Nivîskar: Dr. Tariq Hemo
Serokê demkî yê Sûriyayê Ehmed El-Şeri di diyalogeka xwe ya bi rojnamevanan re diyar kir ku lihevkirina ewlehî ya bi Îsraîlê re giring e û dê bibe pêşxebatek ji bo lihevkirinên din jî. Di heman demê de hikûmeta demkî ku Wezîrê Derve Eseed El-Şêbanî nûneriya wê dike bi Urdun (Wezîrê Derve Eymen El-Sefdî) û Amerîkayê (Balyoz Tom Barak) re lihevkirinek bi navê “nexşeya rê” kir. Di vê çarçoveyê de, Barak di hesabê xwe yê “X” de wiha vegot: “Ne tenê rêyek e ji bo başbûnê, lê belê rêyek e ku nifşên sûriyayî yên bê tê de welatekî ava bikin ku di hemû maf û erkan de wekhevî lê hebe”!
Ji bilî ku Hikûmeta Demkî bi aliyên biyanî re ketiye nava diyalogan derbarê rewşa Sûriyayê ya navxweyî û dayîna “çareseriya demkî” dibe ku “rêyek be ji bo nifên bê” ku Barrack ev yek îdîa kir, lê mirov nikare li ser dûrxistina xelkê Siwêdayê û nûnerên wan ên leşkerî û rêveberî bêdeng be, ku ew tevlî wan hevdîtinên ku “Nexşereya” danîn, nebûn. Ev yek jî, tê wateya ku pirsgirêk çareser nebûye, madem ku desthilatdariyê îradeya Siwêdayê di ber çavan re derbas nekir û biryar da ku wekî her carê lihevkirina niştimanî û beşdariya siyasî bi hêz û faktorên xwecihî re, derbas bike û li şûna vê yekê jî, bi aliyên derve re lihev bike û hemû kilîtan bixe destê wan û bi hêzên derve re, derbarê dosyayên naxweyî yên serwerî lihev dike. Lê wekî encam, Wezîrê Karê Derve ragihand ku nexşerê “ewlekariya Îsraîlê” jî, di nava xwe de dihewîne.
Di nava vê rewşê de, ku livûtevgera siyasî li Şamê germ e û behsa “peymana ewlekarî” bi Îsraîlê û nexşereya “derbarê Siwêdayê tê kirin, Enqera bi lez kete tevgerê ji bo ku bibe navenda bûyerê û xwediyê para herî mezin di Sûriyayê de. Di vê çarçoveyê de, Serokê Îstixbarata xwe Îbrahîm Kalan rêkir Şamê ji bo hevdîtina bi El-Şeri re û li gorî çavkaniyên ragihandinê yên Tirkiyayê, Kalan bi El-Şeri re “pêşketinên herêmî û têkoşîna li dij rêxistina DAIŞ û dosyaya penaberan” nîqaş kir. Herwiha, Kalan di serdana xwe ya li paytexta Sûriyayê di gulanê de, bi desthilatdariyê re peymana 10ê adarê ya di navbera HSD û Hikûmeta Demkî, nîqaş kir. Di heman demê de, Enqera fişarê dike, ji bo Şamê itîrafê bi formula nenavendî ya ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê qebûl neke, herwiha ji bo ku nehêle HSD wekî sazûmaniyeke yekgirtî ya serbixwe cihê xwe di nava artêşa Sûriyayê ya nû de bigire. Ji aliyekî din ve jî, Enqera dixwaze îradeya xwe feriz bike, derbarê “Peymana ewlekarî” ya bê bi Îsraîlê re û garantî bike ji bo aşitî û normalîzekirin li pişt wê çênebe. Tirkiya rejîmekê dixwaze ku ne li derveyî kontrola wê be û bi xwe “biryar” bide, bêyî ku bikeve bin bandora aliyekî din. Rejîmekê dixwaze ku ji mezinahiya xwe û mezinahiya Tirkiyeyê haydar be û xwe bi xetên sor ên ku ji hêla Porta Bilind ve hatine xêzkirin ve girêbide.
Rastî ev e ku desthilatdariya Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ji mezinahiya pevçûnên berdewam ên li Sûriyayê û hêz û bandora aktorên herêmî, bi taybetî Îsraîlê, haydar e, ku ji saetên pêşîn piştî gihaştina komê û hevalbendên wê bo paytext Şamê xetên xwe yên sor danîn. Îsraîlê çekên giran ên Sûriyayê wêran kirin, hebûna xwe ya leşkerî û îstîxbaratî li başûr berfireh kir û bi hilweşandina baregeh û cihên ku Enqerayê dest bi nûjenkirin û pêşxistina wan kiribû, sînor li ser bandor û hebûna leşkerî ya Tirkiyayê danî. Ji ber vê yekê, desthilatdariya HTŞ, ku hiqûqa şer û wateya prensîb û qaîdeyên wekî “sebir û li bendê mayîn”, “qedexeya êrîşkariyê” û “hêzdarkirinê” fêm dike, hewl dide ku tiştan aram bike, li ber bahozê serî natewîne û xwe ji pevçûna di navbera bihêz û îradeyên şikestî de ku li Şamê di navbera wan de diqewime rizgar bike. Qebûlkirinek eşkere ya rola biyanî heye, di heman demê de serweriya neteweyî tê telefkirin û axên Sûriyayê ji hem Tirkiyayê û hem jî Îsraîlê re tê dayîn, hemî bi armanca ku komika desthilatdar di desthilatdariyê de bimîne. Armanc ew e ku ev “peywir” û “koletiya” ji bo yên din veguhere cureyek “xizmetên beramberî”, faktorek ji bo xurtkirina desthilatdariyê di hikûmetê de, bi vî awayî balê ji hemî komkujî û binpêkirinên ku wê li dijî gelê Sûriyayê kiriye û dike dûr bixe. Ev têgihaştin li ser berjewendiyên teng ên komikî ye, ne li ser berjewendiyên neteweyî. Ew bawer dikin ku piştgiriya derve garantiya berdewamiya desthilatdariya komikê ye, bêyî ku hewcedariya pêvajoyek demokratîk, lihevkirinek neteweyî, an beşdariya hêzên din hebe. Bi gotineke din, komik/desthilatdarî vediguhere olîgarşiyek komikî ku teslîmî bandorên derve dibe, di heman demê de di bersiva xwe ya li hember daxwazên navxweyî û bangên girseyan ji bo demokrasiyê û veguheztina aştiyane ya desthilatdariyê de bêwestan dimîne.
Yek ji sedemên ku desthilatdariya Şamê xwe bispêre derve û li ser hemû benan bilîze bi rêbazê ku di çend mehên borî de me ji we re ragihandî, ew e ku dewlet destê xwe deyîne li ser cihên girîng ên welat û dev ji dewletê bernede (dewleta xwe). Ev yek jî bi redkirina forumela nenavendî û redkirina naskirina pirrengî û taybetmendiyên civaka Sûriyayê û nerakirina qedexeyê li ser hêz û partiyên siyasî yên niştimanî, derdikeve holê. Rejîm dixwaze dewletek girtî, pir navendî û bindest ava bike ku ji hêla wezîrekî ve bi rêya pergala parkirina sexte û şêxê ku pê re ye û çavdêriya wî dike were birêvebirin. Dewlet bi serê pîramîdê ve girêdayî ye û dilsoziya tevahî deyndarê wî ye. Ev alî bi eşkereyî dixwaze desthilatdariyek navendî û bi hesin, ku hemî nerazîbûnên ku ji alî û pêkhateyên cûda derdikevin tepeser bike. Ji bo ku bigihêje vê yekê û ji bo ku ji sûcên tirsnak bireve, ew amade ye ku dev ji erd û serweriya xwe berde û welat li ser vî mîhwerî yan wî mîhwerî belav bike, her yek li gorî hêz, hovîtî û asta zirara xwe ya potansiyel!







