• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Hilbijartinên Bakur-Rojhilatê Sûriyayê û gefên rejîma AKP/MHPyê!

May 31, 2024
Hilbijartinên Bakur-Rojhilatê Sûriyayê û gefên rejîma AKP/MHPyê!
Share on FacebookShare on Twitter

Li Bakur-Rojhilatê Sûriyayê amadekariyên hilbijartinên şaredariyan ên 11ê hezîranê dewam dikin. Bi giştî wê li 7 kantonan hilbijartin werin lidarxistin. Bi dehan hêz û partiyên siyasî yên pêkhateyan ragihandin ku ew ê beşdarî hilbijartinan bibin. Jixwe Rêveberiya  Xweser jî bi hemû derfetên xwe hewl dide ku ev hilbijartin di atmosfêreke demokratyane û ewle de pêk werin. Ji bo vê yekê saziyên pêwendîdar ên xweseriyê amadekarî kirine û banga tevlîbûneke xurt û beriz li welatiyan dikin.

Li dij hilbijartinan dewleta tirk bi tundî helwest nîşan da. Di serî de serokê MHPyê Devlet Bahçelî gefên şer xwar û ji Şamê xwest, ku ew li gel astêşa Tirkiyayê êrîşê bibin ser herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê. Piştî Bahçelî, Wezareta Parastinê ya Tirkiyayê jî daxuyaniya gefxwarinê li dij Bakur-Rojhilatê Sûriyayê da. Li ser zimanê Zekî Akturk, Şêwirmendê Wezareta Parastinê ya Tirkiyayê daxuyanî hat dayîn û hilbijartin wek “parçekirina axa Sûriyayê” hatin binavkirin. Dawiya dawî jî Recep Tayyip Erdogan, serokkomarê Tirkiyayê axivî û gefên êrîşeke berfireh a li dij Bakur-Rojhilatê Sûriyayê xwar. Erdogan wek her car, hemû bihaneyên berê dubare kir û dijminatiya rejîma xwe ya li dij Bakur-Rojhilatê Sûriyayê û gelê kurd nîşan da.

Dewleta tirk a ku 7 herêmên Sûriyayê di salên 2016, 2018 û 2019 an de dagîr kiriye û ew di warên rêveberî, hindekarî û aborî de bi Tirkiyayê ve girê daye, siyaseteke tirkkirinê dimeşîne, Xweseriya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi “parçekirina xaka Sûriyeyê” tewanbar dike! Dewleta tirk a ku axa Sûriyayê dagîr kiriye û hewl dide bi ser Tirkiyayê ve girê bide, Xweseriya ku pêkhateyên herêmê civandiye ser hev, teror têk biriye, yekîtiyek ava kiriye û her roj doza diyalogê bi hikûmeta navendî/Şamê re dike, bi “cudaxwaziyê”, gunehbar dike!

Yekser û piştî van daxuyaniyên dijminane û gefên şer û dagîrkeriyê, desthilatdariya AKP/MHPyê ji çeteyên xwe yên opozîsyona Sûriyayê xwest, ku ew li dij Xweseriyê dest bi kompaniyeke reşkirinê bikin. Di serî de “Itîlaf”, “Artêşa Niştimanî” û “ENKS” ketin nava liv û tevgerê û her yek bi şêweyê xwe, nûçeyên derew belav kir. Rêxsitina Ixwan El-Mislimîn a ku wek alav di destê dewleta tirk de ye, daxuyanî li dij hilbijartinan derxist û xweserî bi “cûdaxwaziyê” tewanbar kir! Ev rêxsitina çetewerî ya ku dixwaze heremên Sûriyayê tevî axa Tirkiyayê bike û bi hezaran ciwanên sûriyayî ji bo dewleta tirk li Lîbya, Azerbîcan û Nîgerê dewrî çeteyên kirêkirî kiriye, behsa “welatparêziyê” dike! Her wiha “ENKS” ku qaşo doza “Kurdistana Sûriyayê” dike, bûye alavek di destê opozîsyona girêdayî Enqerayê û peywera wê bûye rewakirina komkujî, revandin û derbiderkirina kurdan ji Efrîn û Serê Kaniyê, li jêr navê “Şoreşa Sûriyayê”. Ev e eniya ku dewleta tirk ava kiriye. Eniyeke xwefiroş, ji ajan û xayinên xak û welatiyên Sûriyeyê ne.

Rejîma Şamê jî xwedî helwesteke neyînî ye. Ew diyalogê bi Xweseriyê re red dike û çareseriyê li ser bingeheke nenavendî qebûl nake. Rejîma Şamê hîna di hêviya welatekî navendî wek mîna beriya sala 2011an de ye. Tevî ku ew di nava kirîzên aborî û siyasî de fetisiye, lê dîsa jî ji ya xwe nayê xwarê û rêya çarseriya siyasî ya aştiyane venake. Ew dikare bi Xweseriyê re li hev bike û formeke demokratyane li tevahiya Sûriyaye bi cih bike. Eger lihevkirin pêk were, dê Sûriyayê xurt bike û aştiyeke navxuyî pêk were. Dê Şam û Qamişlo bi hev re hêzek niştimanî ya Sûriyeyê ava bikin û hemû heremên dagîrkirî, çi ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê û çi ji aliyê Cebhet El-Nusrayê, rizgar bikin. Şam bi naskirina Xweseriyê xurt dibe û dikare ji nava kirîzê derkeve.

Wiha xuya ye ku desthilatdariya AKP/MHPyê amadekariya êrîşeke berfireh a li ser herema Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dike. Ev desthilatdarî xetimî ye û li Tirkiyayê di nava gel de li iflasê ketiye, lewra dixwaze rojevê biguherîne û bi rêya êrîşekê li ser Xweseriyê jiyana xwe dirêj bike. Ew ji pêşveçûnên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bêzar bûye. Ew ji lihevkirina kurd û ereban tengezar e û dizane ku hewldanên  şerê pêkhateyan, bi ser neketin. Ji ber hindê ew hewl dide êrîşê bike û hin herêmên din yên Xweseriyê dagîr bike. Ew bawer dike, ku şert û mercên li herêm û cîhanê ji bo vê êrîşê guncav in.

Saziyên Xweseriya Bakur-Rojhilatê Sûriyayê li dij gefxwarina dewleta tirk derketin. Li dij van gefên êrîşan û kampaniya reşkirin û belavkirina derewan, gelek daxuyanî û helwest derketin holê. Hat gotin, ku hilbijartin mijareke navxuyî ya Sûriyayê ye û dewleta tirk têkildar nake. Li hemberî dewleta tirk li ser asteke gelêrî helwesteke hevgirtî heye. Gelên Xweseriyê rewşa herêmên li jêr dagîrkeriya Tirkiyayê dibînin. Ew naxwazin bibin bindestên çeteyan û li ser destê wan tar û mar bibin. Ji ber vê yekê, vîna berxwedan û tekoşîna li hember her cureyekî êrîş û dagîrkeriyê, diyar û berz e.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan
Tags: AKPBahçelîBakur-Rojhilatê Sûriyayêhilbijartinên şaredariyanMHP

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN