• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Erebên sune di Sûriyayê de.. xelata herî mezin!

August 10, 2025
Erebên sune di Sûriyayê de.. xelata herî mezin!

Wêneyek ji aliyê AI ve hatiye çêkirin a projeya Metroya Şamê, ku rayedar îdîa dikin ku dê di demek nêzîk de were bicîhanîn | AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Made bi erebî jî heye العربية

Desthilatdariya demkî li Şamê bi demê re ketiye pêşbirikê ji bo seweriyê li ser pêkhateya ereb a sunî bike, bi rêya pêkanîna hin siyasetan/tedbîrên serferberî, wekî sorkirina sune li dij pêkhateyên Sûriyayê yên ne ereb wekî kurdan û erebên ne sune wekî elewî û duruzî. Di heman demê de, desthilatdariya demkî kurd, elewî û duruziyan wekî dervayî çarçoveya desthilatdarî/dewletê dibîne ku li dij wê îsiyan kirine, herwiha piştre desthilatdarî dewletê ji nû ve pênase û feriz dike wekî yekîneyeke li ser esasê nasnameya yekalî ya teng û navendîbûna tund û tu nasname an jî taybetmendiyên ji dervayî çarçoveya sîwana “erebên sune” qebûl nake. Di dawiyê de jî desthilatdariya demkî, bi awayekî eşkere daxwaza beşdariya di hemleyên qirkirina etnîkî û mezhebî dike, di çarçoveya “seferberiya giştî” û “fezeya eşîran”. Lewra, desthilatdariya demkî vê hemû dike ji bo ku pêkhateya neteweyî û mezhebî ya sûriyayî ya herî mezin “tê webike”, bi hêviya ku  vê desthilatdariya (Heyet Tehrîr El-Şam) rewa bike û xwe ji rewşa xwe ya dorpêçê xelas bike. Ev rewşa dorpêçêbûnê jî Tehrîr El-Şam berê dema ku li Idlibê serwer bû pê dihisiya, ji ber ku komeke îdeolojî ku  dersînor hate avakirin û itîrafê bi niştimanî û birêvebirina gel nake, ji ber ku ew li ser esasê selefiya cîhadîst radibe û piştgiriya wê di nava gelê Sûriyayê de tune ye û tu kes tune ye ku bawerî bi hizirên wê dike û parastina wê dike.

Dixwazin ku Sûriya wekî piranî û kêmnetewe were avakirin, ango pêkhateya herî zêde ya yekgirtî li pişt desthilatdariyê be ku îradeya xwe radestî desthilatdariyê bikin, lê “kêmnetewe” dixwazin ji hev belav bibe, dorpêçkirî be û westiyayî be û li dervayî hevsengiyan be. Desthilatdariya demkî ji bo vê yekê pêk bîne, bi awayekî zanebûn asta xîtaba netewperestî ya mezhebî bilind dike û fişara çapemeniyê di heman alî de zêdetir dike, herdem xwe dispêrin gelek çîrokan ku wekî rastî nîşan didin çênabe guman pê çêbibe an jî li dij wê derkevin. Ev hemû jî bi armanca gurkirina çîna erebî ya sunî  û bihêlin ku li pişt “dewletê” bisekinin! Li kêleka ev rêbazê di “xebatên siyasî de”, desthilatdariya demkî bi domdarî mîrasa siyasî ya sûriyayî ya opozîsyonê binax dike, bi rêya dûrxistina partiyan û hêzên niştimanî yên dîrokî ji rojevê û jiholêrakirina wan di xîtaba siyasî û ragihandina fermî de. Ew herwiha rê li ber geşbûna civaka sivîl digire, li dijî jinan şer dike û rê li ber xuyakirina wan di çarçoveyên sûriyayî yên berfireh de digire û ji herêmîbûn, mezhebperestî û neteweperweriyê derbas dike û di encamê de jî, têkbirina hemû hewldanên avakirina jiyana siyasî ya sivîl û niştimanî. Desthilatdarî armanc dike ku bi çareserkirina têkiliyên herî nizm û daketina binî ya civakê “zemînekê” biafirîne, li wir ji aliyekî ve eşîr û şêxan wekî avahî û baregehên xwe û ji aliyê din ve jî wekî amûrên zordarî û çavtirsandinê ji bo dijberên xwe yên siyasî, ji nû ve saz dike.

Tiştê niha ji desthilatdariyê kêm zemîna gelêrî ye, ji ber ku ew dizane di nava îzoleyê de ye û tu kokên wê di civaka Sûriyayê de tuneye. Herwiha, asta biyanîbûna ku ew dijî jî û bajarên Sûriyayê yên sunî yên ku wê red bikin jî dizane. Ji ber vê yekê jî xwe dispêre aliyên paşguhkirî di nava gel de, çînên xwedî derfetên kêm ku ketibûn nava şerûmercên şer û jiyana kampan, bê ku perwerde bibin û nirxên hemwelatîbûn û jiyana hevbeş û qebûlkirina cudabûn û pirrengiyê, qebûl bikin. Ji bilî karên teorîk ên wekî propogandeya ragihandinê û sorkirinê bi armanca gurkirina pêkhateya ereb ya sunî, desthilatdarî berê xwe dide hin tedbîrên piratîk ji bo ku destekê bide xîtaba xwe ya ragihandinê û siyasî bi hin tiştên ji rastiyên li ser erdê.  Mînaka wê tiştê li Siwêdayê çêbûn, ji êrîşên li dij welatiyên duruzî û bikaranîna eşîrên bedewî, ji bo tevgerkirina komên ji dervayî qanûnê û dervayî zagona qebîlî ya erebî (ku hinek ji wan mîrên şer ên xwecihî wan bi rê ve dibin, ku beriya çend mehan fermandarên komên girêdayî Pasdarên Şoreşê ên Îranê bûn) ji bo êrîşkirina li dij çiyayê duruziyan û zulim û zordariya li dij pêkhateya duruzî ya sûriyayî. Bi tu awayî bêguneh nebû ku rayedar li ber çavên gelê Sûriyayê û raya giştî ya ereban razîbûna xwe ya ji bo derxistina malbatên bedewiyên sunî ji Siwêdayê nîşan bidin.

Pesendkirina koçberkirina bedewiyan ji Swêdayê xizmeta vegotina rejîmê ya “komploya kêmneteweyan” li dijî “piraniya sunî” dike. Ev vegotin/plana ji bo veqetandina mezhebî û etnîkî ji hêla rejîmê ve tê meşandin, bi armanca afirandina herêmên paqij ku ew bikaribe pêkhateyên xwe yên pêkhatî bi wan kêmneteweyên ku ew wekî newefadarê dewleta navendî û yekfikir dibîne “biguhezîne”, ên ku ebi hevkariya aktorên derveyî dixebitin da ku şekil bide û xurt bike.

Bê gûman desthilatdariya demkî ya Şamê zehmetiyan dibîne di leşkerkirina pêkhateya ereb a sunî taybet li bajarên mezin wekî “Şam, Heleb, Humis û Hemayê” di çarçoveya planên ku diyar dibe bi awayekî balkêş ji metoda “rêveberiya hovane” tê ya ku ji aliyê teorîsyenê cîhadîst Ebû Bekir Naçî, tê. Diyar dibe ku desthilatdarî wekî di pêvajoya xwe ya yekem de ji wê metoda (kîn û westdandin) ku aloziyan çêbikin ji bo civakê xwecihî ji hev bixin û wan bigihînin pêvajoya “nebûna qanûnê”, bi armanca destwerdana bi hêz a rêvebirina hovane li gorî rêgezên di wê “Manîfestoya” cîhadîst a navdar de. Herwiha, planên desthilatdariyê, rûbirûyê gelek binpêkirinên hovane derheqê welatiyên ereb ên sune tê, ji girtin û kuştinê bigire, heta êrîşkirina li dij mizgeftan ji bo sererastkirina pratîkên ayînî û rêbazên nimêjê û xwendinê. Di heman demê de, bi xerabkirina şahiyên zewacê û êrîşên li dij beşdaran sînordar namînin û zulim û zordarî li hunermendan û endamên tîmên mûzîkê dikin! Wekî van binpêkirinan êdî bandora xwe di nava civakên erebî yên sunî de jî derdikeve holê û rewşeke ji  nerazîbûnê li dij desthilatdariyê derdikeve pêş, ku desthilatdarî dixwaze nêrîna xwe ya tundraw û hizira xwe ya tarî li ser xelkê feriz bike, ku di tevahiya jiyana xwe de bi awayekî nerm jiyana xwe ya olî dewam dikirin. Dibe ku beşdariya gel a kêm, an jî pir kêm, di xwepêşandanên ku ji hêla rayedaran ve hatine xwestin da ku piştgiriya girseyê ji wan re nîşan bidin, asta hêrsa li hember siyaset û kiryarên vê desthilatdariyê nîşan bide, ku hema hema ji pevçûnek bi pêkhateyek sûriyayî re dernakeve holê berî ku bi pêkhateyek din re bikeve pevçûnek nû, bêyî ku behsa sînordarkirinên berdewam ên li ser sûriyayiyên Sunî ji bajar û bajarokên mezin were kirin.

Wekî her car ku ji rastiyê dirive û rastiyan berovajî dike(rapora komîteya rastiyên bûyerên beravê, çîroka fermî ya derbarê Siwêdayê..hwd) heta niha desthilatdarî ber xwe dide derve, ku peywendî û serdanên diplomatîk wekî destkeftiyên gelê Sûriyayê qezenc kiriye, yê ku ketiye nava şerên navxweyî û bandorên rûbirûnê û ne peydabûna ewlekarî. Di heman demê de, desthilatdarî di bone û merasîman de, ku bûye bi awayekî rojane, balê dikişîne li ser peymanên avakirina bi milyarên dolaran (metroyek, berfirehkirina balafirgeha Şamê ya navdewletî, avakirina bircên mezin li paytextê..hwd). Desthilatdarî bi vê yekê xwe dide nîşandan ku hemû doz û pirsgirêkên navxweyî çareser kiriye û dewleta qanûn û saziyan bi cih kiriye, ku taybetmendiyan di ber çavan re derbas dike û karûxebat bi awayekî nenavendî, hêsan û zelal tê meşandin, tenê projeyên mezin mane wekî birc û balafirgehan, piştî pêkanîna “serkeftina gewre” ya “nasnameya dîtbarî” ya dewleta nû! Rastî ew e ku mijûlbûna eşkere ya rayedaran bi avakirin û ji nû ve avakirinê ji bilî revînek ji daxwazên mezintir ên bidawîanîna zilm û komkujiyên li ser sûriyayiyan, derketina ji qonaxa veguhêz û qebûlkirina konferansek lihevkirina neteweyî ji bo destnîşankirina kontûrên dewleta heyî, azad ji rêbaza “hêzdarkirinê” ya ku ji hêla rayedaran ve tê şopandin, ku hewl didin pêkhateya erebên sunî yên Sûriyayê bikişînin da ku bibe amûrek ji bo bidestxistin û xurtkirina vê hêzdarkirinê, tiştek din nîne.

Wiha xuya dike ku retorîka seferberkirin û handana pêkhateya ereb a sunî, piştî “seferberiya giştî” û “panîka eşîrî” û spasdariya serokê veguhêz ji bo komên “alîkar” ên ku li Siwêdayê êrîşî pêkhateya durzî kirin, li wir mirov kuştin û şermizar kirin, bûye siyasetek eşkere û veşartî ya rejîmê. Di encama vê retorîka de, şaneyên DAIŞê bi eşkereyî dest bi xuyakirinê kirin, sembol û dirûşmeyên xwe hilgirtin, wekî beşek ji pêlên êrîşên ku ji hêla rejîmê ve li deverên peravê, gundewarê Şamê û Siwêdayê hatine destpêkirin û têne destpêkirin. Grûpên tundrewtir dest bi derketinê kirin, bi eşkereyî banga paqijkirina etnîkî û tasfiyeyê kirin. Nimûneyek ji vê yekê koma “Ensar El-Suna” ye, ku ji rêzên (Heyet Tehrîr El-Şam) veqetiya, ku berpirsiyariya bombebarana Dêra Mar Îlyas li Şamê girt ser xwe û dest bi belavkirina propagandayê li ser kanalên cîhadîst kir ku şervanan li dijî pêkhateyên olî û mezhebî han dide, rejîmê xiyanet dike û wê bi “îstîsna û teslîmbûna zalim” tawanbar dike! Di nav vê hemû dîmenê de û ji bo bidestxistina armanca mezintir a mayîna li ser desthilatdariyê, desthilatdarî berdewam dike – û bi bêhêvî hewl dide – ku xwe bi siyaseta xwe ya bijare ve girêbide, ku ew jî berdewamkirina xebata wekî komeke fonksiyonel e, bi “hîleyên destan” ku ew wekî hunerek ku ew bi tevahî jê haydar e, di avakirina têkiliyan de bi welat û meydanên ku berjewendî û ajandeyên wan bi laşê welat û gelê Sûriyayê re nakok in, dixebite.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN