• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Sê kesên ne ataturkî mirûzên Tirkiyaya nû nîgar dikin

August 5, 2025
Sê kesên ne ataturkî mirûzên Tirkiyaya nû nîgar dikin

Endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di merasîma şewitandina çekên fermî de li Silêmaniyê, Başûrê Kurdistanê | AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Made bi erebî jî heye العربية

Ne tesadufî bû dema ku serokê MHPyê li Tirkiyayê di 22yê cotmeha 2024an de bang li rêveberê PKKyê Ebdulah Ocalan kir ku “Li pêşiya parlamentoya Tirkiyayê biaxive û têkoşîna çekdarî û fesixkirina PKKyê ragihîne”. Di heman rojê de, bi lidarxistina lûtkeya dewletên BRICS li bajarê Kazanê yê Rûsyayê, lîstoka Tirkiyayê ya di navbera Koşka Spî û Krimilinê de bi dawî bû, ku di ev lîstok di 9ê tebaxa 2016an de bi lûtkeya di navbera herdu serokan Pûtin û Erdogan hate lidarxistin. Ev yek jî pêk hat, dema ku deriyê BRICS li pêşiya tevlîbûna Tirkiyayê di nava rêxistinê de hate girtin. Ev yek jî bi awayekî eşkere hate ragihandin, dema ku Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov beriya sê hefteyan got: “BRICS hebûneke ji dewletên xwedî têgihaştinên hevbeş pêk tê. Herwiha, endambûna vê rêxistinê, divê helwestekî li dij hwelsta Ewropayê ya derbarê Ukranyayê bigire” (Rojnameya “Zeman” kopiya erebî, 30 îlonê). Ji aliyekî din ve jî, beşdarbûna Îranê bi Rûsyayê re ya redkirina daxwaza Tirkiyayê, balkêş bû.

Li vir, piştî çend saetan ji ragihandina Bahçelî, Serokkomarê Tirkiyayê Recep Tayyip Erdogan piştgirî da însiyatîfê. Cihê matmayîbûnê ye ku xwediyê vê însiyatîfê yê partiya netewperest a toranî ye û xwedî helwestên şovenîst ên li dij kurdan e û girêdanên wî bi saziyên leşkerî û dewleta kûr re heye, piştre yekser Erdogan piştî da vê însiyatîfê. Ev herdu mijar jî nîşaneyên li ser cidiyetê nîşan dan û wekî encama lêvegereke mezin di nava desthildariya dewleta Tirk de, nîşan dide.

Heger ku em bi paş de vegerin, em ê bibînin ku bidawîbûna siyaseta “Çûyîna Tirkiyayê ber bi Rojhilat ve” di wê roja civîna Kazanê de, şiroveyeke nû li ser aloziya rola Tirkiyayê ya navdewletî ye. Tikiyaya nûjen ji dema damezrandina xwe ya sala 1923yan de li dij Bolşevîkan, roleke erkdar di destê Birêtaniyayê de, dilîstin. Herwiha, derketina nîşaneyên Şerê Cîhanê yê Duyem, bêalîbûna Tirkiyayê ji aliyê London û Parîsê ve di nîvê duyem ê salên 30î de hate kirîn. Piştre, erka Tirkiyayê di salên destpêka 50î de li dij Sovyetê ji aliyê NATOyê ve hate bikaranîn û piştre hewldana avakirina”NATOya Rojhilata Navîn” bi rêya”Hevalbendiya Bexdadê”ya sala 1955an, çêbûn.

