• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Şerê Umewî-Ebasî di Sûriyaya nûjen de

August 7, 2025
Şerê Umewî-Ebasî di Sûriyaya nûjen de
Share on FacebookShare on Twitter

Made bi erebî jî heye العربية

Metodekî herî xeternak bi ser erdîngairya siyasî li Rojhilata Navîn re derbas nebûye “netewe dewlet”ya nûjen e, ew formula ku di sedsala 19an de li Ewropayê hatiye damezrandin û derbasî hawîrdorên pirreng ên wekî welatên Şamê û Anatolyayê û cîranên wan, bûye. Berovajî împaratoriyên kevn an jî sultaniyetên kevneşopî ku xwe dispartin sîstemeke desthilatdarî ya xwedî pirrengiya çînan, ku ev yek jî dihişt etnîk û mezheb di bin sîwana desthilatdariya jor de bi hev re bijîn, lê netewe-dewlet hat û mentiqê xwe yê dûrxistina civakên pirrengiya siyasî, feriz kir. Di encamê de, netewe dewlet qirkirin, koçberkirin û asîmilesyona bi darê zorê xist rojeva xwe ya rojane û heta ya fiqhî jî.

Têrê dike ku em li ser sedsala 20î di vê herêmê de binêrin û bandora vê guhartinê bibînin:

Di dawiya serdema osmaniyan de, dema ku sultanet veguherî projeyeke netewperestî ya tirkî, deriyên pêkanîna komkujiyên derheqê ermenan, yûnaniyên pontûsî, suryanî û aşûriyan rewa vekir, ev yek jî di çarçveya paqijkirina qada girîng a nasnameya nû. Li Rojhilatê Deryaya Spî, hema formul dubare bû, lê bi rengekî rijandina xwînê ya kêm, lê wê li ser dema dirêj bêhtir cihê xwe girt: Erebkirina bi darê zorê kurdên li Iraq û Sûriyayê, Helandina nasnameyên xwecihî heta yên ku bi esl girêdayî erebî û sînorkirina civakên nîşaneyên pirrengiyê di nava dewletê de, lewra saziyeke desthilatdarî derket holê ku armanca xwe derbeya ewlehî  ya pêşwext li dij çi çîn û partiyên ku berisvê bidin an jî çeksaziyê di “netewe-dewleta hovane ya pêwîst” de.

Sûriya îro di lûtkeya vê çiravê de ye. Rejîm(hikûmeta demkî ya niha) tevî karakterê xwe yê selefî di dîrokê de û karaterên xwe yên cîhadîst, lê ji bilî “cilên netewe dewlet” tu rêyên din nedîtin, ji bo desthilatdariya xwe pêk bîne. Ev cil (netewe dewlet) di navendîbûna xwe bûye herî tund, ji ber ku navendîbûn desthilatdariyeke hevgirtî ava dike, bê tu astengiyên navxweyî. Desthilatek ku hebûna hêz an torên bandorê yên herêmî yên ku piştgiriyê didin dewletê û bi desthilatdariyê re wekhev in, nahêle û veguherîna dewletê bo amûrek tundûtûjiyê ya yekalî ku pisporê berdana barbarîzmê ye, asteng dike. Gelê Sûriyayê ev rûyê tazî yê desthilatdariyê ji dema serxwebûnê ve dîtin, dema ku dewlet veguherî alava leşkerî-ewlekarî li dij civakên xwe û ev yek bi Beşar El-Esed re gihaşte lûtkeya xwe û heta roja îro bi desthilatdarên nû re dewam dike, piştî bi dehan salan ji hevxistina hemû girêdanên asoyî û navendên xwecihî yên serbixwe.

Li beramberî vê yekê jî, dîtina nenavendî çi ya ku ji aliyê kurdan ve hatiye pêşkêşkirin an jî nêrînên xwecihî yên xwerêveberiyê di nava duruzî û elewiyan de, wekî berxwedaneke bingehîn li dij vê metoda otorîter a sextkar e. Ev nêrîna berxwedanê, ne tenê rêveberiyeke xwecihî pêşkêş dike, lê belê cewherê felsefeya netewe-dewletê di rojhilat de, têk dibe, ku ev felsefe pirrengî wekî xeteriyeke hebûnê dibîne, ne tenê aciziyeke siyasî ye. Di vir de jî cewherê şerê Sûriyayê yê hemdem diyar dibe: Şerê di navbera metoda navendî ya yekalî ku dixwaze desthilatdarî û nasnameyê bixe destê xwe û di navbera metotda neavnedî ku dixwaze hêz ji nû ve were belavkirin û pirrengî were qebûlkirin, wekî bingehekî xwezayî ya welat.

Ya herî girîng yekîtiya xîtaba dijî-navendîkirinê di navbera aliyên ku bi awayekî nakok xuya dikin de ye: Beis, Ixwan El-Misilmîn û tevgerên Selefî. Ev hemû hêz, tevî nakokiyên xwe yên îdeolojîk, di parastina navendîbûna dewletê û di gotareke nefretê ya hevpar de li dijî civakên ku daxwaza naskirin û temsîlkirina xwe dikin, li hev dicivin. Li vir, tiştê ku dikare wekî “pêkhateya emewiyan a hemdem” were binavkirin derdikeve holê. Ev avahiyek sembolîk e ku dişibihe modela Emewiyan a kevnar, ku li dora demarekî eşîrî yê bi Şamê ve girêdayî ye, ku li dijî derdoran, di nav de ew eşîrên ereb jî, tecrîdê pêk tîne. Manîpulekirina navdar a desthilatdariya Emewiyan a li ser dubendiya Qeysî-Yemanî bû sedema hilweşîna wê û dawiya wê bêtir bi destên Xurasaniyan tê ji destên Sûriyayiyan. Berevajî vê, “pêkhateya Ebasî-Xurasaniyan a hemdem” krîstalîze dibe, ku ji hêla hêzên cihêreng ên derdoriya Sûriyayê ve tê temsîl kirin, ku li parastina siyasî û çarçoveyek berfirehtir ji bo tevgerê li derveyî navendê digerin.

Lewra, “Umewiya hemdem” di nava xwe de selefî, Ixwan El-Mislimîn û Beisê dihewîne, ango hemû şeplên ku di nava xwe li ser navendîbûna dewleta erebî-sunî, an jî netewperestiya yekalî li hev kirine. Di heman demê de, selefî, Ixwan û El-Mislimîn di xîtaba nefret û hovîtiya li dij çi pêşkêşkirineke pirrrengî û nenavendî digihin hev û dibînin ku ji mafê wan e qirkirinê û sebî bi kar bînin, wekî cureyekî ji azadiya vegotin û rêbaz.

 Lê “Ebasî-Xuresaniya hemdem” di nava xwe de hêza ku derdoriya sûriyayî temsîl dike, dihewîne: Kurd, elewî, duruzî û suniyên ne di bin sîwana umewiyan de, ango bloka ku di dîrokê de li parastina siyasî ji navendê digeriyan û ev hêzên nenavendî berdewamiya nûjen a bingeha tevgerên Ebasî-Xureasnî, ku Umewî têk birin yên ku guhartin red kirin û nexwestin ku li gorî pirrrengiya navendên hêzên û serwerî û nasnameyê bin.

Ev rûbirûbûn di navbera “umewiya hemdem” û “ebasiya-xuresaniya hemdem” de ne îdeolojiyeke, bi qasî ku mecazî ye. Herwiha, berdewamiya dînamîkek kevn li Rojhilata Navîn eşkere dike: Şerê di navbera navendîbûna yekalî yê bi feqeh û fetweyan sextekarî dike û di navbera yê ku pirregniya hatiye paşguhkirin ku daxwaza itîrafkirina siyasî dike. Bê çareserkirina ev parçebûna dîrokî ya kûr, wê metoda netewe-dewletê li Sûriyayê bi domdarî aloziyan biafirîne û tundiyê hilberîne, her gava ku xwe bi şiyana bikaranîna azadiya xwe ya tunekirinê bixapîne.

Di tevahiya dîrokê de tu formulek ji bo şêwe û têgiha dewletê di dîroka qirkirinê di rojevê de rewa nekiriye wekî “dewleta neteweyê ya sextekar” a ku bi erdnîgariya Rojhilata Navîn û Anatoliyayê û derdora wan a civakî piralî ve girêdayî ye. Tevî naveroka selefî ya desthilatdariya nû li Sûriyayê û peydabûna bijateyên guhartin û beşdarbûnê, lê tenê “netewe-dewlet” hilbijart, bi navendîbûneke zêdetir, ji ber ku navendîbûn saziyeke tundî ya yekalî ava dike, bê ku kesek li pêşiya hovîtî û azadiya wî ya di qirkirinê de, bisekîne. Şerê îro li Sûriyayê jî li derdora du formulên dewletê ye, navendî û nenavendî, qirkirin û mayîn. Ji ber vê yekê jî, em dibînin di xîtaba nefretê de ya di navbera selefî, ixwan û Beisê de yekbûnek heye –”Hêmanên avakirina umewiya nûjen” li dij kesên ku banga nenavendîbûnê dikin; sune, kurd, elewî û duruz ku ev jî hêmanên “avakirina ebasî-xuresaniya hemdem” in. Ev rûbirûna di navbera umewî û ebasiya xuresanî de li Sûriyayê, berdewamiyeke mecazî ye, ne îdeolojîk e, lê ne xeyaleke dîrokî ye jî.

Kokên guhertoya neteweperest a serdest li Şamê, ku dirêjkirinek ji dîroka navendî ya Sûriyeyê ye, ne berhema Partiya Îtîhad û Tereqî ne, tevî xuyangkirina hovane ya tundûtûjiya rêxistinkirî û mezhebî ya komê piştî têkçûna karesatbar di Şerê Îtalyayê û Şerên Balkanan de di navbera 1911 û 1913an de. Digel vê yekê, elîtên tirk û ereb têgihên “netewe” ji bermayiyên teorîsyen û fîlozofên li Almanya û Fransayê hildan. Ev raman û pêşniyazên “Ronakbîriyê” yên ewropayî di wê demê de, bi aliyekî psîkolojîk ê hêrsbûyî, hatin formulekirin da ku dewletên ku îro wekî xwe mane, ava bikin: Referansên olî û eşîrî yên bi hev ve girêdayî û xwedî bingehên hov meyla sûc li dijî parvekirina desthilatdariya siyasî. Ew her formulek nenavendî wekî hilweşîna siyasî ya hebûna dîrokî ya afirandî dibînin.

Di sed salên borî de, modela “dewleta neteweyî”, di guhertoya xwe ya herî xwînî û têkçûyî de, li Rojhilata Navîn rûmeta xwe dîtiye. Tevî têkçûna wê ya mezin di pêşketin û serweriya hiqûqê de, ev dewlet di guhertina rewşa gel de ber bi baweriya bi paqijiya dewletê û qedexekirina pirsîna cewhera wê û karakterê wê yê siyasî yê yekalî li ser bingeha rakirina cihêrengî û pirrengiyê serkeftinek bêhempa bi dest xistiye. Serkeftina wê gihaştiye wê astê ku zihniyeta tevgerên opozîsyon guhertiye, dema ku dor tê ser guhartina nasnameya dewletê ji hebûnek nijadperest û serdest bo dewletek neteweyî ku ji gelek gelan pêk tê ku cîhek erdnîgarî ya hevpar parve dikin, bûye kopiyek tam a xwe.

Ji ber vê yekê, axaftina li ser têkçûna dewleta neteweyî li rojhilat serkeftina vê modelê di xurtkirina nijadperestî û nefretê û veguherandina wan bo çandek giştî bi belavkirina agahdariya şaş di yek alî de û amadebûna hebûnên civakî û neteweyî ji bo parastina xwe ji qirkirin, kuştina girseyî û koletiyê têk dibe.

Qeşmeriya Umewî hewl dide ku dewleta neteweyî “neteweyî” be ne “dewletek niştimanî”. Sûriya bi xapandinê, ango bi xapandina suniyan bi xwe, suniyên neteweperest û sivîl, dê were erebîzekirin, ji ber ku peyama desthilatdariya nû ew e ku erebîzma xeyalî – û nerast – ya umewiyan her kesî dihewîne, li şûna ku rêya avakirina dewletek yekgirtî bi pirrengiya naskirî ku rastiya Sûriyayê nîşan dide bişopîne. Ji ber vê yekê, rizgarkirina Sûriyayê ji qonaxek nû ya hilweşînê bi bidawîkirina wesayeta yekalî li ser şikl û naveroka dewletê ve girêdayî ye. Berxwedana Rêveberiya Xweser dê tenê bersiva vê berhemdana tundiyê ya êrîşkariya navxweyî be, ku jixwe ji komên çekdar ên Sûriyayê di civakek di hemî astan de perçebûyî de diherike û ku tenê bi erebîzma vekirî û şaristanî dikare were rizgarkirin. Ji ber vê yekê, îhtîmal e ku Rêveberiya Xweser li rojhilatê Firatê bimîne û ji bo berxwedanê hincetên pir bihêztir ji sedemên entegrasyonê hebin, heya ku “dewleta êrîşkar” heta niha tenê vebijark bimîne, di heman demê de hewldanên ferzkirina nijadperestiyê li ser dewleta nû ya Sûriyayê berdewam dikin. Kî xwedî berjewendiya dîtina rêveberiyek baş li erdnîgariyek Sûriyayê ya tijî derfetan e?

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN