Sirî Sureya Onder.. Têkoşîna di cografiya êşê de
Nivîskar: Siwar Mela
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Di jiyana Sirî Sureya Onder de, destpêkên qehremanî tune bûn, wekî normal di biyografiyên kesayetên giştî de, ku diviyabû ev destpêk hebin. Tu nîşaneyên li ser çarenûseke derhoze nebû û ne jî dihate xuyakirin ku zarokê ji kûrahiya Anadolyayê hatiye, wê rojekê bibe sembola li dij desthilatdariyê. Di rastiyê de, di destpêkê de tiştekî balkêş tune bû; tenê çîroka ciwanekî ku di malbateke kedkar de li gundewarên jibîrkirî ji aliyê komara nûjen ve, mezin bûye. Lê jiyan hin caran, perdeyê li ser mirovên normal radike, ji bo ku wan li derve rûbirûyê dîrokê bihêle.
Di nîsana 1962yan de, “birayê Sirî” wekî ku hezkiriyên wî jê re dibêjin, li Adiyamanê li başûr rojhilatê welat, li maleke biçûk jidayîk bû, tu şansê wî tune bû ji bilî keda bavê wî li salona berberiyê û keda dê li malê.
Dema ku 8 salî bû, bavê wî jiyana xwe ji dest da û li peyî xwe yekem birîn di jiyana Sirî de hişt, wekî nîşaneyeke zû bû ya birînên ku wê piştre werin vekirin. Ev birîn jê re mezin bû ku bê fêmkirin, lê dilê wî fêrî dijwariyê kir. Êdî malbata wî li gel bapîrê wî jiyana xwe berdewam kir û diviyabû ku di demeke zû de, wateya windkirinê fêr bibe.
Bavê wî tenê li peyî xwe, nav, bîranîn û hawîrdoreke civakî ya nêzî Partiya Karkerên Tirkiyayê (TIP) hişt, lê bandoreke kûr hişt ku ev yek di demeke kurt de, bû sedem ku Sirî bi ser bikeve û destekê bide kesên lawaz û bindestan. Wekî hemû zarokên hejar li Anadolyayê, Sirî di demeke pêşwext de, kar kir û li nava werşeyên biçûk de xebitî, ku ya herî berbiçav jî werşeya wênekêşiyê bû. Bi roj, diçû dibistanê û kar dikir û bi şev jî, wêjeyên siyasî dixwendin, ku piraniya wan Marksîst dixwend.
Sirî tevlî nava xebatên siyasî bû, wekî ku qedera wî be. Siyaset li wir wekî çemekî bû ku te bi di rêya xwe de dibe, ji ber ku pirsa yekem û bersiva yekem li ser rewş û jiyana mirovan bû. Bavê Sirî, çalakvanekî çalak bû, di nava refên çepgirên Anadoliyayê de û yek ji damezrînerên şaxê TIP li herêma xwe bû. Lewra, hawîrdora wî ya civakî, heta dawiyê siyasî bû. Ne sosret bû ku Siriyê ciwan di nava refên yekem ên xwepêşandanên li dij komkujiya Meraşê ya li dij elewiyan ya sala 1978an, bû. Hîna nebûbû 16 salî, cara yekem hate girtin, ev bûyer di bîranîn û jiyana wî de, bû xaleke veguhartinê.
Piştî ku asta amadehî xelas kir, sala 1980yî, li zanîngeha Enqerayê, Fakulteya Zanistên Siyasî xwend. Destpêkirina, wekî hewldanek bû ji bo avakirina asoyên nû, lê derbeya 12ê îlona heman salê, rêveçûyîna wî ya jiyanê bi temamî guhart. Di sala duyem a xwendinê de, Sirî careke din bû armanca desthilatdariyê, ji ber beşdariya di xwepêşandanên li dij derbeyê. Di vê çarçoveyê de, derheqê wî de, 12 sal ceza zindanê lê hate birîn, jê 7 salan di zindanên Mamak, Ulucanlar û Haymane de, derbas kir.
Êşa li wir rûtîneke bêrehm bû; îşkence nanê rojane ye û tecrîd hevalekî domdar e ku qet ji dil û laş dernakeve. Lê tiştek di hundirê wî de bêdeng û hişyar ma, mîna ku ji dûr ve li êşê temaşe bike, red kir ku di bin giraniya wê de bişkê. Heft salên wî yên li pişt girtîgehan derseke dijwar a berxwedan û êşê bûn.
Piştre, ew tecrube bi hevokeke hestyar anî ziman: “Li wir, ez fêrî cografiyaya êşê bûm.”
Piştî ku sala 1987an ji zindanê derket, êdî xwe di nava cîhaneke bê mirûz dît û diviyabû ku ritmê wê fêr bibe. Lewra, Sirî dest bi xebatên demkî kir: Karkerê rojane, ajokarê kamyonê û karkerên demsalê. Dest pê kir ku wekî ku kesekî jiyanê tecrube dike, bê ku cihekî xwe yê dayîm bibîne. Lê hestên veguhastina êşê bo kirineke zindî û berxwedêr ma pê re wekî ku siya wî be.
Di destpêka salên 2000î de, li sînameyê bi derhêner Bariş Pirhasan rûnişt û ev hevdîtin jî bû sedem ku rêveçûyîna jiyana wî biguhere. Di sala 2006an de, yekem filmê xwe yê sînemayî “Di navbera miletan de” bi hevkariya Muharrem Golmez re, çêkir. Ev berhem trajediyeke siyasî ya satîrîk e ku çîroka komeke muzîkê ya li bajarekî dûr vedibêje ku di serdaneke fermî de di bin desthilata leşkerî ya zordar de neçar dimîne ku perçeyek muzîkê lêxe. Lê li şûna muzîka pîrozbahiyê ya çaverêkirî, komê bi nezanî “The Internationale” lêxist, ku ev yek bû sedema tawanbarkirina wan bi pêşvebirina komunîzmê û girtina wan. Fîlm îfadeyeke helbestî ya salên bindestiyê bû û nerazîbûnek li dijî jibîrkirinê bû ku piştî geşbûna beşî ya salên pêşîn ên AKPyê xuya bû ku ketiye jiyana giştî.
Filmê wî di mihrîcana Altin Koza de, xelata mezin wergirt. Ev yek wekî piştrastkirin bû ku ev kes tevî êşên ku dîtine, naşke. Ji wê demê ve, hebûna xwe di qada giştî de bû rastiyek ku nayê derbaskirin.
Di sala 2012an de, di derhêneriya filimê “F Tipi”de bû alîkar, ku naveroka wê li ser eşkerekirina jiyana rojane ya di zindanên tecrîdê de yên di zindanên Tirkiyayê de yên ji cureya “F” ya ku bişertûmercên xwe yên dijwar, tê naskirin. Filim ji gelek beşan ku ji aliyê gelek derhêneran ve hate çêkirin, ku tecrîda girtiyan dîtibû li derve û hundirê zindanê, belge kiribû.
Lê filimê xwe yê din “İtirazım Var” (2014) bû, ku naveroka wê li ser Îmam Selman Bulut bû, yek ji îmamê mizgefteke Istenbolê, ku jiyana wî piştî kuştine kesekî di hundirê mizgeftê de dema nimêj dikir, bi temamî hate guhartin. Polîsan jî bi awayekî sar nêzî dozê bûn, lewra îmam yê bi taybetmendiya xwe ya aram û meyla wî ya ber bi heqîqetê ve dihate naskirin, biryar da ku erka lêpirsînê bigire ser xwe. Di dema lêkolîna xwe de, îmam xwe di nav pirsgirêkên aloz de dibîne ku wî neçar dikin ku bi mîrata xwe ya şexsî û pirsên xwe yên sereke yên li ser bawerî û edaletê re rû bi rû bimîne, ku ev yek jî pirsên nû li ser cihê olê di civakê de derdixe holê. Ev filim projeya sînemayî ya Sirî Sureya Onder bû; Têkilîhevkirineke bi zanebûn di navbera rexneyên civakî yên kûr û pêkenîna tarî, bêyî ku dev ji aliyê xwe yê azadker berde, ku xwe bi hêsanî û bê sebeb ferz dike. Onder pêkenîna tarî wekî amûrek bi kar tîne da ku pirsên mezin ên li ser edalet, bawerî û civakê veke.
Li kêleka xebatên wî yên sînemayê, Sirî Sureya Onder, bi awayekî birêkûpêk, di rojnameyên çepgir ên Tirkiyayê de, dinivîsand. Ji destpêka sala 2010an ve, heftane gotar di rojanemya “Radikal”ê de dinivîsand, piştre jî di rojnameyên “Bergun” û “Bayanat” nivîsand. Nivîsandên Onder, kombûnek ji otobiyografîk, zimanê wêjeyê û analîza siyasî bû. Nivîsên wî bi têgeha “wêrankirina bîranînê” wekî amûrek serdestiyê mijûl bûn, li şûna wê banga “bîranînek li ser bingeha hevgirtinê” kir ku li hember desteserkirina desthilatdariyê li ser vegotinên kolektîf li ber xwe bide.
Dema ku Sirî Sureya Onder kete parlamentoyê, ji ber pabendbûna xwe ya bi serxwebûna çapemeniyê û rêzgirtina ji rêgezên wê re, biryar da ku êdî ji rojnameyan re nenivîse. Lê xîtaba wî ya siyasî, bandora rêbazê wî yê wêjeyî û hunerî tê de hebû. Zimanê wî, tevî fermîbûna xwe ya parlemanî, ritimeke gelêrî û çandî parast ku sadehî û henekbaziyê li hev dicivîne, mîna ku ew paradoksek zindî di navbera zimanê gel û zimanê desthilatdariyê de temsîl bike. Onder ne tenê siyasetmedarek bû ku daxuyanî didan. Gotinên wî wekî hewldanên vegotina rastiyê, bê ku bi awayekî yekser bikeve xefikê bû. Wî di gotin û diyalogên xwe de gelek caran helbestvan, fîlm û efsane bi kar anine û xisleteke hizirkirinê daye zimanê xwe ku ew ji barê gotûbêja siyasî ya rasterast azad kiriye û aliyekî ku bandorê li hestên mirovan dike daye wî.
Dema ku atmosfêra siyasî li welat ber bi otorîterîzmê ve çû, Onder tê gihaşt ku gotin tenê têrê neke. Nexasim ku li Tirkiyayê ji sala 2009an ve, desthilatdariyê bi awayekî berfireh dest danî ser ragihandin, dadwerî û saziyên perwerdeyê. Herwiha, hêdî hêdî hêviyên ku di salên destpêkê yên bi AKPyê re zindî bûn, têk çûn ku wê demê demokratîk rojeva pêvajoyê bû. Lê piştre, li şûna wan meyleke otorîter a li ser bingeha yekdestdarkirina saziyan ji hêla partiyê ve û veguherandina wan bo amûrên nerm di xizmeta wê de, hate danîn.
Her ku desthilatdariyê kontrola xwe li ser qada giştî zêde dikin, rewşenbîrên çepgir bi pirsek girîng re rû bi rû dimînin: Gelo vekişîna ji jiyana giştî bersiva guncaw e ji bo xisarkirina qadên azad? An jî tenê beşdarbûn û rûbirûbûna rasterast vebijark e? Wekî her car, Sirî vebijarka herî wêrek û pêwîst hilbijart: Rûbirûbûna rasterast.
Ji bo Sirî, ketina Parlamentoyê ne armanceke şexsî bû û ne jî rêyeke kar bû; Ew kiryarek berxwedana sivîl a pêkan e. Wî biryar da ku wekî namzetek serbixwe di lîsteya Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê de, ku tifaqek çepgir e û ji hêla Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ve tê piştgirîkirin, beşdar bibe.
Namzetiya wî li Stenbolê du girîngî hebû: Fîlmçêkerekî ne-kurd, çepgirekî civakî, xwe xistibû xizmeta têkoşîna kurdan. Wî hilbijart ku di şerekî de bibe dengek ku ne ji hêla etnîkî ve, lê ji hêla mirovî û siyasî ve eleqeya wî pê re hebû. Ew gaveke dijwar bû di siyaseta Tirkiyayê de, lê ew bi baweriya wî re lihevhatî bû ku hevgirtin li ser sînorên nasnameyê raweste, lê belê nasnameyên hevgirtîtir û piralîtir diafirîne.
Hewldan serketî bû. Sirî kursiyê xwe bi dest xist û wekî endamek ku di dijberiya xwe ya li hember yekalîperestiya di avahî û saziyên dewletê de bê tawîz bû, ket Meclîsa Neteweyî ya Mezin.
Paşê, Onder tevlî Partiya Aştî û Demokrasiyê bû û di demek kurt de bû dengekî girîng ku temsîla wijdanê rewşenbîrên çepgirên tirk û kurd dikir. Bi hebûna xwe ya aram û zimanê xwe yê ku rexneyên radîkal bi sadehiya dilşewat re dike yek, ew nûnertiya komek dike ku tenêtiyê red dike û bi berfirehkirina çembera diyalogê li edaletê digere.
Paşê, dema ku ew li ser navê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bû namzetê şaredariya Stenbolê, ku vê dawiyê ji bo temsîlkirina tevgereke çepgir a pirçandî hatibû damezrandin. Ew di hilbijartinan de bi ser neket, lê namzetiya wî di hişmendiya siyasî ya niştecihên bajarok de bû erdhejek. Ev cara yekem e ku fikira tirkekî çepgir û piralî ku ji dabeşbûnên kevneşopî derbas dibe bi vî rengî tê pêşkêşkirin. Namzetiya wî îlankirina projeyek siyasî ya nû bû ku pirrengiyê wekî hêz û diyalogê wekî rêyek ji bo rûbirûbûna qelişandina desthilatdariyê didît.
Gulana 2013an ji bo Tirkiyayê û ji bo Sirî Sureya Onder xaleke veguhartinê ya girîng bû. Xwepêşandanên Parka Gezî piştî hewldana hilweşandina qadeke kesk a piçûk li Meydana Taksîmê ya Stenbolê dest pê kirin. Lê ev şewq zû veguherî serhildanek gelêrî ya berfireh li dijî tepeserkirin, tundiya polîsan û serdestiya meylên olî-neteweperest di qada giştî de. Onder di nav kesên pêşîn de bû ku gihaşt meydanê, ji ber hesta hevgirtinê û hesta ku ew yek ji wan kesan e û divê di nav wan de be, wî ew hîs kir.
Di dîmenekî îkonîk de ku dê di bîra me de bimîne, dema ku buldozer ketin parkê da ku wêran bikin, Sirî li pêşiya wan sekinî, bi tevahî singa tazî, bê kask an zirx. Ev ne helwesteke bi tevahî siyasî bû, lê belê hebûna xurt a mirovekî bêparastin bû ku bi wêrekî ku hewceyî sloganan nake, li dijî makîneya desthilatdariyê şer dikir. Bi guleyeke gaza rondikrêj li wî ket, birîndar bû, lê ew li ser pêyan ma, wekî dengek ku tawîz nedida û serî natewand, hebûna xwe tekez kir. Ev stand bû sembola siyaseteke din: Wêrek, zelal û li kolanan kok vedaye. Gelek kesên ku baweriya xwe bi opozîsyona kevneşopî winda kiribûn, di Sirî de dengekî exlaqî dîtin ku mîna tu dengekî din nebû, lê nûnertiya wan dikir.
Onder ji hundirê parlamentoyê, li ser navê xwepêşanderan axivî, tepeserî şermezar kir, efû xwest û banga têkiliyeke nû di navbera dewlet û welatiyan de kir. Axaftina wî ne populer bû û ne jî şoven bû; Ew çîrokên li ser jiyan û rewşên mirovan vedigot û metelok û gotinên pêşiyan bi şêwazek hema bêje romanî bi kar dianî. Wî dizanibû ku siyaseta ku çîrokên mirovan venabêje, dilê mirovan nagire.
Di heman salê de, Sirî Sureya Onder di dîmenê siyasî yê Tirkiyayê de destpêşxeriyek awarte kir: Pêvajoya Dolmabahçeyê. Hikûmeta serokwezîrê wê demê Recep Tayip Erdogan bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya bi serokatiya Ebdullah Ocalan re diyalogek nerasterast da destpêkirin, da ku ji bo çareserkirina şerê çekdarî yê di navbera dewleta Tirkiyayê û tevgera çekdarî ya kurd de çareseriyek siyasî bibîne. Onder, li gel Pervîn Buldan û Îdrîs Balukîn, endamê Komîteya Îmraliyê ya parlemanî bû, ku wekî navbeynkar di navbera aliyên şer de tevdigeriya, peyamên ji Ocalan digirt, kanalên ragihandinê yên nefermî dişopand û ji bo avakirina baweriya hevbeş di navbera du aliyên ku bi şer û xwînrijandinê ve ji hev cuda bûne, dixebitî.
Di pîrozbahiyên Newrozê yên sala 2013an de li Amedê, Onder li ber sed hezaran kesan derket ser dikê û peyama Ocalan xwend ku înîsiyatîfa aştiyê ya di navbera kurdan û komarê de radigihîne. Ji bo gelek kesan, ew kêlî mîna destpêka serdemeke nû xuya bû. Onder wê demê ne wekî serokê partiyekê an berdevkê îdeolojiyeke hişk xuya dikir, lê belê wekî pireke zindî ku di navbera du qeraxên ku li ber veqetînê bûn û bêveger bûn de dirêj dibû, di dengê xwe de lerizînek hildigirt ku îhtîmala hevdîtinê ji bîra raya giştî re vedigerand.
Lê pêşketinên siyasî yên di salên piştre de hemû ew hêvî pûç kirin. Piştî têkçûna danûstandinên aştiyê di sala 2015an de û zêdebûna tundûtûjiyê li bajarên wekî Cizîr û Sûrê û piştre hewldana darbeyê di sala 2016an de û guhertina sîstema serokatiyê ya yek-partî, eşkere bû ku rêya ku pêkan xuya dikir bi tevahî hatiye girtin û projeya aştiyê êdî ji bîranînek windabûyî di nav rastiyek her ku diçe tarîtir de tiştek din nîne.
Rayedaran ne tenê îhtîmala lihevhatinê girtin, lê di heman demê de kontrola xwe ya li ser qada siyasî jî zexmtir kirin. Bi dehan rêveberên HDPyê girtî ne. Sirî Sureya Onder di sala 2018an de ji ber gotareke ku wî di sala 2013an de di lûtkeya pêvajoya aştiyê de pêşkêş kiribû, cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ev biryar daxuyaniyek zelal bû ku edalet bûye amrazek tolhildanê û qanûn, ku divê qada diyalogê biparasta, bûye çekek ku li dijî kesên ku hewl didan danûstandinan bikin hatiye çêkirin. Her çend Dadgeha Destûrî paşê biryar betal kir jî, peyam hat wergirtin: Diyalog bûbû sûc û ew kesên ku hewl didan piran ava bikin niha bi hilweşandina wan dihatin tawanbarkirin.
Ji bo Onder, ev ne tenê têkçûnek siyasî bû; Ew trajediyek bû ku welat vegerand ser çîrokên xwe yên kevin. Wî paşê ev yek bi gotina “Me kêliyek dîrokî hebû, lê bîra vî welatî careke din hat jêbirin” anî ziman.
Lê wî bi paş ve gav neavêt. Di sala 2023yan de, wî biryar da ku dîsa bikeve hilbijartinê, vê carê bi navê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM), ku projeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) mîras girtibû. Wî careke din kursiyek parlemanî bi dest xist û wekî cîgirê serokê parlemanê hate hilbijartin -kursiyeke sembolîk e di saziyekê de ku bi zîhniyeta piranîparêz serdest e-. Sirî wekî xwe ma: Navbeynkarek ku zelaliya helwestê û hebûneke nazik bi hev re dicivand û hêmanek ku hevkêşeya siyasî ya ku ji hêla desthilatdariyekê ve hatibû rêvebirin, ku bi pabendbûnê ve hatibû perwerdekirin, têk dibir.
Di destpêka sala 2025an de, bi destpêkirina dewreyeke nû ya danûstandinên veşartî bi Ebdullah Ocalan re li Girava Îmraliyê, Onder vegeriya da ku bibe beşek ji şandeya navbeynkariyê. Hebûna wî di wê gavê de nîşana biryardariya wî ya bêdawî bû tevî birînên xwe, mîna ku wî behis dikir ku ev hewldan dibe ku çerxa astengiyê bişkîne û şansek bide dîrokê ku ji labîrenta xwe derkeve.
Ew bi Serokkomar Erdogan re civiya û beşdarî şêwirmendiyên girtî bû, da ku zimanekî siyasî yê ku ji hêla ferman û dadgehan ve hatibû astengkirin ji nû ve veke. Ew li ser îhtîmala vejandina diyalogekê ku di keşûhewaya siyasî ya aloz de winda bûbû, behis dikir.
Lê laş, ji birînan westiyabû, êdî nikarîbû hilgirtina bar bidomîne. Di 15ê nîsana 2025an de, damarê dilê wî teqiya û laşê wî yê ky bê mertal li li ber buldozeran ma, li erdê ket. Ew ji hişê xwe çû, bi hefteyan di navbera jiyan û mirinê de daliqandî ma, di heman demê de dilên tijî dua li benda derhozeyekî bûn ku qet nehat.
Di 3yê gulana 2025an de dilê Sirî Sureya Onder li Stenbolê sekinî. Ew bajar ji bo wî ne xerîb bû. Wî wê wekî laşê xwe yê westiyayî nas dikir; Ew dizane çawa piştî her rûberûbûnê rîtma xwe ji nû ve bi dest bixe û çawa nefesa xwe bigire dema ku xemgînî wê giran dike. Ew kêliyek giran bû, mîna ku siyaset bi xwe ji bo demekê rawestiyabe. Nûçeya koça dawî ya wî li seranserê welêt belav bû û xemgînî ne tenê bi kurdan an çepgiran ve sînordar bû; nebûna wî ewqas wêranker bû ku xuya bû tiştek ku atmosferek ji bo welêt destnîşan kiribû, bêyî hişyarî winda bû.
Sirî mir. Lê çîroka jiyana wî berdewam dike, çîroka ku berxwedana li dijî zordariyê ne bi lihevhatina bi mentiqa wê re, lê bi xwegirtina bi bîranînê re wekî xeta dawîn a parastinê li dij tunekirinê tê bidestxistin, vedibêje. Sirî Sureyya Onder ne lehengekî efsanewî bû, lê mirovekî asayî bû ku di zarokatiya xwe de bi zilmê re rû bi rû maye û nebûna bavê xwe bi xemgîniyek serhişk re rû bi rû maye. Wî dizanibû ku şer her tim nayên qezenckirin, lê paşvekişandina ji wan tê wateya serkeftina jibîrkirinê.
Lê belê gel ew ji bîr nekir. Fîlmên wî hîn jî tên nîşandan, nivîsên wî hîn jî tên xwendin û axaftinên wî hîn jî tên bibîranîn, her gava ku kesek hewl dide taybetiyên siyasetê dema ku ew raman û rûmetê bi hev re tîne bîra xwe, ji nû ve bi dest bixe. Laş çûye, lê bandor hîn jî heye û ji me re tîne bîra xwe ku siyaset ne tenê birêvebirina desthilatdariyê ye, lê belê ew e ku giyan şiyar bimîne, tevî her tiştê ku wê giran dike. Wî her tim digot, “Tiştê herî xirab ku dikare bi serê welatekî de were, ne neheqî ye, lê jibîrkirin e.”