Bi bidawîhatina Şerê Sar û serkeftina Koşka Spî li ser Kremlinê di sala 1989an de, Tirkiyayê rola xwe ya erkdarî di têkiliyên navneteweyî de winda kir. Serokkomar Turgut Ozal, demek kurt berî mirina xwe di sala 1993yan de, îdia kir ku “Tirkiya aîdî cîhaneke tirkî ye ku ji Deryaya Egeyê heta Tirkistana Çînê dirêj dibe,” da ku rola Enqerayê bi Washingtonê re di organîzekirina herêmeke jeopolîtîk a ji hilweşîna Sovyetê derketî de misoger bike. Ev astengiya erdnîgarî di navbera dijminê kevin ê amerîkayiyan, Mosko û dijminekî potansiyel ê aborî yê ku amerîkayiyan dest pê kiribûn li Çînê hîs bikin de ye.

Piştre, serokwezîrê îslamî Necimdîn Erbekan di sala 1996 û 1997an de hate û pêşniyaz kir ku Tirkiya ber bi başûr ve biçe, ango ber bi Îran, Iraq û Sûriyayê ve, lê bi derbeya 28ê sibata 1997an ve bi razîbûna Tirkiyayê ew têk çû. Piştî wê Erdogan û partiya wî sala 2002yan hatin û ji Amerîkayê re (ku bi derbeya 11ê îlona 2001ê şok bûbûn) pêşniyaz kir ku “Şagirtên Hesen El-Bena ew dikarin li pêşiya El-Qaîda Bin Ladin û El-Zewahrî bisekinin”, ew jî kelûpelên Erdogan in ku Amerîka ji wî kir, li beramberî wê jî destek da wî di rewşa navxweyî de li dij hevalbendên wan ên kevn di saziya leşkerî ya Tirkiyayê de.

Piştre serokkomar Erdogan ew navbeyankar bû piştgirî da Amerîkayê ji bo îslamî li Tûnis û Misirê di sala 2011 û 2012an de bigihêjin desthildariyê û beşdariya wan di Lîbya û Yemenê de. Lê dema ku Washington piştgiriya xwe ji îslamîstan vekişand û parastina derbeya 3ê tîrmeha 2013an li Misirê kir, ev yek destpêka aloziya di têkiliyên Tirkiya û Amerîkayê de bû. Ev alozî di 8ê kanûna 2024an de bi dawî bû, dema ku Washington serpereştiya gihandina îslamîstan li desthilatdariya Sûriyayê bi hevkariya Enqereyê, kir. Ev yek jî wekî drbeyeke li dij Mosko û Tehranê bû, mirov dikare wekî derbeyeke tolhildanê ku Erdogan bi vê yekê bersiva derbeya Kazanê ya Rûsya û Îranê beriya meh û nîvekê da. Eger ku Qahîreya 2013an destpêka aloziya Erdogan bi Amerîkayê re, lê lihevkirina wan bi hev re di Sûriyayê de piştî Beşar El-Esed, lihevkirina wan di pêvajoya 2002-2013an de tîne bîra mirov.

Li vir îhtîmala herî mezin ku însiyatîfa Bahçelî xwe dispêre dersên kûr, ne tenê dersên ji windakirina erkên Tirkiyayê di têkiliyên navdewletî yên ku ji sala 1991ê de hate destpêkirin, lê belê xwe dispêre aloziya kûr a dewleta Tirkiyayê ji dema damezrandina wê ya sala 1923yan de, li ser destê wezîrê karê derve yê Birîtaniyayê Lord Curzon, belê, ew ji krîza avahîsaziyê ya dewleta Tirkiyê ji damezrandina wê di sala 1923yan de ji aliyê Wezîrê Derve yê Brîtanî Lord Curzon ve tê, dema ku rola derve ya dewleta Tirkiyê parastina navneteweyî û destkeftiyên aborî peyda kir, ku ev yek ji bo veşartin an sivikkirina lawaziya navxweyî ya dewleta Peymana Lozanê xizmet kir.

Dema ku di hundir de teqîn çêbûn di salên 1925an, 1930, 1937-1938 û di sala 1984-2024an, hêzên derve lez dikirin da ku hilweşandin an jî perçebûn çênebe. Heta dema ku Erdogan Amerîka razî kir li Lîbyayê li dij Rûsyayê, ku Rûsya piştgirî dida lîwa Xelîfe Hefter li Rojhilat, dema ku Rûsya di Sûriyayê de 2016-2020an Tirkiya razî kir û Tirkiya jî Rûsya razî kir, ev yek Amerîka hêrs kir, lê ev lîstoka di navbera du benan de Tirkiyayê gelek jê sûd wernegirt. Tirkiya ku bi Rûsya û Îranê re di Sûriyayê de nêzî hev bûn, lê di şerê Azerbîcan-Ermenistanê 2020-2023yan, li dij hev bûn.

Dibe ku yek ji sedemên ku gihaşt Bahçelî û bi wî re jî Erdogan vê insiyatîfê bavêje, tirsa ji valahiya hêza Îranê di herêmê de ye, piştî têkçûna hevalbendên Tehranê li Xeza û Lubnanê di payîza 2024an de Ev tirs, digel lêçûnên potansiyel ên Tirkiyayê yên dagirtina vê valahiyê bêyî alîkariya Enqerayê, dikare bibe faktorek, nemaze li Sûriyayê. Îhtîmala herî mezin jî ku ev sedema ku hişt Enqera bi awayekî lez bi Washington re prosesa hilweşandina Beşar El-Esed di navbera 27ê mijdar-8ê kanûna 2024an amade bike. Ev proses Erdogan wekî xiyanet ji hevkarên xwe yên li Astana û Sochi re ango Pûtin û Xamineyî bi nav dike û derbeyeke mezin bû li dij wan, lê ev yek ji bo Washington gelekî pêwîst bû ji bo bidawîkirina eksena Îranê û lawazkirina Rûsyayê, beriya danûstandinên derbarê Ukranyayê de.

Lê şîroveya kûrtir a destpêşxeriya Bahçelî ew e ku Tirkiya, welatekî ku ji derve ve diherike, êdî ne kêrhatî ye heya ku hundirê wê nazik be û ku dermanê êşa navxweyî ya Tirkiyayê di dermankirina nexweşiya wê ya mezintir de ye, ew jî ew e ku ew komareke ku ji hêla îdeolojîk ve li ser neteweperestiyeke jiholêraker û dûrxistinê di civatek pir-etnîkî de hatiye avakirin.

Lê balkêş bû ku ev yek ji aliyê rêveberê partiyeke neteweperest a tirkî ya toranî û ji aliyê rêveberekî partiyeke îslamî were destpêkirin û însiyatîfa wan ji bo rêveberî dîlgirtî di giraveke dorpêçî û dûr de be. Ew jî rêveberê partiyeke marksîzm bi meyla neteweya kurdî ve girê da, lê piştre di sedsala nû de di zindana xwe de, teoriya “Neteweya demokratîk” pêşkêş kir, ya ku dibêje welat tu nasnameya xwe ya neteweyî tuneye, welatekî ku hemû welatî tê de bi awayekî azad û wekhev di aliyê siyasî de bijîn û hemû netewe, etnîkî, ol û mezhebên wê di rewşeke pirrengiya azadiya çandî-zimanî bijîn.

Ev hersê bi ataturkîzmê re li hev nakin. Gelo ew ê li hev bikin, nemaze piştî ku Birêz Ocalan di 27ê sibatê de nîşanên erênî da destpêşxeriya Bahçelî-Erdogan û dû re Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 12emîn kongreya xwe ya gulana borî de bersiveke erênî da. Cemîl Bayik, hevserokê Konseya Rêveber a Yekîtiya Civakên Kurdistanê (KCK), piştî ku kongreya partiyê li hev kir ku “avahiya rêxistinî ya partiyê hilweşîne û têkoşîna çekdarî bi dawî bike”, ragihand ku ew ê “çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên siyasî û yasayî” bidomîne (Ajansa Nûçeyan a Hawarê, 18ê Gulanê).

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN