• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Nameya Ocalan.. sererastkirina têkiliya hezar salî ya di navbera kurd û tirkan de

July 15, 2025
Nameya Ocalan.. sererastkirina têkiliya hezar salî ya di navbera kurd û tirkan de

Ocalan û hevalên wî li girtîgeha Îmraliyê di dema xîtaba aştiyê de | AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Made bi erebî jî heye العربية

Nameya bi vîdyo ya ku rêberê kurdan Ebdulah Ocalan di 9ê tîmehê de pêşkêş kiriye û tê de xalên ji bo dewleta Tirkiya û tevgera kurdan hebû, temamkirina banga “Aşitî û civaka demokratîk” a ku Ocalan di 27ê sibatê de dest pê kiriye. Ev bang veguhartineke mezin di doza kurdan de ya ku ev 100 sal e li Tirkiyayê li dar e, çêkir, ji ber ku di bangê de bidawîkirina têkoşîna çekdarî, destpêkirina pêvajoya têkoşîna nû li ser esasê “jinûvebicihkirin” û avakirina têkoşîna kurdan û dewlet bi ber vekirina asoyên xebatên siyasî û itîrafkirina nasnameya kurdî bir, herwiha hişt ku parlamento bibe tekane cihê ji bo çareserkirina dozan û krîzên berdewam ên bi dehan salan e ev pirsgirêk komî ser hev bûne.

Xwendina Ocalan a pêşgotinê di wê nameya bi vîdyo de (ku cara yekem ji dema revandina Ocalan di sala 1999an de, Ocalan bi deng û vîdyo derdikeve) wekî encama lêvgera ku wî kiriye, çi li ser dîroka PKKyê, an jî rastiya gelê kurd li Tirkiya û dervayî wê, an jî guhartinên ku di hundirê û li tevahiya herêmê çêbûn. Ocalan dîtineke bi giştî pêşkêş kir, beşek jê rexnegiriya PKKyê bû û di beşê din de, mekanîzmeya derbasbûna doza kurdan di rojeva saziyên qanûnsaz di komara Tirkiyayê de. Herî dawî jî, Ocalan li ser çawaniya sererastkirin û “xurtkirina” têkiliya dîrokî ya di navbera kurd û tirkan de nirxand, ku herdu damezrînerên  dewleta heyî ya bi navê Tirkiyayê ne.

Bi awayekî giştî, mirov dikare xalên sereke yên di peymana Ocalan de bi vî awayî bîne ziman:

Yekem: Înisyatîfa “Aşitî û çareseriya demokratîk” beşek ji şoreşa rizgariya kurdan bû, ku Ocalan bi xwe ev 50 sal in bi rê ve dibe û dibîne ku ji erka şoreşgerî û exlaqî ye, rêya wê ber bi rêyeke nû ve bibe, li gorî pêşketinên li herêmê û cîhanê. Herwiha, bi awayekî ku parastina aşitiya civakî ya di navbera kurd û tirkan  û tevahiya gel û pêkhateyên herêmê bike û garantiya ku bi hev re bijîn bike û pireke xurt ji hezkirin û biratî di navbera wan de, çêbike.

Duyem: Danûstandinên ku dewleta Tirkiyayê bi Ocalan û tevgera kurdî di çarçoveya pêvajoya aşitiyê de dike ku bi daxwaza dewleta Tirkiyayê hate destpêkirin (banga Bahçelî di 22yê cotmeha 2024an de), naskirina doza kurdan û Ocalan -û piştre PKK û DEM Partî- ew nûnertiya kurdan dikin. Lewra, prosesa çareseriya demokratîk a dîrokî, divê li ser esasê baweriya herdu aliyan û diyarkirina niyeta baş be.

Sêyem: Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), ku ji bo têkoşîna li dij siyaseta înkar û jiholêrakirinê ya ku ji hêla hemû hikûmetên Tirkiyayê ve li dij gelê kurd dihat meşandin derket holê, armanca dîrokî û objektîf a derketina xwe ya ser dikê bi dest xist. Wê vegotina fermî ya Tirkiyayê ya “veşartina Kurdistanê” û jiholêrakirin û tepeserkirina nasname û zimanê kurdî ji holê rakir. Bi çek û çalakiyên leşkerî li dij makîneya şer û zilmê rû bi rû bû, heta ku Tirkiyayê rastî û rastiya hebûna kurd qebûl kir û bêwatebûna şer û çareseriya leşkerî fêm kir, dest bi diyalog û siyasetê kir, ji bilî Ocalan û PKKyê, du aliyên sereke yên kurdan û pirsgirêka kurd li Tirkiyayê, kesek din nedît.

Çarem: Divê hemû alî û gavên piştî bûyera dîrokî ya hilweşandina PKKyê û ragihandina devjêberdana wê ji têkoşîna çekdarî, tevî mekanîzmayên ji bo çekberdanê û gavên ber bi tevlîbûna di jiyana civakî û siyasî de, werin veguhastin bo reformên qanûnî û destûrî, ku ji hêla komîteyeke ku ji hêla parlamentoyê ve ji hemî blokan were damezrandin ve, werin kirin. Divê her gavek pratîkî ya ku ji hêla PKKyê ve tê avêtin bi gavek dewletê re were hevberkirin, ku bi rêya komîteya têkildar a parlamentoyê were pejirandin û qanûnî kirin. Pêwîst e ku herî zêde xweragirî were kirin û ji jihevgurkirinê dûr bikevin û hestek berpirsiyariya dîrokî were nîşandan.

Pêcem: Danîna çekan û destpêkirina pêvajoya “Aşitî û civaka demokratîk” ne tê wateya têkçûna kurdan û tevgera wan a rizgariyê, lê belê tê wateya serkeftina pêvajoya yekem ji têkoşîneke demdirêj: Pêvajoya têkoşîn û berxwedana çekdarî ku 41 salê berdewam kir. Di wê pêvajoyê de, PKK -wekî tevgereke niştimanî li gorî cih û dema xwe hate avakirin- bi çek bersiva siyasetên tasfîyekirin û jiholêrakirinê da. Ev yek jî hişt ku kurd ji tasfîyekirin û koçberkirinê werin parastin û wekî pêkhatyeke damezrîner hate pêşandan, ku dewlet neçar ma bi hebûn û îradeya wê ya siyasî itîraf bike . Ev yek jî tê wateya derbasbûna pêvajoya duyem ji rêya rizgarî û berxwedanê, ku ew jî pêvajoya têkoşîna demokratîk e û Tirkiyayê veguherîne dewleteke pirreng ku hemû welatiyên xwe hembêz bike. Di encamê de jî, ji mîrasa yekalî ya dûrxistinê ya li ser esasê serweriya nijada tirkî, were xelaskirin.

Şeşem: DEM-Partî, di parlamentoya Tirkiyayê de di asta sêyemîn de ye, ev yek jî dihêle ku bibe alava guhartinê û xwedî rola herî beriz di komîteya parlamentoyê de ya ku divê were avakirin, ji bo pêkanîna guhartinên qanûnî li beramber gavên pratîk ên PKKyê. Ocalan hêviyên mezin li ser DEM-Partiyê ava kiriye, li ser asta demokratîkbûna Tirkiyayê. Herwiha, Ocalan dixwaze ku DEM-Partî rêjeya ji sedî 20 ji dengan derbas bike bi berfirehkirina xebatên xwe yên rêxistinî, da ku bigihêje hemû çînên civakê li tevahiya Tirkiyayê. Di vê çarçoveyê de, Ocalan banga bi milyonan  karker kir ku divê DEM-Partî xwe bigihîne wan û xwedî li daxwazên wan derkeve, bi vî awayî jî bibe partiyeke giştî û karibe ku nûnertiya daxwazên wan bike û parastina wan bike, herwiha ne tenê wekî opozîsyon bimîne, lê belê bibe hikûmet û welat bi rê ve bibe.

Heftem: Ocalan azadiya xwe ya kesayetî nade pêş û ne jî armancên xwe yên sereke. Ji ber ku azadiya xwe beşek ji azadiya civakê dibîne û bi rizgarkirin û pêşxistina vê civakê bi awayekî demokratîk, wekî azadiya xwe dibîne. Ji ber vê yekê jî, Ocalan mijara derketina xwe ji zindanê, wekî nake merc li pêşiya prosesa aşitiyê. Lewra, rizgarkirina civakê ya pêwîst wekî rizgarkirina xwe dibîne. Civaka azad, ew ê deriyê zindana Îmraliyê veke.

Heştem: Ocalan bi baldarî dengê pêvajoya aştiyê ya heyî û banga “Aştî û civaka demokratîk” li Tirkiya, herêm û cîhanê dişopîne. Ew asta pesindan, teşwîqkirin û şopandina ji aktorên herêmî û navneteweyî wekî serkeftinek ji bo hêzên modernîteya demokratîk ên ku ew temsîl dike û rêberiya wan dike dibîne. Ocalan bernameyeke berfireh ji bo guhertinê li seranserê Tirkiya û herêmê pêşniyaz dike. Dema ku ew di peyama xwe de dibêje, “Em xwediyê bernameyeke teorîk in ku aliyên stratejîk û taktîkî dihewîne”, mebesta wî ew e ku ew bi xwe, bi hemû hêz û biryardariya xwe, çavdêriya pêkanîna bernameya teorîk a hêzên modernîteya demokratîk dike.

Projeya Ocalan a “Aaştî û civaka demokratîk” tevgereke resen temsîl dike ku ji hundirê gel û civakan derdikeve. Armanca wê demokratîkkirina civakên neteweyî û pêşxistina mekanîzmayên demokratîk e, bi rêya saziyên qanûndanînê, hêzên raya giştî û aktorên civakê, da ku pirsgirêkên nasnameyê û xuyangên wan çareser bike. Ew projeyek herêmî ye ku ew qas projeyek navneteweyî ye, çareseriyan ji hundir digere û nêzîkatiyên serdest û girêdayîbûna kevneşopî ya li ser hêzên derve û encamên “guherînê” yên ku ji ber destwerdanên van hêzan di çarçoveya “jinûvexêzkirina nexşeyan” de li vir û wir çêdibin red dike. Ew herwiha projeyek e ku têkiliya dîrokî ya di navbera pêkhateyên kurd û tirk de di hiş û laşê mîratgirê Împeratoriya Osmanî de ji nû ve ava û organîze dike: Ev dewleta bi navê Tirkiyayê. Ocalan dîrokê rast dike û ji bo demokratîkkirina erdnîgariyê dixebite. Ew zihniyeteke nû ava dike ku qebûl dike ku saziya ku ji pêvajoya demokratîk derdikeve divê ew be ku têkiliya di navbera welatiyan û dewletê de rêk dixe û mafên wan garantî dike, ne olîgarşiyên hevalbend ên ku desthilatdariyê bi rê ve dibin û pêşanîyan destnîşan dikin, bi mejî dilîzin û tirsa dijminên xeyalî diafirînin, ku keda bi mîlyonên mirovan li ser wan xerc dikin, bi hinceta parastina “yekîtiya netewe û welat”, lê di rastiyê de, ew xwe û derdora xwe diparêzin, û xezîneyên pereyan ên ku wan bi hesabê xwîn û hêsirên gel kom kirine, vedişêrin.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN