Sûriya.. aktorekî erebî ye an jî herêmeke serweriya Tirkiyayê ye?
Nivîskar: Dr. Tariq Hemo
Dewleta Tirkiyayê bi israr e ku “Sûriyaya nû” wekî herêmeke di bin serweriya xwe de dibîne û rejîma siyasî tê de alîgir û girêdayî wê ye. Li ser vî bingehî jî, hewl dide ku xwe di hemû cih û saziyên dewleta Sûriyayê de bi cih bike û girêdaneke xurt di navbera binesaziyên cuda yên di Sûriyayê de û di navbera saziyên rêveberî yên sivîl û leşkerî, di hundirê dewleta Tirkiyayê de, biafirîne. Herwiha, dewleta Tirkiyayê saziyeke mezin ji bo şopandina rewşa Sûriyayê erkdar kiriye, ji bo serweriya xwe çêbike û bi bandor bibe û nehêle ku rikber bikevin qada Sûriyayê.
Ev armanca Tirkiyayê vê dawiyê, rastî hebûna ereban a xurt hat, taybet ji aliyê Erebistana Siudî ve û aktîvkirina têkiliyan û kaxezên fişarên erebî ji bo berjewendiyên “Sûriyaya nû”, ji bo cezayên aborî li ser Sûriyayê rake û rêveberên wê werin erêkirin û di aliyê navdewletî de jî, bê spîkirin. Li ser vî esasê jî, hevdîtina ku di navbera Serokê Amerîkayê Trump û Serokê Sûriyayê yê demkî Ehmed El-Şeri di 14ê gulanê de pêk hat û ragihandina Trump bi navbeyankarî û teşwîqa Erebistana Siudî, ya rakirina cezayên aborî yên amerîkayî li ser Sûriyayê, ev yek serkeftineke mezin bi dest xist, ku wekî rakirina cezayan bi awayekî giştî be, ku Yekitiya Ewropayê jî da pey Washingtonê û ceza li ser Sûriyayê rakirin. Tevî axaftina Trump a li ser “şêwira” serokkomarê Tirkiyayê Erdogan di mijara rakirina cezayan de, lê Tirkiyayê dît ku Erebistana Siûdî û ereb bi awayekî çalak û xurt di Sûriyayê de hene û di encamê de jî, wekî paşketineke neçar (bi kêmanî di asta psîkolojîk de) di rola Tirkiyayê li welatê cîran de dît, ku Enqera wekî berpirsiyariya xwe ya “rizgarkirina” wê bi rêya piştgiriya xwe ya “veşartî” ji bo Heyet Tehrîr El-Şam di operasyona “Astengkirina Êrîşkariyê” de bi pêş dixe.
A herî xeternak bi çavê Tirkiyayê ew e ku liv û tevgera ereban e (ya Kendavê bi taybet), ji bo lihevkirinê an jî dibe ku aşitî û lihevhatinê di navbera rejîma Sûriyayê û Îsraîlê de. Bi gotineke din, dûrxistina Tirkiyayê ji vê dosyayê û aktîvkirina projeya ereban (Peymanên Îbrahîmî) di normalîzekirina bi dewleta îbranî re bi serpereştî û teşwîqa amerîkayî. Ev yek jî tê wateya ku derxistina kaxezên danûstandinê yên giranbuha ji destê Tirkiyayê li beramberî Îsraîlê. Ev yek jî tê wateya rol û serweriya Tirkiyayê lawaz dike û hebûna Enqerayê ya aborî û leşkerî li beramberî saziya şopandinê ya Îsraîlê ya heyî di erdîngariya Sûriyayê de, vekirî dihêle. Lewra, Enqera bi awayekî lez nûçe belav kirin ku ew bi Tilebîbê re gihaştiye lihevkirinekê ji bo ku di Sûriyayê de rûbirûyê hev neyên û vekirina xeteke peywendiyê ya bo kordîneya bichev re di qada Sûriyayê de. Herwiha, di demên dawî de jî hate ragihandin ku li Tilebîbê hevdîtineke yekser di navbera rayedarên îsraîlî û yên sûriyayî de çêbûye, bi navbeyankariya Tirkiyayê. Herwiha behsa “nermbûna” Sûriyayê û “kiryarên niyeta baş” ên ji Şamê tên kirin ku dê li Tilebîbê werin bersivandin. Dibe ku di nav van “kiryarênên niyeta baş” de biryara rayedarên sûriyayî ya derxistina komên çekdar ên filistînî ji Sûriyayê û radestkirina “arşîvên sûriyayî” û hin tiştên sîxurê Îsraîlî Êlî Kohîn ji Îsraîlê re be.
Îhtîmala mezin ew e ku Tirkiya, serwerî û îradeya Îsraîlê li Siwêda, Quneytera û Derayê qebûl kir, ku ev herêm qedexe ye çek lê bi cih bibin û qedexe ye ku desthilatdariya nû hêzên leşkerî tê de belav bike. Di heman demê de, Enqera dev ji hizira avakirina baregeh û balafirgehên leşkerî li herêmên navxweyî yên Sûriyayê berda, ango li dervayî sînorên rêveberî yên Heleb û Idlibê, berda. Herwiha, Tirkiya hewl dide ku dosyaya têkiliyên Sûriya-Îsraîlê ji ereban bistîne û roleke garantor li ser desthilata Sûriyayê bilîze, bi rêya dana xwestekên Îsraîlê, li bermberî bidestxistina destkeftiyan ji dewleta ibranî bi berjewendiyên Enqerayê ne ji bo berjewendiyên dewleta Sûriyayê. Di vê xalê de, Enqera armanc dike ku bi Îsraîl û li pişt wê Washington û Yekitiya Ewropayê bide fêmkirin ku ew xwediyê gotina bilind di Sûriyayê de ye û ew li ser erdê heye û serwerî û milîsên wê yên çekdar hene, berovajî Erebistana Siûdî û Îmaratê, ku dixwazin Sûriya û sîstema wê ava bike, bi xwespartina aborî û dilplomatîk, ango bi rêya projeyên jinûveavakirinê û vekirina kanalên siyasî yên navdewletî li pêşiya El-Şeri û tîma wî.
Tirkiye bi zanebûn rola xwe ya “girîng” û “biryardar” di qada Sûriyayê de, bi eşkere û bê guman, nîşan dide. Serokê îstîxbarata xwe dişîne Şamê, dengê xwe bilind dike û ferman dide Şamê ku lezê bide “hilweşandina HSD”yê û dewletek navendî ava bike ku rêveberiyên herêmî û taybetiyên civakî red dike. Tirkiya dewleteke navendî, totalîter bi nasname û şîroveyek yekane digere, ku bêyî ku berjewendiyên neteweya Sûriyayê yan taybetiyên gelê Sûriyayê li ber çavan bigire, li gorî ferman û rênimayên ji Enqerayê tevdigere.
Tiştê ku Tirkiya dike, valakirina rola ereban ji naveroka wê ye û astengkirina rêya aktîvkirina rola Sûriyayê di “tewareya nermbûna erebî” de ye. Ev bi lez û bez vekirina rêyên ragihandinê bi Îsraîlê re û razîbûna bi hemî şertên wê re tê kirin. Herwiha hewl dide ku bi lez û bez komîteyek ji Tirkiya, Sûriya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Iraqê pêk were da ku rewşa girtiyên DAIŞê di girtîgehên Sûriyayê de (zindanên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê) bişopîne. Armanc ew e ku van hemûyan wekî rastiyekê li ser her kesî ferz bike. Enqere ji bîr nake ku avahiya milîsên girêdayî xwe yên bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûriyayê” biparêze, ku ji deh hezaran leşkeran pêk tê ku berpirsiyariya Wezareta Parastinê ya Tirkiyayê dikin û mûçeyên xwe jê distînin. Bi hezaran ji wan hîn jî wekî kirê (ji bo mîsyonên derveyî têne şandin) li Lîbya, Nîjer û Somaliyê ji bo milîs û rayedarên herêmî, di nav de yên dilsozên dewleta Tirkiyayê jî, şer dikin. Milîsên girêdayî Tirkiyayê ku deverên ku ji hêla Enqerayê ve li bakur û rojavayê Sûriyayê hatine dagirkirin kontrol dikin, alavek in ku Enqera li hember rejîma Şamê dihejîne. Herwiha, tevgereke bilez heye ji bo avakirina baregeh û balafirgehên leşkerî yên Tirkiyayê li van deveran bêyî wergirtina destûrek ji Şamê an jî agahdarkirina Wezareta Parastinê ya Sûriyayê ji êrîşa rasterast a leşkerî ya Tirkiyayê li ser erdê. Ev yek bandor û hebûna milîsên “Artêşa Niştimanî ya Sûriyayê” jî nagire nav xwe, ku bi serbixwe ji rayedarên Şamê tevdigerin.
Hewldana Tirkiyayê ji bo sînordarkirina hewldanên erebî yên vê dawiyê û qutkirina têkiliyên di navbera rejîma Şamê û dewletên erebî (bi taybetî Erebistana Siûdî û Îmaratên Erebî yên Yekbûyî) de, bi çend aliyan ve dimeşe, bi ritim û kiryareke garantor a zelal ku ji têgihaştina fermî ya elîtên Enqerayê dûr nakeve, ku tevahiya Sûriyayê wekî qadeke bandorê, hewşek paşîn û tenê bankek kelûpelan dibîne. Dibe ku serdana El-Şeri ya Stenbolê xwesteka bêdawî ya Enqerayê eşkere bike ku ji pêşketinên ku bêyî wê diqewimin agahdar be û dibe ku daxwaz/fermanên Enqerayê yên ku berjewendî û vîzyonên wê li ber çavan digirin, pêşkêşî El-Şeri bike, ku dibe ku ne hewce be ku bi yên aliyê Sûriyqyê ûl i pişt wê, piştgirê wê yê ereb re li hev bikin.