ku bikevin nav çerxek terorê: Kuştin, tecawiz, girtin û revandin. Ev çerxa guhertoya bêhempa ya sûriyayî ya xwe dixe tevgerê, bi bêrûmetiya xwe, ku tê de siyaset berî ku çêbibe tê kuştin û mirov tenê dibin hebûnên biyolojîk ên ku ji bo jiyanê têdikoşin.
Lêbelê, bêhêvîtî ne hewce ye ku were wateya teslîmbûnê. Bêhêvîtî, wekî handerek ji bo çalakiyê li derveyî mantiqa serdest, tê wateya fêmkirina ku rejîm an statuya heyî li gorî qaîdeyên kevneşopî nayê guhertin, ku hewce dike ku rêbazên berxwedanê yên ne-kevneşopî werin hesibandin. Bi gotineke din, berxwedan ne ji geşbîniyê, lê ji bêhêvîtiyê derdikeve, ku sînorên gengaz eşkere dike û tirs û teslîmbûnê vediguherîne enerjiya serhildanê. Ev tam ew e ku vegera bo “xala sifir” hewce dike, ku tê wateya guhertina tevahî ya perspektîfa me li ser vê rastiyê. Bi vî awayî, bêhêvîtî dibe ajokarek ji bo lêgerîna tiştê ku li pişt vê rastiya bêhêvîtiyê ye.
Di demên dawî de, dengên sûriyayî derketine holê, jiyana xwe ji bo ramana yekîtiya homojen di forma dewleta neteweyî de terxan kirine, felsefeya cudahiyê wekî encamek bermahiyên îdeolojîk ên kalsîkkirî red dikin – ango redkirina naskirina qanûnî û çandî ya cihêrengiya Sûriyayê. Îro, li hember totalîtarîzma îslamî ya ku ji hêla navneteweyî û herêmî ve tê piştgirîkirin, van dengan dest bi çareserkirina têgihên nenavendî, federalîzm, enklavên parastî û heta serxwebûnê di bin sîwana parastina navneteweyî de kirine. Ev ne meylek cudaxwaz temsîl dike, lê belê çareya dawîn e ji bo parastina tiştê ku ji mirovahiyê maye.
Lêbelê, ev bang, her çend ji hêla exlaqî ve mantiqî bin jî, tenê gotin dimînin heya ku bi berxwedana pir-astî re nebin: Xweparastina komî, pratîka siyasî, arandin û seferberî û karanîna vegotina “pîroziya lîberal” li dijî “pîroziya totalîter a otorîter”. Bi kurtasî, berxwedan pratîkkirina hemî formên pragmatîzma bêprensîp hewce dike, da ku armancên bingehîn – mafê jiyanê, hêvî û pirrengî – zindî bimînin, her rêbazek gengaz bi kar bînin da ku bigihêjin û wan biparêzin.
Hin deverên li Sûriyayê, wek bakurrojhilat û Siwêda, hîn jî xwe diparêzin û bi modelên alternatîf ceribandinê dikin, hewl didin ku di nav kaosê de hestek jiyan û azadiyê biparêzin. Lêbelê, dijwariya rastîn ne di wê yekê de ye ku ev dever tenê bimînin, lê di wê yekê de ye ku van torên belavbûyî bi şiyanên rastîn ên li ser erdê ve girêbidin, li şûna ku tenê xwe bispêrin avahiyên tenê yên li sirgûnê, ku dibin neynikên vala yên tiştê ku dibe ku projeyek zindî ya berxwedan û siyaseta serbixwe be.
Eger jiyana hevbeş a sûriyayî îro wateyek hebe, ew di afirandina şêweyên nû yên hebûna siyasî de ye, pêkanîna tiştê ku Michel Foucault wekî “parastina civakê” bi nav dike. Ev dikare bi rêya rêveberiya xweser û avahiyên nûkirî yên ku dikevin nav rastiyê û di heman demê de xwe diparêzin, were bidestxistin. Ev tenê dikare bi devjêberdana siyaseta danûstandinên erzan û oportunîzma zêde û şûna wan bi wêrekiyeke radîkal, laîk û pabendbûneke rastîn a bi gel re, ku dişibihe pragmatîzma Lenîn û wêrekiya rewşenbîrî ya organîk a Gramsci, were bidestxistin.
Dibe ku ya herî girîng ev be ku elîtên desthilatdar divê ji qirêja serdestiyê û nijadperestiyê azad bibin û xwe bi nirxên giştî yên ku qurbanî û rîska jiyan û endaman hewce dikin ve girêbidin. Divê ew herwiha ji meyla lîberal a ku hûrguliyên piçûk dike navenda balê, li gorî tiştê ku Foucault wekî “kêfa jiyana piçûk” bi nav dike, azad bibin. Ev amûr, di forma xwe ya heyî de, ji bilî ku hêzdar dikin, asteng dikin û ew xwe ji pêşvebirina azadiya sivîl û avakirina jiyaneke hevpar li dora pirsgirêkên giştî dûr dixin, nemaze li hember rastiyên zordar û hilweşîna civakî.
Belkî tenê şiyana veguherandina berxwedan û siyasetê bo ramanek zindî û kokdar dikare çareyeke bingehîm ji krîza Sûriyayê re biafirîne. Nakokiya îro eşkere ye: Civak bi hemû cihêrengiya xwe bi totalîterîzma îslamî re rû bi rû ye. Êdî mesele ne tenê reform an çareserkirin e, lê belê meseleya operasyonên cerrahî yên rasterast e ku berî ku di dawiyê de were veşartin, cîhên ji bo çalakiya siyasî vedikin. Bi kurtasî, tiştê ku îro ji bo me pêwîst, ne planek an stratejiyek kevneşopî ye, lê belê pêwîstî bi derhozeyekê bi xwe heye.







