Piştî tevlîhevî û şerê bi navê “Buhara Ereban” bangên nû derketin holê, ku berê bi awayekî berfireh nehatibû belavkirin û mirov dikare wiha kurt bike: Çi dewlet, bi çi sîstemeke siyasî dibe bila bibe, ji rewşa ne dewletîbûnê û tevlîheviya civakî û siyasî ya giştî, baştir e. Gihaşt astekê ku dewletê niha heyî wekî Misir û Mexirbê, êdî heta asteke mezin rewabûna xwe li ser vê rêgeza borî ava kirine, ku li derdora wan gelek dewletên têkçûyî û tê de şerên navxweyî heye. Ev yek jî ji bo daxwazên guhartinê û şoreşgerî çarenûseke xemgîn e, her gav wê wekî xwediyê, heya radeyekê, fonksiyonek an “mîsyonek” ebedî dihesibînin. Ew an temsîla herî bilind a neteweyê û hilgirê xwestekên wê ye; an jî amûrek ji bo mîsyonek mezintir e, wekî şerê li dijî kolonyalîzm û emperyalîzmê, bidestxistina hegemonyaya çînek taybetî, bajarvanî, modernîzekirin, sekularîzasyon, an îslamîzekirin; an jî qet nebe qada peymana civakî ya demokratîk, ku dê şert û mercên mirovan baştir bike û nakokiyên wan bi dawî bike.
Îro, êdî gelek kes girîngî nadin demokrasiyê, an jî rizgariyê an jî dozên din, lê tenê ew dixwazin jiyana xwe bi windahiyên herî kêm dewam bikin û herî kêm rêxistina civakî biparêzin û şiyana li ser pêkanîna rolên jiyanî yên sereke, tevî ku ev yek di şerûmercên gelekî tund, hejarî û keysbaziyê de be.
Ev yek jî bû sedema derketina du hizirên têkilî hev:
Yekem: Rewakirina zordariyê, lê ne herdem bi rêbazekî erzan; di vê çarçoveyê de gelek rewşenbîr dest bi komkirina bihaneyan kirine û têgihaştinên siyasî û rexneyî yên di zanistan siyasî de bi kar tînin, da ku piştrast bikin ku demokrasî ne sîstemekî temam û dawî ye, an jî ji bo hemû welatan û şertûmercan derbasdar e. Herwiha Peymana Civakî jî ji efsaneyê zêdetir ne tiştekî din e û lîberalîzim jî tijî nakokî ye, lê têgiha “serdestî” bi awayekî berfireh, mezin kirine û wekî siyaseta “rasteqîn” û damezrîner rasteqîn yê tekane ji çi sîstemeke siyasî re, nîşan dan.
Duyem: Ev diyarde jî mirov dikare bi “perestina dewletê” bi nav bike, lê ne wekî pûtekî ku nîşaneya prensîberke bilind, wekî hiş an jî sîstemeke gerdûnî an jî giyanê neteweyê, lê belê wekî rewşa wê ya heyî û bê tu wate, an jî armanc an jî rêgeza siyasî û exlaqî, tenê hebûna wê (dewlet) ji tiştên xerabtir diparêze. Hevokên wekî “Xerabtirîn dewlet, ji baştirîn milîs (an jî kom) baştire” vê helwestê xurtir dike û ya herî girîng jî înkarkirina wê an jî rexnekirina wê erkeke pir dijwar e. Di vê çarçovyeê de, tu li dewletekê werî girtin, tê de tedbîrên xwe yên burokratîk û sîstemekî xwe yê dadwerî hebê, tevî ku ne serbixwe û wekhev be, hêsantir e tu ji aliyê komekê ve bi awayekî darê zorê werî windakirin. Ev jî gelek caran, daxwaz an jî armaca siyasî li herêma me ye.
Dibe ku mirov vê dîtinê fêm bike an jî tu li welatên bi rastî dewlet tê de heye fêm bikî, ku li derdora te alozî û tevlihevî û şerên navxweyî heye. Lê gelo “perestina dewletê” li qaşo wekî dewletan çi ye, an jî dewletên têkçûyî an jî herêmên tê de şerên navxweyî hene, ev jî piraniya welatên rojhilat e? Piraniya caran mijar di vir de ne girêdayî parastina sîstema civakî ye û ne jî rûbirûne aloziyê ye, lê belê gotina “dewlet” dibe yek ji gotinên şerê navxweyî û rêbazeke ji bo ferizkirina serweriya xwe di bin navê “dewletê”. Dibe ku ev kevneşopiyeke kevnar be li rojhilat, ku gelek gotinên din veguhartin alaveke şerên navxweyî, wekî “doza Filistînê”, “têkoşîna li dij mêtingeriyê û emperyalîzm û siyonîzmê”, “neteweya erebî”, û hwd.
Nexwe, “dewlet” li gorî çi têgihaştina siyasî yê naskirî, ne dewlet e, lê belê dikare bibe sedema avakirina komên çekdar û tîmên mirinê yên nû û di encamê de aloziya civakî zêdetir bibe û saziyên pêşxistinê, werin rûxandin. Ji ber vê yekê jî, dibe ku bi sûd be em vê gotinê bi temamî dûr bixin û bi awayekî cidî negirin dest. Lewra divê em hewl bidin tirsa ji dubarekirina bilêvkirina “dewletê” fêm bikin, ne tenê ji bo biserketina di şerê navxweyî de, lê belê di warê têgihaştinnên siyasî, exlaqî û çandî di civakên ku her dem di nava şerên navxweyî de ne. Eger em xîtaba siyasî û çandî analîz bikin, wê ev yek bibe alîkar ji bo fêmkirina kiryar û rêbazên li derdora me û gefê li jiyana me ya rojane çêdikin. Pirsa herî beriz di vê çarçoveyê de: Bi çi “mafî” alîgirên “perestina dewletê” di rojhilat de “bang dikin, an jî bi awayekî veşartî dixwazin? Dibe ku ev pirsek qels xuya bike, lê ne wiha ye. Dibe ku gelek tiştan li ser wate û armanc û herwiha şîzofreniyê, di çanda me ya hemdem de eşkere bike.
Dawiya nameya nemir
Gelek îdeolojiyên erebî yên nûjen, meyla xwe ber bi doktirîna serkeftinê nîşan dan ku wiha difikirin neteweya erebî bi xwe serkeftin e. Çi em behsa “nameya nemir” an jî “serweriya cîhanî” bikin, em xwe dispêrin mîraseke împratorî û olî ya cîhanî. Lewra, ramanwerên vê neteweyê ji mafê xwe dîtin ku vê yekê ji nû ve vejînin û bi ser bixin û hemû enerjiya xwe ji bo vê yekê kom kirin. Ji bo vê yekê jî, dewlet di vir cîbicîkarê vê peymana neteweyê ye û girîngiya wê jî ew e ku baştirîn alav e ji bo pêkanîna vê yekê. Her çiqas ku hate rûxandin, an jî paş de çû an jî were kolonîzekirin jî, di neteweyê de derfetên jinûverabûnê hene û avakirina dewletan careke din nameyê bi xwe re radikin. Dewlet rêbaz e, ne armanc e û rewabûna xwe dipsêre şiyanên wê yên pêkanîna armancê, di nav de jî jinûveperwerdekirina mirovan û sererastkirina ziman, rêbaz, adet û kevneşopiyên wan û xelaskirina wan ji tiştên zêde û rakirina çi nexweşiyê di nava vê neteweyê de. Di vir de, netewe wekî komeke dikare hebûna xwe bicih bîne û di dirêjahiya dîrokê de berdewam bike, heta bê dewletê jî, lê belê di dawiyê de pêwîstiya wê bi dewletê heye ji bo ku bigihêje armanca xwe û bigihêje pêla herî jorê ya geşbûna xwe ya giyanî . Ev yek nakokiya navdar a di navbera naziyan û faşîstan derbarê pirsa pêşîn tîne bîra mirov: Neteweya organîk an dewleta organîk? Bersiva ereban pir caran nêzîkî ya berê bû, ango naziyan, ên ku pêşîniyê didan neteweyê. Ev têgihaştî ye, ji ber bandora ramana neteweperest û romantîk a alman li ser teorîsyenên neteweperest û îslamîst ên ereb, her çend bi rêya zimanên navbeynkar (tirkî an fransî) gihaştibe wan.
Ev têgih, bi taybetî di qonaxên paşîn de, bi bangên ji bo rizgariya neteweyî ji kolonyalîzmê re hate tevlihevkirin. Têkiliya baş bi Yekîtiya Sovyetê re roleke girîng di nermkirina têgihê de lîst, bi taybetî di nav neteweperestên ereb de, ku di nav wan de herikînên bi bandor kok girtine. Zêdetir behsa biratiya di navbera gelên bindest û şerê cîhanî yê li dijî emperyalîzmê de hebû. Di vê navberê de, îslamîstan dilsoziya xwe ya bêdawî ji bo neteweya xwe ya organîk û serdestiya wê ya li ser cîhanê parastin. Bi vî rengî şerê li dijî kolonyalîzm û emperyalîzmê bû şerek di navbera “îslam” û “rojava”, an çi ku dijmin jê re were gotin. Ji salên 1970yî pê ve, ramanwerên navdar di nav “Çepa Nû” de li ser potansiyela rizgarker a îslamê wekî nûnerê beşek girîng a gelên “Başûrê Cîhanî”, an niştecihên wê yên xwecihî, li hember kolonyalîzm û navendîparêziya rojavayî teorîze kirin. Vê yekê rê li ber lihevhatinek di navbera “çep” (ango, neteweperestiya rizgariya neteweyî) û îslama siyasî de vekir.
Di bin vî şert û mercî de, fikra neteweya organîk bi rengekî nû derket holê, ango wekî daxuyaniyên li ser civakên bindest, ku bi hev re dikarin gelek şêweyên berxwedanê hilberînin, çi şêweyê wan be, çi pratîk û retorîka wan be jî, her çend wan berxwedanan civakan bi xwe wêran kiribin, bi awayekî tirsnak wan tepeser bikin, an jî bibin aliyên şerên navxweyî, kiryarên ku digihîjin sûcên li dijî mirovahiyê bikin. Ev pêşgotinek bû ji bo milîsên berxwedanê ku şûna dewletê digirin di temsîlkirina neteweya organîk û temsîlkirina giyanê wê de. Di derbarê “peyama herheyî” de, her alî wê li gorî îdeolojiya xwe şîrove dike, çi rûmeta îslamê be, çi parastina serdemê be, an jî jiholêrakirina kolonyalîzmê be.
Îro û piştî wêrankirineke giştî di piraniya civakên rojhilat de, gelek kes vegeriyan behsa dewletê dikin û rewşa milîsbûnê înkar dikin, ku bandora wan a wêranker ji her şiyana îdeolojîk a paşguhkirin an veşartinê mezintir bûye. Lê diyarkirina “nameya nemir” êdî gelek zehmet bûye. Em di berxwedanê û ji xelasbûna ji mêtingeriyê de têk çûn û me nikarîbû ku rûmeta îslamê jî vegerînin. Gelo çi ma? Gelo pêkan e em bi dewletê bifikirin bê nameya nemir?
Eslê wan zêr e!
Dibe ku civakên Sûriya û Iraqê, ji ber wêraniya zêde û şerên navxweyî yên tirsnak ên ku wan di salên dawî de dîtine, herî nêzîkî şiyarbûna ji xewn an kabûsa “peyama nemir” bin. Êdî ne wateyek cidî heye ku were hilberandin, ne jî derbasbûnek giyanî an rewşenbîrî ya ku ji hêla dewlet an hêza siyasî ya ku şûna dewletê digire ve tê temsîl kirin. Heta sazî û avahiyên ku dikarin her şêweyek ramana siyasî ya hevgirtî hilberînin, çi qas qels bin jî, ji hev ketine, tenê milîs û “rêxistinên nehikûmî” mane, ku her du jî dikarin wekî “dij-rewşenbîr” werin binavkirin.
Lê belê şiyarbûna ji xewn/kabûsê, ne tê wateya şiyariyê, diyar e ku em di kabûsekî di nav hev de ne, ku em tê de ji tirsekê ber bi tirseke din ve diçin, bê “rastiyek”dibe ku em tê de şiyar bibin. Tirsa nû jî “dewlet e” ku herdu mafan dike yek: “Mafê serdestiyê” li ser tevahiya axê, ku bûye mijareke rewabûna çewisandin û terorê, digihêje asta qirkirina komî; û “mafê serkeftina” mezhebî ya eşkere. Ji ber ku dewlet xwe pênase dike ew xwedî mafê mezheba herî zêde ye û ji mafê wê serdestiyê feriz bike. Em çawa dikarin mentiqa “dewletekê”, ku qaşo ji pêkhateyên xwe derbasdar e, bi mentiqa serdestiya pêkhateya mezintir re li hev bînin? Ji hundirê ramana siyasî bersivek ne mimkun e. Em li ser alîgirên milîsan nîqaş dikin.
