Nivîskar: Mihemed Seyid Risas
Di yek ji fitarên meha remezanê ya sala 2011an de (tebax), li mala Sekerterê Giştî yê Komkara Erebî li Qahîreyê Nebîl El-Erebî, reşnivîsa (însiyatîfa erebî) ji aliyê yek endamên (Heyet Tensiq ya Niştimanî) hate nivîsandin, ku ev reşnivîs di 2yê mijdara 2011an de jî ji aliyê Komkara Erebî ve qebûl kir. Li gorî înisyatîfê hevsengiyek çêbûye ku herdu aliyên aloziya Sûriyayê nikarin bişkînin, ji ber ku asta xwe ya hundirîn derbas kiriye bûye herêmî û piştre jî bûye navdewletî, piştî wê jî rêxistinên ji dervayî sînor hatin hinek ji wan bi rejîma Sûriyayê re sekinîn û hînek bi opozîsyona çekdar re sekînin. Lewra, çareseriya guncav ji bo aloziya Sûriyayê ku bûye (Şerê di Sûriyayê de) û (şerê li ser Sûriyayê), peydakirina formuleke desthilatdarî ya dmekî ku tê de rejîm û opozîsyon hebin û xwedî biryarên pêkanînê yên berfireh bin, ji bo ku welat bi rê ve bibin û sîstema welat ber bi sîstemekî nû ve bibin, bi rêya hilbijartinên bi serpereştiya navdewletî-herêmî. Piştî têkçûna erebîzekirina krîza Sûriyayê, ku wekî krîz tê wateya astengiyeke hevsengiyê, fikra hikûmeteke veguhêz ku hikûmet û opozîsyonê di nav xwe de bigire û desthilatên rêveberiyê yên tevahî bi kar bîne, bingeha Daxuyaniya Cinêvê (30ê hezîrana 2012an) bû û bi rêya Daxuyaniya Cinêvê destpêka navneteweyîkirina krîza Sûriyayê ji aliyê amerîkayî û rûsan ve nîşan da.
Ji payîza 2011an ve, Beşar El-Esed, Çavdêrê Giştî yê Ixwan El-Muslimîn Riyad El-Şeqfa, Riyad Tirk, Riyad Esed ku wê demê qaşo fermandarê “Artêşa Azad” bû, Elî Xamineyî û Recep Erdogan, hizira çareseriya veguhastinê ya demkî red kirin. Piştre jî, Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam û hemû komên îslamî yên çekdar ên din jî, ev hizir red kirin.
Di tebaxa 2011an de, ji her du aliyên şerê Sûriyayê 5 hezar sûriyayî hatibûn kuştin. Dema ku şerê çekdarî di 5ê adara 2020î de li Mosko di navbera Pûtin û Erdogan de, hate rawestandin, hejmara sûriyayiyên ku hatibûn kuştin nîv milyonek bû, herwiha 7 milyon jî di hundirê Sûriyayê de koçber bûn û 7 milyon jî penaberî dervayî Sûriyayê bûn. Bi wê re jî, şerên li eniyan hatin rawestandin û diyarkirin, lê ev şer di 27ê mijdara 2024an-kanûna 2024an careke din gur bû, sedema vê yekê jî ne ji ber encama dînamîka Sûriyayê ya navxweyî bû, lê belê di bingehê xwe de ji ber siyaseta Wezareta Derve ya Amerîkayê bû, ev yek jî ji ber atmosfêra şerê Ukranyayê ku hişt Rûsya ji sala 2022yan ve mijûlî Sûriyayê nebe û têkçûna şaxên Îranê di şerê Xeza û Lubnanê de piştî 7ê cotmeha 2023yan û nêrîna Amerîkayê ku eksena Îranê ya herêmî tenê bi rêya girtina pira Sûriyayê li ser xeta Îran-Iraq-Sûriya-Lubnan-Filistînê, wê derbeya mirinê bixwe.
Gelekan wiha texmîn dikirin ku hizira çareseriya veguhastinê ya demkî bi rûxandina rejîma Beşar El-Esed bi dawî bû û biryara navdewletî jî 2254 ya li ser esasê daxuyaniya Cinêvê êdî mir. Lê piştre 9 mehên dawî de jî, eşkere bû ku aloziya Sûriyayê heta niha berdewam e, bi rêya hevkêşeya dijwarkirina hevsengiyê ku yek ji aliyê aloziyê (an jî yek ji wan aliyên aloziyê) nikare vê hevsengiyê bikişîne, lê bi rengên nû û ev alozî tunditir bû di aliyê navdewletî, herêmî û navxweyî jî. Herçiqas ku hevalbend jî hatin guhartin û lîstikvan ji Sûriyayê derketin wekî Îran, Huzbelah û milîsên şîa yên dervayî sînor û lîstikvan piştî pêvajoya 8ê kanûna 2024an lawaz bûn wekî Rûsyayê. ji aliyekî din ve jî, lihevkirineke amerîkayî-tirkî heye ji lihevkirina amerîkayî-îsraîlî zêdetir e derbarê Sûriyaya piştî El-Esed. Ji tevgerên Til Ebîbê yên li Sûriyayê di 9 mehên dawî de diyar e ku Îsraîl bi fikar e û rewşa Sûriyayê ya nû ne aram e. Bi vê yekê re jî diyar dibe ku Îsraîl di dema Beşar El-Esed û bavê wî de li beramberî Sûriyayê aram bû. Ev yek jî bi xwe re îhtîmala mezin bersiva li ser pirsa ku bi mehan ne zelal bû tîne, ew jî ku Îsraîl li dij meyla Amerîkayê ya sala 2024an ya rûxandina Beşar El-Esed bû. Ev yek jî eşkere bû, dema ku Îsraîlê piştî çend rojan ji rûxandina rejîma Beşar El-Esed, artêşa Sûriyayê bi tevahî rûxand û tevgerên wê li dij desthilatdariya Sûriyayê ya nû. Di heman demê de, Netanyahu di sala 2011an de, hêza herî mezin bû ku gotina Obama ya “çûyîna El-Esed” di 18ê tebaxa 2011an de, pêk nehat.
Di 10ê tebaxa borî de, daxuyaniya Encûmena Ewlekarî ya Navdewletî desthilatdariya Sûriyayê ya nû bi “demkî” nav kir, ne bi veguhastinê û banga veguhastina sûriyayî bi rêya pêkanîna biryara 2254 kir. Ev yek jî tê wateya ku civaka navdewletî (di serî de jî Amerîka ya ku serpereştiya desthilatdariya Sûriyaya nû dike) “Danezana destûrî”, ya ku desthilatdariya Sûriyayê ya nû di 13ê adarê de derixistiye û niyeta xwe bi rêya wê eşkere kir ji bo xêzkirina nexşeya pêvajoya veguhastinê, red kir.
Niha jî, heger em tabloya Sûriyayê ya heyî analîz bikin: Em ê bibînin ku desthilatdariya Sûriyayê ya nû serwerî li ser rûbera nêzî rûbera ku di bin serwreiya Beşar El-Esed di 26ê mijdara 2024an de, dike. Herwiha, Rojhilatê Firatê jî qedexe ye ku operasyona leşkerî tê de çêbibe, ji ber Amerîkayê û danûstanidnên Ocalan-Erdogan, herwiha di tîrmeha borî li Siwêdayê jî, eşkere bû ku Îsraîl rê nade operasyona leşkerî.
Di rewşeke wiha de, senaryoyên wekî senaryoya Lîbyayê hene, ku deverên parçebûyî yên erdnîgariya Lîbyayê ji sala 2014an vir ve bêyî lihevkirinekê di bin kontrola rayedarên defakto de ne. Dema ku Xelîfe Hefter di sala 2019an de hewl da ku rojavayê Lîbyayê bigire destê xwe, ji ber îradeya Amerîka-Tirkiyayê têk çû. Hikûmeta Ebdulhemîd Dbêbah niha ne tenê bi milîsan, lê heta bi taxên li paytext Trablusê jî ji bo kontrola rojavayê Lîbyayê pêşbaziyê dike. Ji aliyekî din ve, senaryoya Spanyayê ya 1975-1977an heye, ku di nav du salan de piştî mirina General Franco, ku ji sala 1939an vir ve piştî serketina di şerê navxweyî de li dijî komarparêzên çepgir bi dest xistibû, bi rêya peymanek di navbera partiyên siyasî de veguherînek siyasî ber bi sîstemek demokratîk ve pêk hat. Franco dijberê tund ê fikra partiyên siyasî bû, mîna hin sûriyayiyên îro. Bi saya vê yekê, hilbijartin hatin lidarxistin, ku di encamê de sîstemek siyasî ya parlamento ya demokratîk çêbû, ku piştî ku bi mîlyonan mirov di şerê navxweyî yê 1936-1939an de hatin kuştin û bi mîlyonan kes koçber bûn, Spanya nîv sedsalek aram kiriye.
Îhtîmala mezin jî ku hizira (kongreya niştimanî ya giştî) ku Encûmena Ewlekarî ya Navdewletî di daxuyaniya xwe de behsê kir û banga wê ya veguhastina siyasî ya giştî bi rêya pêkanîna biryara 2254, dema ku bang “li pêkanîna prosesa siyasî ya berfireh ya hemû kir ku sûriyayî bi xwe bi rê ve bibin, li ser esasê rêgezên sereke di biryara 2254an de. Di nav de jî parastina mafê hemû sûriyan, ku mezheba wan a etnîkî an jî olî çi dibe bila bibe.. Herwiha, Encûmena Ewlekarî careke din li ser rola Neteweyên Yekbûyî di destekdayîna prosesa veguhastina siyasî li Sûriyayê li gorî rêgezên biryara 2254 piştrast kir. Di heman demê de, piştgiriya xwe ji bo keda nivîsgeha nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî di vê çarçoveyê de, anî ziman”. Her çiqas rêya pêkanîna biryara 2254 berê di salên 2016 û 2017an de bi rêya Konferansa Cinêvê di bin sponsoriya Amerîka û Rûsyayê de derbas dibû jî, pêkanîna biryara 2254 niha di rêya Kongreya Giştî ya Neteweyî re derbas dibe, ku hêzên siyasî, aborî, civakî û leşkerî nûnerên xwe hildibijêrin û desthilatdariya heyî beşdar dibe, da ku bibe konferansek damezrîner ku bi rêya wê li ser nexşerêya qonaxa veguhêz bi naveroka wê ya rêveberî, yasadanîn û destûrî lihevkirinek çêbibe, da ku qonaxa veguhêz bi hilbijartinên serokatiyê, parlemanî û herêmî li gorî destûrek demkî ya nû ku ji hêla komîteyek ji konferansê derdikeve ve were amadekirin, bi dawî bibe.







