• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

Silêmanî: Ji 7 milyon mayînên ku li deverên sînor hatine çandin, mayînên ji şerê Îran-Iraqê mayî hatin teqandin | AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Dr. Tariq Hemo

Made bi erebî jî heye العربية

Serokatiya Elî Xameneyî ji sala 1981ê heta sala 1989an dirêj kir, ango hema hema tevahiya dema şerê Iraq û Îranê girt. Xameneyî siyaset û şerê li dijî rêjîma Beisê bi rê ve dibir. Herwiha, ew ji aliyê “Weliyê Feqîh” ve hatibû erkdarkirin ku Sedam Hisên têk bibe. Şer bêyî serkeftîyeke eşkere bi dawî bû, piştî ku her du welat bi milyonan ciwanên xwe winda kirin; hin hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

Her du welatan bi sedemilyaran dolar ji bo çekan û ji bo tor û bazirganên “aboriya şer” xerc kirin. Di sala 2006an de, rêjîma nû ya Bexdayê Sedam Hisên bi dar ve kir, ango sê sal piştî ku hêzên Amerîkayê ew di kortekê de girtibûn.

Piştî bidarvekirina “Lehengê Qadisiya Duyemîn” bi bîst salan, ango di sala 2026an de, dijberê wî Elî Xameneyî di bombebaraneke amerîkayî-îsraîlî ya li ser Tehranê de hate kuştin.

Heta îro jî li Rojhilat û Rojava gelek lêkolîn, xebatên akademîk û pirtûk li ser sedemên şerê Iraq û Îranê yê ku heşt sal dom kir hatine nivîsandin. Pirsa sereke ya van lêkolînan ew e ku kê dest bi şer kir, kê agirê pevçûnê pêxist û kê jî li hember hemû hewildanên ji bo rawestandina şer, li ser berdewamkirina wê israr kir.

Di nav vê felaketê ya heşt salan de, rola Amerîkayê bi awayekî eşkere diyar bû. Wêneyeke navdar a sala 1983yan a Donald Rumsfeld ku nûnerê taybet ê Serok Ronald Reagan û yê ku paşê bû Wezîrê Parastinê, nîşan dide ku ew silavê bi dest li Sedam Hisên dike. Ev wêne bi gelemperî wekî nîşaneya piştgiriya Washingtonê ji rêjîma Iraqê re tê dîtin. Di wê demê de Amerîkayê bi gelek rêbaz û amûran, piştgiriya Bexdayê di şerê li dij Îranê dikir.

Lê çîrok li vir bi dawî nebû, ango piştî du salan di sala 1985an de eşkere bû ku Washington ne tenê aliyekî şer piştgirî kiriye. Belgeyên ku paşê di doza navdar a (Îran-Kontra) de derketin holê, nîşan dan ku Amerîka bi awayekî nepenî çek û amûrên leşkerî ji Îranê re jî şandine. Li gorî van belgeyan, armanc ji vê yekê ew bû ku Tehran bandora xwe bi kar bîne da ku pênc welatiyên amerîkayî yên li Lubnanê hatibûn girtin, azad bibin.

Ji bo amadekirina vê peymanê, li Parîsê civîneke taybet hate lidarxistin ku tê de George H. W. Bush ê ku paşê bû Serokê Amerîkayê, bi serokwezîrê Îranê Ebû Hesen Bin Sedir bi hebûna Îsraîlê, amade bûn.

Berî van hemû bûyeran, di sala 1981î de, Îsraîlê reaktora nuklerî ya Temûzê ya Iraqê, ku li nêzîkî Bexdayê bû, bombebaran kir û bi tevahî wêran kir.

Şerê di navbera Tehrana Xumeynî û Bexdaya Sedam Hisên de, ku hem xwedî bingehekî îdeolojîk bû û hem jî kesayetî bû, bi piştgiriya leşkerî û darayî ya aliyên navdewletî ev gur û dirêj dibû. Van aliyan ji bo herêmê planên “rêveberiya alozîyê” yên demdirêj amade kiribûn.

Armanc ew bû ku her du alî bêhêz bibin û neyê hiştin ku yek ji wan bi serkeftineke mezin ji şer derkeve. Di vê çarçoveyê de siyaseteke veşartî û nehatî ragihandin hebû ku paşê bi navê “kontrolkirina dualî” hate nasîn. Ev siyaset li ser piştgirîya wêrankirin û dijberîya wêrankirinê ava bû û bû sedema ku şiyanên mirovî û aborî di nav şerekî bêkontrol û dijwar de were xerckirin.

Ev şer ji nifşekî bo nifşekî din dijminatî û kîn hişt. Di sala 1993yan de têgiha “kontrolkirina dualî” bi awayekî fermî derket holê û bi navê Martin Indyk hate tomarkirin, ku wê demê lêkolînerek li Enstîtuya Washingtonê ya Siyaseta Rojhilata Nêzîk bû.

Rêjîma Îranê ku ji şerê heşt salan derketibû, bi welatên derdora xwe re hawîrdorek ji aramî û “aştiya fermî ya sar” parast. Lê belê, li herêmê siyaseteke nû domand ku ew wê wekî pêkanîna baweriya xwe ya kevn a “derxistina şoreşê derveyî welêt” didît.

Tehranê dest bi destwerdana karûbarên herêmê kir û bi rêya rêxistinên îslama siyasî, bi taybetî yên şîî, ket nav civak û hawirdorên cuda. Herwiha, xebitî ku elîtên van koman di nav partiyên siyasî yên çekdar de rêxistin bike.

Ji bo meşandina vê erkê, Pasdarên Şoreşa Îranê di dawiya sala 1988an de yekîneyeke operasyonên taybet bi navê “Feylaqa Qudsê” ava kir. Ev yekîne di gelek welat û şeran de çalak bû û di derketina wan hêz û komên ku bi ferman û fetwayên rasterast ji Tehranê tev digeriyan de roleke girîng lîst.

Di heman demê de ku Îranê li herêmê tora xwe ya hevalbend û milîsan berfireh dikir, serokatiya welêt di destpêka salên 1990î de dest bi pêşxistina bernameya nuklerî kir, ku bingehên wê berê di serdema Şah de hatibûn danîn.

Hewldanên Tehranê ji bo dewlemendkirina uranyûmê û avakirina santralên enerjîya nuklerî ji çavdêriya Amerîka û Îsraîlê ve nepenî neman. Her çendî Elî Xameneyî di sala 2003yan de fetwayek derxist ku hilberandin û bikaranîna her cure çekên qirkirina giştî qedexe dike, lê ev yek ji bo razîkirina Îsraîlê ku vê bernameyê aştiyane bibîne têrê nekir. Ji ber vê yekê, çavdêrî û hewildanên ji bo astengkirina wê berdewam kirin.

Li Iraqê, ku aliyê din ê siyaseta “kontrolkirina dualî” bû, rewş zêde giran bû. Piştî fermana ji nişke ve ya Sedam Hisên ku di tebaxa 1990î de Yekîneyên Pasdarên Komarî şandin û Kuweyt dagir kirin, welat ket nav alozîyeke mezin û metirsîdar.

Di lêgerîna sedemên vê biryara Sedam de, gelek caran behsa hevdîtina wî bi April Glaspie, balyoza Amerîkayê li Bexdayê, di dawiya tîrmeha 1990î de tê kirin. Li gorî tê gotin, wê ji Sedam re gotibû ku Amerîka “li ser nakokiyên navbera welatên ereb tu helwestek taybet raber nake”. Ev gotin ji aliyê Sedam ve wekî bêalîbûna Amerîkayê hat şîrovekirin û Sedam ev yek wek derfetekê ji bo tevgereke leşkerî dît.

Li dûv vê şîroveyê, hêzên Iraqê êrîşî Kuweytê kirin û paşê ragihandin ku ew ê wek parêzgeha 19emîn a Iraqê were binavkirin. Lêbelê, piştî vê gavê, Amerîka û hevalbendên wê dagirkerî red kirin û di sala 1991ê de bi rêveberîya hevpeymaniyeke navdewletî hêzên Iraqê ji Kuweytê derxistin.

Piştî wê, li ser Iraqê dorpêçeke giran hate ferzkirin ku bi salan dom kir û zêde bandor li rêjîmê kir. Di dawiyê de jî di sala 2003yan de, bi pêşengiya Amerîka û beşdariya Brîtanyayê, dagirkeriyeke nû hate kirin û rêjîma Sedam Hisên hat hilweşandin.

Ji ber vê yekê, gelo komployek ji hêla “Rojava” ve tê çêkirin ku herêma Rojhilata Navîn armanc dike? Lê: Gelo dadperwerî ye û “bi awayekî zanistî objektîf” e ku mirov mijûlbûna Rojavayî (bi taybetî amerîkayî) li herêmek girîng ku çavkaniyên enerjiyê yên herî girîng û mezin, tengav û rêyên deryayî yên herî girîng dihewîne û ku Îsraîl lê ye û tevgerên olî yên tundrew ên ku xerabiya xwe heta deverên dûr ên cîhanê belav kirine, şîn dibin û hinarde dikin, wekî “komplo” bi nav bike? Gelo ev hemû ketina îstîxbaratê ku di dilê dewletekê de qewimî ye ku xwe wekî yekane biryarder û aktorê rêvebirina paytext û herêman, jiholêrakirina asta yekem, duyemîn û sêyemîn a rêberên wê yên leşkerî û siyasî û zanyarên wê yên nuklerî û bombebarankirina alavên ragihandinê yên bêtêl ên kesane yên bi hezaran şervan û kadroyên partiyeke leşkerî ya perwerdekirî, wekî celebek “komployê” were dabeş kirin, an jî ew kiryarek rastîn e ku ji hêla partiyekê ve tê kirin da ku şer bi rê ve bibe, li dijmin û dijberên xwe bixe û hêza leşkerî nîşan bide ku dijber felc dike?

Di rastiyê de, têgiha “komplo” ji bo gelek welatên Rojhilatî bi awayekî taybet tê bikaranîn da ku tiştên ku Amerîka û welatên Rojavayî di çarçoveya “rêveberiya alozîyan” de dikin bi nav bike; rêveberiyeke ku armanca wê tê gotin ew e ku herêm li gorî berjewendiyên wan were rêvebirin û rengdayîn.

Ji aliyekî din ve, girîngdayîna berdewam ya Amerîka û Rojava bo Rojhilata Navîn û destwerdanên wan ên siyasî û leşkerî li welat û herêmên wê, bi piştgiriya aliyekî li dij aliyê din ji bo pêkanînna bandor û berjewendiyan, ji aliyê wan ve wek “erkên berjewendiya neteweyî” têne şîrovekirin. Lê di nêrîna rêjîman û gelek elîtan de, ev hemû wek “komplo”tê dîtin ku armanca wê tê gotin “xerabkirina bawerî û nasnameyê” û têkbirina “ragirî û berxwedanê” ye.

Ev dualîbûn di şîrovekirinê de rewşekê çêdike ku rastî tê de tê tevlihevkirin û rê dide şîroveyên ku ji analîzên0 kûr û aram dûr in. Di heman demê de, ajandeyên hêzên mezin û dewletên xwedî bandor bi rastî jî çarenûsa gelek welat û gelan di Rojhilat de bandor dikin û guherandin.

Tiştê ku baweriya bi hebûna vê “komployê” di nav raya giştî de zêde dike, karîkaturkirina mijara “teoriya komployê” ye, ku her kesê ku dixwaze pêşketin û bûyeran bişopîne, lêkolîn bike, lêpirsîn bike, pêwendiyê deyne ser pêşketin û bûyeran û gumanê li tevger û niyetan bike, wekî ku bi “teoriya komployê” ve mijûl in û dixwazin rejîmên totalîter ên têkçûyî bêguneh bikin û têkçûnên wan ên berdewam rewa bikin, nîşan dide.

Di gotareke bi sernavê “Teoriya armanckirina Rojava an teoriya komployê?” de ku di cotmeha 2010an de di rojnameya lubnanî “El-Exbar”de ji aliyê lêkolîner Mihemed Seyid Risas ve hate weşandin dibêje: “Asta eleqedarbûna rewşenbîrî, çandî û zanistî ya navend û zanîngehên rojavayî, bi mijarên îslam û cîhana misilman re, di serdema piştî hilweşîna Sovyetê de, tîne bîra gelekan ku heman navendên lêkolîn û akademîk bi mijara Sovyet-Ewropaya Rojhilat û bi mijarên îdeolojîk ên marksîst re hebûn. Di heman demê de, li Rojava meyleke îslamofobiyê derdikeve holê, ku serdema McCarthy û hîsteriya dij-komunîzmê û berî wê, ya ku li Brîtanyayê li dijî ramanên Şoreşa Fransî di dema Şerên Napolyonî de heta têkçûna împaratorê Fransî di 1815an de qewimî, tîne bîra mirov.”

Lewra, dema ku navendên lêkolînê yên rojavayî yên pêbawer li ser herêma me gotar û lêkolînên akademîk belav dikin, ku hin ji wan paşê dibe bingeha stratejî û bernameyên çalakiyê ji bo hêzên navdewletî û herêmî yên xwedî bandor û  dikarin ji bo demeke dirêj rengê herêmê biguherînin (wek mînak doktrîna leşkerî ya Zamir û rapora Komîteya Nagel li ser Tirkiyayê), divê em xwe bi amûrên analîza zanistî, nîqaş û hevrûkirinê amade bikin, ne ku xwe bispêrin şîroveyên “teoriya komployê”.

Divê em hevsengiyên nû yên hêzê baş lêkolîn bikin, hemû îhtîmalan berçav bigirin û rêyên guherînê yên stratejîk, ji bo bazirganî û enerjiya herêmê bi baldarî analîz bikin. Tenê bi vî awayî em dikarin wêneyeke nêzîkî rastiyê ava bikin û pêşbîniya guhartinên siberojê bikin.

Ji bo ku em paşê ji ber mezinbûna bûyeran û ferzkirina meseleyê bi zorê matmayî nemînin û em ji bo nixumandina rewşa kêmasî û têkçûna di xwendin û bendewariyê de, xwe navêjin “teoriya komployê” û şîroveyên pûç ên ku ew pêşkêş dike!

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN