Pirsgirêka mezhebî li Sûriyayê.. rehên çandinî û bazirganiyê

Nivîskar: Mihemed Seyid Risas

 Made bi erebî jî heye العربية 

Mirov nikare nakokiyên mezhebî yên ku li rojavaya ewropayî rû dane şirove bike, bi paşguhkirina faktora aborî jê re. Di şerê navxweyî yê Fransayê (1562-1598) de, yê di navbera katolîk û prostestantan (Huguenots) de, Huguenots stûna çîna kapîtalîst a ku ava bûye, lê belê katolîk jî ku piraniya wan cotkar bûn, dilsozê padîşah û dêra hevalbendên wê bûn. Herwiha, arîstokratiya hevalbenda padîşah, dijminê kapîtalîsta ku çêbûye bû. Di heman demê de, şerê navxweyî yê Îngeltrayê 1642-1649, di navbera bazirganên Londonê yên ku piştî serweriya Îngelterayê li ser deryayan piştî şerê Armadayê 1588an ku tê de Espan li beramberî Îngilîzan têk çûn dewlemend bûn û di navbera padîşahê Qiral Charles yê yekem de bû, ku bi desthildariyeke mutleq serweriya wî hebû û serokê dêra Îngelterayê (Dêra Anglîkan) bû, lê bazirgan û piraniya londoniyan ji mezheba pûrîtan bûn. Di vê pevçûnê de, ku bazirganên londonî li ser hesabê desthilata mutleq a padîşah daxwaza desthilatdariya Parlamentoyê kirin, ku padîşah bingehek civakî li gundan di nav arîstokrasiya çandiniyê, cotkarên dewlemend û piraniya nifûsa gundan de dît, em dibînin ku şêweyê pevçûnê di navbera padîşah û Parlamentoyê de şêweyek din a wê di navbera bajarekî ku bûbû paytexta bazirganiya cîhanê û gundan de veşartiye. Her wiha şêweyekî sêyemîn ê nakokiyê di navbera du mezheban de hebû, ku her sê şêweyên nakokiyê di wî şerê navxweyî de tevlihev bûn.

Li Sûriyayê, mirov nikare pirsgirêka mezhebî bê pirsgirêka çandiniyê şirove bike. Jidayîkbûna çîna kapîtalîst a Sûriyayê, bi awayekî piratîkî di pêvajoya 1941-1945an de bû, piştî ku hêzên Birîtaniyayê ketin Iraq û Filistînê û hêzên hikûmeta Vichy ya Fransayê yên dilsozê almanan, têk birin. Di encamê de, Sûriya bi genim, pempu, şîr û penêr bûne çavkaniyên sereke yên artêşên Birîtaniyayê yên di navbera Iraq û Misirê de. Herwiha, pereyên destpêkê yên  ku cotkdarên mezin berhev kirin ku gelek ji wan ji xelkê bajaran bûn, ew bû sermayê pîşesaziyên Sûriyayê yên mezin yên di navbera1945-1958an de û yên bankan. Gelek ji wan di nava rêveberên herdu partiyên mezin yên wê demê di Sûriyayê de bûn, ango Partiya Gel û Pariya Niştimanî. Rêveberên derbeyên leşkerî ji Hisnî El-Zeîm bigere heta Samî Hinawî û Edîb El-Şîşeklî, nefikirîn ku têkiliyên milkiyeta aborî biguherin û tenê bi alava desthildariya siyasî bi rêya derbeya leşkerî, sînordar man. Bi awayekî giştî, çi kesê ku tenê bi desthildariya siyasî sînordar ma heta yekitiya Misir-Sûriyayê, tu berjewendiyên xwe yên çînî di çarekirina pirsgirêka çandiniyê nedîtin, ev yek di cotkarên belengaz de li kêleka xwediyên erdên çandiniyê û di newekheviya mezinbûn û modernîteyê di navbera gundewar û bajar de û dû re jî di tiştê ku Nicholas Van Dam dibêje de diyar bû, ku “aliyê mezhebî yê dabeşbûna dualî ya gund-bajarî li Sûriyayê hêjayî balkişandinê ye.” Lê belê kêmneteweyên olî jî yên ku di bingehê xwe de hevgirtî ne, girîngî didan herêmên bejahî yên hejar yên mehrûm, lewra em dibînin ku herêmên herî zêde dewlemend û bajarên mezin di bin serweriya suneyan de ne (Şerê li ser desthildariyê di Sûriyayê de, Pirtûkxaneya Medbolî, Qahîre, 1995an.r.51).

Partiya Beisê di derketina xwe de, xwe spart bingeheke civakî ya bejahî li gundewarên beravê, Hema, Humis, Heleb, Idlib û Dêra Zorê û li Horan, Çiyayê Ereb, herwiha bingeheke xurt li bajarên biçûk wekî (El-Selemiyê) û li taxên gelêrî li bajaran wekî taxa Şêx Dahir li Laziqiyê, çêkir. Di heman demê de, hebûneke wê ya xurt di nava şagirtên asta amadehayî û zanîngehan de hebû, ne tenê ciwanên ji gundewaran, lê belê ji çînên civakî yên bajarvanî, navîn û hejar. Ji aliyekî din ve jî, derketina beisiyan ne tenê di çarçoveya erebperestî de bû, ku piştî avabûna dewleta Îsraîlê sala 1948an de çêbû, lê belê bingeha wê ku girêdana wê bi mijara çandiniyê re bû û ev jî xala hêza wê ye, lê di heman demê de ev jî xala lawazbûna mezin a Partiya Komunist a Sûriyayê bû. Eger ku Partiya Beis xwe ji hev belav kir ji bo yekitiya bi Misirê re, tiştê piştrastkirî ew e ku wê demê de difikirî ku pirsgirêka çandiniya Sûriyayê çare bike. Wekî ku efserên desthildariya 23ê tîrmehê li Misirê kirin û piraniya wan ji gundewaran bûn. Dema ku hikumê cudaxwaz xwest reforma çandiniyê ya ku ji hêla Serok Cemal Ebdulnasir ve di îlona 1958an de pêk hat, betal bike, ev yek ji bo efserên Komîteya Leşkerî ya Beisê û sê stûnên wê yên gundewarî, Mihemed Umran, Selah Cedîd û Hafiz El-Esed, arankereke sereke bû ku darbeya 8ê adara 1963yan pêk bînin, her çendî arankera hevkarên wan ên nasirîst vegerandina yekîtîyê bû.

Derbeya 8ê adarê, derbeyek komîteya leşkerî ya beisî bi hevkariya bi efserên nasiriyan re bû û rêveberiya Partiya Beisê haya xwe jê tune bû, ji bilî Mîşêl Efleq û Selah El-Bîtar. Di demeke cuda ji 18ê tîrmeha 1963yan de, dema ku nasiriyan derbeya wan têk çû, wê demê leşkerên Beis mifteyên desthildariyê xistin destê xwe “û hêza rasteqîn a hakim, Partiya Beis a Leşkerî bû” (Minîf El-Rizaz: Tecrubeya Tel, Weşanxaneya Xendûrê, Beyrût 1967, r.95) û “diviyabû ku Partiya Beisê bikin partiya xwe” (El-Rizaz, r.109). Ev yek jî Selah Cedîd bi rêya derbeya leşkerî ya di 23ê sibata 1966an de li dij rêveberiya neteweyî kir û piştre jî Hafiz El-Esed bi hêza saziya leşkerî di derbeya 13-16ê mijdara 1970yî de kir, dema ku desthildariya Selahd Cedîd têk bir, piştî ku Kongreya Partiya Beis biryar da ku Wezîrê Parastinê Hafiz El-Esed û Serok Erkan Mustefa Telas ji erkên wan, dûr bixin.

Lê heger ku “hêza rastîn a serdest Partiya Beis a Leşkerî bû” stûnên vê partiyê sê kes bûn ku ji gundewaran bûn û elewî bûn, ew jî ev bûn: Mihemed Imran, Selah Cedîd û Hafiz El-Esed. Dîroka Sûriyayê ji 8ê adara 1963yan û heta niha, ji aliyê ev hersê kesan hate nivîsandin, bi rêya lihevkirina di navbera wan de û nakokiyên wan û şerê wan, di dema vê rêveçûyînê de û di bûyer û encamên vê rêyê de. Van hersê kesan dikarîbû ku bi rêya erkdariyên ku bi dest xistibûn, desthilatdariyê bixin destê komîteya leşkerî ya beisî (Mihemed Imran: Lîwayê 70yî, Selah Cedîd: Cîgirê Serokê Karûbarê Efserfan û piştre jî bû serok erkan û Hafiz El-Esed ji fermandarê baregeha Dimirê ya leşkerî bû fermandarê hêzên hewayî). Li kêleka wê jî, daxuyaniyên ji artêşê piştî 8ê adarê, ya efserên sunî ji bajarên Şam, Heleb û Humisê bû û piştî tevgera 18ê tîrmehê, ya efserên nasiriyan ew jî sunî bûn. “Nêzîkî nîvê efserên ku ji kar hatine derxistin bi elewîyan hatine guhertin ku hejmara wan 700 bû” (Van Dam, r. 82). Ev piştî 8ê adarê bû û piştre heman lez piştî 18ê tîrmehê bû û herwiha piştî tevgera 23yê sibata 1966an, ku hemû efserên ji kar hatine avêtin alîgirên Fermandariya Neteweyî bûn (ji bilî Elî Mistefa) sunî bû.

Ev hersê kes, di baweriya xwe ya îdeolojî de, meyla wan ne olî bû. Herwiha, di rêbazên wan ên civakî de jî, ne mezhebî bûn. Ji bo parastina desthilatdariya xwe ji hilweşîn û ji kemîna dijminan, wan serî li tiştekî nêzîkî tiştê ku Îbn Xeldûn di têgiha xwe ya derbarê komeletiyê de nîqaş kiriye, bi rêya şirovekirina avakirina desthilatdariyên dewletê yên nû li dora komeleyeke taybetî da ku “desthilat” bigirin, wekî dewleta El-Muwehidîn (1121-1269), ku ji erebên li rojavayê dûr bêtir xwe dispêre berberan, dan. Heta Hafiz El-Esed di derbeya xwe ya li dij Selah Cedîd de, xwe spart bermahiyên efserên Mihemed Imran di sala 1966an de wekî Wezîrê Parastinê têk çû, herwiha xwe spart “efserên xwe yên taybet” piştî ku serweriya xwe li ser artêşê kir, ji sala 1968an ve. Her sê dema bi hev re bûn, di havîna 1963an de, cihên girîng ên hêza leşkerî bi dest xistin. Di pêvajoya 23yê sibatê heta îlona 1966an de, Selah Cedîd û Hafiz El-Esed, efserên duruzî yên navendên sereke û hewranî di navbera sibata 1968 û tebaxa 1968an tasfiye kirin, piştî ku serok erkan Ehmed Siwêdanî ji karê wî dûrxistin û piştî hewldanên derbeya têkçûyî. Piştî kongreya Partiya Beisê ya Netewperest di îlona 1968an de, serweriya El-Esed li ser artêşê diyar bû û rûbirûyê aliyê rêxistinî ya partiyê bû. Di sibata 2969an de jî, tecrubeyeke biçûk a derbeyê çêkir û dest danî ser radiyo û rojnameya El-Sewra. Herwiha, encama vê yekê jî, Serokê Nivîsgeha Ewlekariya Neteweyî Ebdulkerîm El-Cindî, xwe kuşt. Her sêyan tenê elewî xistin cihên sereke di artêşê de, çaxa ku kesek ji wan van cihên sereke ji dest bide, bi bin diket. Ev yek bi Imran re çêbû, di navbera kanûna 1964an û sibata 1966an de, herwiha bi Cedîd re di navbera îlona 1968an û mijdara 1970yî de, çêbû. Di piratîkê de, ê ku artêş di destê wî de bû, ew desthilatdar bû, vê yek jî hişt ku di dawiyê de, El-Esed bi ser bikeve.

Lê wan desthilatdariya mezhebî an jî hukmê mezhebekê ava nekir, lê belê wan mezheba elewî bi kar anî da ku artêşê kontrol bikin. Bi vê pêvajoyê, her sêyan hukum kir. Bi rêya wê, wan Îmran ji holê rakir, û dû re El-Esed jî Cedîd ji holê rakir. Di pratîkê de, ew biryarek ji aliyê Komîteya Leşkerî ve bû, bi sê endamên wê, paşê du ji wan, paşê jî yek. Hafiz El-Esed ne hukumdarê yekem bû, lê hukumdarê yekane û tekane bû û yên din amûr an alîkar bûn, ku her yek ji wan di nav çembera amûr an alîkar de mezin dibû û piçûk dibû. Her kesê ku hewl da ji vê wekheviyê wêdetir biçe, hate derxistin. Ev e ya ku di sala 1984an de bi serê Rifat El-Esed û di sala 1994an de bi serê Elî Heyder de hat. Lêbelê, Hafiz El-Esed piştî sala 1970yî ji hevkêşeya “koma elewî” ya ku artêş û herwiha ewlehî kontrol dikir wêdetir neçû. Rewşa sala 1983yan dikare wêneyek vê yekê bide: Lîwaya Yekem: Îbrahîm Sefî, Lîwaya Sêyem: Şefîq Feyad, Yekîneyên Taybet: Elî Heyder, Seraya Parastinê: Rifat El-Esed, Parastina Hewayî: Elî El-Salih, Îstîxbarata Leşkerî: Elî Dûba, Îstîxbarata Hewayî: Mihemed El-Xolî, Îstîxbarata Sûriyayê li Lubnanê: Xazî Kenan û Şaxa Ewlekariya Navxweyî: Mihemed Nasif, ku berpirsiyarê ewlehiyê li Şamê, nirxandina karmendên pola yekem û hevrêziya îdarî di navbera Rêveberiya Îstîxbarata Giştî û şaxên Ewlekariya Dewletê de ye.

Ji aliyekî din ve, Hafiz El-Esed, piştî ku desthilatdariya yekane girt ser xwe, fêm kir ku hukum nikare li dij bazirganên Şamê û sazûmana olî ya sunî ya ku ji hêla Daîreya Weqfan ve tê temsîlkirin, ku çavdêriya mizgeft û milkên weqfan dike û Daîreya Fetwayan, ku şêxê wê ji sala 1964an vir ve Ehmed Keftaro, şêxê terîqeta neqşîbendî ya Sofî bû, were damezrandin. Ev yek her wiha ji bo şêxên eşarî yên wekî Mihemed Remedan El-Bûtî û selefiyên ku di dema pevçûna çekdarî ya bi Ixwan El-Misilmîn re û piştî wê de li kêleka wî sekinîn, dirêj bû. Di pratîkê de, di dema desthilatdariya wî û ya kurê wî de heta hilweşîna wî di dawiya sala borî de, Sûriya ji hêla hevpeymaniyek ji efserên elewî ve dihat birêvebirin ku artêş, bazirgan û pîşesazan, ku piraniya wan sunî bûn û şêxên sunî kontrol dikirin.

Cudahiya di navbera Hafiz El-Esed û kurê wî de ew e ku kurê wî bi tayînkirina elewiyan li postên serokatiyê, wekî li Wezareta Ragihandin û Televîzyonê, mîsyonên dîplomatîk, balafirgeh û mîsyonên xwendinê li derveyî welêt, di meqamên xizmetguzariya sivîl de elewîtîze kir. Wî herwiha elewîzekirina karan bi piraniya hejmarî, wekî li bajarên Laziqiyê û Humsê, pêk anî. Cudahiyeke din jî di bin serokatiya Beşar de ew e ku di hewldana wî ya lîberalîzekirina aboriyê de ji sala 2004an vir ve, wî di pratîkê de çînên navîn ji holê rakir û ew gihand xeta xizaniyê. Herwiha çandinî jî wêran kir. Ev pêvajoya wêranker bi hişkesaliya ku di navbera salên 1996 û 2011an de li Sûriyayê xist, zêdetir bû, di heman demê de gundewar di dema pevçûna wî ya bi îslamîstan re di navbera salên 1979 û 1982yan de li kêleka bavê wî bûn. Gundewar ji tedbîrên reformên çandiniyê yên serdema yekîtî û Beisê sûd wergirtin, di heman demê de îslamîstan di wê demê de li bajarên Heleb û Hemayê bingehek civakî ya mezin bi dest xistin. Her çendî bi pratîkî dikare were gotin ku serhildan-şoreşa li dij desthilatdariya Beşar El-Esed ji sala 2011an vir ve bi giranî li ser bingeha wê ya civakî li ser gundewarên sunî an jî li ser taxên marjînalîzekirî yên li bajaran ku ji hêla xelkê gundan ve dihatin niştecîkirin û di navbera 2008 û 2011an de piştî hilweşîna çandiniyê ji cih û warên xwe hatibûn derxistin, ev yek hêza rêxistinên selefî-cîhadî rave dike, ku berevajî Ixwan El-Misilmîn, bingehek gundewarî, ne bajarî, heye. Ev yek em li Misirê jî dibînin.

Heyama ji adara 2011an heta kanûna 2024an ji bo Sûriyayê heyameke eşkere bû. Sunîyên dewlemend û şêxên wan li kêleka Beşar El-Esed bûn, ku piraniya elewî û xiristiyanan piştgirîya wî dikirin. Durzî û Îsmaîlî ji hev cuda bûn, lê kurd bi yekdengî li dij wî rawestiyan. Berevajî vê, bingeha civakî ya herî mezin a li dijî wî li gundewarên sunî û taxên paşguhkirî yên bajarên ku sunî lê dijîn kom bû. Di wê qonaxê de, nakokî mezhebî nebû, ji ber ku suniyên dewlemend û şêxên wan li kêleka desthilatdaran bûn. Lêbelê, girêdayîbûna Beşar bi artêş û dezgehên ewlehiyê re, ku hêmanên wan ên bingehîn ji hêla elewiyan ve dihat serdestkirin û bi milîsên herêmî re, ku piraniya wan elewî bûn, ji bilî girêdayîbûna wî bi milîsên şîî yên lubnanî, iraqî û efganî û herwiha şêwirmendên leşkerî yên îranî, pevçûna Sûriyayê, pevçûna li ser Sûriyayê û pevçûna di nav Sûriyayê de bi gelek taybetiyên mezhebî reng bû, nemaze ji ber ku gelek komkujî li dij sivîlên sunî hatin kirin. Piraniya mezin a qurbaniyên sivîl sunî bûn. Ev yek ji bo girtî, windayî, penaber û mal û milkên ku bi bombebarana qestî bi êrîşên hewayî, bermîlên teqemenî û mûşekan wêran bûne, ku piraniya wan sunî bûn, derbasdar e.
Bi kurtasî: Dikare were gotin ku pirsgirêka mezhebî ji ber veguhastina desthilatdariyê di 8ê adara 1963yan de ji bajarên Şam û Helebê bo gundewaran derketiye holê. Ev pirsgirêka mezhebî ji ber neçarekirina pirsgirêka çandiniyê derketiye holê. Di dema pevçûna 1979-1982yan de, Ixwan El-Misilmîn hewl da ku pevçûna bi rayedaran re bike mezhebî, lê bi ser neket. Ev ji ber piştgiriya bazirgan û şêxên Şamê ji bo Hafiz El-Esed bû, herwiha gundewarên sunî jî, tevî nerazîbûna civakî ya berfireh a li dijî kontrola elewiyan a li ser dezgeha leşkerî, ku wê demê eşkere bûbû. Tew piştî adara 2011an jî, pevçûn negihaşt aliyekî mezhebî, ji ber ku sunî li gorî xetên çînî, di navbera dijber, alîgir û bêbiryar de dabeş bûn. Lê belê pratîkên rayedaran, tepeserkirina wan, milîsên wan û hêzên hevalbendên wan, bandorên mezhebî yên girîng hiştine. Gelek kes matmayî man dema dîtin ku ev encam piştî hilweşîna Beşar veneguherîn kiryarên tundûtûjiya tolhildanê. Berevajî vê, hikûmeta nû siyaseteke bêtolhildanê pejirand, her wekî kesên ku bandor li wan bûye û ji rejîma berê nerazî ne jî wiha kirin. Bi îhtimaleke mezin, tevgera 6ê adarê û herwiha vîdyoya çêkirî ya şêxekî durzî, ji bo pêxistina agirê mezhebî bûn, yekem, bi rêya komkujiyên li dij hêzên Ewlehiya Giştî ku dê bibe sedema komkujiyên tolhildanê li dij sivîlên elewî, ji ber ku hêzên ku ew tevger pêk anîne têra xwe hejmar û çekdar nebûne ku herêmek erdnîgarî ya peravê kontrol bikin û ya duyemîn, bi rêya pêxistina coşa sunî bi rêya wê vîdyoya çêkirî da ku komkujiyek sunî li dij durziyan pêk bînin, da ku înîsiyatîfek ji hêla desthilata nû ya li Şamê ve ber bi Îsraîlê ve di dema serdana endamên Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de çend roj berî wê vîdyoya çêkirî asteng bikin. Lê bi saya van her du bûyeran û bi saya komkujiyên ku li ser peravê ji aliyê çekdaran ve ku bi hikûmeta nû ve girêdayî ne û hin kesên ne girêdayî ne, li dij sivîlên elewî hatine kirin, dikare were gotin ku li Sûriyayê pirsgirêkek mezhebî heye. Ev pirsgirêk tenê bi du rêyan dikare were çarekirin: An hemwelatîbûna wekhev ji bo hemû sûriyayiyan di maf û erkên xwe de, an jî “dewleta pêkhateyan”. Çareya dawî dê ji bo îslamîstan pir xweş be, yên ku wê hingê piştî pêkanîna serjimêriya giştî ya mezheban, ol û netewan, pêşniyar dikin ku meqam û kar li gorî rêjeyên hejmarî werin belavkirin. Lê rêya “dewleta pêkhateyan” wê kesê sûriyayî bike takekesek di komekê de û ne welatiyek di civakê de.