Ev yek heta di prensîba navdar a “monopola tundûtûjiyê” de jî tê xuyakirin, ku li vir wekî monopola piraniyê li ser tundûtûjiyê tê fêmkirin, ne monopola dewletê wekî amûrek transandantal. Li gorî vê perspektîfê, ku nêzîkî bêhişiyê ye, dewlet bi xwe derî li ber şêweyên bêhempa yên milîsan vedike, ku xwe bi piştgiriya dewletê û serweriya wê rewa dikin. “Perestin ji dewletê re” li vir ne peyamek ebedî ye, lê belê mafek xwezayî yê wan kesên ku “eslê wan zêr e”, wekî ku strana sûriyayî dibêje, ku ji şînek Iraqî hatiye adaptekirin.
Netewe organîk dimîne, lê êdî nikare xewna dewletê ji holê rake, ji ber ku ev dibe ku vegera “qurbanî” be û bi vî awayî girêdana bi dewletê re hebûnî ye. Ji bo vê yekê dîtina hevwateyek îdeolojîk dijwar e û nêzîkatiya herî nêzîk ew e ku meriv wesfekî giştî, hinekî fireh, wekî “faşîzma destpêkê” bi kar bîne (îdeolojî û tevgerên siyasî yên beriya bilindbûna faşîzmê ku hêmanên faşîst ên netemam an nelihev nîşan didin).
Ev hemû dikare bi pêşketinên girîng ên di nav hin tevgerên îslamî yên siyasî de, bi taybetî cîhadîzma selefî ve girêdayî be, ku di şerê li dijî rojava de bêtir lihevhatî bûye û heta bi tevahî amade ye ku bi wê re têkilî dayne û hevalbendiyê bike, li gorî dadweriya pêşîniyan ku şerê dijminên navxweyî dike bingeha avakirina civatek îslamî ya saxlem. Vê yekê di îslama siyasî de mînakên pêşîn ava kiriye, wekî ezmûna Ixwan El-Mislimîn ên filistînî di nav deverên dagirkirî de; rêxistina “El-Telîa El-Muqatîle” li Sûriyayê û cîhada afganî, ku şerê ateîstên Sovyetê li ser “Ehlê Pirtûka” rojavayî pêşanî da.
Em bi neteweyek “bi eslê xwe zêrîn” re rû bi rû ne, ku bi cîhada navxweyî ve mijûl e, bi “pragmatîzma” xwe di danûstandina bi aktorên derveyî de serbilind e û “dewleta” wê mafê serketinê yê piraniyê bi hev re dike yek; bi gefek hebûnî ya bi “zilmê” ve girêdayî re rû bi rû dimîne û bi xeyala peyamek herheyî, ku heya ku di şerên xwe yên navxweyî de bi ser bikeve, civaka xwe ya rewa ava bike û Xwedê biryarek bide ku mehkûmî wê bibe, tê paşxistin. Ev hemû ji hêla hêzên milîs ve têne kirin ku nikarin di tu astê de pergalek hevgirtî ava bikin. Di şûna wê de, ew avahiyên nerm, têgihaştin û hevsengiyên nekodkirî û prensîba “seferberiyê” tercîh dikin. Ev “dewlet” e ku divê serweriya wê were binpêkirin û bêyî wê netewe dê nebe.
Gelo gengaz e ku em ji vê kabûsê şiyar bibin? Gelo ew ê me ber bi yekî din ve bibe? Bersiv dijwar in û ji ber vê yekê helwesta hin aliyên ku vê vîzyonê red dikin, an jî naxwazin wê bibînin û di mijûlbûna bi rewşê re “realîzma” xwe didomînin, dikare were fêmkirin. Di her rewşê de, divê her kes bixwaze ku vîzyon winda bibe, çi rast be çi derew be.







