Pêşketinên bi xwîn ên ku li Siwêdayê rû didin ji nîva meha borî, hişt ku dosyaya Sûriyayê ji nû ve derbasî Encûmena Ewlekarî ya Navdewletî bibe. Di vê çaroveyê de, encûmenê daxuyaniyek di 10ê tebaxa 2025an de bi dengdayîna piraniya endaman “Kiryarên bi tund ên ku derheqê sivîlan li Siwêdayê pêk hatin û di nav de kuştina komî çêbûn û gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, herwiha bû sedema koçberkirina 192 hezar di hundirê Sûriyayê de”. Bi heman awayî, Encûmena Ewlekarî ya di 14ê adara borî de, ji ber bûyerên berava Sûriyayê, ku tê de komkujî û binpêkirin çêbûn, encûmenê careke din bi bîr xist ku divê vegerin rêgezên sereke yên biryara 2254an ya sala 2015, ku ev biryar lêvegereke navdewletî ya çareseriya siyasî ya giştî di Sûriyayê de ye.
Îşaretpêkirina domdar a biryara 2254an ne mijareke ji rêzê ye, lê belê mirov dikare li sembola wê ya siyasî binêre, ji ber ku di aliyekî de doza Sûriyayê ne tenê wekî dozeke navxweyî tê dîtin. Ji aliyekî din ve jî, balê dikişîne bi awayekî ne yekser li ser têkçûnên siyasî û ewlekarî yên ku hikumeta demkî bi serokatiya Ehmed El-Şeri di dirêjahiya mehên borî de pêk anî.
Li gorî biryara 2254, veguhastina siyasî li gorî gavên pêvajoyê be bi demeke diyarkirî, ku divê jiyaneke siyasî ya demokratîk damezrîner, di nav de jî avakirina hikûmetekê ku nûneriya hemû pêkhateyên Sûriyayê bike. Herwiha, xebat ji bo formuleke destûra nû were kirin û pêkanîna hilbijartinan di bin sîwana navdewletî de, ku ev yek jî bihêle Sûriya careke din bibe dewleta xwedî serweriya qanûnî û siyasî. Di encamê de jî, bikaranîna hevokên wekî “Pêkanîna pêvajoya siyasî ya giştî ji bo her kesî ku xwe dispêre rêgezên sereke yên di biryara 2254an û parastina mafên hemû gelê Sûriyayê. Herwiha, pêwîst e ku ev pêvajoya siyasî daxwazên rewa yên gelê Sûriyayê pêk bîne û hemû biparêze û bikaribin ku siberoja xwe ber bi aşitiyane, serbixwe û demokratîk pêk bîne. Tekezkirina li ser girîngiya rola Neteweyên Yekbûyî di destekdayîna pêvajoya siyasî li Sûriyayê li gorî rêgezên biryara 2254an, herwiha destekdayîna keda nivîsgeha nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî di vê çarçoveyê de “di daxuyaniya Encûmena Ewlekarî de, her kes jê fêm dike ku endamên encûmenê bi kiryarên siyasî yên yekalî yên ku desthilatdariya demkî pê rabûye bi gûman in. Ango ji dema “Kongreya Serkeftinê” û El-Şeri xwe wekî serokê pêvajoya demkî erkdar kir: Kongreya diyaloga niştimanî ya qels, piştre ragihandina destûrî ku desthilatdariya mutleq di destên El-Şeri de ye û piştre jî avakirina hikûmetê, ku Heyet Tehrîr El-Şam û kesên wekî wê difikirin li ser serwer in, heta Encûmena Gel ku tê payîn di demeke nêz de, were ragihandin.
Ev israra navneteweyî li ser pêvajoyeke siyasî ya berfireh di bin sîwana biryara 2254 de, pêkan e zexteke siyasî li ser desthilata veguhêz bike, ku daxuyaniya Konseya Ewlekariyê wekî “Desthilatên Demkî yên Sûriyayê” bi nav dike. Ew rastiya kêmasiyên wê di çareserkirina gelek pirsgirêkên navxweyî yên aloz de eşkere dike, wekî ku ji hêla dubarebûna komkujî û binpêkirinan li Sûriyayê û tevlêbûna sazî û dilsozên rejîmê di wan de tê îspat kirin. Wekî din, ew nekariye bi Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyaya Demokratîk re li bakurê rojhilatê welat bigihêje çareseriyekê. Peymana 10ê adarê tenê mîna mûrek li ser kaxezê dimîne, bi nakokiyên berdewam û zêdebûna retorîka ji devê rejîmê, ku li dij kurdan teşwîq dike û gefê dixwe. Ev hemû nîşan dide ku desthilata veguhêz a heyî, bi nêzîkatiya xwe ya dûrxistin û parçeyî, nikare li ser dabeşbûnên ku astengiya bidestxistina aramiya siyasî û ewlehiyê û aştiya domdar li Sûriyayê dikin, bi ser bikeve.
Ji aliyekî din ve, daxuyaniya Konseya Ewlekariyê bang li “desthilatdarên demkî yên Sûriyayê kir ku piştrast bikin ku hemû sûcdarên tundûtûjiyê, bêyî ku girêdayîbûna wan çi be, dê berpirsiyar bên dîtin û radestî edaletê bên kirin” û tekez li ser “girîngiya tevlêbûn û zelalî di pêvajoyên edalet û lihevhatinê de û pêwîstiya wan a lezgîn ji bo bidestxistina aştiyê” kir û îşaret bi fikarên li ser bêcezatiya berdewam a sûcdarên sûcên şer kir. Li vir hêjayî gotinê ye ku ev daxwazên navneteweyî yên edaletê ji bo qurbaniyên komkujiyên li Siwêda û peravê, ku gelek ji wan ji hêla kamerayên têlefonên desta yên sûcdaran bi xwe, endamên Wezaretên Parastinê û Wezareta Karên Hundir û yên ku rayedar jê re dibêjin “alîkariyên bêserûber” û herwiha axaftina daxuyaniyê ya li ser “radestkirina alîkariya mirovî ya tevahî, ewle, bilez û bê asteng ji bo hemû civakên bandordar li Siwêda û li seranserê Sûriyayê”, dê hemî bangên bêwate bimînin heya ku ew bi mekanîzmayên zextê yên navneteweyî yên cidî re neyên, nemaze ji ber ku rêxistinên mafên mirovan ên herêmî û navneteweyî prosedurên rayedaran û serxwebûna komîteyên wê yên ku ji bo van dozan hatine destnîşankirin pirsyar kirine. Dîroka rejîmê ya di warê mafên mirovan de, ku berê jî lawaz bû, krîza baweriyê hîn xirabtir dike, wekî ku profîlên rêber û endamên wê yên bingehîn, ku ji tevgereke selefî-cîhadî ne ku berê bi El Qaîdeyê ve girêdayî bû, nîşan didin.
Helwesta Konseya Ewlekariyê di bingeh de rejîma Şamê û alîgirên wê tîne bîra xwe ka divê çi ji bo rizgarkirina Sûriya û sûriyayiyan were kirin û fikarên wê yên nepenî li ser rewşa heyî. Pirsa herî girîng ev e: Gelo di nav aktorên navneteweyî, herêmî û navxweyî de îradeyek rastîn heye ku van îşaret û helwestên rasterast û nepenî veguherînin çalakiyek siyasî ya berbiçav, an jî dê Sûriya wekî rehîneya desthilatdariyeke bêserûber a hizbî bimîne ku xuya nake ku mezinbûna karesatê fam dike?







